|
Yekta Şoreş
Îro 29’ê kanûnê 2011’an e,
û dîsa xeberek nexêr bi sermeke xemdar xwe
gihand çiyan. Hevalek di rûyê wî de xemek cemidî
hat gel hevalên ku çekên xwe paqij dikirin:
“Hevalino, dewleta Tirk li Qilabanê komkujî pêk
aniye. Bi qasî 35 ciwanên Kurd şehîd bûne…”

Hevalên ku guhdarî wan
hevokan dikirin, bêpirs û bersiv çend kêliyan
bêdeng di cihên xwe de qet neliviyan. Hevalê ku
ew agahî anîbû ji aliyekî ve cigareyek pêxist,
ji aliyê din ve jî pîlên radyoya xwe diguhert ku
guhdarî bike.
Ew çi ferman, êş û xwîn e
ya Xweda? Bayekî keserê museletî vî welatê bûye.
Her roja Xwedê cana digre ji me. Di her kurtek
avê de tehma hîsek ji xwînê. Di her awirekî de
lehiyên ku deman li ber xwe dibe…
Agahî ji vê kêliyê û şûnde
çawa bûna bila bibûna qet nediguherî ji bo
şervanên azadiyê; ji ber wan herêm, bajar, gund
û gelê li wan deveran dijiyan pir baş nas
dikirin. Erdnîgariyek û gelek di şopa Rojê de
bûn. Lewma dewleta Tirk bi awayekî zanebûn ew
komkujî pêk anîbû. Her wiha li gorî konsepta
tunekirinê ku dewlet û saziyên emperyalîst ên
wek NATO, Amerîka, Ewrûpa jî soza ji kiryarên
dewleta Tirk re, çavênxwegirtin û bêdengmayînê
dabûn. Wê rojê piştî wê agahiyê, hemû heval mîna
wê serma zivistanê û asîmanê bi ewrên tijî baran,
ku te digot qey xwezayê jî şîn girê daye di nava
tewazunekê de bûn bi xemên hevalan re.
Hizrê her hevalekî li ser
vê komkujiyê bû; loma zêde kes bi kesî re
nediaxifî. Hevalên ku radyo bi wan re, nûçeyên
der barê gelê Kurdistanê de ku li hemberî vê
komkujiyê nerazîbûn nîşan didan digihandin
hevalan; her wiha daxuyaniyên rêxistinê jî.
Bêguman gelê Kurd, bi
hezarê salan li ser wan çiyan û axa pîroz jiya
bû. Zilm û zor li tu mirov û gelan nekiribû;
tevî ku her demên dîrokê hatibû qetilkirin jî.
Her gerîllayekî/e HPG’ê fêrî zanistên dîrok,
felsefe, îdeolojî, jiyan û civakîbûnê bibû. Di
vê hêzê de bûn ku pir tiştan rakin. Ango ev vîn
di kesayeta wan de xwe bi cih kiribû ku
şehadetan veguherînin hêza bilindkirina
têkoşînê.
Vê têkoşînê bêguman gelek
serhildêr jî ava kir ku bi dîrok û jiyana ji bo
civakîbûn û mirovatiyê afirandiye re bi awayekî
serbilind bijî.
Ev roj bi êş bû bi her
awayî. Çi li çiyan, çi li Kurdistan û çi li
derveyî Kurdistan; her Kurdek yê bi rûmet ku
dilsozê Roja xwe û şehîdên xwe bû, sonda
tolhildanê dixwar wê rojê.
Dema roj diçû ava li çiyan,
hevalan bi tebesumek ji rengê hêviyê û awirek ji
janê lê dinihêrîn. Ji ber bi hemû hestên xwe
bawer bûn ku wê bi aveynê êşên welat û gelê xwe
rojên azad û şad ava kiribana.
30.12.2011
|