* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


Sofî: Gerîla xwe ji bo 'Şerê gel ê şoreşgerî' amade dikin

 

 

 

Dunya PALE

Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Nûredîn Sofî di derbarê Hemleya 1’ê Pûşpera 2004 de daxuyanî da.Sofî bal kişand ser girîngiya Hemleya 1’ê Pûşperê ya têkoşîna azadiya gelê Kurd. Her wiha Sofî bal kişand ser operasyonên dewleta Tirk ên bi armanca tunekirinê li dar dixe jî, dîsa bal kişand li ser amadekariyên gerîla yên ji bo şerê gel ê şoreşgerî.

Sofî salvegera heftemîn a pêngava Hemla 1’ê Pûşperê pîroz kir û got; “Ji vir heya Îmralî em li Rêber Apo pîroz dikin û silav dikin. Her wiha di pêvajoya amadekariyên, ji bo Hemla 1’ê Pûşperê û xwediyê keda mezin rêhevalê Erdal û di kesayeta wî de hemû şehîdên Hemla 1’ê Pûşperê şehîd Adil, şehîd Gulbehar, şehîd Nûda, şehîd Sîdar, şehîd Kurtay, şehîd Mazlûm, şehîd Devrîm, bi hezaran şehîdên şoreşa Kurdistanê û şehîdên Hemla 1’ê Pûşperê ez bi bîr tînim, bejna xwe li ber wan ditewînim û soza berdewamkirina têkoşînê didim wan. Destpêka vê hemlê heta roja me ya îrogelê Kurdistanê me tenê nehiştin, gerîla û şehîdên xwe xwedî derketin.Di serî de li gelê Botan, Colemêrg, li Zagrosan û li hemû Kurdistanê, gelê me îro li hemberî zexta polîsên AKP’ê serî radike û ji bo xweseriya demokratîk û azadiya xwe, serhildanê dike, ez wan bi rêz silav dikim û vê rojê li wan pîroz dikim”.

AKP SIYASETA XWE YA ÎNKAR Û ÎMHAYÊ BERDEWAM DIKE

Nûredîn Sofî “Bi komployeke navnetewî xwestin şoreşa vejînê, nirxên mezin yên ku derketibûn holê û îradebûna ku gelê Kurd bi dest xistibû, ji holê rakin. Ew gelê ku tune bibû, Rêber Apo wî bi îrade kir, kire xwediyê çandekî azad û demokratîk. Bi dîlgirtina Rêber Apo re xwestin ku careke din siyaseta înkar û îmhayê, ya ku di peymana Lozanê de, ji hêla hêzên herêmê û navnetewî ve, li ser esasê înkar û îmhakirina gelê Kurd hatibû avakirin, xwestin wê siyasetê berdewam bikin” û wiha domand; “Bi hatina hikûmeta AKP’ê ya ku di sala 2002’ an li Tirkiyeyê hate ser desthiladariyê, xwestin wê siyaseta înkar û îmhayê bi encam bikin. Komploya navnetewî ya ku bi dîlgirtina Rêber APO re, bi encam bibû, xwestin ku li ser gelê Kurd bi tevayî pêkbînin. Xwestin Îrade, rêxistin, tevger, partî û artêşbûna Kurdan ji holê rakin.”

ÇANDA APOCÎ ÇANDA BERXWEDANÊ YE

Sofî diyar kir ku çanda Apocî çanda berxwedan ye û wiha qala Hemleya 1’ê Pûşperê kir; “Her wiha di nava refên PKK’ê de, mirovên qels û lawaz, yên ku îrade xwe şikestibûn, di şer de bin keftibûn, radestî qelsbûnên xwe bibûn, yên mîna Ferhad û Botan, ew jî bibûn parçekî ji vê komployê û xwestin hem ji derve û ji hindûr de êrîşekî li ser tevger û gelê me bidin meşandin. Li hemberî wê siyaseta radestbûnê ya ku di kesayeta Ferhad û Botan de xwe da nîşan dan, siyaseta înkar û îmhayê di kesayeta AKP’ê de, xwest li ser Kurdan ferz bike.Her wiha li hemberî êrîşên navnetewî li ser gelê Kurd û tevgera me, pêwîstî bi serhildan û berxwedanekê hebû.Li ser vî esasî biryara 1’ê Pûşperê, biryara berxwedanê bû û li nirxên şoreşê û yên netewî xwedî derketinbûn. Ji ber wê komploya navnetewî, gelê kurd gihîşte astekî wisa ku, êdî bû xwediyê nirx, îrade û azadiyê. Bi 1’ê Pûşperê re yan ev nirx careke dîtir ji holê hatibane rakirin û li ser wî esasî bi destê AKP‘ê wê li ser Kurdan siyaseta înkar û îmhayê hatibane meşandin, nirxên ku hatine avakirin wê tune bibana û radestbûn hatibane rûniştandin, yan jî îradebûn, serhildan û berxwedan wê derketibane pêş. Li ser vî esasî di serî de weke ku min da xuyakirin, hevalê Erdal fermandarê me yê mezin, heval Adil û Nûda di kesayeta wan de bi hezaran hevalên şehîd di 1’ê Pûşperê de îradekî mezin dane nîşandan. Çanda Apocîtî çanda berxwedanê ye. Di tevger û çanda Apocî de radestbûn tune ye, berxwedan, îrade û azadî heye. Koletî tune ye. Ji ber vê yekê mirov dikare bêje ku biryara 1’ê Pûşperê biryara vebijartinê bû”.”

Di navbeyna jiyan û mirinê de, di navbeyna azadî û koletiyê de û di navbeyna berxwedanî û radestbûnê de, biryara vebijartinê bû. Li ser vî esasî şehîdên me, gelê me û partiya me vebijartina xwe ya di riya berxwedanî û azadiyê de kirin û dest bi Hemla 1’ê Pûşperê kirin.

Di van heft salên derbasbûyî de hate xuyakirin ku, pêngava 1’ê Pûşperê pêngavekî dîrokî û bi wate bû. Heger îro gelê me li ser piya ye û roj bi roj hîn zêdetir ber bi azadiya xwe ve diçe, bi riya berxwedana Hemla 1’ê Pûşperê ev yek pêş ket. Weke tevger heger em îro zelal in û xwediyê, biryar, tevger û hêzên, bi riya berxwedaniya 1’ê Pûşperê ye.

Li hemeberî gelê Kurd mîna sala 2004’an konseptekî îmhayê careke din tê meşandin. Hikûmeta AKP bi rêbertiya Erdogan dixwaze careke dîtir gelê Kurd bixapîne û bi polîsên xwe, bi kîmyasala xwe ya ku li ser gerilayên Kurd dide bikaranîn, hevalên me her roj bi wê şehîd dixîne, dixwaze careke dîtir siyaseta înkar û îmhaya 80 salî ya komara Tirk li hemberî Kurdan hîn xurtir bike. Li dijberî viyanbûyîna gelê Kurd careke dîtir dixwaze siyaseta komkujiyê bide meşandin. Rixmê hemû hewl û fedakartiya Rêber Apo ji boçareserkirina pirsgirêka Kurd bi şêwazên aştiyane jî, hikûmeta AKP’ê di îmhayê de bi israr (heter) e.”

Weke gelê Kurd û tevger, em îro careke din bi pêvajoyeke dîrokîre rû bi rûne. Di vê pevajoyê de jî vebijartinek li pêşya meda ye. An em ê berxwedanêk bê hempa berdewam bikin û bigihêjînin serkeftinê, an jî wê şensê jiyanê ji bo kurdan nemîne û komkujî têkevin rojevê de. Piratîka Biharê raber kir ku hikûmeta AKP ê, polîsên wê û artêşa dewleta Tirk ya ku bi kîmyasalê, bi şêwazekî bêbext û qirêj êrîşî ser gerîla û gelê me dike, niyeta wan ew e ku careke dîtir vê konsepta îmhayê têxin rojevê de. Ji bo vê yekê em jî weke gel, tevger û weke gerîla bi vebijartinekî re rû bi rû ne. Ew vebijark ewe ku emê li nirxên xwe xwedî derbikevin û bigihînin encamê. Em ê li azadiya xwe xwedî derkevin û emê xweseriya demokratîk di Kurdistana azad de avabikin. Cangoriyên wê çi dibin bila bibin, tevgerekî ku ewqasî cangorî dabin, ji dayîna cangoriyan natirs e. Tevgereke ku bi hezaran şehîdên xwe hebin, çawa wê van nirxan bigihîne serkeftine dizane û hêza wê ya çûyîna serkeftinê jî heye. Li ser vî esasî hêza ku me ji fikir û ramanê Rêber APO girtiye, ji xwedî derketina gelê xwe, ji serhildanên gelê xwe û ji şehîdên xwe digirin, me ber bi pêşve dibe.Vebijarka me,me ber bi azadiyê ve dibe.Hemla 1’ê Pûşperê ya sala 2011’ an jî wê di biryarbûna azadiyê de me hîn zêdetir xurtbike”.

“SALA 2011 AN WÊ BIBE SALA ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERΔ

Sofî bal kişand ser girîngiya sala 2011 ji bo pirsgirêka Kurd û got; “weke HPG ê, pratîkên me yên heft salên ku derbasbûyî, em dinirxînin. Di vê pratîka heft salan de me gelê kurd azad nekir û nebir serkeftinê, em rexnedayina xwe di vî warî de didin gelê xwe. Ji ber ku gerilayetiya Rêber Apo dibêje, gerilayetiya serkeftine ya Egîdan e.Meweke ku tê xwestin ew şêweyên gerîlatiyê neda rûniştandin, em rexnedayîna xwe didin. Gerîlayên me di hinek deman de pak(saf) nêz dibin, ev jî ji bo gerîlayekî/ê mirin û xeflet e. Rêber Apo xefletê weke îxanetê dinirxîne û di vî warî de kêm û kurtiyên me hene. Niha em vê rewşê dinirxinin, bi taybetî jî sedemên ev şahadetên vê dema dawiyê de hatin jiyan kirin bi kûrahî dinêrxinin. Em hember gelê xwe jî di vî warî de rexne dayînê xwe didin. Em li beramberî wan hevalên şehîd û gelê xwe rêzdariya xwe tînin ziman. Lê bila herkes bizanibe ku em weke HPG’ê  gerîlayên serkeftine bin. Di şer de tecrûbeyên me yên 27 salan heye, fikir û ramanên Rêber Apo hişmendî û riya me ronak dike, berxwedaniya şehîdên me riya me ronak dike. Em xwedî şehîd û gelê xwe jî derkevin”

‘DILOPEK XWÎNA ŞEHÎDÊN ME LI ERDÊ NEMÎNE’

Sofî diyar kir ku ew ê xwîna gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane li erdê nemîne û wiha pêde çû; “HPG’ê ji bo şehadetên di pêvajoya derbasbûyî hatin jiyîn de soz dide gelê xwe ku wê dilopek xwîna şehîdên xwe li erdê nehêle, wê tola şehîdan bê hildan. Bi van rê û rêbazên bêbext, kîmyasalên qirêj yên ku têkiliyên xwe bi mirovahiyê re nînin, hevalên me şehîd xistin, lê belê ev yek nayê wateya ku wê tola wan neyê rakirin. PKK’ê bi cewherê xwe tevgerekî tolhildanê ye.Tu carî dilopek xwîna Kurdan li erdê nehiştiye û wê nehêle, di vî alî de bila gumana tu kesî/êtunebe”.

‘GERÎLA XWE JI BO ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ AMADE DIKIN’

Fermandar HPG’ê Nûredîn Sofî balkişand ku dewleta Tirk rêzikên leşker, exlaqî û dadê bin pê dike û wiha dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê hişyar kir; “Sala 2011’ an ji bo gerîla dê bibesala şerê gel ê şoreşgerî û sala serkeftine. Artêşa Tirk rêzikên leşkerî, exlaqî û dadê yên navnetewî bin pê dike û kîmyasalê li hemberî me dide bikaranîn. Em hikûmeta Tirk û raya giştî şiyar dikin ku bila bizanibin em di vî alî de bê çare nînin, rê û rêbazên ku em jî bi kar bînin hene. Li vê derê ez kesekî/ê tehdîd nakim, lê belê heger ew rê û rêbazên ne huquqî yên kîmyasalê û bêbext li hemberî me bikarbînin, emê  jîrê û rêbazên cuda bi kar bînin. Em ê parastina xwe bi şêwazên cuda bikin, bila di vî derbarî de gumana tu kesî tune be.”

ERDOGAN Û HIKÛMETA AKP’Ê HIŞYAR KIR

Sofî hikûmera AKP û arteşa tirk hişyar kir û wiha berdewam kir “hikûmeta AKP’ê Erdogan û artêşa bila dev ji van rê û rêbazên ne mirovayî, ne exlaqî û van çekên kîyawî berdin. Kesekî mîna Sedam li hemberî gelê Kurd ev çekên kîmyaî nedida bikaranîn, lê belê encama Sedam li ber çavan e. Hikûmeta AKP ‘ê û artêşa Tirk ji xwe re pergala Sedam wane derxînin, ji ber ku gerilayên kurd bê çare nînin. Li ser vî bingehî ez bangewazî raya giştî û kesên demokrat dikim ku di vê derbarê de bila xwedî li erk û wezîfeyên xwe derbikevin.”

Em weke HPG’ê xwe ji bo şerê gelê şoreşgerî amade dikin, saziyên xwe li ser vî esasî didin çêkirin û di textîk de kêm û kurtiyên xwe li berçav re derbas dikin. Ji bo ku em xwe bigihînin textîkên serkeftine, em xwe berçav re derbas dikin.”

‘EM REXNEYAN ANALÎZ DIKIN

Nûredîn Sofî destnîşan kir ku ew rexneyan analîz dikin û wiha berdewam kir; “Li ser me rexneyên Rêber Apo û gelê me hene, em wan rexneyan di nav xwe de  analîz dikin, dinirxînin û em ê jê dersan derdixînin. Ji bo ku li Kurdistanê her şehadetek sedemê hemlekê be û tola Mazlûm û Devrîman li erdê nemîne, em ê xwe bi tevger bikin û biçin ser dijminê xwe de. Bila gelê kurd piştrast be, amadekariyên gerîla di vî der barî de hene. Ji bo ku Hemla 1’ê Pûşpera sala 2011’an bibe Pûşpera serkeftne, amadekariyên me hene”.

‘EM BERXWEDANA GELÊ XWE BI RÊZDARÎ SILAV DIKIN’

Sofî berxwendana gelê Kurd û ya xwedîlêderketina li cenazeyên gerîlayên ku li Qilabanê jiyana xwe ji dest dan, silav kir û got“Em berxwedaniya gelê xwe di serî de gelê me yê Botanê yê ku xwedî li şehîdên xwe derket, cenazeyên şehîdên xwe dibin tang û topan de, di bin zexta artêşa Tirk û polîsên AKP’ê de girt anî û bi şêwazekî hêjayê lehengiya wan ew definkirin, em berxwedana wan bi rêzdarî silav dikin.”

Sofî wiha axaftina xwe bi dawî kir “Ji bo ku sala 2011’an bibe sala serkeftine, em weke gerîla xwe bi fikir û ramanên Rêber Apo ve kûr dikin, di aliyê hişmendî û wijdan de dixwazin şoreşê çêbikin. Ji bo ku em di aliyê textîk de fermandarên serkeftine bin û li ser xeta Egîdan bimeşin, em soza xwe bi Rêber Apo re nû dikin. Em soza berdewamkirina Hemlê 1’ê Pûşbere heya azadkirina Rêber Apo û gelê kurd didin. Hemla 1’ê Pûşperê wê careke din bibe roja serkeftin û Zayîna Gelê Kurd.”