|
|
Ne
gengaze bêyîkû mirov awirekê li demburiya bi
azar bide vegere roja îro û li ser nêrînên xwe
bide. Ango vê bêbextî û rureşiya xwe firoş û
berjewendî perestan fambike têbigehe. Ji ber di
dîroka kurd de her tim îxanetê ruyê xwe yê reş û
qirêj daye nîşan. Mil bi milê berxwedanî û
qehremaniyên lehengên kurd wê jî hebûna xwe
gihandiye roja îro bi hemo qirêjiyên xwe ve. Di
demên herî nazik de kû mirov bêje êdî gelê kurd
gihaye pleyekî xwe naskirin û tekoşînekî bê
hempa li rexê wê serê xwe derxistiye û buye
sedemê hêdî gav avêtinan. Dibekû ji dîrokê wiha
hatibe lê vê carê hesabê wê cihê xwe ne girt, û
qedera heyî di kesayeta rêbertiyê de hat vale
derxistin.wekû em hemo diz anin di rewşekî
çawede rêbertî bi çi fen û hîleyan radestî
turkiye hat kirin. Vê rureşî û bêbextiya ji
korahiya dîrokê rengê xwe diyar kirî di kesayeta
rêbertiyê de çawe di 15 sibatê de carekdin
derket meydanê. Ne gengazekû neyê famkirin yên
kû destên wan di vê bêbextiyê de heyîn mirov ne
zane ne ji bo berjewendî û bê ehlaqiyên xwe ev
yek kirine. Ji ber di kesayeta rêber apode di
zanîn kurd êdî ne kurdên berêne û ger rêbertî
hebe wê planên wan yên li rojhilata navîn
bikevin astengiyê û wê ji bê ehlaqiyên heta niha
di hatin kirin re êdî bêdengî cihê xwe ji
serhildan û li hember derketinê re bihêle. Ev
hemo sedemên giring yên vê îxaneta serdemin.
Mijarekî doru u dirêje ger mirov bikeve navde ne
gengaze ji nava wê bi hêsanî û bi çend rupelan
derkeve. Bi giştî wekû kes mirov dikare bêjekû
dewlet û kesên hevkarê vê rureşiya demê di vê
mijarê de gihan hev û bi awayekî ji derveyî
ehlaq û mirovatiyê carekdin rengê îxanet û
bêbextiyê raxistin ber çavên alemê. Tiştakû di
vê mijarê de mirov bi fikar û di êşîne jî ji dil
xwe de dadgehên mafên mirovan û kesên mafê gel û
netewan di parêzin di vê mijarê de bê deng man û
çavên xwe jêre neqandin. Li pêş çavên tevayî
cîhanê bi rengekî herî tirsnak û bê ehlaqî ev
pêk anîn bêyî kû bi kevin fikara êşana widana
xwe de. Ji ber tiştakû em jêre di bêjin ehlaq û
wijdan li derdora wan peyda nabe. Di bin navê
mafê mirov û azadiya gel û takekes de rihê xwe
firoştine wekû çawe goştê laşê gelê hejar û
bindest di xwin û ji bo berjewendiyên xwe yên ne
qanûn ne jî wijdan qebul dike di firoşin. 15
sibatê rengê reş û qirêj yên kesên wekû kîso xwe
di bin qalikê stor de veşartîn di bin navê
mirovatiyê de carek din raxist erdê. Mirov bêyî
kû vê jî ne bêje li ser re derbaz bun na be. Li
gor dewlet û hêzên dagirker kû destên wan di vê
bêbextiyê de hene ger rêbertî bê tunekirin wê
serhildan û gavên hatîn avêtin jî têk biçe bi
nemana wîre. Lê tiştek ji bîra wa çubû ango
hesabê wê nekiribûn hebû. Ew jî hêz û baweriya
rêberî di kesayeta kurd de ava kirî ger ew en bê
jî wê ev şoreş û gel ji vê rê ne zivire. Ji ber
rêbertî ji demburiyê dagirker û xwefiroşên
welatê xwe baş di zanî û li gorî wê tiştakû ji
her tiştî giringtir ji kesayetê despê kir.
Armanç nekir koştina çend esker yan jî xwe
firoşan. Qirêjîyên dijberan di kesayeta kurd de
dayîn avakirin û ta rih û mejiyê wan birî hewla
paqij kirin ji nuve avakirina kes bingeh girt û
ev yek jî bi serkeftî pêk anî. Her çend di
nebûna wî de gelek şkestin jî hatibin jiyan
kirin lê rihê kû dayî çandin di kesayetên
şoreşger û gelê kurd de nehêla şkestinek kû
vegera wê nebe bê jiyan kirin. Vê yekê ewên
hevkarê vê rureşiyê ji korahiya mergê wan ew
ecêp hêlan û êşandin. Serkeftin û hêza rêbertî
piştî dîlgirtina wî jî xwe di her kesayeta xwedî
ehlaq û şoreşger de da nîşan. Vê yekê îxaneta di
her serdemek dîroka kurd de xwe dayî nîşan û
gihayî armanca xwe ku wekû qedera gelekê hatî
hesibandin herdem wiha buye û wê hertim jî wiha
be vê carê beravajiyê wê ev ne qedera gelê kurde
û wê ji niha û pêve êdî nebe qedera wan jî bi
hêz û baweriya rêbertiyê hemo alem di şoqe kê de
hêla.wekû mafdar her kurdekî kû êş û azara
dagirkerên welatê xwe dîtî û bedel dayî dibin
rêbertiya kesayetek wekû rêber apo de ji nuve
hêvî û baweriya di qoncikên mejî û rihên xwe de
veşartîn derxistî derve wê vê xiyanet û bebextî
dirutiya van xwînmêjan ji bîr neke û wê dîrok
wan li ser rupelên reş binivîse wê bi toka
leineta li ser stoyê wan buyî xweliya wijdana
wan ew di bin heft tebeqên erdê dejî nekarin xwe
paqij bikin û bên efo kirin.
Xezal IKE |