|
Beşa
-III-
SERHILDANA
BOTANÊ
Mihemed RONAHİ
Piştî şikestina
serhildanên Mîrektiya Soran û yê Rewandûzê; Mîrê
Botanê Mîr Mihemed li hember Osmaniyan serî
hilda. Mîr li ser navê xwe pere çapkirin û xutbe
dan xwendin. Li ser keleha Cizîrê ala Kurd li ba
kir.
Bi sistbûna
dewleta Osmaniyan re sê mîrektiyên Kurd ên mezin,
li Kurdistanê ketin hewldanên serfiraziyê. Ev
her sê mîrektiyên mezin Mîrektiya Babanan,
Mîrektiya Soranan û Mîrektiya Botanê bûn. Li dû
têkçûna mîrektiyên Babaniyan û Soranê tenê
mîrektiyeke mezin û li nav welêt bi nav û deng
ma bû, ew jî Mîrektiya Botanê bû.

Mîrê Botanê Mîr
Bedirxan di sala 1821’an de hatibû serokatiya
mîrektiyê. Bi serokatiya Mîr Bedirxan re xebatên
serfiraziyê jî dest pê kiribûn. Mîr Bedirxan ji
aliyê eşîrên derdorê jî gelek dihat hezkirin û
di demeke kurt de vê hezkirina xwe wergerand
serokatiyeke bi nav û deng. Herêma Botanê di bin
serokatiya wî de ketibû bin ewlehiyê. Beriya
serokatiya wî li herêma Botanê rêbirî û eşqiyatî
gelek bû, lê bi hatina wî re gelê herêmê xwe di
ewlehiyê de hîs dikir. Ji şervanên wê herêmê
artêşeke ava kiribû. Artêşa xwe ne tenê ji eşîra
xwe ava kiribû. Ji hemû eşîrên wê herêmê yên
herî şervan xistibû artêşê. Van leşkerên artêşê
ji serokeşîrê xwe bêtir xwe girêdayî Mîr
Bedirxan hîs dikirin û bi fermaneke wî re hemû
ji bo şer amade bûn. Li gel avakirina artêşekê û
ewlekirina herêmê di heman demê de Mîr Bedirxan
bi serok û mezinên Kurdan re jî têkiliyên baş
pêşxistibû.
Hevgirtina
Kurdan xurt bû
Wekî mînak bi
serokê Hekariyê Nûrûlah Begê re, bi serokê
herêma Wanê Xan Mehmûd re û wekî din jî ji Qersê
heya Mûş û Amedê bi hemû serok û mezinên Kurdan
re di têkiliyê de bû û van serokên herêman jî
rêzeke mezin didan wî. Tenê Kurdên Başûr ên ku
hê nû hatibûn qirkirin bi serhildana Soran û
Babanan û Kurdên Dêrsimê ji hevgirtinê dûr mabûn.
Di sala 1828-29’an de Osmanî û Rûsan bi hev re
şer dikirin. Dewleta Osmaniyan ji bo piştgiriya
vî şerî ji Mîr Bedirxan leşker xwest, lê Mîr
Bedirxan leşkerên xwe neşandin hewara Osmaniyan.
Bi vê yekê jî sînyala serfiraziyê da dewleta
Osmaniyan. Lê ji ber ku Osmanî hê çendeke berê
bi serhildana Misrê ya Mehmed Elî Paşayê
Qawalayî û Serhildana Rewandûzê û ya Babanan, ji
aliyê din jî bi Rûsan re di şer de bûn, li
hember mîrektiya Botanê deng dernedixistin.
Lewra nedixwest ku eniyeke şer a din jî veke. Ji
ber van sedeman Mîrektiya Botanê desthiladariya
xwe ya li herêmê qewîn kiribû.
Mîr Bedirxan di
sala 1842’yan de serfiraziya Kurdistanê îlan kir.
Li ser navê xwe pere da çapkirin û xutbe da
xwendin. Cizîr kir paytexta Kurdistanê û ala
Kurdistanê jî li ba kir. Serokên Kurdan ên din
jî li hember vê serfiraziyê destbirakiya xwe
diyarkirin û di bin serokatiya Mîr Bedirxan de
hatin cem hev. Mîrektiya Botanê ber bi
serxwebûna dewletekê Kurd ve diçû.
Mîr Bedirxan hêz
û sînorên xwe roj bi roj berfirehtir dikir. Ji
behra Wanê heya rojavayê Îranê, ji Amedê heya
Mûsilê xist bin desthilatdariya xwe. Dewleta
Osmaniyan êdî têgihişt ku Mîrektiya Botanê ji bo
wan xetereyeke mezin e. Serî li fen û fûtan
xistin. Wekî mînak Suryaniyên herêmê li hember
mîrektiyê kil kirin. Di van fen û fûtan de jî
aqil ji îngilîzan digirtin. Lewra ji serhildana
Rewandûzê bigirin heya ya Botanê, di têkçûna
Kurdan de roleke îngilîzan a taybet hebû.
Meseleya
Suryaniyan ji ber vê kilkirinê roj bi roj
xirabtir dibû. Di sala 1843’yan de serokê
Suryaniyan Mor Şamûn ala Îngilîstanê di avahiya
xwe ya ku tê de rûdinişt de li ba kir. Bi vê
yekê re bûyeran jî dest pê kir û Mîr Bedirxan
berî da suryaniyan. Êrîş bir ser gundê wan. Di
vî şerî de bi hezaran mirov hatin kuştin. Ev
bûyer ne tenê ji bo Suryaniyan, ji bo Kurdan jî
nebaş bû. Lewra bi vê yekê re Suryaniyan berê
xwe dan Îngilîz û Rûsan û di qada navneteweyî de
jî Kurd ketin rewşeke xirab û bêyî alîkarî. Mîr
Bedirxan li dû şerê bi Suryaniyan re
amadekariyek mezin dikir ji bo êrîş bike ser
artêşa Osmaniyan. Lê biraziyê wî Ezdînşêr ji
aliyê Osmaniyan ve hat xapandin û derbasî aliyê
wan bû. Ji ber vê xiyaneta Ezdînşêr Osmanî ji
paş ve herêma Botanê dorpêç kirin û mîrektî
xistin. Mîr Bedirxan heya 20’ê Tîrmeha 1847’an
jî liberxweda û dûre hat girtin û birin Stenbolê.
Bi vî awayî di sedsala 18’an de sêyemîn
serhildana mezin a Kurdan têk çû.
Mîr Bedirxan hat
girtin lê bi girtina wî re serhildan nesekinî.
Du salan li dû girtina wî jî Osmaniyan êrîşên
xedar birin ser herêmê û artêşa Osmaniyan bi
serokatiya Reşîd Paşayê bi berçavk, komkujî û
tehdeyên nedîtî li herêmê li dar xistin.
|