|
|
Gava meriv li rewşa îro dinêre,rewş buye weke
lîstoka satirancê her lîstokvanek li gurî rêbaza
xwe dixwaze piyonan bide lîskandin,hemû polîtîka
yên ku têne meşandin li ser bingeha razîkirina
dujberê xwe bi piyon dana xwarinê ku ewjî Kurdin.
Enîya rojava a ku li ser du beşan xwe birêk û
pêk kirîye(ABD,AB)li hemberî rojhilata navîn
alîyekî satirancê girtîye,rojhilata navî jî di
roja me ya îroyîn de xwe weke (Turkîye,Îran,Sûrye)alîyê
duyemîn yê lîstoka sitrancê dibînin,rexmî ewqas
nakokîyan hersê dibin yek, gelo çima?.....,ji
berku Kurd ji bu bercewendîyên xwe weke piyonên
satirancê ji xwere dibînin,bi Kurdan xwe ji
êrişên devre diparêzin û di heman demê deji buna
tiştên nû bidest bixîin weke leşkerên satirancê
ji dujberê xwere dikin xwarin,li ser meydana
satirancê kî heye gelo?....,belê dixwazin
tevgera azadîyê bikin alîyek û xeta û ixanetê
bikin alîyê din yê meydanê,li ser vê bingehê jî
hemû pêlan û sitratejîyên xwe birêve dibin.
Îran,di rastîya xwe de netewekî aryene û li ser
bingeha ola Zerduştî xwe birêk û pêk kirîye,bi
derketina ola Îslamîyetê re û fituhatên olî re
Îran jî kete bin bandurya wê de,li ser bingeha
bi destxistina ometa Îslamî û avakirin
desthiladarîya xwe li benda fersendekê bu,rejî
piştî kuştina Alî re pêkhat, di rastîya xwe de
êku Alî kuştîye ew bixwe yekî faris bu,armanc ji
vê yekê amedekirina bingeha şerekî navxûyî û
hilweşandina desthilatdarîya emewîyan êku bi
destê Muawîye hatibu damezrandin,ew jî bi destê
Abu Abas Sefah pêkhat xwedîyê ala reş êku heyanî
roja me ya îro weke çandekê di sal vegera mirina
Alî de li xwedikin ne,ji wê rojê heyanî îro
polîtîka yên Îran êli ser vê bingehê dimeşin.
Di roja me de jî ,yanjî di sedsala bîstande
Xumeynî derket holê li hemberî şahê îramê,gelo
Xumeynî kîye û ji ku derket?....belê,Şah piştî
şerê cîhanê ê duyemîn derket ser
hukim,ew bi xwe jî weke alîgirekî ABD ê dihate
naskirin,ji buna Firansa karibe Turkîyê û Îraqê
di heman demê de Sovyetan jî kuntirol bike
pêwîstî bi lawazxistina berferhbuna ABD ê û
Sovyetan di rojhilata navîn de hebe ji bu vê jî
bi destxistina cihekî weke Îranê pir girîng bu
di alîyê sitıratejiya leşkerî û polîtîk de,Xumeynî
jî li ser vê bingehê hate amdekirin,piştî bi
detxistina desthilatdarîyê dengeya bercewendîyan
hate avakirin.
Turkîye,belê di roja me ya îro de xwedî erkekî
nû ye,piştî mirina Mustafa Kemal ew dema navber
jî bi dawîbu dema çûn û hatin dinavbera
bilokande(ABD û Sovyet),zarokê Îngilîzan û ABDê
hatin ser rêvebirîyê,ev rewş berdewam kir heyanî
xilasbuna şerê sar di salê 1990 de,bi derketina
PKKê re û ne zelalîya rewşa giştî yê
cîhanêheyanî sala1995 an hertim hate xwestin
dengeyek were girtin ji ber ku Efrîqa di nav
şerekî navxûyî dabu,AB ber bi damezradina yekîta
xwe ve diçû,ji alîyê din ve şerê Filistînû
Îsaryîl,di heman demê de Sedam jî serîyek
dikişand,ji buna li hevkirinek çêbibe dinavbera
ABD û AByê de pêwîstî bi qurbankirina tiştekî ku
bercewndîya herdu yan biparêze hebu,ew jî
radestkirina rêber APO bu,ji berku PKKê xwe li
herderê xwe bi rêxistin kiribu û xwedî
bandorîyek mezin li ser dengeyên rojhilata navîn
dikir û dike ,di heman demê de ji buna avakirna
Îsrayîla duyemîn pêwîstî bi kurdan dihate dîtin.
Bi hatin AKPê rebeşa duyemîn ji sitratejîya
rojava di rojhilatanavîn de tê xwestin were
meşandin,lê astengîya herî mezin tevgera PKK êtê
dîtin,di heman demê de ji buna kontirolkirina El
Kaayîde û Îrana ku herdu jî ji berhemê Îngilîz,Emerîka
û Ewropayêne pêwîstî bi AKPê hate dîtin,ji berku
Erdoxan şagirtê Usama Bînladîne û bi rîya
sermaya şîn jî dostê Îrane,ji xwe rewşa Sûryê jî
weke rewşa qeşmerane,dixwaze li ser werîsan
bilyize lê herim dikeve.
Gava meriv li vê rewşê dinêre Kurd li
kune?......,belê,pêwîste meriv di despêkêde
rêxistinên Kurdan bên naskirin ji buna merov
karibe armanca vê satirancê nasbike û encamên
ku derkevin holê wê çibin bi rengekî baştir
nasbike,KDP weke çavda serhildanîyê xwe bin av
dike ,lê di rastîya xwe de ne wiha ye,di salên
60 de mala Berzanî ket di bin kontirola Emerîkan
de û ji buna ku li gorî bercewndîyên wan tev
bigere pêwîstî bi serokekî nû hebû,ew jî jehir
dayîna Mustafa Berzanî û Mesud xistina cihê
wî,ji wê rojê û hirve li ser bingeha
xizmetkirina bercewndîyên Emerîkan xebat dike.
Gava meriv li YNKê dinêre,ew jî weke Xumeynî li
Firansa yê hatîye perwerde kirin,li ser bingeha
xizmetkirna bercewndîyên Firansa di sala 1975
an de KDP parçekir û YNK avakir di bin sîya
Sûryê ê ku ew bixwe sumurgeyekî Firansa ye,ji wê
rojê û pêve li ser bingeha amedekirina dengeyan
di qada rojhilata navînde dixebitin.
Di navbera van herduyan de Nêçîrvan Berzanî erkê
serekê dileyize ji buna bidestxistina
desthilatîyê,ji berku ew bixwe yek ji şagirtên
zanînghên Îngilîzan ne êku di bin destê lobîyê
Cuhîyan de tê bir êve birin,li ser vê bingehê jî
veşartî dileyize.
Bi girtina rêber APO re û avakirina hukumet
federal re,dihat payîn Kurdan hemyan bi qaşû
Kurdistan azad ve girêbidin n û tevgera PKKê
neçarî situxwarîyê bikin, rexmî ku xwestin bi
şêwaza kela Tiruya bi rîya xayînînên weke Ferhad
û Botanrêxistinê bi destbixin,gava ev bi
serneket şêwaza lîtokê hate guhartin,weke me di
despêkê de me got ,du alîyê maseya satirancê
hene rojava û rojhilatanavîn,ev herdu li şûna
raste rast bi hevre şer bikin, Kurdan amku bi
gotina wan Kurdên baş û yê nebaş bi hevre bidin
şerkirin,armanc ne bercewndîya herdu alîyên
Kurdin,armanc tesfîyekirina tevgera azadîya
Kurdistanê PKKê ye û li gorî bercewndîyên xwe bi
karanîna Kurdane,weke ku çawa aniha gelê
Filistînê ji xwere bikartînin,ji bu vê j îli
herdu alîyê satirancê sêdar danîne ,li dema kîj
alî bixwaze gavekê bavêje çend Kurdan diavêje
sêdarê.
Ûro bi dardekirina çar tekoşerên Kurddixazin
bêjin ku em çi dixwazin bikin em dikarin bikn,ki
hemberî vê rewşê pêwîstî ji hemû deman zêdetir
bi yekîtîya Netewî heye,gava yekîtî ne be wê
herkes wenda bike,diheman demê de gava
nêzîkatîyekî rast jî neyê kirin wê rêbaz jî
werin guhartin,ji ber ku yê wenda bike ne tenê
Kurdin rojhilatanavîn bi giştîye,ji ber vê di
serî de rêxistinên Kurdan di demekê zûtir li
dora yekîtîya Netewî kom bibin û bixebitin,ji
ber ku dîrok hetim deryên xwe ji meriv re
venake.
Bi hêvîya YEKÎTÎYA NETEWÎ û azadbuna rêber APO
,bimînin dinav xêr û xweşîyê de
Metîn Zîndan.
|