|
ERDAL CÎLO
Bi
tevahiya gelên cihanê jî ev 30 salin bûne şahid
ku gelê Kurd ji bo azadî û rûmeta xwe têkoşînekî
çiqas mezin bi rêvebir. Gelê Kurd li hemberî
dagirkeriyên zilimkaran, bi hemû hebûna li
berxweda û heya roja îro hat. Dema Kurdan ev
berxwedan meşand bê pêşeng û bê rêbertî ne
meşand. Mirov dikare bêje ku gelê Kûrd xwedî
rêber û pêşengiyek wisa bû ku heta niha di
dîroka Kurdistan’de em rastî wê nehatine. Ango
rêbertî û pêşengtiya hemdemî a li gorî normên
sedsala 21.emîn a di kesayata Rêberê gelê Kurd
birêz Abdullah Öcalan de ji bo gelê Kurd weke
şensekê mezin yê dîrokî û civakî bû. Kurdan bi
têkoşîna birêz Abdullah Öcalan a 40-50 salan
meşandî di nava civaka kurd de şoreşekî civakî û
dîrokî avakirin. Eger civakek pala xwe ne de
bîrdoziyek serkeftî ya demê nikare di nava
civaka mirovahî de jî cihê xwe bigire.
Rêberê
gelê Kurd birêz Abdulah Öcalan zanebûnek civakî
a wer pêşketî Kurd perwerde kirin ku, eger gel
bê vê zanebûnê bîmîne wê ji bo wî gelî bibe
mirinekî pir xerap. Eger roja îro li hemberî
tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Öcalan
gelê Kurd ewqas hestiyar û alakadare sedema
bingehîn eve. Ev diyardeyeke sosyolojîk û dîrokî
ye. Ev bi qasî 2 mehin ku hemû têkîliyên jiyanî
yên Rêberê gelê Kurd Abdullah Öcalan û gelê
Kurd hatiye qutkirin. Rêbertiya gelê Kurd ji ber
fikr û ramanên xwe yên azad, ji ber rûmeta xwe a
bilind ku tu car rênade moderniteya kapîtalîst û
erîşên wê yên li ser gelê Rojhilat ji aliyê
serdestên xwînxar bi gotina Rêberê gelê Kurd
“Xwedayên bê maske” yên serdema moderniteya
kapîtalîst ve tê cezakirin. Li di cewherde
Rêberê gelê Kurd ev 18 salin ku ji bo di
navbera gelan de aştî û biratiyek mayînde û li
ser esasê dilxwazîyê hevpariyek pêşbikeve çi ji
destê wî hat pêkanî. Lê mixabin her carê ev
hewildana hûmanîst a gerdûnî ji aliyê
dagirkeriya faşîst a Tirkiyê ve weke lewaziyekê
hate nirxandin. Bi vê rastiye ve girêdayî
Tevgera Azadiya gelê Kurd PKKê û gerîlayên wê
hemû nêrînên Rêberê gelê Kurd yên ku şens didan
aştiyek mayînde bê kemasî pêkanîn. Tevî vê yekê
artêşa Tirk a faşîst û dagirker li deverê ku
gerîlayek lê dîtî hewildana komkujiya pêşvexist.
Her wiha rêveberiya pêrgala Tirkiyê bi navê
operasyonên KCKê erîş li ser siyasetvanên Kurd
ku tenê sûcê wan Kurd bûn bû pêk anîn. Li dijî
vê yekê tevgera azadiya gelê Kurd û Rêbertiya wê
li hemberî hemû lîstokên dewleta Tirk got êdî
bese. Rêbertiya gelê Kurdistan li hemberî
hewildanên Akpê yên xapandin û mijûlkirinê got “
Ezê rê nedim ku dewlet û Akp min weke taşeron
bikarbînin”. Dewleta Tirk û hikûmeta Akpê ku tu
carî ne aligirê çareseriyê bû, piştî vê sekna
Rêberê gelê Kurd Abdullah Öcalan destbi
politikaya tecrîtkirina birêz Öcalan kir. Ev 53
rojin ku agahî ji birêz Öcalan nayê girtin. Gelê
Kurd jî li hember vê rewşe êdî bêzar bûye û li
her çar perçên Kurdistanê gel li ser piyane.
Gelo eger hikûmeta Tirk vê rewşê berdewam bike
wê rewş berbi ku ve biçe?
Tê zanîn ku di
demên borî de li hemberî êrîşên li ser birêz
Öcalan gelê Kurd çalakiyên fedaîyene pêşxistin.
Bi sedan mirovan xwe kirin bombe û bi serê
pergala Tirkiyê de teqiyan. Bi dehan mirovan
agir berdan bedena xwe. Gerîlayên Kurd destbi
çalakiyên tolhildanê yên mezin kirin. Di roja
îro de jî gelê Kurd bi stratejiya ku tevgera
azadiya Kurdistan diyar kirî ango bi Şerê Gel yê
Şoreşgerî wê li hemû Kurdistan û Tirkiyê, ji
dagirkeran re bike dojeh. Mirovên Kurd weke
diyardeyekê civakî di vê qonaxê de bûne weke
agir. Êdî heta qirika wan hatiye. Di herêmê de
dibe ku demên pêş bûyerên pir dijwar rû bidin.
Kurd baş dizanin ku man û nemana wan bi
Rêbertiya wan re girêdayî ye. Ji ber vê sedêmê
pêwîste dewleta Tirk û hikûmeta Akpê baş bizane
ku gelê Kurd wê kesên ev biryar girtine sedcaran
poşman bike. Nişaneyên vê hê niha da li
metropolên Tirkiyê û Kurdistanê berbiçavin.
|