* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


Şaristaniya Demokratik A Pêşdikeve Çavkaniya xwe Dispêrê Kesayet Û Civak Bûnê.          
 

 

        

CEMAL CIZIRI 

Şoreşa Kurdîstan’ê demeke stratejîk dijî. Enî ji bo di asteke sitratejîk de encam bigrin di nava hewldana dene. Demeke bi qîmet û hewqas jî tehlîka di nav xwe de di parêzê. Herkes serpêhatî û enerjiya xweyî herî dawî di vê demê bi kar tînê. Ji hêla têkoşîna azadiyê de di asteke şerekî dîrokî û pêşeroja mirovahî, gelê Kurd de tê bi dest girtin. Di bingeh de, pergala desthilatdarî a ku ji nûve tê bi dest girtin û beramberî vê di bingehde avakirina pergala şaristaniya demokratîke. Navenda vê Kurdîstan e. Gelê Kurd bi armanca nirxê xwe parastin û azadî bi dest xistinê bingeh digre. Modernita kapîtalîst a ku di dîrokê de pêşxistî û heya îro di asteke stratejîk de encam bigre, di asteke rojevî de digre dest. Vê di destpêka sedsalê 21. de  careke din ji nû de desthilatdariya li ser Kurdîstan’ê ji bidê avakirin, mayînde bike, vê ji bo xwe demeke wek hebûn û tinebûnê digrê dest. Bi navê pergala desthilatiya Tirk yekem rol bigrê jî modernîta kapîtalîst û hikukvanê wê ‘DMMA’ weke di dozê Rêber APO’de tê dîtin ku di asta “kesayetî de” bi destgirtin de tê diyarkirin ku biryara xwe dane. Li hember gelê Kurdîstan polîtîka rojanê tê meşandin û bi tevahî li hevkirina (konsept) tinekirinê encamê vêya ye. Bi vê ve girêdayî li başurê mezin pêşxistina netew-dewletî ji aqtîvîtê rojane de tê diyarkirin. Weke bi teybet Rêber APO dayî diyarkirin ku tê armançkirin ku “Kurdîstan’a biçûk” bê pêşxistin. Tirkiyê û dostê xwe pergal, kiryarê rojanê birêve dibin encamê vêye. Dema M. Berzanî digot ma Kurd bê “sitatu bimênin” encamê vêye. Axaftina wisa vekîrî û cara yekem binavkirin encamê vê rastîyê ye. Û tê fehmkirin ku Tirkiyê nexwazê jî, sistemê biryar daye û wan jî peşirandiye. Minakê wê jî diyarin. Heya niha nêzîkatiya Tirkiyê li rêveberîya Başur tê zanîn. Lê aniha avakirina gundekî bi navê Barzan û hw.d.

Xala herî giring eve ku têkoşîna azadiyê xwe weke dîroka dîrokê bi rêxistin dike. Li ser bingehê paradîgma nû digehênê sîstemekê. Bi van hewldanan karekî bingehîn a hemdemiye. Ango ji hêla pergala desthilatdar nayê peşirandin, di Kurdîstan’ê de pêşxistina pergaleke nûhe. Bi vê bûneyê sedemê ku şer hewqas dijwar derbas dibe, ji ber ku her enî jî di asta “nebê nabê de” di xwazin encam bigrin. Ev rewş ji giringiya demeke dîrokî bingehê xwe digrê.

Şaristaniya demokratik a bi pêşdikeve cavkaniya xwe dispêrê kesayet û civakbûnê. Azadî li ser vî bingehî tê bi pêşxistin. Ji bo ev di astake jiyanî bê pêşxistin, ronahîbûn, îradebûn û li ser vî bingehî sazîbûna bê pêşxistin bingehîne. Pergal û bi pêşxistina sazîbûnê, cidiyet û li ser vî bingehî nêzîkatiya li xebatê giring û bi rûmete.

Desthilatdarî bi armanca ji nû de dîzayn kirina pergalê ve girêdahî bi tevahî netew dewletê Tirk, Arap û Acem avakirine. Erdoxan ne bê sedem teka tênê ziman. Ne ji nû ve avakirina cumhuriyete ke Tirkiyê ye. Avakirina cumhuriyete ke Tirke. Ev li ser bingehê tasfiyekirina têkoşîna azadiyê tê meşandin. Bi tevahî di asta sitatû de cih nedana Kurda ne. Bi tevahî pergala deshilat dariyê di dewrê deye. Di nav vêde di warê civakîde desthilatdariya Kurdîstan bi tevahî hevpare. Em li renk û axaftina jî nenerin, Ji ber em ji bîr nakin ku serkeftina gelê Kurd, di heman demê de mirina desthilat dariya Kurde jî. Hevparin û di nava pilanî de tevdigerin.

Beramberî vê têkoşîna azadiyê ji her demê zêdetir di vê zanînê deye. Tevê derfeta di dewrê deye. Bi hişe, îradeye, xwedî serpêhatiyê mezin, bi berpirsyariya dîrokî tevdigere. Ji herkesî zêdatir zanê ku di neqabekê re derbas dibe. Di zanê ku pira zêrîn avadike û herî zêde wê karibê vê pirê darbas bike jî ewe. Ji ber ku a herî zêde heq kiriye gelê Kurde. Tê wata berpirsyariyê demê çiqas bi rûmete.

Di bingehê serkeftin û têkoşîna azadiyê de Rêber APO û şehîdan di asteke avakirina sistemeke weke KCK serkeftineke herî dîrokiye. Şehîd stûna şaristaniya demokratikin.