* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


Salvegereke bêoxir
                                                  

 

 Piştî îdamkirina pîrê kurdan Şêx Seîd û hevalên wî bi 74 salan der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bibû hedefa komployoke navneteweyî ya sedsalê, dadgeha dewleta tirk a mêtinger bi plankirina rasthatina heman rojê cezayê îdamê aşkera kir. 

Ji dîrokê heta roja me 29’ê Hezîranê û nîşaneya zîndîbûna bîra dagirkeran; 29’ê Hezîranê roja îdamkirina Şêx Seîd, rojek ji rojên tarî yê dîroka kurd e ku piştî 74 salan di vê carê jî di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de fermana îdama tevahiya kurdan hate dayîn. 15’ê Sibat a 1925’an ku mîna starta tevkujiya kurdan tê binavkirin bi îdamkirina Şêx Seîd bi encamake tarjîk bi dawî bû. Her wiha di heman demên dîrokî ji bo ji holê rakirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna azadiya Kurdistanê jî hate bikar anîn. Di 15’ê Sibatê de komplo ket pratîkê, di 29’ê Hezîranê de biryara îdamê hate dayin. Vê yekê raxiste ber çavan ku hiş û zîhnê dagirkeran tim zindî ye û bûyereke bi tenê ya îro ji dîrokê ne serbixwe ye. Lewra divê were zanîn ku 29’ê Hezîran a 1999’an peyameke dagirker, komplovanan a ji bo gelê kurd bû ku ew bi israr in çarenûsa 28 serhildanan û bi taybetî çarenûsa serhildana Şêx Seîd li ser serhildana modern a gelê Kurd a bi pêşengiya PKK’ê jî ferz bikin û heman encama trajîk derxin holê. Lê 12 salên piştî vê buyerê derbas bûn piştrast kir ku rêbertiya gelê kurd, tevgera azadiyê û gelê Kurd ê dilsozê azadiyê bi berxwedana xwe ya bêhempa destûr nedan ku dîroka bêoxir dubare bibe.

Destpêka tevkujiya Kurd û pêvajoya nû

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî hizr û pêşbîniya paşerojê ye di heman demê de di warê têkilî danîna bûyerên dîrokî û roja me û paşerojê de jî mîna hunermendekî mijaran digire dest. Bi taybetî di parêznameyên xwe de girtina dest a dîrokê û tesbîtên girêdayî vê yekê ji bo pêşketina gelê kurd her tim rê vedike. Bi taybetî girtina dest a dewletê û sipartina dewleta îro ya heta serdema Sumeran bala gelek dîroknasan jî kişandiye. Her wiha têkildarî komploya navnetewî ya di şexsê wî de li hemberî gelê kurd hate meşandin jî bi heman mantiqî girte dest û bal kişanda ser girêdana komploya navneteweyî û ya dawiya sedsala 20’an bi komplo û pêvajoya destpêka sedsalê ya li dij Şêx Seîd. Ocalan vê girêdanê wiha rawe dike: „Li Tirkiyeyê destpêka dîroka tevkujiya kurd 15’ê Sibat a 1925’an ye. Ev dîrok tê zanîn. Şêx Seîd dikişînin nav provokasyonê û pêşketinên heta pêvajoya heta îdama wî bi vê yekê tên destpêkirin. 15’ê Sibat a 1925’an provokasyona li dij Şêx Seîd dest pê kir; di 15’ê Sibat a 1999’an de ez bi komployekê anîm Tirkiyeyê. Şêx Seîd di 29’ê Hezîranê de hate darvekirin. Biryara îdamê ya ji bo min hate dayin jî di 29’ê Hezîranê de bû. 15’ê Sibat a 1925’an destpêka dîroka tevkujiya Komara Tirkiyeyê ya li dij kurdan e. Ji 1925’an heta roja me 85 sal derbas bûn û ev tevkujî bi rêbazên cûda hêna jî berdewam dike. Yanî dîrokeke 85 salî ya tevkujiyê heye. Beriya kurdan tevkujiya ermeniyan heye lê belê ji vê girantir tevkujî li ser kurdan hate meşandin, hêna jî didome. Beranberî vê yekê jî kurd li ser piyan e, nikaribûn kurdan biqedînin, hebûna xwe didomînin. Ev tevkujî îro jî didome, lewre tenê ne tevkujiya fizîkî heye, her wiha tevkujiyeke çandî, aborî, siyasî, olî û hwd. bi her rê û rêbazî tê meşandin.“

Pêvajoya îdama Şêx Seîd

Bi komployê destpêkirina serhildana Şêx Seîd û şikestna vê serhildanê encama trajîk jî amade dikir. Bînbaşi (Serdar) Qasim ku di heman demê de hevçengê Şêx Seîd bû der barê hemû pêvajoyên serhildanê de dewlet haydar dikir. Şêx Seîd û 25 kesên pêre ku piştî şikestina serhildanê xwestin derbasî Îranê bibin û ji bo têkoşîna xwe li destekê bigerin bi komploya Serdar Qasim di 15’ê nîsanê de li ser pira Çarpuh ketin kemînê û ji aliyê Qasim ve teslîmî Artêşa Tirk hatin kirin. Şêx Seîd û hevalên wî ji bo werin darizandin di 5’ê Gulan a 1925’an de şandin Amedê. Darizandinê di 26’ê Gulanê de dest pê kir. Beriya darizandinê dozger Ahmet Sureyya Ozgeevren ji Şêx Seîd xwest ku qala pirsgirêka kurd neke û tenê pirsên wan bibersivînê û got di rewşeke wisa de ewê wî efû bikin. Di dema darizandinê de dozger têkiliya serhildanê ya bi pirsgirêka kurd re berovajî kir û tenê xwest mîna raperîneke olî ya li dij komarê binav bike. Tevî ku di dadgehê de qala daxwaza ‘sazkirina dewleta kurd a serbixwe’ ne hate kirin jî dewlet bi biryar bû ku ‘derseke dîrokî’ bide Kurdan. Di 27’ê Hezîranê de biryara îdamê hate aşkere kirin û rojekê piştre jî 49 kes hatin îdam kirin. Piştî îdaman tevkujiyên li dij kurdan destpêkirin. Her eşîra ku destek dabû serhildanê di tevkujiyê re hate derbaskirin. Gundî dihatin sirgunkirin û li dewsa wan koçberên tirk dihatin bicîhkirin û polîtîkayên asîmîlasyonê hatin xurtkirin. Êdî kurd tune bûn, tirk hebûn! Bi deh hezaran mirov hatin kuştin, bi hezaran kes hatin girtin. Çar salan bi qanûnên awarte serdestî domandin.

Piştî 74 salan heman çarenûs ferz kirin

Piştî îdamkirina pîrê kurdan Şêx Seîd û hevalên wî bi 74 salan der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi bûbû hedefa komployoke navneteweyî ya sedsalê, dadgeha dewleta tirk a mêtinger bi plankirina rasthatina heman rojê cezayê îdamê aşkera kir. Bi vê yekê diyar bû ku dewleta tirk rêveberên vê dewletê jî bi plankirina van rojên ji bo Kurdan tên wateya rojên tarî û ferzkirina mirin û tunekirinê peyamên israra tunekirina kurdan didan. Peyama bingehîn jî ew bû ku ‘mîna 28 serhildanên berê serhildana 29’emîn jî bi heman çarenûsê dê bi encam bibe. Encam jî darvekirina pêşengê serhildanê û di qirkirinê re derbaskirina beşdar û destekvanên serhildanê’ bû.

Lê belê girtina mîna serhildanên berê ya têkoşîna azadiya Kurdistanê ya bi pêşengiya PKK’ê diyar bû ku hesabên mêtingeran ên der barê kurdan de dikirin vala derxistin.

Bi dîlgirtin û radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re gelê kurd li çar parçeyan rabû ser piyan û tevî vê yekê jî dewletê bi israr dixwest peyama ‘emê di her şert û mercî de raperînên we biçewisînin’ bide û lewma encama darizandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi îdamê di 29’ê Hezîranê salvgera roja îdamkirina Şêx Seîd de da.

Lê belê aqûbeta ku ji bo 28 serhildanên berê pêk hatibûn her çiqasî li ser kurdan hatibû ferzkirin û ‘pispor’, ‘stratejîs’ û siyasetmedarên demê yên Tirkiyeyî û navneteweyî ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê ji holê rabe mîadên 3 herî zêde 6 mehan didan jî gelê kurd bi berxwedana xwe ya li dij komployê û rewadîtina îdamê ev hesab serobino kirin. Berxwdedaneke bêhempa hate nîşandan, li dij vê yekê xistina dewreyê ya şovenîzma tirk û hewldanên afirandina şerê Kurd û Tirk bi taybetî bi hamleyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Îmraliyê bi guhertina stratejiyê û gavên tevgerê ên hêz dan vê yekê bê encam hiştin. Berovajî hesabên dihatin kirin di nava sefên tevgera azadiyê û gelê dilsozê vê tevgerê de rihekî yekgirtî derkete holê. Planên bê rêbertî hiştin û belavkirina tevgerê negirtin û di serî de hêza gerîla û didarên tevgerê êdî di bûn xwedî çanda fedaîtiyê. Dikare were gotin ku di domandina têkoşînê heta roja me û vala derxistina hesabên komplogeran û belavbûn li aliyekî bihêztirbûn û afirandina serkeftinên dîrokî feyz, hêz û bingehê xwe ji vê çanda fedaî ya li hember komploya 15’ê Sibatê û biryara 29’ê Hezîranê digire.

Bersiva îdamê ferzkirina çareseriyê bû

Rêberê Gelê Kurd ku tevgera azadiyê ya modern afirand û bi têkoşîn û berxwedaneke bê hempa ya di dîrokê de mînakên wê kêmin gelê kurd ê piştî Serhildanên Şêx Seîd û Dêrsimê bi tinebûnê re rû bi rû hiştibû û giştibû qonaxa ku polîtîkayên înkarê encamên xwe mîsoger bikin lîstikên bi komployê û bi biryara cezayê îdamê dihat xwestin bikevin dewreyê vala derxistin. Bi pêşxistina stratejiya çareseriya demokratîk û aştiyane heman têkoşîn a azadiya gelê Kurd vê carê di şert û mercên giran de lê bi vîneke ji pola meşand. Hesabên bi hev qirkirina gelê Kurd û Tirk ku hêzên navnetewî li ser Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn dimeşandin vala derxistin. Ji her alî ve têkoşîn bihêztir bû. Di qadên leşkerî, siyasî, çandû û hwd. de Kurd bûn bûn xwedî hêz û dikare were gotin ku têkoşîna li hember komploger û biryardarên 29’ê Hezîran a 1999’an ev 12 sal in di asteke herî jor de lidar e.

Komployên ku di nav hev de hatin meşandin

Bi sedan, bi hezaran komployên di nava komploya mezin de hatin meşandin. Rê û rêbazeke şerê taybet û kirêt nema ku ne hate meşandin û ji wê rojê heta roja me, ji biper û baskirina xiyaneta hûndirîn û tesfiyekariyê bigire heta bi afirandina çîna hevkar hemû hewldanên dewletê û di 9 salên dawî de polîtîkayên bi destê hikûmeta AKP’ê hatin meşandin ji aliyê gelê kurd bê encam hatin hiştin.

Di qada leşkerî de serkeftinên Oramar, Zap, Bezelê û hwd. Di qada çandî de vala derxistina hemû hewldanên afirandina çîna rantxwur a hevkar. Di qada siyasî de serkeftinên hilbijartina 29’ê Adar a 2009’an, boykota referandûma 12’ê Îlon a 2010’an, tevî hemû zext, dek û dolaban serkeftina hilbijartina 12’ê Hezîran a 2011’an dikarin weke mînakên vê yekê werin rêz kirin.

Diyar e têkoşîna di navbera erkdarên xwedî zîhniyeta tinekerinê û îdamên 29’ê Hezîranê yên Şêx Seîd û Ocalan û neviyên Şêx Seîd û milîtan û gelê Kurd ê di şopa Ocalan de dimeşe mîna roja me di dema pêş de jî dê bidome.

Rastiya ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya Modern bi felsefeya Ocalan û pêşengiya PKK’ê derxistiye holê ewe ku dîrok mîna neynikê tê dîtin û bi her awayî ders jê hatine derxistin. Berovajî 28 ceribandinên encamên wan trajîk 29. raperîn her êrîş, komplo, zext û konseptên bêoxir ji xwe re dike hinceta têkoşîneke mezintir. Hostayî û pêşbîniya Rêberê Gelê Kurd û vîna azad a gelê Kurd ji dost û dijminan re îsbat kiriye ku bersiva biryarên îdamê yên 29’ê Hezîranê dê tenê û tenê gihandina azadiyê ya gelê kurd û sazkirina aştî û demokrasiyê li ser xaka Mezopotamya û Anatolyayê be.