|
|
Di despêkê de em bejna xwe li hember şehiden
karaman yen 12’ê adare ditawinin. Ew ji bo me
bûn meşeleya ronahiyê, ji bo azadi u serkeftînê
dî Rojavayê Kurdistanê de.
serhildana 12’ê Adarê buyereke û ne jî
tiştekî ji nişkave derketiye, lê belê encama
sîyaseta dewlata Srîyê ya ku dimeşand “înkar,
şovenîzîm, zordestî li hember vê înkara civaka
kurd di Rojavayê kurdistanê de pêwîstiya bersivê
dît û îrada xwe nîşan bide. Ev yek di
serhildana12’ê Adarê de dîyar bû.
Piştî çar paçekirina Kurdistanê bi peymana
Sayks _ pîko (1923 _ 1926) Rojavayê Kurdistabê
ji bo Fransayê para dagirtinê bû.Tê zanî gelê me
di vê paçê de li gel Ereban mil bi mil tevlî
şerê rizgarkirina Srîyê bûn. Xelata kurdan ev bû
darxistina kurdan ji siyaseta rêvebirine dan
çêkirin. Hem jî ji hemû mafên wan yên bingehîn
darxistin. Dema ku partiya Beis dewlet xiste
deste xwe de. Siyasetekî gelek qirêj li hember
kurdan pêkanîn. Weke ku gelê me yên li Cizîrê
dijiyan pê nasname hate hiştin. Her wiha erdên
herî başdest danîn ser û beşek jê jî da Ereban.
Her wiha wek vê siyasetê li herema Efrînê jî
meşandin. Piştî wê kirinên xwe yên dijminahî li
ser gelê kurd zêde kirin. Weke (Çembera Erebî)
piştî wê hêlandin wan li gor pêşniyara plana
Mihemed Teleb Hilal pêşxistiye.Gele kurd her tim
di vi welati de ked û tekoşîn kiriye û cihê xwe
di refên pêş de girtiye. Ji bo ku dagirkeran li
ser axa Sriyê derbixinin, gelek xwîn li ser ve
axê hat rijandin. Mixabil para kurdan talanî û
desteserkirina erd û malên wan bûn. Di Sriyî de
bajarên Kurdistanê yên herî zengînin.Li heremên
ku kurd lê dijin para kurdan hin zedetir fekirî,
xizanî û bê par bû. Ne ev tenê, lê belê kurd ji
hemû qadên jiyane têne darxistin. Ew kirine
hemwalatiyên di astekî herî ketî de ne. Li milê
din jî ziman û çanda wan ketibû nava pişaftinê.
Serok Apo û PKK’ê rolekî bingehîn di
avakirina çanda berxwedanê û yêkîtiya netewî de
listiye, hem jî îradeyekî bi hêz derxistin
holê.Li rex van, rola serhildanen di Bakurê
Kurdistanê de nayê ji bîrkirin.Van hemû bi giştî
hişt helwesta gel kurd ya fedayî û qehremanî
12’ê Adarê li Qamişlo derkeve û piştra li hemû
Sryê belav bibe. Ya gîrîng ewe ku van
serhildanan çi bi xwe re anîn. Berî her tiştî
hêjaye ku rola şehîdên pakrevan li hember çekê
çetên Beîs û desthiladariya şoveni xwe paşde
nekişandin, bi xwîna wan ya rûmet û şeref ji bo
gele kurd dan çekirin. Yekemin da diyarkirin ku
civakek kurd li vir dijî û pêwiste nasnameya xwe
ya netewî bê naskirin xala 2. Serhildana 12’ê
Adarê bû vala derxistina siyaseta Beîs ya ku
zêdetirî 40 salin li ser gel dide meşandin (înkar,pişaftin
û hwd...) Ya 3. Jî ji asta herî jor di
rêveberiya dewletê de daxwiyaniyek çapemeniyê
hate dayîn got: “Kurd parçeyakî bingehîn ji
civaka Sriyê ne.” 4. Serhildana 12ê Adarê ji
tevahî dinyayê re dan diyarkirin di Sriyê de
pirsgireka kurd heye û xwestekên wan wekî din di
aliyê kurdan de tiştên ku bi xwe re anî ev bû
kurd ji fikrên partiyên teng eşîrtî û parçebûnê
derxistin. Hiştin riheki xurt û germ di
Rojavayê Kurdistane de çêbibe
Bi bîranîna heftemin salvegera 12’ê Adarê ya
pîroz ku îradeya gel’e kurd derxiste holê ji bo
pêkanina Azadî, wekhevî, weke ku îro serhildanên
gel yên di Rojhilata navin de îradeya xwe nîşan
dide. Li hember van sistemên desthilat, zalim û
yek bi yek textê desthiladariyê tînin xarê. Ji
bo azadî, demokrasî, wekheviya civakî û em
bawerin bahara gelan hatiye û serkeftina wê
tekuze. Ev jî bê gumane. Di rojavayê Kurdistanê
de wê gelê me bigije azadiya xwe û serkeftina me
nezike.
|