* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 



Şahîdê çalekiya 15’ê Tebaxê:

                                                  

 

   Fevzî Aydin  

Di dîroka tevahiya gelan de, leheng hene. Dema ji aliyê gelê Kurd ve ev lehengî tê nêrîn, lehengên efsanewî derdikevin holê. Weke di roja me ya îro de heyî, yên ku dixwazin van lehengan bibînin wê bibînin, lê yên ku naxwazin bibînin jî wê teqez neçar bimînin ku rojekê bibînin. Lehengên Kurd di dîroka beriya PKK’ê de jî, hene. Lê belê yên ku gel birin nava bexçeyê azadiyê yên gelan, lehengî û lehengên dîroka piştî PKK’ê ne. Lehengiya ku bi Tevgera Azadiya Kurd destpêkiriye de, Fermandarê gerîla yê efsanewî Mahsûm Korkmaz (Egîd) jî yek ji van lehengane.

Fevzî Aydin (Selîm) behsa amadekariyên lehengiya Mahsûm Korkmaz, amadekariyê15 Tebaxê, dema çalekiyî, encamên çalekiyê û piştî çalekiyê bi pirsên me vedibêje: “Serkeftina çalekiya 15’ê tebaxê di encamê erka xwe cidî girtin û li ser sekinandina di kesayeta heval Egîd ve girêdayî bû”

 

Wê kîjan salê tevgera PKK’ê naskir?

Min cara yekem 1980 PKK’ê naskir

Piştî derbeya leşkerî ya 1980, du heval hatin cem me. Heta navê yekê Cîhad û yê din jî Ziya bû. Dema ew herdu heval hatin gundê me, wê demê hevalên min ên ku di PDK’ê de cih digirtin li hemberî min nerazîbûna xwe anîn ziman. Ji min re gotin: ‘Em naxwazin tu xwedî li wan derkevî, ev xeter e, ev kesana şerê dewletê dikin, ger em li wana xwedî derbikevin wê her tiştê me biçe, divê em rîska van kesan negirin ser xwe’. Lê ez hemberî wana derketim, min ji wan re got: “Karê kesî bi min tune ye ez ê xwedî li wana, derbikevin çi ji min dibe bila bibe. Ger em welatekî azad û serbixwe bistînin wê bi saya van kesan be”. Wê demê min fêm kir ku ew ê pêşeroja me ronî bikin. Cara yekem min sala 1980 de bi van herdu hevalan ve PKK nas kir.

Di gulana 1981’an de dîsa du heval ji aliyê Rûhayê ve hatin wê derbasî Îranê bibûna bi riya kesê welatparêz hatin gel me û gotin, divê tu alîkarî bidî me û me derbasi sînorê Îranê bikî. Em li gund rêketin 21 rojan şunde em gihiştin Geverê. Ji wê rojê û pê de tehditê dewletê liser me çêbûn.

Hevalên ku dihatin herêma me, bi dilşadî me wan pêşwazî dikir. Wan hevalan ji bo min gotibûn;‘ Selîm (Fevzî) yan ajanekî pir mezin e an ji welatparêzekî mezin e. Ji ber wê ji dewletê natirse û vê cesaretê ji kuderê digire’.

Mehsûm Korkmaz bi çend kesan re hat herêma we, li kuderê ma?

Hevalê Egîd bi taximê re hatibû welatê Bikatî

Propagandeya wan di nava gel de piranî li ser dagirekeriya dewletê, liser berxwedana PKK’ê li hemberî dewleta Tirk, ji bo gelê Kurd bigihijin serxwebûna xwe û ji bo avakirina dewletekê Kurdî didan meşandin. Nêzikatiyên wan li hemberî gel weke nêzikatiyê dayik û bab bû nêzikatiyek gelek germ û dilnizm bûn. Wê demê di her herêmê de 12 heval hebûn her gundek 2 heval diçûn feliyeta dema civinê me çêdibûn em hemû carek din li hev diciviyan. Ji beriya çalakiya 15’ê Tebaxê ez û hevalê bi navê Mehmet Cemîl ji bo erkek çûn gundeki nêzi Eruhê. Piştî me karê xwe sererast kir em zivirîn Çiravê welatê Bikatî. Hevalê Egîd bi taximê re hatibû welatê Bikatî. Heya wê demê gel yek du heval tenê dîtibûn. Pir caran bê çekbûn an jî keleşkof û tebencê li gel wan hebû. Gel cara yekemîn hijmarek di navbera 25 kesan de dibîne. Gelek çekên din jî li gel hevalan heye. Moralê hevalan jî gelek bilind dibe.

Heval Egîd dixwaze me bibîne. Ji ber ku raporên di derbarê me de dabûn partiyê. Ev rapor jî li ser em dikarin vî kesî bawer bikin bû. Ji ber vê çendê heval Egîd dixwaze me jî tevlî çalekiya 15’ê Tebaxê bike. Em di riya xwe de dibeşiyan li ser riya me gelek gund hebûn, gundan de kêfxweşiyek mezin hebû, me jî ji wan pirskir ka xêre, çi qewimiye hûn wisa kêfxweşin? Wan jî ji me re gotin bi hezaran heval hatine li vir.

Heval Egîd bi dostek re xeber ji bo me rêkiribû û gotibû, bila bê li gel me. Em jî ketin rê û berbi êvarê gihiştin cem hevalan. Min jî cara yekem hijmarek wiqas zêde heval didîtin. Hem hijmara wan hem jî çekên wan gelek bala me kişandin û em jî gelek kêfxweşbûn. Me ji xwe re digot ‘em êdî dewleta tirkan ji vê derê paqiş bikin’. Komik hevalên berpirsiyar di nêzî şikerik de sekinîbûn heval Egîd jî li wê derê bû. Heval Egîd gazî me kir.

Beriya çalekiyê çi hat kirin?

Heval Egîd gelek pirs ji min kir

Hevalê Egîd gelek pirs ji min kirin min jî bê dudilî bersiva wî da. Di derbarê erdnîgariyê, gel, gund, qereqol û hwd. pirs ji min dikir. Di hizrê min de ev hebû ‘min digot ji ber ku nû hatiye herêmê dixwaze herêmê nas bike, ji ber vê pirsan ji min dike’. Nîqaşê me berdewam kir û ew jî pirsa Erûhê ji min kir, got tu nas dikî an na? Min jê re got ez nas dikim. Got tu çûyê nava bajêr, min got ez bi sedan caran çûme. Qereqolên wê derê pirs kir. Min got ez hemûyan nas dikim. Cihê qereqolan û hijmara wan ji min pirs kir, bi kurtasî çi pirs kir min bersiv dayê.

Heke mirov bikaribe derbik wan leşkeran bide…

Wê demê wisa got; heke mirov bikaribe derbik wan leşkeran bide, divê hijmara ku biçe çend kes bin? Dema vê pirskir wê demê min nû fêm kir ku amadekariya çalekiyê tê kirin. Min bersiva hevalê Egîd wisa tesadufî da, min got 10-12 heval biçin dikarin derbek mezin li wan bidin. Dema min wisa got derdorê xwe nêrî û hevalan re got; mirov dikare bi van re biçe li ser tabûran. Piştî vê got; baş e, bes hin kesên din pêwistbin mirov dikare li vê derê peyda bike. Min got; 100 kes jî bê xwestin mirov dikare peyda bike. Got; ma mirov dikare çekan û erzak jî peyda bike. Min heman bersivê da. Dîsa min jê re got ev gund hemû mirovên me ne û welatparêzin. Wê demê got, baş e, hin tiştên din jî hene. Me jê re got, çi pêwistî hebin em dikarin hemû jî peyda bikin. Êdî pirs ji min nekirin û got biçe li gel hevalan.  Ez wê şevê li gel hevalan mam. Heya derengiya şevê me bi kêfxweşî sihbet kir.

Serê sibê hemû hêz komkirin û civîn ji wan re çekirin. Hêzên ku tevlî çalekiyê bibin cûda kirin. Sedema cûdakirina hêzan jî, ji bo ku kes şik nebe li ser amadekariya çalekiyê bû. Piştî vê jî danezanik xwendin. Danezan jî li ser çalekiya çêkirina 15’ê Tebaxê bû. Ev danezan li ser navê bîrîma propoganda a çekdarî ya 14’ê Tîrmehê hate xwendin.

Piştî ku danezan hate xwendin ew hêzên ku tevlî çalekiyê nedibûn wekî Selehedîn Çelîk û Kor Cemal, ew hêzên siyasîbûn û çûn li ser karê xwe. Hêza ku di çalekiyê de cihê xwe bigire ew hêz di Erûhê de ma.

Amadekariyê 15’ê Tebaxê li kuderê hat kirin û çend roj kişandin?

Amadekariya 15’ê Tebaxê Bîrê Aska hat çêkirin

Dera ku amadekariya çalekiyê lê hat kirin jê re tê gotin Bîrê Aska. Herêmeke wisa stratêjîk bû. Di wê derê de te dikarî li hemberî artêşekî şer bikî. Têkiliyê gurûba çalekiyê ji her derê qut bû. Devrê hin kesên ku biçin çekan û pêwistiyên din bînin tu kes nediçû tu derî. Hemû kes li ser çalekiyê xwe amade dikir. Ev hemû jî ji bo tedbîrên çalekiyê bûn. Ji bo ku çalekî sabote nebe gurûb têkiliya xwe ji cîhanê re qut kir. Gurûbên çalekiyê weke 5 baskan hatin rêxistinkirin. Qereqol yek, lojmanê subayan du, yê banqê sê, yê propoganda çar û yê daliqandina panqartan û avêtina ser qehwan pênc bûn.

5 gurûbên êrîş û 2 jî parastin hatin derxistin

Fermandarê gurûba qereqolê heval Erdal bû. Alîkarê wî jî ez bûm. Heval Bedran (Mehmet Sevgat) li ser gurûba lojman ya subayan bû. Gurûba propoganda û marş gotinê, ev di aparlorê de van tiştana bikirabana, berpirsiyarê vê gurûbê Mistefa Çîmen (Teyfîk) bû. Berprsiyarê gurûba Banqê jî Botan bû. Berpirsiyarê gurûba panqart daliqandin û di qehwexane de ji gel re axaftin kirin jî Heval Kazim bû.

Ji devreyê van gurûban li hemberî hemû îhtîmalan, çi dirêjkirina demê şer, çi jî hatina taqviya leşkerî, ji bo van gurûbek mîlîs li nokta geliyê aşan di navbera Dihê (Erûh) û Sêrtê hatin bi cih kirin. Dîsa gurûbek li hemberî îhtîmala Şirnexê taqviye ji bo qereqolê bê, navbera Şirnex û Dihê hat bi cih kirin. 5 gurûb yên êrîşkirinê bûn 2 gurûb jî ên parastinê bûn. Wisa hat nîqaşkirin û li ser vê bingehê çûyîna keşfê hat çêkirin.

Keşfa çalekiyê ya esasî kî kir?

Heval Egîd çar rojan keşfa çalekiyê kir

Heval Egîd, Erdal, Bedran, Bozan û ez em çûn keşfa Dihê yê. Heval Egîd bixwe çar rojan li wê derê keşîf kir. Piştî keşfa çar rojan vê carê gurûb hatin cihê keşfê. Ji ber ku diviyabû gurûb jî cihê xwe û hedefên ku biçin keşîf bikin û nas bikin, piştî keşfa giştî jî vê carê diviyabû keşfa hundir jî bihatiba kirin. Ji bo keşfa hundir jî heval Erdal û ez biçûbana. Dema em ketin rê li pişt me de heval Bedran gazî me kir. Em jî vegeriyan. Heval Egîd ji min pirs kir; ma qezayê de kesên ku te nasbikin hene? Min jî got; mirîşkên wir jî min nas dikin. Wê demê got; ma çima tu nabêjî ez neçim baş dibe. Min jî ji wî re got; heke ez bêjim ez naçim ew tê wateya ku ez ditirsim ji bo vê naçim. Got; heke tu biçî wê demê çalekiya me dive ku bê sabotekirin. Bi rastî wê demê min nizanîbû sabotejî çiye. Ji ber vê çendê Hevalê Erdal û Bozan çûn lê ez jî heya derek bi wan re çûm. Heval Erdal wan çûn keşfa qereqolê kirin û vegeriyan em bi hevre zivirîn cem hevalê Egîd wan. Piştî vê jî sê rojan her gurûbek di nava xwe de provaya çalekî kirinê, kirin. Hemû tişt bi ziravî hatibû fikirandin û li gorî vê tevgerînek û cidiyetek hebû.

Çalekî saet çendan dest pê kir û çiqas dem girt?

Çalekî 8 evarê dest pê kir

Roja ku em biçin çalekiyê serê sibê em taxim bi hevre çûn cihê ku me keşif lê kiribû. Hemû gurûb yek bi yek careke din keşfa xwe ya dawiyê bi dirbûnê kirin. Berbi êvarê em ketin rê, lê bi pergalek em ketin rê. Çalekî saet 8’ê êvarê dest pê kir. Heval Egîd, Serdar û Dr. Baran di nava bexçê qereqolê de bûn. Wir cihê kombûna gurûban bû. Em ketin tevgerê. Gurûba me em berbi qereqolê ve çûn, me dît nobedar li ser balqonê bi çeka xwe sekiniye. Me lê da û ked erdê. Wê demê hevalan bi B7.(bisîvîng) qereqolê dan. Dema wisa bû hemû gurûb çûn li ser hedefên xwe. Leşkerên ku rastî me hatin me hemû kuştin. Hinekan digot 8, hinekan jî digot13’ê leşker hatine kuştin. Hejmara wan nayê bîra min. Me qereqol xiste destê xwe û em heta qatê binî jî çûn. Hinek jî teslîm dibûn lê me nedikuştin ji ber ku heval Egîd di civîna çalekiyê de gotibû yên ku teslîm dibin nekujin. Me ew berderê qereqolê kom kirin û hevalê Egîd qederê nîv saet ji wan re axifî û wan serbest berda û çûn.

Navça Dihê (Erûh)bi temamî di destê hevalan de bû

Çalekî nêzî saetek berdewam kir. Sedemê saetek berdewamkirina çalekiyê jî ev bû: ne ku leşker berxwedan. Di navbera deh deqande her der ket. Tenê gurûba banqê weke ku tê xwestin serneket. Ji ber ku berpirsiyarê banqê li qehweye û dema dengê çalekiyê dibîhîse direve û xwe vedişêre. Me bi temamî qeza Dihê xiste di destê xwe de. Subayên ku di lojmanan de bûn jî du saniyan berxwe nedabûn. Me yek şehîdek û birîndarek neda. Tenê heval Ferhan di pêçiya xwe de sivik birîndar bû.

We di çalekiyê de çiqas mezeme bi dest xist?

103 çek me destxistin

Me di çalekiyê de 103 çek destxistin. 33 çekên G3 bûn. Nû ji qeroqolê re hatibûn û hîn li ser leşkeran belav nekiribûn. Nêzî 15 çekên G1, 17 tifingên Îngîlîzî, 2 keleşkofên Rûsî, 2 Siminofê Rûsî, 1 G3 a portetîf ya Îranê bû, 2 G1 ên Lubnanî, 12 tebencê teqerûf, 2 tebencê Belçîqa yek laz yek jî eslî bû, tebencekî Asra destê biçûk bû. Me tebence oda fermandarê qereqolê di nava sindoqekî de derxist. Ev tebence weke bîranîn me da hevalê Egîd. Gelek tiştên teknîkî ên din jî me deste ser kirin. Ev çekena hemû me li depoyê derxistin. Ev çek hemû heval xistin maşîna Nehiyê. Heval Heyder jî siwar maşînê bû û bi çekan ketin rê. Heval Egîd min û hevalê Cengo erkdar kir ku em hêstiran bigirin û bigihêjin wan. Hevalên dinê maşîn birin derê ku em jê re dibêjin Dirînca Torik maşîn wir dabûn sekinandin û hemû çek danîbûn erdê. Ez û hevalê Cengo em gihiştin wan û me hemû çek bar li hêstiran kirin.

Roja destpêkê Fermandar Egîd di derbarê çalekiyê de çi got?

‘Me bi van çekan rûmeta dewleta tirkan xist’

Moralê hemû gurûban di astekî gelek bilind de bû. Ji ber ku çalekiya me serketibû. Em bi serkeftî paşve kişiyan û em wê şevê çûn noqta Êrsê. Berbi seherê hîn dinya venebibû, dengên teyarên şer û elîqopteran li her derê hat. Hevalê Egîd di wê esnayê de taximê re civînek kurt çêkir. Di wê civînê de ev tişt gotin: “ Em serketin. Ev çekên ku me destxstine me bi van çekan rûmeta dewleta tirkan xist. Heke ev çek dîsa bikevin di destê dewleta tirkan de wê demê rûmeta PKK’ê jî dişikê. Ji ber vê çendê dive ku ev çek careke din nekeve di destê dewleta tirkan de.” Piştî vê axaftinê berê xwe da me. Ji min re got; heval Selîm tu herêmê nas dikî, ez van çekan teslîmî te dikim divê tu bigirî sexlemiyê. Tu hemûyan cûda cûda vebişerî û piştî te veşartin divê tu werî û cihê van çekan yek û yek nîşanî min bidî. Di vê esnayê de min di çentê xwe de tebenceya Astra derxist û min ji hevalê Egîd re got; li gorî quralên cîhanê hertim fermandar xelat didin leşkerên xwe. Lê vê carê ez xelat didim Fermanderê xwe. Wê demê got; te ji min re çi aniye? Min jî ji jê re got; min tebenceyek Astra ji te re aniye. Tebanceyek gelek xweş bû.  Ev çek heyanî heval Egîd şehîd ket jî li gel wî bû. Piştî vê jî heya evarê me isrehet kir.

Piştî roja destpêkê gurûb kuve çû?

Çîroka deşta Katrûsê

Di vê demê de dewletê 1600 leşkerên xwe li gundê Êrsê bi cih kiribû. Lê xebara me bicihkirina van leşkeran tunebû. Navbera me û wî gundî 5 deqebûn. Diviya em biçûna deşta Katrûsê, l ême rê nasnedikir. Heval Egîd got; Heval Erdal, Fîkret û heval Selîn hûn biçin gund. Hûn biçin hêstiran avdin û hinek pêwistiyên me bigirin û werin. Dîsa got, zilamek rê nas dike bi xwe re bigirin û bînin. Em ketin rê û çûn gund. Dema em çûn gund me dît hin kes li wir dixuyênê û berê xwe zivirandin me û bi tirkî gotin hûn kîne? Guleyek avêtin. Min destê xwe avêt çeka xwe, lê heval Erdal got; tu yê çi bikî. Min jî got, ew leşkerin. Got heke tu gule berdî wan leşkeran yên dinê bênê tu yê wê demê çi bikî? Heval Erdal got em li wan nadin ji ber ku dema em li wan bidin di navbera me û hevalan 5 deqene. Nabe. Em wisa zivirîn û hatin li gel hevalê Egîd. Me rewş ji hevalê Egîd re vegot. Bi vê em ketin rê. Lê çiya asê ne. Em çûn li ser riya ku diçe desta Katrûsê sekinîn. Heval westiyabûn. Erzaqê me jî nemabû û em bê av mabûn. Em sê heval çûn li gundan geriyan û me gundek peyda kir. Gundiyan hemû pêwistiyên me pêk anîn. Me zilamekî jî li gel xwe girt û em hatin li gel heval Egîd. Zilam got; min nebin heke hûn min bibin dijmin min bikuje. Lê deşta Katrûsê nîşanî me da. Em ketin rê û em hatin deşta Katrûsê. Deşta Katrûsê Zozanbûn. Bi hezaran gel derketibûn zozanan. Hemû kes ji çalekiya 15’ê tebaxê xeberdarbû. Gel vê çalekiyê weke cejnek pêşwazî kiribû û gelek pê kêfxweş bibû. Me êdî xwe ji wan nekarîbû veşêrin. Kom kom dihatin li gel me. Piştî wê me riya xwe berdewam kir. Heta wê demê jî leşker me nedîtibûn.

Heval û leşker qederek bi hev re dimeşin…

Roja dure berbi êvarê li ser serê deşta Katrûsê re leşker xuyakirin. Heval Egîd got; hêstiran berdin. Heya wê demê jî çek bi me re bûn. Min çek veşartin. Piştî vê me pergala xwe ya rê girt. Berê leşkeran jî berbi Hutêbû, berê me jî li Hutê bû. Ew li deştêbûn em jî li ber çiyê ve diçûn. Dema tu deşta Katrûşêve biçî Hutê wê demê tu sernîşovê diçî. Wê demê hevalên me û leşker dikevin di neqewa hevûdu. Qederek bi hev re dimeşin. Piştre leşker ji hevalan re dibêje; heyran xwe bidin aliyek em leşkerin. Lê leşker nizanin ew hevalin. Em çûn noqteya maran sekinîn. Piştî wê jî em biçûyana herêma Şirnexê. Lê dera ku em lêdibihurîn me pêwistiyên xwe jî ji zoman digirt. Dema em diçûn hemûyan bi şahiyek mezin me pêşwazî dikirin. Hin zoman digotin werin di konê me de rûnin heke hûn neyênê em konê xwe bişewitînin.

Piştî çalekiyê weke gurûb em çûn çar noqtan

Em gavbi gav berbi geliyê Evdal bêgê re çûn heta em gihiştin wê derê. Şeva çalekiyê ya yekemîn de em çûn noqta Êrsê, şeva diduyan em çûn Katrûsê, şeva sêyemîn em çûn Kaniya maran, şeva çaran em çûn Ramûran û me xwe berdas Geliyê Evdal Bêgê. Em hefteyek di Geliyê Evdal Bêgê de man.

Nirxandina berfireh ya esasî li kuderê hat kirin?

Rapor û nirxandina çalekiyê Geliyê Evdal Bêgê hat kirin

Di vê geliyê de hevalê Egîd rapora çalekiyê nivîsî. Nirxandina çalekiyê yê bingehîn jî di wir de kir. Rapor nivîsî û xwend. Civîn li ser lewaziyên dijmin û serkeftina çalekiyê hate kirin. Heval Egîd li ser fedekariya hevalan jî rawestiya. Dîsa çekên ku di çalekiyê de hatin desteserkirin jî nirxand û got: Ev çek ji bo me gelek girîng in. Ne tiştekî ji rêzeye. Piştî wê jî gurûbên leşkerî sazkir. Dîsa her gurûb di kîjan herêmê de feliyet bide meşandin diyar kir. Piştî vê me xatir ji wan xwest û em derbasî herêma xwe ya feliyetê bûn.

15 Tebaxê bersiva çi bû?

15 Tebaxê, propogandaya 1981-84 pratîkirin bû

Ev çalekî bersivdayînek ji hovitiya ku dijmin li ser hevalan de di Zîndana Amedê pêkanîbû, bersiva wê bû. Ya duyem, bersiva dewleta tirkan bû. Ji ber ku dewleta tirk digot; ‘me PKK’ê xilas kir, kesek ji wan sax nemaye’. Çalekiya 15’ê Tebaxê bersiv da wan û ji wan re got; tiştên ku hûn dibêjin hemû derewin û em hene, hûn nikarin me xilas bikin. Dîsa xala herî girîng, ew propogandaya ku 1982 û 84’an gurûbên propoganda ên çekdarî di nava gel de dikirin xistina pratikê bû. Yanî gotin û pratîka xwe kirina yek bû. Ji ber vê çendê çalekiya 15’ê Tebaxê dîrokî bû. Di gel de baweriyek mezin da afirandin.

Fermandar Egîd şexsiyetek çawa bû?

Serkeftina 15’e Tebaxê di şexsiyeta heval Egîd de veşartîbû

Serkeftina çalekiya 15’ê tebaxê di encamê erka xwe cidî girtin û li ser sekinandina di kesayeta heval Egîd ve girêdayî bû.  Heke ew cidiyet tuneba wê ev çalekî jî di asteke wisa de deng venedida. Li ser hemû detayan de ew bixwe rawestiya û li gorî vê planlama çalekiyê derxist. Hemû tişt hesab kir û li gorî vê gava xwe avêt. Me hemûyan ji hevalê Egîd û PKK’ê werektî girt û li gorî vê rastiyê em tevlî çalekiyê bûn…

Heval Egîd hevalek ne qariyerîst bû. Xwe li ser tu kesî re nedidît. Tu qaygiyê wî yê şexsî tunebûn. Hertim li pêş bû. Hemberî hevalê xwe û gel bê hempa bi hurmet bû, rêz li ber wan digirt. Hezkirina wî li hemberî gel pir pak bû. Li hemberî hevalê xwe jî wisa bû. Ji ber vê çendê hemû kes jî li hemberî wî rêzdar bûn. Gelek cidî bû. Tu car hişk li ser kesî de nediçû. Her tişt dida fêmkirin.