|
Ji
bo Newrozê çend roj man. Diyar e Newroza îsal ku
em pêşwazî dikin ji yên salên borî wê cudatir
be. Konjonktura em têre derbas dibin û rastiyên
ku di nirxandinên Rêber Apo de derdikevine holê
nîşan didin ku wê Newroza îsal cuda be
Ji bo Newrozê
çend roj man. Diyar e Newroza îsal ku em pêşwazî
dikin ji yên salên borî wê cudatir be.
Konjonktura em têre derbas dibin û rastiyên ku
di nirxandinên Rêber Apo de derdikevine holê
nîşan didin ku wê Newroza îsal cuda be. Tevgerên
gel ên li Afrîka Bakûr û Rojhilata Navîn nîşan
didin ku cîhana sedsala 21’emîn wê ne wekî hêzên
sermayeya global plan dikin derbas bibe. Gelan
di salên dawî yên sedsala 20’emîn de pirgirêkên
xwe yên heyî derbas kirin û ketin rewşeke wisa
ku wê ew bi xwe pêşeroja xwe diyar bikin.
Vê pêşketinê
rewşeke wisa afirand ku hêzên sermayedar ên
global aloziya dijîn kurtir bû û êdî gihişteke
rewşeke ku nikaribin ji nav derkevin.
Modernîteya kapîtalîst bi tu awayî nikare xwe ji
aloziya dijî rizgar bibe, berovajî bi
pirsgirhekên nû re rûbirû dimîne. Êdî nayê zanîn
ka aloziya ku di roja me de xwe li erdnîgariyên
cuda dide wê sibê şêwazekî çawa bistîne. Niha
cîhan vê yekê guftûgo dike. Ne mimkûn e ku
modernîteya kapîtalîst karibe ji bo pirsgirêkên
dijî çareseriyeke bingehîn biafirîne. Ne mimkûn
e karibe vê yekê pêk bîne. Heger ev mimkûn bûna
niha pirsgirêkên ku cîhan dijî dê pir cuda bûna.
Pirsgirêkên ku
di roja me de li Tirkiyeyê têne jiyîn jî ne
mimkûn e ji pirsgirêkên ku modernîteya
kapîtalîst dijî cûda bêne fikirîn. Bi tevahî
parçeyekî wê ye. Her çiqas hikûmeta AKP’ê
tabloyeke cûda nîşan dide û dixwaze rewşeke cûda
nîşan bide jî ev rastî nayê guhertin. Komara
tirk wekî netew-dewlet şêwaz girtiye.
Netew-dewlet jî îcadeke modernîteya kapîtalîst
e. Şêwaz, rengê wê çi dibe bila bibe ya li
Afrîka Bakur û dewletên Rojhilata Navîn îflas
kiriye netew-dewlet e. Li derveyî van tiştên
têne jiyîn girtina komara tirk ne mimkûn e.
Bijarka ku beşdarî heman pêvajoyê bibe jî heye.
Ji ber ku netew-dewletên li Efrîqê Bakur û
Rojhilata Navîn hatin sazkirin di dema avakirinê
de ji ezmûna wekî dewlet avakirina Komara Tirk
sûd hate wergirtin. Ji ber vê yekê jî
pirsgirêkên di roja me de ev dewlet dijîn, di
rastiyê de pirsgirêk û rewşên ku komara tirk
xwediyê wê ye. Ev pirsgirêk di nava komara tirk
de berfirehtir û kûrtir têne jiyîn.
Hikûmeta AKP’ê
ji bo encamên ku ev pirsgirêkên komara tirk dijî
asteng bike xwe wekî dewleta polîs birêxistin
dike. Li Tirkiyeyê pirgirêkeke cidî ya
demokratîkbûnê heye. Pirsgirêkên civakî
gihîştine rewşeke ku ji nav neyê derketin. Civak
li ber rewşeke ku cenetê derbas bike re rûbirû
hatiye hiştin. Gelek mijarên ku demên borî ne
dihatin rojevê jî niha wekî pirsgirêk xwe didin
der. Di serî de jî siyaseta înkar û tasfiyeyê ya
li dijî pirsgirêka kurd tê meşandin bûye sedem
ku pirsgirhekên heyî wergerin kangrenê.
Yên ku bêjin
dewleteke ku ev qas pirsgirêk lê hene wê nekeve
bin bandora aloziya modernîteya kapîtalîst,
ketina nava bendewariyeke bi vî rengî û fikirîna
ku her kes wê ji vê yekê bawer bike, bi gotina
herî sivik tenê û tenê xwe xapandin e. An
derewekî wisa mezin e ku her kesî dixin dewsa
ehmeqan.
Tirkiye di van
rojên ku ji Newrozê re çend roj mane de di vê
asta bilind de pirsgirêkan dijî. Rêber Apo der
barê hawîra bi biryara 13’ê Tebaxê ya
‘Bêçalakîtiya yekalî’ re gotibû “Heta serê meha
Adarê ez ê bisekinim û wê demê nerînên xwe bêjim.”
Di 2’yê Adarê de jî bi daxuyaniyekê ragihandibû
ku divê li hêviya Newrozê bisekinin. Ev di heman
demê de ji bo hikûmeta AKP’ê dihate wateya şans
û derfeteke nû. Gelo wê hikûmeta AKP’ê vê
derfetê bikar bîne? Em vê yekê nizanin. Lê belê
derfetên ku beriya niha jê re hatibûn naskirin
ne nirxandibûn. Herî dawî jî heta destpêka meha
Adarê gaveke bi tenê jî neavêt û pêvajoja ji
13’ê Tebaxê û heta wê rojê gelekî xirab bikar
anîbû. Di vê pêvajoya derbasbû de di planên kûr
û tenik ên tasfiyeyê de israr kir û lez dabû
xebatên xwe yên di vê çarçoveyê de. Vê
polîtîkaya ku hikûmeta AKP’ê meşand li cem
derdorên ji bo çareseriya demokratîk a mayînde
ya pirsgirêka kurd de xwedî hewldan bûn de rê li
ber bêbaweriyeke mezin vekir. Van derdoran jî di
destpêka meha Adarê de bi daxuyaniya weşandin
pêwist dikin wiha bêjin “Êdî gotineke me ya ji
PKK’ê em bêjin nemaye, çavkaniya pirsgirêkên tê
jiyîn hikûmeta AKP’ê ye.” Gelo hikûmeta AKP’ê dê
dawî li van nêzîkatiyên xwe yên baweriyê nadin
bîne Ne mimkûn e em vê yekê bizanibin. Em ê
bibînin. Pêwiste neyê jibîrkirin ku gelê kurd di
vê mijarê de xwedî tecrûbeyeke kûr e.
Ji bo Newrozê
hefteyek ma. Ya rast gelê kurd bi destpêkirina
rojên Newrozê hinekî zû pêvajoya Newrozê da
destpêkirin. Bi çalakiyên şermezarkirina
komploya 15’ê Sibatê navneteweyî ya Roja
Tevkujiya Neteweyî ev yek dane destpêkirin. Li
çar parçeyên Kurdistanê û her cîhê dijîn Kurd
careke din li derdora Rêbertiya xwe bûne yek.
Tevî ku ciwanên leheng ên mîna Mustafa Malçok
xwe feda kirin û bi berdelên mezin jî be ev yek
pêk anîn. Bi rojan li kolanan man, li hemberî
êrîşên polîs bi lehengî li ber xwe dan. Tevî
guleyan, îşkence û zîndanê ev yek pêk anîn.
Gelê Kurd Rojên
Newrozê bi 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar
wergerandin lehiyeke coşê ya tu hêz nikare xwe
li ber bigire. Jinên kurd careke din bi
çalakiyên rastiya Jina Azad tê wateya Civaka
Azad. Beriya bi rojan derketin kolanan û piştî
8’ê Adarê jî çalakiyên xwe domandin.
Salên borî jî
gelê kurd rêzeçalakiyên bênavber li dar xistibûn.
Lê belê di Newroza îsal de ev xeta çalakiyê wê
derkeve asta herî jor û di nava xwe de cudabûnan
diparêze. Lewma divê bi yên berê re neyê
tevlihevkirin Pêvajoyeke ku konjonktura herêmî û
navneteweyî derfetên nû afirandine, îcada
modernîteya kapîtalîst netew-dewlet îflasê dijî
û dewleta tirk wê nikaribe xwe li derveyî vê
yekê bigire dîsa di pêvajoya ku bêçalakîtiya
yekalî ya 13’ê Tebaxê êdî bêwate bûye û di
pêvajoya ku Tevgera Azadiya Kurd di dîroka xwe
de pêvajoya Pêngava 4’emîn dijî de pêk tê. Divê
ev yek neyê jibîrkirin.
|