* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 

   
              

                        Li Kurdistanê Qirkirina Çandî

                                                         ERDAL CÎLO

“Çand bedene

Ziman bedene

Erdnîgarî bedene

Li bedena xwe xwedi derbikevin.”     Abdullah Öcalan 

                             

Gelê Kurd bi hezaran sale ku bi çandeke dewlemend heya roja îro jî hebûna xwe berdewam kiriye. Li gel vê rastiya dîrokî jî li ser Kurdan çerxa qirkirinê tu caran bi dawî nebû.Heya sedsala 18’emîn jî li ser Kurdan qirkirineke çandî nehate meşandin.  Lê piştî bi destê Îngîlîstan li Rojihilata Navîn li ser bingeha netewe dewlet ji nû ve hate sererastkirin li ser Kurdan qirkirina çandî, fîzîkî, siyasî û erdnîgarî hate bi rêxistin. Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan  di hevdîtinêk xwe de aşkera kir ku li ser gelê Kurd Jenosîd ango nijadkujiya çandî, exlakî, fîzîkî, siyasî û aborî tê bi rêvebirin QIRKIRINA CANDI

Gelo dewlet – netewe ji bo gelan  bi xwe re qirkirinek çawa anî? Di dîrokê heta roja îro rastiya dewlet-netewe çi ye? Li ser van mijarên bingehîn me bi endamê komiteya tevgera çand û hûnerê ya KCK’ê Cîhan Eren re gotûbej kir.

Endamê komîteya çand û hûner a KCKê Cîhan Eren diyar kir ku çand têgînek ji bo civakan dest lê nayê berdane.Eren got ku bi avabûna dewlet-netewe re civakên xwedî çandên dewlemend hişmendiya xwe winda kirine.

Çand civakbûna gelan e

Hûn weke endamekî komiteya çand û hûner a KCKê çandê çawa  pênase  dikin?

 Lêkolînera pir zêde li ser vê têgînê lêkolîn kirine. Têgînek herî zêde di derbarê wê de danasîn hatine kirin, yek jî têgeha çandê ye. 164 şêwazên wê yên danasînê hatine kirin. Jİ ber ku çand weke têgîn gotinek berfirehe. Di vê derbarê Rêberê me birêz Abdullah Ocalan di paraznameyên xwe de  danasînek wiha kir. Rêberê Gelê Kurd got ku “Pîvanê çandê  weke pîvanê ecibandina tiştan e. Eger mirov avakirin an  jî hilberîna jiyana maddî li ser van tiştan zêde bike mirov dikare pênaseya çandê rast bike.”

 Çand tiştên ku di hişmendiya mirovan de hene, yên ku xiyalî, yên hizrî, tiştên ku mirov weke baş an jî nebaş erê dike. Zimanê mirovan û her cûre hilberîna daringî, mirov dikare weke çand bi nav bike. Em çandê weke tiştên manewî jî weke hûnerî, bîrdozî, hizirî, tiştên maddî jî weke ku mirov bi keda xwe ya fîzîkî hilberîne em jê re dibêjin çand. Gelek lêkolînvan hene ku çandê weke civaka çandinî a neolootîk pênase dike. Bermayên dîrokî şanî me didin ku ev têgîn çiqas kevnare. Esas çand tê wateya civakbûn, di dîrokê de civakbûna herî dewlemend li ser xaka Kurdistanê bi destê Kurdan hatiye çêkirin. Çanda Kurdînî çandeke gerdûniyê li hemû cîhanê belav bûye. Çand mijareke ku rewşenbîrên Kurd pêwîst dike ku li ser çanda Kurdistanî bêhtir şiyarbin. Ji xwe dewlemendiya Kurdan a herî balkêş jî di warê çanda folklorîk û zimanê Kurdî de ye. Gelê Kurd çanda niştecihbûna ewilî ye.

Jinê di pêşketina çandê de roleke çawa lîst?

Di civaka Kurd de ango ewilîn çandbûyînê de ya ku rolê bingehîn lîstiye jine. Jinê di şoreşa niştecibûnê de, bi şêwazên çandînî, rêveberiya jiyana rojane kiriye. Her wiha jiyana civakê di  aliyê hizirî de bi pêşengiya dayîkê ve tê  bi rêvebirin. Ji bona wê jî di bingehê çanda Kurdî de rola herî bi heybet ya çanda xwedavendiyê ye. Çanda Kurdî bêhtir jî çanda dayîksalarî ye. Ev jî xweseriyek çanda Kurdî a taybete. Binêrin di warê maddî civaka me civakek feqîre lê di warê destûra jiyanî de gelek dewlemende. Karektera hişmendiya civaka Kurd mêbûnê tîne ziman. Mêbûn ango afrênerî, xwilikarî, ango çanda berhem hilberînê aşkera dike. Ger di roja îro, de jî gelê Kurd kevneşopiyên xwe ji bîr nekiriye ev di saya jina Kurd de ye. 

Li hemberî vê çanda dewlemend qirkirin tê ferzkirin, hişmendiya civakan a çandî çawa ji holê tê rakirin.?

Bi êrîşên li ser çandê, qedexekirina çandên cihê, saziyên bi feraseta yekdestî ava kirin, vana hemû wendabûna çandî an jî civakan bê hişkirinê bi xwe re tîne. Ango ziman, stran, folklor, wêje, hûner, axaftin, hizîrîna civakan tê qetilkirin. Di encam de mirov wê jiyanê de tenê dikare weke dînekî bijî. Yên ku vê pêşdixin kî ne an jî çi ne? Saziyên weke dewlet, desthilatî, çînayetî vê qirkirinê pêş de dibin. Dema ku ev qirkirin herî zêde pêşketî jî dema modernîteya kapîtalîst e.

Avabûna netewe dewlet di çandên civakî de guherinek çawa bi xwe re anî?

Mirov di roja me îro de bi tiştên bi rêbaza netewe dewlet li ser civakan hatine ferzkirin baştir dîbîne. Jİ ber ku civaka însan ji ber taybetmendiyên xwezayî, ji ber taybetmendiyên şêwazê fikrandinê,  ji ber peydakirina  ji bo debara mirovan, tu bixwazî ne xwazî çand dibe rengarengiya xwezayê xwe di civaka mirovan de dide jiyandin.  Ango xweza bi çiqasî bi giya, daristan û zîndewarên xwe dewlemende, mirov jî weke perçeyek wê bi çanda xwe a heyî tevlî vê şahiyê dibin. Bi hezaran ziman bi hezaran şêwazên axaftinê, şêwazên baweriyê, bi hezaran rengên fikirandinê, hûnerên cihê bi jiyan dibin. Lê netewe dewlet tenê bi yek zimanî, yek olî yek netewî di encam de yek çandê li ser civakê ferz dike. Mînak gotinên serokwezîrê Tirkiyê R. Teyîp Erdogan yê xwediyê feraseta yek yek yek e. Niha ji ber ku Erdogan wer difikire pêwîste li gorî Erdogan li Tirkiyê Kurd nebin. Çima ji ber ku eger li kêleka Tirkan eger Kurd hebin li kêleka zimanê Tirkî eger zimanê Kurdî hebe li gorî wî Tirkbûn çênabe. Ji ber ku navê wê li sere netewe-dewlet. Li gorî Erdogan eger tu dixwazî li Tirkiyê bijî pêwîste tu bibî Tirk û Tirkî baxivî. Ev hişmendî bi sedan sale ji aliyê desthilatan ve tê bikaranîn. Ya Erdogan dike faşîzma kesk a kapîtalîstî ye. Dema ku serdest temaşe dikin ku gel bi polîtîkayên yek destî nayên helandin, dest bi komkujiya çandî tê kirin. Ji bo wê jî netew-dewlet ji bo civakan feqîrî û jarî aniye.

Bingehê hemû pirsgirêkên civakî de feraseta dewlet-netewe heye?

Eger îro di nava civakan de manewiyat, hezkirin, hirmet nîne ev bingehê xwe ji kêm bûna çandekî azad û dewlemend digire. Eger îro di civakan de mirov jiyanê têr nabînin, xwekujî pir pêş de ye sedemê vê yêkê feraseta yek netewe, bê çandî jiyane. Eger îro dewlemendiya fikir û hizirîn lewaze, ger mirov nikarin pirsgirêkên xwe yên civakî çareser bikin, eger di navbera mirovan de danûstandin lewaze sedemê wê çanda dewlet netewê ye. Ji ber ku li gorî wê pêwîste tu tenê yek tiştî bifîkîrî. Li Ewrûpa temaşe bikin, hûnê bibînin ku her tişt herkes weke hev lê hatiye, cihê bûn û dewlemendiya çandî nemaye. Ev ya feqirî ye. Lê belê mirov weke hebûnekê zindî xwedî taybetiyên pirî dewlemend yên çandî û jiyanî ye.

Li gorî we modernîteya kapîtalîst çima li hemberî çanda Rojhilatî ewqas êrîş pêk tîne. Di vê mijarê de çima heta niha bi serneket?

Di dîroka mirovahîde modernîteyek ango şêwaz an jî çandekê jiyanî hertim hebûna xwe domandiye. Kapîtalîzm jî li gorî xwe şêwazek exlakî û çandî ava kiriye. Di nava hemû modernîteyan de a herî feqîr û hêjar moderniteya kozapîtalîste. Modernîteya herî ji civakê dûr, ji exlakê dûr, herî zêdê li dijî mirovahiyê ye modernîteya kapîtalîstiye. Ev jî bingehê xwe ji ber feraseta wê a netewe dewlet digire. Ji bo çi ewqas êrîşên kapîtalîzmê li dijî çanda Rojhilatî pêk têna. Ji ber ku bi rengê çandî berxwedana herî mezin a li hemberî kapîtalîzmê li vê herêmê tê jiyin.  Dewlet û rêxistinên nêzî dewletê hêmû bi rengekî bi vê pergalê ve girêdayî ne. Mînak niha gelek di rojevê de ye,  li Rojhilata Navîn gelan li hemberî van dewletan û ew çanda yek destî serî hildaye. Li Misirê Hisnî Mibarek zilamek nokerê kapitalîzmê bû. Ew kesayetek bi Emerîka ve girêdayî bû. Berî wî Seddam hebû kî Seddam mezin kirîbû. Rojavayîyan ew mezin kirî bû. Komên serdest hemû bi vê pergalê ve girêdayî ne. Tiştê ku bi pergalê ve nayê girêdan çi ye, çanda Rojhilata Navîn a bi hezaran salane. Ango ziman, bawerî, kevneşopiyên çandî, exlaka civakî a Rojhilata  Navîn, bi rojava re nayên girêdan.  Ji ber ku çand hişmendiye, mirovên Rojhilatî tu caran weke rojavayî ye kî na hizire û jiyan nake. Çand di esas de mirov dikare weke azadiyê jî bi nav bike. Wê demê mirov di warê hizîrî û jiyanî de çiqas azad bijîn ewqas xwedî dewlemendiya çandî ne.  Lê netewe dewletê kapîtalîzmê bi feraseta yekdestî civakan û mirovan dike weke êxsîrê xwe. Çand di qonaxa netewe dewlet de cewherê xwe yê xweşik wendakiriye. Rûxmê her tiştekî çanda Rojhilatanavîn tu caran radestî çanda Rojavayî nabe. Ji ber ku ev der dayîka hemû çandan e. Tiştek nîne ku Rojhilata Navîn di warê çandî de ji rojava bigire, berovajî pêwîste heye ku Ewrûpa ji çanda Rojhilata Navîn j xwe re modelan werbigire. Mirovên Rojhilatî dikin û nakin nikarin weke Rojavayî yekê bi hizirin, baxivin û bijîn. Çand pîvanê jiyanê ye. Rojhilata navîn ji ber van taybetiyên xwe li dijî Rojava ye. Mirov nikare bêje hemû tiştên li RojhilataNavîn rastin, di cih de ne, lê ev nayê wê wateyê ku hemû tiştên li Rojhilata Navîn xirabin. Tiştên baş û yên nebaş yên Rojhilatanavîn hene, kapîtalîzm bi destê netewe-dewletên nokerê wê dixwaze tiştên Rojhilata Navîn di her warî de bi xwe ve girê bide. Di roja îro de bi destê hemû dewlet û serdestên rojava êrîşê Rojhilata Navîn dikin. Êrîşên li ser Libyayê jî yek ji van mînakan e.  Li gorî me ev ne tenê êrişên siyasî ne di bingeh da dest werdenake çandî û exlaqî ye. Ger mirov bala xwe bide komploya li ser Rêbertiyame pêk hatiye, mirov wê bibîne ku ev jî li hemberî Rojhilata Navîn destwerdaneke siyasî û çandî ye. Ji ber ku dixwestin PKKê ji wê çanda Rojhilata Navîn derbixin û bikin nokerê pergala kapîtalîst. Lê Rêberîya me nehişt ku ev pêş bikeve.Îro li Rojhilata Navîn de yên ku berxwedidin gel in ne serdest ne jî dewletên netewe ne. Yên berxwedan dikin civakên Rojhilata Navîn in.

Netewe Dewletên li ser Kurdistanê bûne desthilat di çar perçên Kurdistanê de civaka Kurdistanê de guherînên çandî yên çawa çêkirin?

Dewlete-netew piştî şerê cîhanê yê 1’ê şûnda bi pêşengtiya serdestiya Brîtanya, rûxandina Osmaniyan, welatên Ereban perçekirin, dîsa Kurdistan kirin çar perçe, dîsa di bin navê şerê rizgarî de komareke faşîst a netew dewleta Tirk hate ava kirin. Bi vê re nexşeyek nû a çi çend netewe dewletan li ser Kurdistanê hate çêkirin. Di vê qonaxê de ji ber berjewendiyên Brîtanya tiştê kirîbûn para Kurdan perçekirina  Kurdistanê bû. Li Brîtanya piştî 1925an şûnda bi hin peymanên bi dewletên pêşengiya Tirkiye dikir re got “hûn dikarin her tiştekî bi kurdan bikin. Lê nefta li Iraqê a me ye. Li hûn jî li hemberî Sosyalîzma Rusya alîkarî bidin me”  Ev erk ji bo Tirkiyê hatî bû dayîn. Ji bo xanedaniya li Iraqê hatibû çêkirin hatîbû dayîn, sedsala bîstan heya roja îro Kurdistan di bin destê dagirkeran de ye. Weke ku Serokatî ya me her tim di notên hevdîtinên xwe de dibêjî, rojava ji van dewletên dagirker re dibêjî Kurd ê we ne, hûn Kurdan çi dikin bikin, lê berjewendiyên me yên siyasî, aborî  yê li herêmê hertim bi parêzin. Ji bo wê sedsala 21.emîn jî ev  rewşa jenosîd-nijadkujî hîna jî li ser Kurdan ranebûye. Ji ber ku erdnîgariya Kurdistan rihetî dest nade qirkirinekê fîzîkî, aliyê hejmar de Kurd zêde ne, ya din jî ji ber ku dewlemendiyeke çandî a Kurdan heye, Kurd li ser rûyê dinyayê belav bûne. Ji bo wê qirkirina wan a fîzîkî ne gengaze. Yên bixwazin Kurdan fîzîkî tevahî ji holê rakin pêwîste rîskên mezin bidin ber çavên xwe. Lê feraseta netewe dewlet di nava sînorên wê netewe dewletê de kîjan nîjad yan jî netew serdeste pêwîste çanda wî jî bingeh bê girtin. Mînak li Tirkiyê Tirk desthilatin zextê û bişavtinê li ser Kurdan dikin, li Sûrî Ereb desthilatin zextê li ser Kurdan dikin, li Îran Fars û Azerî desthilatin zextê li ser Kurdan dikin. 80 salin ji xwe li Tirkiye Kurdbûn qedexe ye. Dev jê ber de tu bê jî ez Kurdim jî weke sûcekê tê hesibandin. Li îranê jî rewş bi heman rengiye. Li Sûrî hê nasnameya mirovên Kurd weke Kurd nayê dayîn. Gelek caran van dewletên netewe qirkirin çandî weke pergalekî fermî û carnan jî qirkirina fîzîkî meşandin. Eger qirkirinekî Ermeniyan a fîzîkî,  şerê cihanê 2emîn de komkuiya Cihûyan hebe, qirkirinekî Aşûriyan hebe, qirkirinekê nerm, a bê deng, a demdirêj a Kurdan heye. Ji xwe niha belgeyên li di derbarê qirkirina Dêrsimê de derketina holê, dîsa di serhildana Şêx Saîd de bi sedan bi hezaran di warê fîzîkî de hatine qetilkirin. Ji ber ku Kurd bi tevahî nehatine qetilkirin ev komkujî veşartî maye. Li Dêrsimê 70.000 mirovên bê sûc û bê guneh hatiye qetilkirin. Leşkerekê tevlî wê komkujiyê bûye bi devê xwe dibêjî me 500 mirov carekê de qetilkirin. Lê heya niha kesekî hesabê wê ne pirsî. Mirov temaşe bike li Dêrsîmê ewqas mirov hatine qetilkirin Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu ji Dêrsimê ye, rêvebere dewleta Tirkiyê ye û serokê partiya mixalefeta mezine,  û Erdogan dibêjî 60-70 mebûsên min yên Kurd hene.  Yên ku li Dersîmê bav û kalên Kemal Kiliçdaroglu qetilkirine Kemal Kiliçdaroglu îro di xizmeta wan de ye. Ji bo wê hesabên her cûre komkujiyên li ser Kurdan hatine meşandin bê hesab mane. Di sedsala 20 an de li ser Kurdan qirkireneke bê deng a çandî hate meşandin. Ango dewletên dagirker li ser zimanê Kurdî ewqas polîtakayên bişavtinê pêşxistin ku Kurd êdî ji zimanê xwe, çanda xwe şerm bikin. Ev ji bo gelekê trajediyek herî mezine, komkujiyek fîzîkî ew çend bi êş nîne.