|
|
Eger
mirov pêvajoya şaristaniya navendî ya ji pênc
hezar salan zêdetir li ser hîmê têgînên exlaq,
polîtîka û demokrasiyê analîz bike, wê gelekî bi
kêr bê û mirov ê karibe pir jê hîn bibe. Exlaq û
polîtîka nebin, civak nabe. Eger bibe jî ji lod
û gidîşeke bêserûber (amorf) zêdetir tiştekî
îfade nake. Eger civakên welê hebin jî bi tenê
jibo
civakên din dikarin bibin objeyên alav û eşya.
Mirov dikare exlaq weke tevahiya helwestên di
dema avabûna civaka pêşî de hatine nîşandan, bi
nav bike. Ev jî tevahiya tevdîr, çalakî û karên
civaka destpêkê ne ku ji bo parastin, debar û
zêdebûnê kirine. Ev tevahiyên me destnîşankirî
çendîn dibin rêûresm û kevneşopî, ewçend exlaq
têne hesibandin. Li gorî ku civak bê parastin,
bê debar û bê xwe zêdekirinê nikare dewam bike,
ji ber vê jî ez dibêjim civaka bê exlaq nabe.
Têgîna polîtîkayê tevî ku têgîneke hinekî
cihêreng e jî ji nêz ve bi exlaq re têkildar e.
Cûdahiya xwe ji exlaq ew e ku çalakiyeke rojane
ye. Exlaq weke qalibên standart kar pê dibe û bi
rola xwe radibe, polîtîka ji bo pirsgirêkên
rojane derdikevin pêşiya civakê biryaran dide,
ji tevahiya van biryaran re polîtîka tê gotin.
Tevahiya van biryaran çiqasî bibin rêûresm û
kevneşopî, ewçend jî bi rêûresmên exlaqî re
dibin yek û bi xwe dibin rêzik û pîvanên exlaqî.
Ango herdu hevûdu xwedî dikin. Exlaq weke
rêûresm, çarçoveyekê dide polîtîkayê, polîtîka
jî bi biryarên nû yên kar pê tê kirin, vê
çarçoveyê misêwa fireh û kûr dike. Ji lewra
mumkûn nabe ku mirov her du têgîn û diyardeyan
bi temamî ji hevûdu cihê bike.
Demokrasî weke
têgîn û diyardeya sêyemîn a girîng divê li du
têgîn û diyardeyên pêşiyê bêne zêdekirin. Di vê
çarçoveyê de mirov nikare li civakeke bê
demokrasî jî bifikire. Eger mirov civakeke wisa
bifikire jî ew objeyeke amûrekê civakî ye,
nikare xwe îfade bike. Nikare nebe weke amûrên
giştî yên bikaranînê yên civakên din. Di vê
rewşê de kêrhatina demokrasiyê ew e ku wexta
polîtîka tê kirin û biryar têne dayîn, weke
tevahiya hêza rêxistinî û îfadeya civakê ya
têkildar tevlîbûna nav pêvajoyê îfade dike. Di
vê çarçoveyê de polîtîka di cewherê xwe de
demokratîk e. Polîtîka rastî, polîtîka
demokratîk e. Polîtîka ne demokratîk, biryarên
yekalî yên îdare yên hêzên desthilatdariya
hiyerarşîk û dewletê ne ku gelekî paşê pêşketin.
Ji ‘biryarên îdare’ yên van hêzan re polîtîka
nayê gotin, mirov dikare wan weke rêzikên îdare
bi nav bike.
Polîtîka rastî
ji sedî sed a bi tevlîbûn û guftûgoya demos
(tevahiya saziyên civaka netewe hemû weke
qebîle, malbat, eşîr û qewm) tê pêkanîn e.
Polîtîka diyardeyeke wiha nîne ku bê gel, civak
û tevlibûnê pêk bê. Ango polîtîka neçare
demokratîk be, ji lewra jî divê exlaqî be.
Civaka demokratîk nebe nikare polîtîk, ya
polîtîk jî nebe nikare exlaqî be. Ev hersê
îfadeyên têgînî û diyardeyî bivê nevê hebûna
hevûdu yek ji bo ya din hewce û ferz dikin.
Şaristaniya
navendî ya Rojhilata Navîn bi van sê îfadeyên
bingehîn ên têgînî û diyardeyî yên civakê di
nava nakokî û dijberiyê de pêş ketiye. Di
navbera wan de têkiliyeke bingehîn a diyalektîkî
heye. Civaka şaristaniyê
(bajar-çîn-desthilatdarî) çiqasî pêş bikeve,
exlaq, polîtîka û demokrasî jî ewçend paşve
dikevin. Di heman demê de ewçend jî di navbera
wan de tengezarî û têkoşînek heye. Di destanên
Sumer de nexasim jî bi vegotinên der barê jin,
cotkar û şivan de mirov dikare vê pêvajoyê
bişopîne. Ev yek rastiya tengezarî û têkoşînê
tîne ziman. Em paşê di metnên dînî û destanan de
dengê van sê stûnên civakê zêde nabihîsin. Ev jî
nîşan dide ku di têkoşînê de têkçûne. Li hemberî
vê, destanên qebîle û eşîran hê jî zindî ne, û
gihiştine heta roja me ya îro. Ev jî nîşan dide
ku wan rêûresma exlaq, polîtîka û demokrasiyê bi
tevahî ji dest nedaye. Dînên yek xwedayî weke
muceredkirineke di asta hê jor de gelekî behsa
Firewn û Nemrûd dikin. Dîsa ev jî nîşan dide ku
herî kêm di dema destpêkê de xwediyê gavên
exlaqî, polîtîk û demokratîk in. Vegotinên
exlaq, polîtîka û demokrasiyê yên xwe disipêrin
şaristaniya Ewrûpayê, gelekî kêm, bêbingeh û
bûrjûwazîwarî ne. Bi awirê çîneke egoîst mîna
bûrjûwaziyê temaşekirina li pêşketina dîrokî ya
îfadeyên têgînî û diyardeyî yên exlaq, polîtîka
û demokrasiyê ango di nava tevahiyê de
serwextbûna li rastiya wan, mumkîn xuya nake.
Divê mirov zanista Rojava ya di vî warî de têra
wê rexne bike.
Di tevahiya
civakbûnên li derveyî sîstema şaristaniya
navendî dimînin, bi rengekî kategorîk ji aliyê
diyardeya exlaq, polîtîka û demokrasiyê ve bi
hêztir in. Di vê çarçoveyê de mirov tevahiya
komên bêkar û nîvkoçer ên tîpa mezheb, eşîr û
qebîleyan ku li ber xwe dane, xwe vekişandina
çol û çiyan, dîsa komên cotkar û şivanan weke
hêzên hê nêzî têkoşerî, azadîxwazî û
wekhevîxwaziyê bibîne, rastir e. Hêmanên bi
kûrahî hatine kolekirin di rêza duyemîn de û bi
awayekî berçav mirov dikare di vê projeyê de
binirxîne. Ji bo azadiyê, ji bo wekheviyê, ango
ji bo pirsgirêkên exlaq, polîtîka û demokrasiyê
ya girîng koletiya objektîv nîne; çiqasî teslîm
nebûye, çiqasî li ber xwe dide, çiqasî koçer e,
çiqasî ji bo baweriyên xwe şer dike, çiqasî
bersiva van pirsan dide, ya girîng e.
Di civakên
Rojhilata Navîn de bêguman pirsgirêkên cidî yên
exlaqî, polîtîk û demokratîk hene. Li gorî
pêvajoya şaristaniyê ev pirsgirêk gelekî
berfireh in jî. Lê girîng e ku mirov zanibe
hiqûq, polîtîka û demokrasiya şaristaniya
Ewrûpayê bi zêdeyî bûrjûwazî ye, diyardeya exlaq,
polîtîka û demokrasiya civak-dîroka gerdûnî
temsîl nake, nîşan nade. Ya bûrjûwaziyê
demokrasî nîne, îdareya dewletê ye. Eger mirov,
yên li ser navê demokrasiyê têne kirin, bi giştî
yek nehesibîne jî bi giranî bi rola veşartina
îdareya dewletê ango bi rola ‘pelê mêwê yê
ewretan dinuxumîne’ radibin binirxîne,
nêzîkatiyeke rasttir e. Heman pîvan ji bo mafê
mirovan jî bi heman rengî ne. Nemaze rastiyeke
berçav e ku dad bi tevahî şûna exlaq girtiye.
Hiqûq lodeke peymanan a der barê dewlet û
desthilatdariyê de ye, û tu carî nikare şûna
exlaqê zindî bigire. Divê mirov baş fêm bike ku
ji îdareya dewletê, xebatên ji bo karên derve û
hundûr ên dewletê, biryar û kirinên wê re
polîtîka nayê gotin. Dibe ku mirov karibe bibêje
polîtîkaya dewletê, lê polîtîkaya civakê nayê
gotin. Yên li ser navê demokrasiyê têne kirin
gelekî li derveyî civakê ne, û ji dikên temsîlê
wêdetir zêde fonksiyona xwe nînin.
Li ser hîmê vê
rexneya kurt, mirov bi hêsanî dikare bibêje;
civaka Rojhilata Navîn xwediyê potansiyeleke bi
hêz a exlaq, polîtîka û demokrasiyê ye. Hebûna
pirsgirêkên cidî yên exlaqî, polîtîk û
demokratîk hêza potansiyela wê nîşan dide. Hê jî
bi hêzbûna meylên dewlet û desthilatdariyê, li
rûyê wê yê din pirsgirêkên bi hêz yên exlaqî,
polîtîk û demokratîk, hewcedarî û heta hebûnê
tîne hişê mirovî. Li gorî nakokiya diyalektîk a
di navbera wan de mirov dikare bi vî awayî
rastiyê îfade bike.
|