|
A. Haydar
Kaytan
Li hember pirsa Mûsa peyxamber, xwedayê xwe,
kesayeta xwe bi şêwazekî balkêş pênase kiribû.
Mûsa fikirî dema bizivire wê ji qewmê xwe re çi
bêje. Ji xweda pirsî; ``dema ku ji bo te, ji min
bipirsin kî ye, ez ê çi bersivê bidim
wan?``Îfadeya xweda ya ku pê xwe pênase kir, pir
sihêm bû ; `` Ez, yê ku ezim!`` hemû bersiva wî
ev bû.
Ev peyvana, tên wateya di herkesî de ``ez`` a
rastî, xweda ye. Yê ku bikaribe wek xwe bimîne
ew xweda ye. Ev jî mirovê ku bikaribe ji pirsa
nasnameyê re bersiva rast bide ye. Darazandina
diyalektîk a di derbarê her tiştek him bixwe ye,
him jî ``yê/ya din e``, di qonaxa rewşa çêbûnê
de nakokiya ku rê li ber vê rewşê vedike
vedibêje.
Takekesekî mirov ku him dibe xwe bixwe, him jî
dibe ``yê/ya din`` ev dibe nakokiya bingehîn a
pêvajoya xwedabûna wî, yanî di zimanê me yê
giştî de dibe despêka pêvajoya wî ya azadbûnê.
Ev nakokî, ne ku dijminên li hember hev
disekinin, di hundirê hev de derbas dibin, dema
pêvajoya şer de yê li hemberê xwe re bi vî awayî
têkilî danîne digihêje asteke nû. Yekîtiya
dijberan, bi vî awayî çavkaniya xwe di têkoşîna
van de dibîne.
Niha pergal, împaratoriya dinyayê, ji bo
nakokiyek mezin derbas bike, hêvî dike li ser re
derbas bibe. Ev nakokî, çavkaniya xwe ji
daxwaziya mirovên ku pergal dixwaze bê nasname û
bê kesayet bike, di asteke dîrokî de dixwaze
kesayet qezenç bike digire. Kesayet,
organîzmayek bi bîr ê ku pirsên rast û rastîn
dipirse û ji pirsên ku lêhatine pirsîn re
bersivên rast û rastîn dide.
Hebûna me ji bo yên din pirsekî çê dike; "Çi
dixwaz e? Berevajiyê vî, hebûna me li hember
daxwaziya yên din bersivekî ava dike; "Erê" û
"Na".
Li gor pirtûkên pîroz mirov, bersiva xwedayêtiyê
ya rast û rastîn e:
- "Ma ez ne xwedayê we me?"
- "Erê."
Mirov, erêkirina yekemîn a afirandina gerdûniye.
Pirs wiha berevajî hatiye pirsîn: "Ma ez nînim?"
Di vir de gelo bê bawerî û tohmet heye,
gefxwerin heye, gelo gazin heye, gazind heye?
Xwedayê ku dixwaze xwe di mirovên ku bixwe
afirandiyê de fêm bike, dibe ku teşeya pirsa
yekem a heyîniya gerdûnî be. Çalakiya afirandinê,
ji nakokiya pirsa hebûnê re bersivek dîtin,
daxwaziya çareseriya wê ye.
Lê pirsa xwedayî, bi vî awayî dizivire daxwaziya
bûyîna xwediyê nasnameyekî: ``Xwedayê we!``
pirsa yekemîn heman demê de pirsa nasnameyê bû.
Çalakî, bersiva wê ya cewherî ji pirsa nasnamê
ya kirde ya xwe re bû. Afirandin nasnameya xweda
bû. Û hemû naverokên pirsê, çalakî, nakokî û
nasname; ev hemû nakokiyekî ava dike. Nakokî
çalakiyê, çalakî jî dibe nasnamê û ev hemû
çêbûnekî pêk tîne. Çêbûn bersiv dixwaz e, ev jî
azadbûna kesayete: ``Erê!``
Mirov, bersivek ku xweda azad dikeye, azadiya
xweda ye. Wek ku dibêjin, mirov nîv xweda ye,
xweda jî mirovek tund e. Wisa ye; mirov, gerdûna
xwe temamkiriye. Lê ya kêm çiye? Azadiya wi ye
helbet.
Hemû pêvajoyên bi nakokî, bersiva xwe ya dawîn
di azadiyê de dibîne. Kesayet wiha pêş dikeve û
ew êdî ji hemû bûyînên gerdûnî re vebûn,
temambûn e. Bêguman ev ne temambûneke ku di
dibistanan de em dielimin; Temambûneke tê wateya
têgihîştina bêsînoriya jiyanî. Ev tê wateya bê
miriniyê. Ji ber her mirinek, rewşeke ne
fêmkirinê ye. Mirina mirov ji ber ne fêmkirina
wî tê. Heke ku me çêbûn fêm bikiraba, em ê bê
mirin bibûyana.
Her pirseke rast û rastinî, daxwazî û israra
jiyanê ye. "Ma ez… nînim."
Min her tim hemû pirsên xwedayî ji Rêber APO re
anî. Kesayeta wî û jiyana wî lêkolîn bikin, hûn
ê bibînin: Rêber APO, nûbûn û dawaza bersiva
pirsa yekemîn a vê demî, ya vir e. Pirsa hebûna
Kurdan û daxwaziya bersivê, ji ber vî aliyê
xwedayî, ziviriye rewşa pirsa çêbûna mirovahiyê.
Xwe, li hember mirina bê dawî, pirsek çije
xislet pirsîbû; ``Ma ez ne xwedayê we me?`` û
bersivê, rê ji ber jiyanek bê dawî, vebûna çêbûn
û gerdunî yanî; riya azadiyê vekiribû: ``Erê!``
Em Kurd di dîroka xwe de diyardeya herî sihem ku
lê rast hatine Rêber APO e, kesayetek gerdûnî ku
heya pirsa azadiyê çûyî ye. Kesayetê, nakokî
bilindê çalakiyê kir, çalakî bixwe jî zivirand
nasnameyekî û benda bersîvê ye:
-"Ma ez ne Rêberê we me? Ma ez ne çalakvanê
azadiyê me?"
Li hember vê pirsê, derveyê yên berî dane
azadiyê li cihekî din nayê. Rêber APO, pirsa ku
hemû mirovan û gerdûnê hatiye pirsîn e. Wiha, ev
kesayete. Kesayeta ku di çarîka sedsala 20. de
ber bi windabûnê de çû, di cismbûyîna Rêber APO
de, di çêbûna Rêbertiyê de carek din teyîsî.
Pirsa xweda ya yekem, yekemîn bersiva mirov û
daxwaziya temambûnê ya wek têkiliya van hat
pirsîn, çêbûna wê bîra gerdûnî, di pirsa Ocalan
de nû bû.
Sixletbûyîna yekem a mezin, sixletbûyîna di
afirandina xweda ya mirovan, îro hemû rûyê erdê
hebûna xwe, bîra mirov a ku bi bîra wî ya
teşegirtina mûcîze ve hatiye dorpeç kiriye. Bi
hêsta bêmirinê ya bê dawî ve, jiyana bê dawî ya
ku îfadeya xwe di daxwaziya temamkirina nîv
xweda de dibîne, hêsta azadiyê, ya bê mirinê.
Yên ku berpirsiyarin bersiva pirsa Rêber APO
bidin, bi pirsa ``bibin yek an jî nebin yek`` ve
rûb rû dimînin. Ev ji bo wan jî, heta berî her
tiştî ji bo wan pirskirêkeke hebûn an jî nebûnê
ye.
Herî kêm niha ev pirs bi bêdengiyê ve tê
pêşwazîkirin.
Ev, ew gava ku sixletbûyîna xwedayî ya mezin çi
jê dibe ye.
-"Erê!"
Li hember Rêber APO ev bersiv, wê bîra
mirovahiyê ji çêbûneke asta nûde veke.
Ev gaveke mezin ber bi mirovên xwe temamkiriye û
azadkiriye ve ye.
Pirs û bersiv, afirandbûyina xwedayî gihiştina
bîra xwe ye.
-"Erê!"
Bûyîna yekî/ê qedir zane, yanî, nirx naskirin û
girêdanbûn ji nirx re dayîn nîşandan, ez bawerim
taybetmendiya mirov a herî bingehîn e.
Lê, çiye ev? Dema ku tê gotin nirx, gelo tenê
tiştên ku dibin mijara milk, pêwîst e werin bîra
mirov? Mînak; gelo ji nirx tenê pêwîst e
pertalekî biqîmet ên me, em fêm bikin?
Hunermend, bûyîna xwediyê çavê siyem û bi vî
awayî rastî berî herkesî dîtine. Shakespeare,
wek dehakî mezin yê hunera wisa, di tişta ku jê
re tê gotin pere de têkîlîyê mirov ên ku ji hev
xerîb bûne dît. Ji ber vî jî pere wek fahîşa
gerdûnî bi nav kir. Sûk anjî bazar, hemû
têkîliyên mirov anî asta bi pere ve were
pîvandin, herwiha anî rewşa ku di bazarê de were
firotin. Mirov di bazarê de xwe frotin, neçar ma
ku ji bo xwe debar bike hunerê xwe di bazarê de
firot. Bi vî awayî têkiliya bazarê, di dawiyê de
hat rewşeke ku mirov dixe mijara firotanê ya
têkiliya orispî û îbnetiyê. Mirovê ketî bi vî
awayî derket holê.
Bê guman mirov nirxa herî mezin e. Lê di civaka
kapîtalîst de ku pere hindav dide têkiliya
mirovan, diyardeya nirxê ji mirov girt da
biresera mal. Mirov li hember malê ku bixwe
afirandiye ket rewşa bênirxbûnê. Mal bilindê
asta xweda bû, mirov jî kete rewşa koleyê bê
zincîr. Bi vî awayî pût beden ji xwe re dît û
pûtperêz jî bi hemû erjendiya xwe ve nûve hat
sawêrkirin. Wek xwedayekî zalim mal, feqîr
perçiqand. Mirovê kedkar, mirovê xuliqkar kir
belengaz, li bin hikmê pût de her çû biçûk bû.
Mirovê Kurd ê nû, wek mirovek ku li hember vê
pûtpereziyê serî rakir derket li ser dika
dîrokê. Vî mirovî, li berê her tiştî û wek
nirxên herî mezin ji jîna ku li jiyanê hatiye
xerîbkirin re hîmbû bêje na. Mirov ne bi hêza wî
ya madî ve nirxand, bi nirxên manevî û exlaqî ve
nirxand. Xwe bi van nirxan ve arast, ev esas
girt û ev bi ser jî xist.
Me Kurdan berê li gundê xwe de jiyan dikir. Bi
malê yên din re nayê qiyas kirin jî, em jî xwedî
mal, avahî, mal û milk bûn. Çend perçe zeviyê
me, maleke me ku em serê xwe bixinê, malbateke
me hebû. Me bawer dikir ku tiştên biçûk me
kêfxweş dikin. Di cîhana xwe ya biçûk a ku li
gor sînorê tiştên em xwediyê wan de nin, bi
şêwazekî xirikandinê me jiyan dikir. Li derveyê
cîhana xwe ya biçûk me nizanibû, agahiya me ji
hebûna cîhana din tunebû.
Piştre her tişt hat guhertin. Roja Kurdan derket
û em ji tariyê derxistin ronahiyê. Ranahî,
zanebûn û naskirin e. Bê zanîn koletiye, zanîn
jî azadiye. Koletî heke tazîbûna hemû nirxanbe,
azadî jî bi nirxan ve xemilandine. Mirovên ku
bênirxtî xwe kiribe, wisa dizane ku xwe bi
nirxan ve xemilandiye, ji kole bêtir paşketiye.
Ronahî bîr da me. Vê bîrê jî em anîn asta
mirovên ku bikaribe hilbijêrîne.
Zanebûn, hatina rewşa ku karibe hilbijirîne ye.
Mirov heke dikare bêje erê an jî na, ev dide
nîşandan ku ew dikare hilbijarê bike.
Hilbijartin di navbera rastî û şaşiyê de, başbûn
û xirabûyînê de, bedewbûn û nebedewbûnê de tê
kirin. Ji van yên yekem nirxan, yên duyemîn jî
yên bê nirxin. Ev jî tê wateya ku mirovê
bikaribe hilbijartinê bike, dixwaze bi nirxan ve
hevdîtinê çê bike ye.
Hilbijartineke wiha û encamê wê ji gundiyên
Kurdan baştir kes nizane. Gundiyê Kurd
hilbijartina xwe ji bo nasname û azadiyê kir.
Wek koleyên bê nasname jiyankirin red kir, hemû
berdêl da li ber çavên xwe, riya ku li ber
jiyana nû diçe hilbijart. Bûyîna gelekî ku ``namûsa
wî hatiye gasp kirin``, dihate wateya ku ew nirx
nebin tu wateya jiyanê jî tuneye û Kurd gelekî
ku namûsa wî hatibû gasp kirin. Ji bo ku namûsa
xwe xilas bike berdêla têkoşîna wî, ji mala xwe
mayîn, ji axa xwe hatina qewitandin û çûyîna
surgin; ketina di nav pençeyên birçibûn, feqîrtî
û tunebûnê bû. Lê gelê Kurd tişta ku hilbijart
dev jê berneda. Li hember zehmetiyan tu carî bê
biryar nema. Berevajê vî bêtir biryara xwe ya di
jiyana azad de xurt kir.
Statuya koletiyê ya kevin a bê nasname ya Kurd
ne qederek bû, statuyek ku serdesta bozber
dikirinbû. Serdestan li hember hilweşandina vê
statuya ku eserê wan bixwe ye sekinîn. Ji bo vî
hemû şêwazê zilmê û zordestiyê ceribandin. Herî
dawiyê çare di Roja Kurdan tarîkirinê de dîtin.
Bi vî awayî xwestin careke din serkeftina tariyê
li hember ronahiyê saz bikin. Ev hewldana bê
oxir hê jî didome.
Tecrîta dij miroviyê ya ku li hember Rêber APO
tê meşandin, di nêzîkatiya desthilata li hember
pirskirêka Kurt tê dayîn de erka kaxizê
tûrnosolê dibîne. Ya ku devê wî tê girtin di
bêdengiyê de tê fetisandin, ji dinyayê hatiye
şênber kirin û tê xwestin were rizandin, di
şexsê Rêber APO de pirskirêka Kurd e.Ya ku tê
tecrîtkirin, nirxên bingehîn ku Kurdan tercih
kiriye, rastiya jiyana azad û bi nasnameye, meşa
mirovên me ber bi axa xwe û cewherê xwe ye. Yê
ku tê tecrîtkirin, xeyalê me yê derbarê azadiyê
de ne, biratiya Tirk û Kurdane, cîhana ku li
ser azadî û wekheviyê hatiye afirandine.
Hz. Elî gotiye; ``Yê ku tîpekî hîmê min bike, ez
ê bibim kolê wî.`` Ya ku bi tîpê tê xwestin were
gotin, bîra ku naskirina nirx pêk tuneye. Me
tiştên ku em xwedî ne hemû di Roja Kurdan de dît,
em hemû nirx ji wî hîn bûn. Wê demê heke ku em
naxwazin careke din bibin mehkûmê bênirxtiyê,
pêwîst e em ji Roja xwe xwedî derbikevin. Ji wî
xwedî derketin, tê wateya nasnameya xwe,
kesayeta xwe û azadiya xwe xwedî derketine.
Pêşiya tariya ku dîsa me daqurtîne girtin, tenê
bi wiha gengaz e. Nexwe her yek me wê bikeve
rewşa yên qedir nizane.
|