|
KANÎ
MÎRAN
Berê jî gelek caran
dagîrkarên Kurdistanê ketibûn pêşbirka kuştin û
qirkirina kurdan. Niha niyeta wan heye ku vê
komkujiyên xwe berdawam bikin. Wisa diyare ji bo
xelata kuştina kurdan bi destxin, ev pêşbirk dê
hê bi salan bidomîne. Bi taybet rejîma melan ya
Îranê û rejima turkên pir reng (rojekê
kemalîstên layîk, rojekê panislamiyên tirk) ev
herdu dewlet di van rojên dawî de ketine
pêşbirkeke pir xeter.
Îranê di van salên dawî de,
ji bo ku peywendiyên xwe bi Tirkiyê re xweş
bike, li dijî kurdan her tiştî dike. Dardekirina
kurdan, topbarînên hevkar yên li ser herêmên
Kurda, operesiyonên bi hev re li dijî şarevanên
Kurda û gelek kirinên li paş perdan…
Îranê pêşî Hasan Hikmet
Demir, Fesih Yasemini û Ihsan Fetahiyan, kirine
qurbanê van peywendiyên qirêj û pişt re
hevkariya leşkerî destpêkir. Di vê meha Gulanê
de 4 jê andamên PJAK ê 5 kesên din kirine
qurbanê vê pêşbirka qerêj. Şîrîn Elemhulî,
Ferzad Kemangar, Ali Heyderiyan, Ferhad Wekili û
Mehdi Eslamiyan bêyî ku mafê paristinê bidine
wan, ew di zîndana ”Evînê” de (zîndana zilmê)
dardekirin. Roj tune ku Turkiyê û Îran ji bo
kuştina kurdan bi hev re rûnenin.
Her roj li Îranê Kurd têne
kuştin. Kurd bi navê qaçaxî kirin, bazarganiya
narqotîkê, li dijî Şerîatê hatin û hinan jî bi
navê dijminên rejima Xwedê dikûje. Her meh bi
dehan kes ji aliyê rejîma Îranê ve têne
dardekirin.
Li aliyê din dewlata tirk
zêdeyî nîv milyon leşker, polîs, mît û cahşên
xwe rakiriye nêçîra kuştina keç û kurên Kurda.
Li gelek deverên Kurdistanê operesiyon hene û
roj nîne ku kuştin çê nebe. Çiya, gelî û niwalên
Kurdistanê bi top, tang û balafirên xwe
bombebaran dikin. Daristanên Kurdistanê bi hemû
zîndiyên ku di nav wan de dijîn, dişewitînin.
Van hemû kirinên xwe hê jî kêm dibînin û roja 20
Gulanê zêdêyî 50 balafirên şer, bê rawestan 7
demhêjmeran li ser Herêma Kurdistanê avêtin.
Dewlet, vê hovitiya ku li
Kurda dibe weke mizgîniyê pêşkêşî bîner û
xwendevanên xwe dikin. Weke serkeftineke
dîplomasî ya di navberî dewletên xwe de didine
nîşandan. Peywendiyên dewletên wan yên leşkerî û
Aborî wijdana wan jî kor kiriye. Ji bo
berjewendiyên xwe, raya giştî ya van dewletan ji
komkujiya Kurda re li çepikan didin. Bi çavên
nijadperestiyê li kurdan dinêrin. Mînek bi
îmzekirina Peymana di navberî Tirkiye,
Birêzîliye û Îranê de çameniya turka peymana
Qesraşîrîn tanî bîra Kurda û Kurd tehdît
dikirin.
Li Suriyê roj nîne ku
Kurda negirin û wan nekine zîndanê. An jî wan
nerevênin û nekûjin.
Suriyê, di bin zilma
îdeolojiya nîjadperestiya Baasî de kurdan dikûje
û zîndan dike. Kurdên ku ev bi hezarên salan li
ser vê axê dijîn wan weke biyaniyan (Ecnabî)
dibîne û nasnama hemwelatiyê nadê wan. Yên ku
berê nasnama dabûna wan jî, di vê meha Gulanê de
ji gelek kesan dîsa sitand. Kurdên neviyên Hûrî
û Mîtaniyan vêga li ser axa bav û bapîrên xwe
biyanî têne hesibandin.
Gelê Kurd ê ku mafên xwe
yên herî demokratîk dixwaze ji aliyê van
dewletên dagîrkar ve rûbirûyî qirkirinê ma ye.
Bê guman, ev pêşbirka qirêj bi hevpeymanên di
navbera Tirkiye, Îran, Suriy û Îraqê de dibe.
Di vê pêşbirka dagîrkarên
Kurdistanê ya kuştin, talan, êş û koçberî yê de
gelê Kurd di bin hovîtiyeke mezin de ye.
Li Kurdistan bi dagîrkariya
qilasîk re, dagîrkariya nûjen heye. Hem welatên
Kurda talan dikin, hem mêjiyê Kurda pûç dikin û
didizin û hem çand û zimanê Kurda qedexe ye.
Bi alîkariya dewletên mezin
li Kurdistanê faşîzmeke dijwar a dagîrkaran li
ser kar e.
|