|
Ez
Newroza gelê me ku bi sekna xwe ya azad û
demokratîk û bi biryara têkoşîna vê yekê qadên
Newrozê tijî kirin pîroz dikim. Ez Newroza
Rêberê Gelê Kurd ku gelê Newrozê afirandiye
pîroz dikim. Gel nîşan daye ku bi biryar in ji
bo avakirina Kurdistana azad ku hesreta şehîdan
e. Vê Newrozê îspat kir ku azadî û jiyana
demokratîk nêz e.
Di vê nivîsa xwe
de min dixwest ku ez tenê nirxandinan li ser
Newrozê bikim. Encax min guncavtir dît ku ez li
ser şerê psîkolojîk ku AKP bi awayekî bêexlaqî
dimeşîne binivîsînim. Belkî bê gotin hewcê nake
ku serê xwe bi derewên ew qas aşkera ye biêşîne.
Encax bi vî şerê psîkolojîk ku rastiya AKP’ê û
dixwaze çi bike nîşan dide, ji bo şerê
psîkolojîk ku ji niha pê de baştir bê fêhm kirin
min hewcê dît ku li ser binivîsînim.
AKP di dîroka
Tirkiyê ya siyasî de şerê psîkolojîk ê herî
mezin dimeşîne. Tu dibêjî qey partiyeke şerê
psîkolojîk e. Wekî tê zanîn şerê psîkolojîk li
ser berovajîkirina rastiyan tê meşandin. AKP bi
piştgiriya dewletê bi şerê psîkolojîk ê dimeşîne
di pirsgirêka kurd de rastiyan berovajî dike. Li
hemberî Hereketa Azadiya Kurd ku ji bo
çareseriya pirsgirêka kurd têdikoşe bi awayekî
bêexlaqî propogandaya reşkirinê dide meşandin.
Di polîtîkayên li hemberî kurdan tê meşandin de
werxuya dike ku AKP partiyeke ji exlaq û wijdanê
bêpar e. Misilmantî tenê maskeyek e ku li ber rû
yê AKP’ê ye. Bi dehan caran jî hatiye îspatkirin
ku ne demokrat e.
Çapemeniya
alîgirê AKP’ê bi tevahî bûye çapemeniyeke
derewîn. Destpêkê derewa “PKK rewşenbîrên kurd
tehdît dike” gotin. Wekî ku ev derew rast e di
televîzyon û rojnameyan de hate nîqaş kirin.
Niha jî dibêjin “PKK’ê êrîşî Îbrahîm Tatlises
kiriye”. Bi têgihîştina kirasê nedirûtî lê kirin
her roj derewekê dikin. Bi vî rengî dixwaze di
nava civakê de li hemberî PKK’ê nerazîbûnekê ava
bike. Sedemê ku AKP serlêdana dereweke ewqas
kirêt dike ji tengezariya wê tê. Hêvî dike ku bi
dek û dolaban û derewan PKK’ê lawaz bike. lê
belê derewên wiha demborî ji teşhîrkirina AKP’ê
pê de tu encamê nade.
Kîjan mirovê
aqliselîm bawer dike ku PKK’ê İbrahîm Tatlises
birîndar kiriye? Hêza çapemeniyê heye; dibe ku
mirovan bixapîne. Derewê weke rastiyê nîşan
bide. Encax hûn ji kê re bêjin PKK’ê Îbrahîm
Tatlises birîndar kiriye kes ji vê derewa we
bawer nake. Belkî propagandaya li ser vê derewê
tê kirin jî bibe sedema encamên bi xêr. Rû yê
çapemeniya alîgir a AKP’ê hê jî zêdetir bê
nasîn. Rewşeke wiha derkeve holê ku çapemeniya
alîgir a AKP’ê nikaribe bikeve Kurdistanê. Gel
nehêle ku ev rojname li bayiyan bêne firotin.
Televîzyonên alîgirê AKP’ê neyê temaşekirin. Di
rastiya xwe de tiştê ku divê bê kirin jî ev be.
Kampanyayek ku çapemeniya alîgirê AKP’ê nekeve
Kurdistanê dikare bê destpêkirin. Televizyonên
alîgirê AKP’ê li malên kurdan neyên temaşekirin.
Xwendina van rojnameyan û temaşekirina van
televizyonan weke şermeke mezin bê hesibandin.
İbrahîm Tatlises
kurdek e. Bêguman muzîka kurdî naafirîne, lê
kurdîtiyê jî înkar nake. Kesên ku İbrahîm
Tatlises rexne dikin jî hene, yên jê hez dikin
jî; ev normal e. Lê ji bo kuştina İbrahîm
Tatlises teqez divê hin sedemên din hebin. Tê
gotin ku çeteyekê ew birîndar kiriye. Encax dibe
ku hin têkiliyên kûr ku vê çeteyê araste kiribin
hebe. Ji ber ku li Tirkiyeyê piraniya çeteyan bi
saziyên dewletê re bi awayekî têkildar in. Tu
çete an jî mafya bêyî têkiliya bi polîs û
rêxistinên îstixbaratê re nikare xwe li ser
piyan bigire.
Angaşta ku “PKK,
ji ber ku İbrahîm Tatlises bûye bernamzetê
parlamenteriyê birîndar kiriye” herî zêde zirarê
dide AKP’ê. Ji ber ku di nav kesên ku rayên xwe
didin BDP’ê yên ji İbrahîm Tatlises hez dikin
hebin jî pir kêm dê rayên xwe bidin İbrahîm
Tatlises. Encax ji tabana AKP’ê yên rayên xwe
bidin İbrahîm Tatlises dê pir bin. Heke İbrahîm
Tatlises ji ber ku bûye bernamzet hatibe
birîndarkirin di pişt vê yekê de hebe tunebe dê
AKP hebe. Em nabêjin wisa ye, lê navenda şerê
psîkolojîk a AKP’ê heke bêje “ji ber
hilbijartinan hatiye birîndarkirin” wê demê ev
guman dê bê hişê mirovan.
Em dizanin ku di
salên 1990’î de Îbrahîm Tatlises ji ber ku dihat
gotin alîkariyê dide PKK’ê ji aliyê dewletê ve
hatiye hişyarkirin. Dewleta tirk di salên 1990’î
de ji hemû dewlemendên kurd guman dikir ku
alîkariyê didin PKK’ê, guman dikir ku İbrahîm
Tatlises jî alîkariyê dide PKK’ê.
Dîsa di nava
derdorên muzîkê û yên bi vî karî re eleqedar in
de her tim hatiye gotin ku hin kesan ji İbrahîm
Tatlises hez nekiriye. Jixwe di cîhana muzîkê de
berberiyên mezin hene, kesên ku van derdoran nas
dikin her kes dizane. Kesên di nava piyasaya
muzîkê de teqez e ku piranî têkiliyên wan bi
dewletê re an jî bi saziyên dewletê re hene.
Heke kesên ku İbrahîm Tatlises birîndar kirine
bi piyasaya muzîkê re eleqedar bin divê bê
fikirîn ku bi piştgiriya saziyên dewletê re ev
yek kirine.
Em vê yekê ji bo
vê dibêjin: Ewil gotin karsazê Başûrê Kurdistanê
İbrahîm Tatlises birîndar kiriye. Dema dîtin ku
li Başûrê Kurdistanê rastî nerazîbûnê hat beriya
hilbijartinê dê feydeya wê ji AKP’ê re hebe
xistin stûyê PKK’ê. Bi vî rengî hem derdorên
bingehîn ên pişt vê cînayetê vedişêrin hem jî li
hemberî PKK’ê propogandaya reşkirinê dikin.
Bêguman vî tiştî du-sê rojnameger nakin; navenda
şerê psîkolojîk a alîgirê AKP’ê ku bi MÎT’ê re
têkildar e vê propogandayê dike.
Sedemê ku AKP
şerekî psîkolojîk ku ew qasî kirêt dimeşîne, ji
ber ku li Kurdistanê ne serkeftî bûye dizane ku
desthilatdariya xwe nikare zêde li ser piyan
bihêle tê. Ji ber ku AKP heta ku kurdan bixapîne
û li Kurdistanê hêza xwe biparêze qedrekî wê ya
siyasî ji bo dewletê heye. Li Tirkiyê li qadên
din serkeftina hilbijartinê, nayê wateya ku AKP
serkeftî ye. Li Kurdistanê winda bike dê li
tevahiya Tirkiyeyê winda bike. Ji ber vê yekê
her polîtîkaya kirêt ji bo xwe mubah dibîne.
Heta Hereketa Azadiya Kurd bêbandor bike dê vê
polîtîkaya xwe bimeşîne.
Ev nêzîkatî,
îspat dike ku polîtîkayeke AKP’ê ya çareseriyê
tune ye. Ji ber vê yekê hemû kurd divê hişyar
bin. Ne tenê tabana BDP’ê, kurdên ku xwedî
fikrên cûda bin jî divê vî şerê psîkolojîk ê
kirêt ku AKP dimeşîne tê çi wateyê baş bibîne.
Çapemeniya
alîgirê AKP’ê tu cûdahiya wê ji çapemeniya
Mehmedçîk ya salên 1990’î nemaye. Heta di wan
salan de propogandayeke derewîn ewqasî aşkera
nehatiye dîtin.
Duh jî dihat
xwestin ku polîtîkya fermî serwer bikin, îro jî
tê xwestin ku polîtîkaya fermî serwer bikin. Ji
bo AKP û çapemeniya wê ya alîgir kurd çi
difikirin ewqas ne girîng e. Di rastiya xwe de
bi awayekî aşkera henekên xwe bi hest û ramanên
kurdan dikin.
Armanca AKP’ê ew
e ku vîna kurdan esas negire û vê îradeyê
bişikîne. Ji sala 1925’an pê de li hemberî
têkoşîna gelê kurd ku dixwaze îradeya xwe bide
qebûlkirin bi her awayî şerekî dimeşîne. Li gorî
AKP’ê nabe ku kurd bibin îradeyek civakî;
îradeya siyasî ya kurdan nayê qebûlkirin. Dewlet
ji bo wan çi difikire divê vê yekê qebûl bikin.
Polîtîkaya AKP’ê
a ha ev e. Ev jî li hemberî daxwaza jiyaneke
azad û gelê kurd bibin îrade bi awayekî aşkera
hereketeke çewisîner e.
|