|
“Mafê parastina
rewa di her astê de û di her demê de, ku êrîş
bêne ser nirxên jiyanî, şert û merc çi dibin
bila
bibin tişta ku pêwîste bê kirin, çalakî û mafê
pîroz ya hebûna xwe parastin û azadiya xwe bi
destxistine”.
Rêber Apo bi van
gotinan parastina rewa pênase kiribû. Xulase
pênaseya parastina rewa ewe ku kes an jî komek
hebûna xwe biparêze. Di vir de hebûn dibe mijara
nîqaşê. Yanî hebûn çi digire nava xwe, çarçoveya
wê çiye? Ev pirs ji bo me di asra jiyanî de
girîng in.
Hebûn bi
gotineke herî hêsan; hem di milê siyasî, civakî
û hem jî di milê çandî de destkeftî û nirxên
takekes an jî civakekî ye. Ev nirxana jiyana
takekes an jî civakê dihewînin. Em dikarin van
rewşan de parastina rewa çawa pêk tê hinekî din
jî vekin.
Parastina rewa
tê wateya rewşek bîrdariyê, rewşek bi feraset û
weke takekes û civak rêbazê seknekê ye. Rêber
Apo weke xeteke prensîba vê ya bingehîn wiha
pênase dike: "hêza me ya binxistina cîhanê jî
hebe emê êrîşê tu kesî nekin, cîhan bibe yek û
bê ser me jî, emê tu caran dev ji mafên xwe yên
rewa bernedin." Ew tê wê wateyê ku, ev rêbazê
sekinandina rewşa parastinê îfade dike, li
hember êrîşan berxwedanê digre di nav xwe de. Di
bin her şert û mercan de tê wateya parastina
mafên ku çavkaniya xwe ji bûyîna civaka azad a
takekes û mirovbûnê digre; ev erkê parastinê
îfade dike.
Mirov dikare vê
parastinê jî sê beşande binirxîne; ev jî weke
parastina qada fikrî ango parastina îdeolojîk,
dîsa parastina qada civakî ango parastina siyasî
û parastina leşkerî ango parastina çekdarî ye.
Ji bo takekes an jî civakê parastina îdeolojîk,
parastina siyasî an jî parastina çekdarî li
hember her awayî êrîşên li ser qada jiyanê rewşa
xwe parastinê îfade dike. Parastina îdeolojîk
hilberandina raman e û li ser hîmê huner û wêje
tê wateya meşandina tekoşîna îdeolojîk.
Parastina siyasî di çarçoveya tevahî
rêxistinbûnên aborî, civakî û siyasî de
pêşxistina tekoşîna serhildanên demokratîk e.
Parastina çekdarî jî li ser hîmê gerîla û
parastina cewherî, di şerê parastina rewa de
îfadeya xwe dibîne.
Ji ber vê yekê
ev rastiyeke ku di roja me ya îro de bingeha şer
di asta îdeolojîk de ye. Têkoşîn û şerên îro tên
kirin ji sedî not di asta îdeolojîk de tên
meşandin. Bi taybet sîstema kapîtalîst a
dewletparêz ji bo tevahî takekesan û civakan li
gor berjewendiyên xwe bimeşîne û bide alikî, li
ser esasê şerê îdeolojîk bi kar anîna her awayê
amûr û rêbazan gihandiye bêla jor. Her wiha di
tevahî babetên takekes û civakê de tu tiştek
nemaye ku nebe hedefê tekoşîna îdelojîk û nekeve
bin bandora vê yekê de. Jiyana mirov û sekna
civakî di bin şer û êrîşek wiha de hatiye perçe
kirin û her perçeyek wî bûye hedefa êrîşan. Ev
yek rastiya îro ya tuje ku takekes û civak dijî.
Aliyê herî trajîk û bi êş ev e ku, rixmê rûbirû
yê van êrîşan e, ji aliyê kesên din ve tê
alîdayîn û xizmetê ji wan re dike, hest, fikir û
tevgera wî ji xizmeta wî derketiye û bi temamî
ketiyê bin xizmeta sîstema deshilatdar, takekes
û civak ne di haya vê rastiyê de ne. Berovajî vê
ketine rewşek wisa ku ew dibêjin, qey ev sîstema
jiyana ew ketine di nav de azadiye, wer hesap
dikin ku ew bi hêz dibin û pêşdikevin. Herwiha
bê ku ev şerê hatiye sepandin ferq bikin bi
daxwaz qebûl dikin. Rêber Apo di qada parastina
îdeolojîk de ji bo pêşengiyê bikêşe seknek
saxlem wiha got; "divê gerîla mejî û dilê xwe
saxlem bigire." Ev yek hem li hember êrîşên
îdeolojîk qezençkirina seknek îdeolojîk îfade
dike û hem jî li gorî vê sekna îdeolojîk, bûyîna
xwediyê taktîk û rêbazan û li ser vê esasê
meşandina pratîkek serkeftî rewa dike.
Dema mirov van
hemû rewşan bigire berçav, beriya her tiştî û
kesî ciwan derdikevin pêşberê me. Ji ber ku ev
erk erkên ciwananin. Hem di milê siyasî de hem
jî di milê civakî de. Ciwan parazvanên çanda
civakanin. Ev qanûna jiyanê ye. ji destpêka
dîrokê heya roja me ya îro jî ev wisa ye. Wekî
rêgeza jiyana însanan hatiye pênasekirin. Di
feodalîzmê de bile yên ku karê civakê yê
parastinê dike ciwanin. Di sosyalîzmê de jî wisa
ye lê bi ferqekî; ciwan di sosyalîzmê de di
heman demê de pêşengê rewşa parastinê ne. Ango
teorîsyenin. Hem di hêla teorîk-bîrdozî de hem
jî di pêkanînê de ciwan pêşengtiya sosyalîzm
ango konfederalîzmê dikin.
Dema mirov rewşa
kampa Mexmûr jî bihizire, ji êrîşên leşkerî
zêdetir êrîşên siyasî û çandî tên pêkanîn. Li
hemberî vê rewşê zêdetir hişyarbûn û tawîznedan
parastina herî mezin e. Wekî din qada ku van
hemû êrîşan têk dibe, qada gerîla ye û divê her
ciwanek kurd berê xwe bide qada gerîla û bibe
berendamekî parastina civaka xwe. Serkeftin
bixwe jî ew e.
|