* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


PJAK, KCK, PDK, hêzên Başûr û Rojhilat di hedefê de ne
 

 

  HEVAL CAMAL

 

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan derbarê êrîşa dewleta Îranê ya li ser Qendîlê de got; “Armanca Îranê ew bû ku Hikûmeta Herêmê jî beşdar bike. Lê dema ew beşdar nebûn vê carê ew jî bûn hedef. Dixwaze bi vî awayî were Qendîlê bigire derbe li me û PJAK’ê bixe. Lê biketina Qendîlê dixwaze zextê li hemû Kurdan bike.”

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan daxuyaniyên girîng da û diyar kir ku hedef netenê PJAK e, KCK-PKK, hêzên Rojhilat, Başûr û PDK jî di hedefê de ne. Karayilan derbarê helwesta hêzên Başûrê Kurdistanê de jî got; “Nunerên Hikûmeta Herêmê diviyabû ev proje red bikiriba. Lê gotine em nikarin beşdar bibin, şert û mercên me dest nadin, em di aliyê leşkerî de nikarin beşdar bibin. Lê em ê dora Qendîlê bigirin. Ev yek jî tê wateya erêkirinê.”

Dixwazin Qendîlê dagir bikin

Daxuyaniyên Mûrat Karayilan wiha ye: “Dewleta Îranê dixwaze Qendîlê dagir bike. Berê dem bi dem dewleta Îranê Başûrê Kurdistanê topbaran dikir. Çalakiyên PJAK’ê jî ji bo vê yekê dikir hincet. Salek e zêdetire PJAK’ê çalakî nekirine. Artêşa îranê jî operasyonên we yên di hundir de rawestandin. Li holê aramiyek hebû. Lê artêşa Îranê di çarçoveya plana êrîşek berfireh de, di 16 Tîrmehê de êrîş bir ser Qendîlê. Li herêmên di bin çavdêriya PJAK-HRK’ê de dest bi şer kir. Lê hedef ne PJAK e, hedef piraniya Kurdan e. Siyaseteke pir qirêj û gemar dimeşîne. Îranê di berê de jî li hemberî Kurdan hertim bi awayeke veşarî siyaseta xwe meşandiye. Niha jî armaceke wiha heye.”

Dixwazin Kurdan bê hêz bikin

Dixwaze bi siyaseta qirêj û textîkên xwe di vî şerî de bi ser bikeve. Niha Îran bi xwe di nava tengasiyê de ye. Di pêşengiya Emerîkayê de, hêzên navnetewî embargo li ser Îrnê danîne. Her ku diçe dixwazin Îranê dorpêç bikin. Îran di hedefê de ye. Ne îro, sibe an du sibe. Îran baş dizane ku wê dawiya pêşketinên li Rojhilta Navîn xwe bigihînin Îranê. Îran li gel xwe hesabê xwe dike. Îran dibêje ku Kurdan di hilweşandina rejîma Îranê de rol wergirtin, Kurd li Sûriyeyê jî bi hêz in ew ê di hilweşandina rejîma Îranê de jî rol werbigirin. Dibêje divê ez Kurdan bê hêz bikim, parçe bikim”.

Îranê dixwest hikûmeta kurd jî beşdar bike

Îranê dixwest ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî beşdarî vê plana xwe bike. Ger Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdar bibe, çi dibe? Plan ew e ku di nava Kurdan de dînamîtê biteqîne ku bi xwe şerê hev bikin. Nunerên Hikûmeta Herêmê diviyabû ev proje red bikiriba. Lê gotine em nikarin beşdar bibin, şert û mercên me dest nadin, em di aliyê leşkerî de nikarin beşdar bibin. Lê em ê dora Qendîlê bigirin. Ev yek jî tê wateya erêkirinê. Ev yek cihê rexnekirinê ye. Lê piştre Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwe neda ber û proje nexist meriyetê. Piştî ku hikûmeta Herêmê ev proje nexist meriyetê, ew jî li rastî gefên Îranê hatin. Mînak devera Hecî Umran topbaran kirin. Li ser herêmên bi taybet di bin çavdêriya PDK’ê topbaran kirin, gef zêde kirin. Heta Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî li dijî topbaranê daxuyanî da. Dev avêtin wî jî. Ew jî tawanbar kirin û gotin ew terorê dihewîne.

Di hedefê de PDK jî heye

Armanca Îranê ew bû ku wana jî beşdar bike. Lê dema ew beşdar nebûn vê carê ew jî bûn hedef. Dixwaze bi vî awayî were Qendîlê bigire derbe li me û PJAK’ê bixe. Lê biketina Qendîlê dixwaze zextê li hemû Kurdan bike. Bi taybet li ser Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û hemû hêzên Başûrê Kurdistanê wekî tehdîdek be û zextê li wana bike. Dixwaze siyaseta xwe li ser wana ferz bike. Polîtîkayê Îranê wiha ye, dibêje an tu wê li gel min bî an jî li dijî min bî.”

Helwesta hêzên başûr

Mirov niha li vir hem rexne û hem jî tiştên erênî dibîne. Mijarê rexneyê ew e ku çima di pêşiyê de red nekirin. Niha jî erênî ye; tişta erênî ew e ku hêzên Başûrê Kurdistanê beşdar nebûn û xwe jê dûr gitin. Niha jî, di seknekî ne xirab de ne. Divê Kurd li hember vê xêrnexwaziyên dagirkeran û êrîşa rejîma Îranê hemû yek bin. Armancên Îranê yên kûr hene.

Em weke KCK’ê dibêjin ku derdorê Îranê dorpêçkirineke navnetewî heye. Nabe ku Kurd li hemberî Îranê şerê çekdarî bimeşînin. Divê Kurd bê alî bin. Divê Kurd ne bi şerê çekdarî, bi xebatên siyasî li Îranê têbikoşin. Ji bo şerê çekdarî nebe, em gelek hewl didin. Ji ber wê jî em pir bi rêveberiya PJAK’ê re gotûbêj dikin û ji wana re pêşniyar dikin ku xebatên siyasî bidin pêş. Têkiliya me bi Îranê re hene, me bang li wan jî kir. Kurd di demeke wiha de ne pêwîst e ku bi dewleteke weke Îranê re şer bike. Lê ji ber ku ew ji xwe ditirsin. Ji her kesê ditirsin û ji Kurdan jî ditirsin”.

Di dizayna nû de cihê kurdan naxwazin

Niha PJAK li Dola Kokê li ber xwe dide. Lê hedef ne PJAK e. Vaye li hemberî Xinêre û Xakûrkê jî dest bi êrîşan kiriye. Îranê ne tenê PJAK, hemû KCK, Kurdên Rojhilat, Başûr û PDK ji bo Îranê hedef in. Bi vê yekê dixwazin Kurdan lewaz bikin. Ev plana Tirkiye û Îranê ne. Yên ku niha şer jî dikin piraniya wan Tirk in, em vê yekê baş dizanin. Hêzên taybet ên Tirkiyeyê jî di nav de ne. Dixwazin stratejiya Kurdan lewaz bikin, Kurdan berdin hev û krîzeke nû di nava Kurdan de biafirîne. Şerekî taybet e. Dixwaze Qendîlê bigire. Dixwaze peyamê bide herkesê. Bi vê yekê dixwaze stratejiya Kurdan lewaz bikin. Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin, dixwazin ku di vê dîzaynê de cihê Kurdan tune be.

Naxwazin Kongreya Netewî ya Kurd pêk were

Di 14’ê Tîrmehê de Xweserî hat îlankirin û Îranê jî di 16’ê mehê de êriş kir. Ev hemû bi hev ve girêdayî ne. Dixwazin vê yekê provaka bikin. Dixwazin komplo li Kurdan bikin û projeya Kongreya Netewî ya Kurdan dayî pêşiya xwe bi ser nekeve. Careke din Xweseriya Demokratîk li Bakûr bi ser nekeve. Ji ber wê jî Îran û Tirkiye projeyekê dagirkeriyê li ser Kurdan dimeşînin. Dixwazin kaosekê çêbikin. Ev mudaxele li hemberî vîna gelê Kurd e. Îran negihişt armanca xwe. Berxwedana hevalên PJAK’ê berxwedaneke hêja û pîroz e. Îranê nêzî 30 hezar leşker aniye û teknolojiya herî xurt bi kar tîne, heta niha sed metre pêş de hatibin, lê bi ser neketiye.

Di dirêjiya 10-15 km de şerek e dijwar heye. Îran teknolojiyeke pir xurt bi kar tîne. Lê li rastî berxwedaneke hêja ya gerîlayan hat. Artêşa Îranê nikare ber bi pêş de were. Rawestiyaye û xetimiye. Dibe li hinek aliyên din êriş bike. Dibêje me biryargehên PJAK’ê bi dest xistiye’ lê ka, te heta niha sînor derbas nekiriye.

Meseleya sînor heye…

Niha meseleyek a sînor jî heye. Bila gel vê yekê bizane. Li gorî zagonên Neteweyên Yekbûyî, divê qereqol li piş xeta sînor bêne çêkirin. Îran tê li ser sifirê qereqolê çêdike. Niha jî dixwaze bi qasî 10 km xaka Başûrê Kurdistanê ji xwe re bigire. Ya duyem jî di sala 1974 de, peyman qirêj a Cezayîrê, di navbera Iraq û Îranê de hat morkirin. Di vê peymanê de dibêjin ku sînor hatine nûkirin. Lê di herêma Qendîlê de sînorê dema Osmaniyan heye, Îran dibêje na, dixwaze sînorê xwe li ser navsera Qendîlê deyne û dibêje ew e sînorê min e.

Me biryara şer li hemberî Îranê nedaye

Îran dixwaze were navsera Qendîlê bigire. Dema Dola Kokê girt, wê piştre jî Dola Eyşê û bi vî awayî ew ê li ser Qendîlê bibe serdest.

Me weke PKK-KCK li hemberî Îranê biryareke şer nedaye. Em îlan jî nakin. Ji ber ku ev şerê Îran dike, ne şerek rast e. Spaha Pastaran a Îranê vî şerî dimeşîne. Ne ji bo berjewendiyê Komara Îslamî ya Îranê ye jî, Kurdan hemû dike hedef. Feyda vî şerî ji bo tu kesekî tune ye. Lê em ê heta dawiyê PJAK’ê destek bikin. Ger werin ser me, em ê mafê parastinê bi kar bînin. Bila dewletên dagirker êdî baş bizanin ku Kurd li hemberî wan stuyê xwe xwar nake. Fêr bûne hema berê tank û topên xwe didin Kurdan. Dibêjin bila her kes ji ber wan birevin. Na wisa, em narevin. Divê êdî baş bizanin ku Kurd jî êdî hêz in, xwedî îrade ne, û divê ji vê îradeyê re rêzê bigirin. Dixwaze vîna gelê Kurd bi dagirkirina Qendîlê biceribîne. Lê bila gelê me baş bizane, di van 13 rojên dawî de çawa derbas bûye, wê ji niha û pêve jî wisa be”.

Mesele hemû kurdin

Mesele ne PJAK an jî PKK ye. Mesele hemû Kurd in, polîtîkayeke dijminan e û dagirkeriyê ye. Tiştek wiha di Îslam û biratiyê de tune ye. Kê ji Îranê kiriye. Em dibêjin bila Îran li hemberî Kurdan operasyonên leşkerî neke, bila darvekirinan rawestîne. Divê Kurd jî şerê çekdarî nemeşînin, çalakiyên siyasî bimeşînin. Em vê diparêzin. Lê Îran dixwaze bi leşkerî encam bigire. Ev yek ne gengaz e.”

Dibe Îran êrîş berfirehtir bike

Dibe Îran êrişê berfirehtir bike. Aliyê Xinêre, Xakûrê û Qendîlê bike hedef. Lê divê Îran dest ji vê yekê berde. Ger dest jê neberde ew ê zirar bike. Em naxwazin di demek wiha de bibin alîgir. Em naxwazin zirarê bidin Komara Îslamî ya Îranê. Lê em dikarin her tişê ji bo parastina gelê xwe, ji bo şeref û rûmeta gelê xwe bikin. Divê kes me neceribîne. Ez niha tiştek bêjim, bila weke gef neyê fêmkirin. Niha Îran ewqas êrîş dike, ger em weke PKK’ê, dest ji şerê li hemberî Tirkiyeyê berdin û şerê Îranê bikin, ew ê çi bibe? Ez di wê baweriyê de me ku Îran nikare 6 mehan li hemberî me bisekine. Divê xwe şaş neke. Em naxwazin vê bikin. Ji ber wê jî divê hevalên PJAK’ê xwe biparêzin. Ger bêne ser me, em jî dê xwe biparêzin, lê em naxwazin şerekî berfireh çê bibe”. ANF