* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


Otorîte û Azadî
 

 

   
Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan

Pejirandin an jî pêkhêneriyeke bi dil heye. Ji ber vê çendê ye ku, civaka xwezayî ya polîtîk û exlaqî ye, di bîra mirovan de wekî buhiştê cîh girtiye, mirovan, lêgerînên wan her timî kişandiye wir. 

Otorîte, di destpêka civakîbûna mirov de çêbûye. Ji ber vê sedemê ne biyanî ye ji civakê, berevajiyê vê parçeyeke wê ya temamkar e. Otorîteya ku parçeyekî civakê bû, çawa anîn rewşeke dijberê civakê? Bersiva vê pirsê biqasî dîroka şaristaniya çînî mijareke kûr e û pêwîstî bi dahûrandinê heye.

Ji rêzdariya ku di encama hunera di mirov de heyî derdikeve holê re tê gotin, otorîte. An jî rêzdariyeke di encama çalakiya mirov a karên erênî, bifêde de afirîndiye ye. Dema ev pênase werin hîm girtin otorîte bi rêzdariyê re hemwate ye û ev bi fêdeya di kiryariyê de derdikeve holê re tê pîvan. Di vê rêzdariyê de tehekum an jî çewsînerî nîn e. Di vê wateyê de ev xema hundirê civakê pêk tînin. Taybetmendiyên hundirîn hildigrin. Rewşeke ji dervede tê ferzkirin nîne.

Bê Otorîtetî Çênebûye

Di qismeke civakê ya ji sedî 98 de mirov, bêyî otorîte û rayeya ji derve de tê ferzkirin jiyane. Lê ev nayê wê wateyê ku bê otorîte, jiyane. Di vir de jî otorîte û rêzdariyeke xuya heye. Ji ber têkiliyên civaka exlaqî û polîtîk organîk û piştvanitî yên herî zêde piştvaniyê pêşdixînin rêzgirtineke herî mezin, ji lewra jî otorîteyê digirin. Yên di serî de vêya dikin jî jine. Ev taybetmendiya wê ye ku jinê dibe asta Xwedavenda dayik. Di vê mijarê de Rêber APO vê dide xuyakirin: “Têkiliya di derdora jina-dayik de ji têkiliya hêzek, otorîteyekî zêdetirîn di şêwazê alîkariyeke organîk de bûna wê, guncavê cewherê civaka xwezayî ye. jirêderketinekî pêknaîne. Ji otorîteya dewletê re girtiye. Ji ber çêbûna organîk pêwîstî bi xwespartina zor û derewê nabîne”.

Bakunînê ku wekî bavê Anarşîzmê tê pejirandin, otorîteyê wekî “zagonên hundirîn” pênase dike. Û ‘ev zagon ne ji derveyî me ne, ev dixwaza me de tên dîtin; heyîna me, di aliyê fizîkî, ronakbîrî û exlaqî de tevahiya heyîna me tînin holê; em jî tenê bi saya van zagonan dijîn. Ev nebin em ne tiştek in jî, em nîn in. Wê demê em hêza îsyankirina li hemberî van û vê xwastekê ji ku derê digirin? Di têkiliya mirovan a bi zagonên xwezayî re tenê azadiyek ji bo mirovan gengaz e. Rizgariya mirovahiyê ya komelkar û takekesî bi şêweyeke guncavê armanca wê ketina ferqa wê ya û her diçe di pîvaneke fireh dibe de pêkanîna wê. Dema ev carekî hate qebûl kirin, otorîteyeke tu car ji aliyê girseya mirovan ve nebe mijara nîqaşê di afirîne’.

Zagonên Civakî...

Zagon û rêzikên ku civakê dikin civak hene. Di serî de civakîbûn, polîtîkbûn û exlaq tê. Ev nêzîkatiyên ku di civakê de rêzdarî didin çêkirin, her ku diçe dibe otorîte. Lê di vana de ferzkariyek nîn e. Pejirandinek. Ji ber vê çendê ye ku, civaka xwezayî ya polîtîk û exlaqî ye, di bîra mirovan de wekî bûhiştê cîh girtiye, mirovan, lêgerînên wan her timî kişandiye wir.

Ber bi dawiya civaka xwezayî ve, hiyerarşî di hembêza civaka xwezayî de wekî jirêderketinekî û civaka xwezayî bi kotinê re lewaz dike pêş dikeve. Dema ku hiyerarşî bi zagonên hundirîn ên civakê re bû yek wekî nabe pirsgirêkekî cidî, roleke ku jêre têgotin ‘hiyerarşiya bi fêde’ jî lîstiye. Lê ev çêbûn, cihê ye ji otorîteya jina di civaka xwezayî de. Ev pêşketina beriya civaka çînî an jî dema şeveqê de, xalaçerxeke herî girîng a dîrokê pêk tîne. Ev wekî wesfî ji ola jina dayik cudaye. Xebata bingehîn a ola jina dayik, komkerî ye. Hîn li piştre kedîkirina ew nebatên pêşxistine û afirandine xebateke aştiyane ya şer pêwîst nabîne ye. Xebata nêçîrê jî hîn zehmettir e. Ji lewra hîn zêdetir otorîte dixwaze. Ev xebat koka şer jî çêdike. Desthilatbûna vê çandê tê wateya kok dayîna otorîteya baviksaler. Lê li rexmî vê jî otorîte hîn şexsî ye û sazî nebûye.

Dema ev çand, bi otorîteya rahîp û şaman ku otorîteyeke olî ye re bûye yek çandeke nû çêdike. Ev çanda civaka biçîn û dewletî ye. Ev, pêşketineke berevajiyê civaka xwezayî dişopîne. Salên  BZ. 4 hezar salan de dibe salên pêşketina vê otorîteyê. Ev, xwe bi çêbûna dewletên bajaran ên Sûmeran re dide nîşandan. Çîrokên mîtolojîk an jî vebêj tijîne der barê çêbûna vêya de. Di ev civaka nû ya çêdibe de esker hêz bidest dixin. Qralên leşker yek ji taybetmendiyekî vê yê herî aşîkar e. Di encama vê de pêvçûnên nav qebîleyan de zêde dibe. Di necama van pevçûnan de nêzîkatiyên radestgirtin an jî tunekirin tê hîm girtin. Ev jî li dewsa tevlibûnekî xwezayî tevlibûnekî bi zorî tîne. Tevlibûna bi zorê tevlibûneke koleyî ye. Kûrbûna vê otorîteyê, li gel çînayetiyê vediguhere otorîteya dewletê. Rêber APO di vê mijarê de vêya vedibêje: “Dewlet, otorîteya xwe bi ew zagon û qanûnên çêkiriye re didomîne. Civak li gorî van zagon û qanûn wê bihizire-biaxive, bixebite. Di mijarên mîna hal û hereketan de, reftarî hwd… de dê li gorî dewletê bibe, derketina ji derveyî vê sûc e. Dewlet dema ku ev pêknehatin dikeve nava tirsa otorîteya wî lewaz dibe bi girtîgehan, darizandin û çewsandin û rêbazên kedîkirinê re otorîteya xwe diparêze’.

Wekî ji nirxandinên ku me ji Rêber APO jî girtiye tê fêm kirin ku ferqeke wesfî dinavbera otorîteya civaka çînî û dewletparêz û ya civaka xwezayî ku exlaqî û polîtîke de heye.

Di vê wateyê de şaristaniya çînî, têgîn û nêzîkatiyên civaka xwezayî serûbin kiriye. Dema di civaka xwezayî ku civakeke organîk de otorîte tişteke hundirîne, di civaka çînî ku civakeke mekanîk de jî ji derveyî (dışsal) ye.  Di civaka xwezayî de rêzdariya ku jêdera otorîteyê pêktînê dispêre huner,dispêre fêdeyê û kesî ye. Lê di civaka çînî de dispêre zordarî, dispêre berjewendiyê û sazîbûye. Li dijî otorîteya koledar sekinîn, tekoşîn kirin, tê wateya tekoşîna mirovahiyê dayînê. Mirovbûna mirovahiyê di tekoşîna xwe ya li dijî vê otorîteyê pêş dikeve.