|
|
Beşa-lll-
Weke Afiraneke
Mirov Xweda Û Ol
Heta ku xweda
nebe olek nikare saz bibe. Xweda û ol yekpareye
û nabe ku ji hev were cudakirin. Heta, wesfa
olan jî bi wesfa xweda re tê pîvandin, nirxandin
û pênaseyên ola xwedayên pirî û ya yek xwedayî
ji vir jêdera xwe digire û nav hev de bûna xweda
û ol dide nîşandan.
Ol, saziyeke
berhemê afirana mirov e. Lêgerîna mirov a zanîna
gerdûnê mora xwe li her demekî xistiye. Ji pirs
û pirsgirêka bingehîn a felsefeyê ‘ev gerdûn
çawa hatiye afirandin, çawa çêbû û çawa dikare
wek xwe bimîne’ re li ser bingeheke metafîzîk
bersîvan dayîn bûye pênaseya ol. Ev pirsên ku,
daxwaza mirov a naskirina xwe û xwezayê û
xwasteka pênasekirinê, bû sedem ku ol weke
saziyeke pêşbikeve. Ev pirs, di serdemên ku
têgihiştin û pênasekirin lewaz bûne de bi
afiranan re hatiye îfade kirin. Her tiştê zindî
û xwedayê di her tiştekî heye de xwedayên pirî û
pergala ol derxistiye holê. Lê dinavbera xwedayê
destpêkê û yê piştre de ferqek çêbûye. Xweda
wesf guhertiye, ji her tiştê ku zindiye de bi
remzkirinê re hîn zêdetir şênbertir hatiye kirin,
di herî dawî de jî di asta wate û têgîn de bi
razberkirinê re dinava cî û wext de hatiye
rewşeke bêdawî. Xwedayê ku bi têgîna Ezel-ebed
re tê pênasekirin, bi kûrahî û berfirehî li
gerdûnê belav bûye, nayê dîtin, pênayê hesîn (dokunulmayan),
bi lebatên sehekê bi heyîna wî nayê hesîn, lê ji
mirov re jî bi qasî ‘ damarê mirinê (şah damarı)
nêzê mirov e’, bûye diyarkerê gerdûnê, her tiştê
mirov û jiyana wî/wê. Heyîna xweda ya bi lebatên
hesekê (duyu organı) nayê pênasekirin û îspat
kirin, ancax dikare bi rêya danehiş re, hest re
were dîtin. A şênber bi rêbazên şênber re dîtin
di aliyê pênaseya fizîk de rast e, lê ya razber
bi rêbaza rê, rêbaz û amûrên şênber re nayê
dîtin. A razber jî ancax bi rêya razberkariyê
were dîtin. Ev jî heta radeya dawiyê tişteke tê
fêm kirin e.
Pênasekirina
şênber a xweda di civakên xwezayî de bi rewşa
pêşketina zêhniyetê ve pêwendîdar e. Xweda bi
qasî her tiştê bixwîn û zindiye. Lê tişta ji
xwedayên şênber re tê bar kirin jî, ji ber weke
naverok bi têgînan re tê pênasekirin eşkereye.
Ji lewra di demên herî sivik hatine dest girtin
jî mîsogereku ji xweda re lê bar kirin (yüklenim)
heye. Ev dibe ciyewaziya dinavbera mirovên
serdema Neolîtîkê û yê roja me ya îro de ye.
Mirovê dema Neolîtîkê di derdora têkilî û
nêzîkatiyên şênber de tevgeriyane, dema mijarên
metafîzîk bun mijara gotinê razber dimîne.
Gotina ciyewaziyeke mezin dinavbera mirovên
serdema Neolîtîk û modernîst de heye rast e. Em
ji pêkhateya zihniyetê bigrin heta hizirîn,
jiyan kirin û bawer kirinê hema her tiştê xwe
cûda ye. Mîsogere ku wê xwedayên wan jî cûdabin.
Xwedayê civaka çînî, bi qasî xwedayê serdema
Neolîtîkê bi muqadesiyan ne hatiye sitirandin.
Dema têgînên tirs, ceza, guneh, cehenem, rêzik,
qaîde û hwd. dibûn taybetmendiyên bingehîn ên
xwedayên civaka çînî, têgînên tam berovajiyê wê
ya jî dibin taybetmendiyên xwedayên serdema
neolîtîkê. Ev dane ber heva ku Rêbertî kiriye di
derbarê xwedayên serdema neolîtîkê de vêya dide
xuyakirin:
“Wexta cihê wê hat, emê maneya civaka şareza
daye têgîna xwedê şîrove bikin. Ya girîng ew e
ku zêhniyeta civaka neolîtîk têkiliya xwe bi
xwedayetiya bi zext, mêtingerî û zordariya
sergirtî re nîne. Di têgihiştina xwedayetiyê ya
neolîtîkê de zêdetir dilovanî, malavahî, bereket,
hezkirin û coş heye, wexta ku kar ne li rê diçin
vê yekê bi têgînên mîna tirsê û rohniyê têkildar
dibîne û gelekî hewl dide bi wan re li hev bike,
ango bi awayekî zanistî bi xwezayê re dide û
distîne, ekolojîk tevdigere. Wexta hewce dibîne,
nirx û buhayên xwe yên herî hêja, zarokên
parçeyekî wan in, keç û xortên xwe yên ciwan
dikin qurban û pêşkêş dike. Ji aliyê civakbûnê
ve xwedê di civakên berê yê klan de bi têgînên
weke ‘totem’, ‘tabû’ û ‘manayê’ weke kulteke
dapîra civakê dihat qebûlkirin. Bi gotineke
din, ‘dapîrtî’ weke dînê ‘dayik-xwedawendê’
maneyeke xwe hebû. Pîroztî û têgînên me jimartin
totem, tabû û mane bi temamî xwedayetî neyên
hesibandin jî weke ewrekî giran ê zêhniyetê timî
li ser serê wan digere. Pîroztî jî di cewherê
xwe de helwesteke li hemberî her tiştê li ser
jiyana wan bi bandor e. Li hemberî xuşû û coşê,
carnan tirs û fikarê, carnan hezkirin û rêzê,
carnan êş û girî helwestek e. Nirx û qîmetekê
didin obje û maneyên li ser jiyana wan bi bandor
in. Em dikarin vê yekê weke exlaq jî şîrove
bikin. Jixwe di bingehê exlaq de jî ev xweda û
pîroztî hene ku bawer dikin civaka wan li ser
piyan digire û rola bingehîn dilîzin. Civak di
vê mijarê de gelekî ji dil û ciddî ne. Wer bawer
dikin ku binpêkirineke piçûk a rêzikan,
bêhurmetî ye, û nedana qurbanan dibe ku rê li
felaketekê veke. Ango bi temamî civakeke exlaqî
ne. (Abdullah Ocalan/Manîfestoya Civaka
Demokratîk) Wateya civaka neolîtîk bar kiriye
têgîna Xweda, pîroziyan bi vê yare rave kirin,
jiyana xwe di bingeha van têgînên pîroz de
destgirtin û nirxandina wê tê fêm kirin berhema
nêzîkatiyeke bi zanistiye. Divê têgîna zêhn (bilinç)
weke nêzîkatiya eqlê analîtîk a her tişt bi herî
aliyê xwe yê zirav veqetandina perçan re
gihiştina kûrahiya wê neyê fêmkirin. Zêhn, bi
bendewariya ku ew pênaseyên hêjayê wê dîtiye re
dê bandoreke erênî li ser jiyana wê/wî bike, di
zanabûna tevgerkirina vêya de bûne. Pir xwedayan
afirandin, ji van xwedayan tev re taybetmendiyên
di xwazayê de bar kirina wê, jiyan û paşeroja
xwe bi vêya ve dayîna girêdan, kêmasiyek,
nebesiyek, lawaziya baweriyê ya bi ew karê dike
ve neyîniye; dema bi bawerî û girêdanî tevger
kirin hate çêkirin jî bi baweriya ku dê encamên
erênî bizên re tevgeriyane. Malên xwe, stargehên
xwe, herî cihên xwe yên xweşîk fedayê ew
xwedayên ku bendewariyên xwe yên jiyaneke xweşîk
a paşerojê barkirine. Xweda weke berhemeke eqlê
mirov û weke vegotina bendewariyên wê zaye.
|