|
Cemîl BAYIK
Îran ji nişka ve
êrîşa dagirkirina Qendîl û Qadên Parastina
Medyayê da destpêkirin. Îran heke di serî de
piştgiriya Tirkiyeyê û gelek dewletên din
wernegirtibaa newêribû êrîşeke wiha pêk bîne.
Sûbayên tirk jî di nava van êrîşan de cihên xwe
digirin. Ne tenê sûbay, gelek delîlên xurt hene
ku di van êrîşan de leşkerên tirk jî cih digirin.

Dema mijar dibe
Kurd Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriye bi hev re
hereket dikin. Pirsgirêkên cidî yên bi hev re
hebin jî li ser dijberiya Kurdan li hev dikin.
Her yek ji wan destkeftî û têkoşîna Kurdan a li
her parçeyekî ji bo xwe talûke dibînin. Li
cîhanê neyartiyeke wiha û tifaqeke wiha nehatiye
dîtin.
Nakokiyên cidî
yên Îranê bi DYE’yê re hene, lê dema mijar dibe
pirsgirêka Kurd hevalbendê DYE’yê Tirkiye bi
Îranê re hevkariyê dike. Di rastiya xwe de ev
rewş nîşan dide ku Îran di mijara PKK’ê de
piştgiriya DYE’yê digire. Di 1’ê gulana 2008’an
de DYE’yê keşf kir, balafirên tirk beşa
çapemeniya PJAK’ê bombebaran kir û 6 kadroyên
çapemeniyê jiyana xwe ji dest dan.
Neyartiya Kurd
polîtîka û talûkeyeke wiha tevlihev derdixe holê.
Welatên ku polîtîkayeke wiha dişopînin nikarin
pirsgirêka Kurd çareser bikin. Çimkî, hê jî
dixwazin bi polîtîkayên înkar û îmhayê li
hemberî Kurdan qirkirina çandî û fizîkî pêk
bînin. Dema dibêjin Kurd heye jî dev ji vê
polîtîkayê bernadin.
Dijberiya Kurdan
bi PKK’ê re derxistine asteke bilindtir. Di
demên ewilîn ên Şoreşa Îslamê ya Îranê de bi
awayekî îzafî be jî aliyên wê yên gelparêz û
şoreşger hebûn. Bi PKK’ê re jî têkiliyeke diyar
hebû. Heta mirov dikare bibêje ku PKK ji bo ku
Kurd û Îran di nava tifaqekê de bin ket li nava
liv û tevger û hewldanan jî. Encax li Îranê ji
ber ku polîtîkaya Kurdan di bin nîrê serdestan
de hiştin heta nasnameya Kurdan înkar û îmha
hate esasgirtin û bi vê yekê hat xwestin ku PKK
bê îzolekirin û qada lê bandor dike bê
sînorkirin. Li ser vê esasê mirov dikare bibêje
ku Îran ji karektera PKK’ê ya têkoşer û şoreşger
her tim tirsiya ye.
Sedema esasî ya
ku Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye neyartiya PKK’ê
dikin ew e ku PKK xwedî karektereke têkoşer û
şoreşger e. Ev hêzên navborî wisa difikirin ku
ger bikaribin hêzeke wekî PKK’ê ku şoreşger e
tasfiye bikin dê bi awayekî hêsan Kurdan di bin
nîrê zordestiya xwe de bigirin ango wan li gorî
berjewendiyên xwe kontrol bikin. Difikirin ku
PKK bê tasfiyekirin dê bi awayekî hêsan Başûrê
Kurdistanê jî di demeke kurt de bê bandor bikin
û destkeftiyên Kurdan tune û îmha bikin. Îran jî
li ser vê bîr û baweriyê bi êrîşên ser PJAK’ê de
PKK’ê hedef digire û dixwaze PKK’ê bê bandor
bihêle. Ger ku bikaribe PKK’ê bê bandor bike
wisa difikire ku dê Kurdan teslîm bigire ango
van bêhêz û rêxistin bike.
Her çiqas êrîşên
Îranê li dijî PJAK’ê bên nîşandan jî hedefa wan
a rastîn PKK bi xwe ye. Kurt û kurmancî hêza
jiyan û berxwedana Kurdan PKK bi xwe ye. Bi
êrîşên li dijî PKK’ê dixwaze dilê Kurdan ango
rehê jiyana Kurdan biqetîne. Ji ber vê yekê ye
ku dewleta tirk jî piştgirî dide van êrîşan.
Dewleta tirk alîkariya DYE’yê ya ku ji bo
tasfiyekirina PKK’ê wergirtibû, ji bo Îrana ku
êrîşê PKK’ê dike jî bi kar tîne.
Di rojên ku Îran
êrîşên Başûrê Kurdistanê dikir, Tirkiye jî bi
ser sînor de hêzan teqwiye dikir ew bi serê xwe
vê tevkariya qirêj radixe ber çavan. Tevkariya
Tirkiye û Îranê ya li hemberî PKK’ê Fehmî Koru
jî bi awayekî vekirî nivîsand. Xuya ye ku Koru
agahiyên ku yan ji serokomar an jî ji
şêwîrmendên wî yên siyasî wergirtiye kiriye wekî
makale. Hîkmeta zimanê êrîşkar a Hikûmeta AKP’ê
û Serokwezîr a ku li hemberî PKK’ê jî tê
fêmkirin. Kirpandinên Fehmî Koru yên der barê
êrîşên Îranê yên li dijî Qendîlê ku dibêje ew ê
Îran bi israr be jî delîlê polîtîkaya hevpar a
Tirkiye û Îranê ye.
Bi rastî Îranê
bi başûriyan re li ser bêbandorkirina PKK’ê li
hev kiriye. Kovara Levîn a li Başûrê Kurdistanê
derdikeve, ev peyman weşand. Hêzên siyasî yên
Başûrê Kurdistanê, dibêjin ku li ser peymanê
hatiye lîstin. Dibe ku wekî başûrî dibêjin li
ser xalên peymanê hatibe lîstin jî. Lê zelal
bûye ku Îran dixwaze hêzên başûrî û PKK’ê bîne
beramberî hev. Tirkiye jixwe ev bi salan e
polîtîkaya birakujiyê di nav Kurdan de dimeşîne.
Ev tifaqa Îran û
Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan û ev êrîş, nîşan
didin ku li hemberî Kurdan di nav planeke çawa
ya hevpar a tasfiyeyê de ne. Di nav vê tifaqa
bêxêr de Iraq jî heye. Armanca hemûyan ew e ku
dema li Rojhilata Navîn dengeyên nû yên siyasî
têne avakirin, nehêlin Kurd tiştekî bidest
bixin. Ji ber vê yekê jî, ji bo Kurd bi hêz û
xurt nebin, bi hev re hereket dikin. Dixwazin ku
di sedsala 21’an de jî Kurdan bêhêz û bê statû
bihêlin, dawiya dawî jî, bi tevahî tune bikin.
Dibe ku nikaribin bi tevahî tune bikin, lê
dixwazin di qadeke biçûk de asê bikin, piştre jî
marjînal û bê îrade bikin.
Divê li hemberî
vê rewşê, hemû gelê Kurd, li bakur, başûr û
rojhilat, bi tevî hêzên xwe yên siyasî, yekitiya
xwe zêde bikin û bibin xwedî helwesteke hevpar.
Operasyona Îranê ya ji bo dagirkirina Qendîlê,
divê wekî êrîşa li hemberî hemû Kurdan bê dîtin
û Kurd bikevin nav liv û tevgerê. Divê hêzên
siyasî yên li hemû parçeyan bên cem hev û li
hemberî vê operasyona dagirkirinê serî rakin.Vê
bûyerê, yekitiya Kurdên li çar parçeyan ku bibin
yek ferz dike.
Ger Kurdên li
çar parçeyan bibin yek, ne Îran ne Tirkiye, ne
jî Iraq dikarin êrîşên bi vî rengî pêk bînin. Ji
ber ku yekitiya Kurdan lawaz dibînin, diwêrin
van êrîşan bikin.
Ji bo van êrîşên
bêyom ku Îran li hemberî hemû Kurdan pêk tîne
bên rawestandin, divê hemû gelê Kurd û raya
giştî ya Kurd, bikevin nav liv û tevgerê. Divê
Îran bedêla vê êrîşê, bi awayekî pir giran bide.
Divê nîşanî hemû neyarên Kurdan bidin ku îrade û
têkoşîna Kurdan nikare bi van êrîşan bê
şikandin.
Îro roj roja
yekitî û têkoşîna li hemû parçeyan e.
|