|
Şevîn Murad
Bîngol-Medya Dêrsîm
Me li ser
komploya 15’ê Sibatê bi Endamê Konseya Rêvebir a
KCK’ê Cemîl Bayik re hevpeyvînek kir. Em ê beşa
yekem a vê hevpeyvînê bi we re parve bikin

Endemê Konseya
Rêvebir a KCK’ê Cemîl Bayîk di hevpeyvînê de
dazanîn ku Roja 15 Sibatê ji bo gelê me rojek
reşe û gelê me vê rojê wek wek roja reş binav
dike. Bayik ji bo wateya vê rojê bêzanîn dide
diyarkirin ku dibe avabûna dewlata Tirk û netewa
Tirk a bi destê dewletê hatiye avakirin bêzanîn
û wiha dibêje “Tê zanîn ku dewleta Osmaniyan
belav bibû, Anatoliya ji gelek aliyan ve hatibû
dagirkirin, Îtîhat Terakî di şerê cîhanê de
wenda kiribû û derbe xwaribû. Neteweya Tirk li
ser belavbûna Osmaniyan dixwest ku dewleteke nû
ava bike. Ji bo ku dewleteke nû ava bike,
pêwîstî bi têkoşînek hebû. Ji bo ew têkoşîn pêş
bikeve, ser bikeve û encam bigire pêwîst bû hem
di hundir de hem jî li derve hin tifaq pêk
bianîna. Eger ev pêş nexistana nikarîbûn di wê
belavbûn û dagirkirinê de têkoşînek pêş bixîne,
encam bigirin û dewletek ava bikin.”
-Hûn rewşa
Tirkiyeyê ya di navbera sala 1916-1921’an dîsa
nêzikatiyên Tirkiyeyê bi Kurdan re çawa
dinirxînin?
Cemîl Bayik:
Roja 15 ê Sibatê di dîroka gelê me û dîroka
tevgera me de rojeke reş e. Tê zanîn ku dewleta
Osmaniyan belav bibû, Anatoliya ji gelek aliyan
ve hatibû dagirkirin, Îtîhat Terakî di şerê
cîhanê de wenda kiribû û derbe xwaribû. Neteweya
Tirk li ser belavbûna Osmaniyan dixwest ku
dewleteke nû ava bike. Ji bo ku dewleteke nû ava
bike, pêwîstî bi têkoşînek hebû. Ji bo ew
têkoşîn pêş bikeve, ser bikeve û encam bigire
pêwîst bû hem di hundir de hem jî li derve hin
tifaq pêk bianîna. Eger ev pêş nexistana
nikarîbûn di wê belavbûn û dagirkirinê de
têkoşînek pêş bixîne, encam bigirin û dewletek
ava bikin.
Li hundir bi
Kurdan, Îslam û Sosyalîstan re tifaq çê
bikirina. Li derve jî bi Sovyêt û dîsa bi
Îngîlîzan re pêwendî û têkilî çê bikirina bi vî
awayî têkoşînê pêş bixin û encam wergirin.
Derveyê vê, ne gengaz bû ku têkoşîn pêş bixin û
bigîhêjin encamê. Mûstafa Kemal dît ku bi
feraseta Îtîhat Terakî nikare dewleteke nû ava
bike. Jixwe Îtîhat Terakî li gel Elmanan ketibû
Şerê Cîhanê yê Yekem û di encama wê de Osmanî
têk çûbûn, belav bibûn û Tirkiye hatibû dagir
kirin. Ew siyaset îflas kiribû û bi vê siyasetê
nekarîbû têkoşînek pêş bixe û encam bigire. Ji
ber vê Mûstafa Kemal bi Kurdan, îslamiyan û
sosyelîstan re tifaq esas girt.
Di vê tifaqê de
herî zêde girîngî da tifaqa bi Kurdan re. Lê
derve jî hem bi Îngîlîz û hem jî bi Sovyetan re
têkiliyên xwe bi pêş xistin. Xwestin ku ji
nakokiyên derve jî sûdê werbigirin, ji bo ku
bikaribin ji her kesî alîkariyê bigirin. Ji bo
ku vê têkoşînê bi ser bixin, pewistiyên wan herî
zêde bi Kurdan hebû. Bê Kurd jî nikarîbûn encam
bigirin. Dema ku Mûstafa Kemal dest bi têkoşînê
kir, ger mirov baş binêre di serî de li
Kurdistanê ev têkoşîn dest pê kir û alîkariya
Kurdan hilda bi vê jî tevger pêş xist. Di sala
1919’ an de dema ku ev tevger hate destpêkirin
li Koçgirî yê jî Kurdan raperînek pêş xistin.
- Di wê demê
de nêzikatiya dewleta Tirk raperîna Koçgirî re
çawa bû?
Cemîl Bayik:
Di wan deman de pêdiviya Tirkiyeyê bi Kurdan
hebû. Ji ber vê çendê nêzikbûnên wan ji raperîna
Koçgirî re bi hesab û kîtab bû. Bi teqtîk nêzîkî
vê raperînê bûn û nexwastin navbera xwe û Kurdan
xera bikin. Di hin milan de çûn ser raperîna
Koçgiriyê û pêşiya serhildanê girtin, hin kuştin
jî pêk anîn, lê belê di wan şert û mercan de
nikarîbûn Kurdan înkar û îmha bikin û
jinavbirinê esas wergirin. Ger ev plan danîbûna
pêşiya xwe nedikarîn xwe ji wê belavbûnê
bifilitiyana û dewletek neteweyî ava bikiribana.
Wê demê dê derbeyên hîn mezintir bixwaribana. Ji
ber ku ji dîrokê jî encam derxistibûn, kengê bi
Kurdan re tifaq kiribûn wê demê xwe ji nava
metirsiyan derxistibûn û encam wergirtibûn. Lê
kengê navbera wan û Kurdan xera bibû wê demê jî
derbe xwaribûn. Ev rastiyê gelek baş dizanîbûn.
Di dema Raperîna
Qoçgirî de jî di rewşeke gelek xeter de bûn.
Eger tifaqa xwe bi Kurdan re winda bikirana û
piştgiriya Kurdan winda bikirana wê demê
nikaribûn encaman jî wergirin. Lewra gelek bi
hişk neçûn ser serhildana Koçgiriyê, xwestin ku
serhildana Koçgiriyê weke pirsgirêkeke mezin
nîşan nedin, ji ber vê bi lezgînî çareser kirin.
Ji ber ku tifaqa bi Kurdan re girêdayî vê yekê
bû.
Heyanî ku
têkoşîna xwe bi ser xistin, nêzîkatiya wan ji
Kurdan re li ser vê tifaqê meşiya, nêzikatiyên
wan ji Kurdan re ne li ser siyaseta înkar û
îmhayê bû. Kurd qebûl dikirin û tifaqa Kurdan jî
ji bo xwe bingeh werdigirtin. Ji ber vê di sala
1921’ an de dema makezagona bingehîn a Tirkiyeyê
hat amedekirin, înkarkirina Kurdan têde tinebû.
Ne tenê Kurd hemû neteweyên din jî di vê destûra
bingehîn de dihatin qebûlkirin. Di destûra
bingehîn ya 1921’ an de bingeha dewleta
Tirkiyeyê hat avêtin. Di vê destûra bingehîn de
hemû gelên ku di bingehdanîna dewleta Tirkiyeyê
de rol girtin di nav vê destûra bingehîn de cih
digirtin. Di vê destûra bingehîn de înkara gelê
Kurd nebû, berovajî vê yekê gelê Kurd weke
netewe tê qebûlkirin û pejirandin. Hemû netewe û
gelên din jî qebûl dike.
Di sala 1922’ an
de di Parlamentoya Tirkiyeyê de, ji bo Kurdan
mafê diyarkirina çarenûsa xwe dihate nasîn, hem
jî bi hijmareke mezin ev hate pejirandin. Piştî
wê jî di nav gotinên Mûstafa Kemal de înkara
Kurd nîne, berovajî vê Kurd tê qebûlkirin û
otonomî û xweserî têde hey e. Ev rastî heya sala
1923’ an jî berdewam dike.
Di sala 1923’ an
de Peymana Lozanê çê bû. Di Peymana Lozanê de
hîm û bingehên dewleta Tirkiyeyê hat diyarkirin;
karekter û sînorên vê dewletê diyar kirin. Bi
peymana Lozanê dewleta Tirkiyeyê di qada
navneteweyî de xwe dida qebûlkirin û hêzên
navneteweyî jî bi vê tifaqê dewleta Tirkiyeyê
naskirin. Ji ber vê di sala 1924’ an de li ser
Peymana Lozanê destûra bingehîn ya Tirkiyeyê
hate pêş xistin. Heta wan deman jî di siyaseta
dewleta Tirkiyeyê de îmha û înkarkirina Kurdan
tine bû. Tirkiye di belavbûna Osmaniyan û
dagirkirina axa Osmaniyan de têkoşînek da
meşandin û di vê têkoşînê de dewleta Tirk hate
avakirin, ew bi tifaq, alîkarî û têkoşîna Kurd
hat avakirin. Ev rastiyek e.
Kengê ev têkoşîn
bi serket û di peymana Lozanê de tifaqek pêk hat
û dewleta Tirkiyeyê di qada navneteweyî de hat
nasîn û pejirandin û şûnde di sala 1924’an de
destûreke bingehîn a nû dewleta Tirk pêş xist.
Di vê destûrê bingehîn de êdî jinavbirin, înkar
û îmhakirina Kurdan bingeh hat wergirtin. Di vê
destûra bingehîn de cih nedan Kurdan û Kurd
derveyê vê destûra bingehîn hiştin. Sedema vê jî
avakirina dewletek netewe bû.
Neteweyek bi
navê Tirk dihat avakirin û cih nedidan neteweyên
din. Êdî ji bo xwe, girîngî nedan tifaqên
hundir. Tifaqa bi Kurdan, îslamî û sosyalîstan
re terk dikir û dest jê berdidan. Tifaqa xwe bi
Sovyetan re ber bi tifaqa Îngîlistanê ve dibir û
pêş dixist. Tifaqa xwe ya bi Sovyetan re jî xera
dikir. Ji bo xwe sîstema modernîteya kapîtalîst
esas wergirt. Ji ber ku bi peymana Lozanê re
ligel Îngilîz û pergalê runiştin û bi wan re
tifaq pêk anîn. Êdî ji bo xwe sîstema nûjeniya
sermayegerî bingeh werdigirtin. Her wiha êdî
pêdiviya wan bi Sovyet, Kurd, Îslam û
sosyalîstan nemabû. Li gorî pergala kapîtalîzmê
jiyanek, çandek û civakek dihat avakirin û
pêşxistin. Divê di nav vê çand û pergalê de hemû
reng, cûdahî û neteweyên din bên helandin. Ji
ber ku tenê li ser nijad û neteweyek jiyan dihat
avakirin.
Ji ber ku Îtîhat
Terakî di Şerê Cîhanê yê Yekem de winda kiribû,
Mûstafa Kemal li gorî xwe xetek pêş xistibû,
lewra rola Îtîhat Terakî heya sala 1924’an kêm
e. Rola Îtîhat û Terakî pîştî destûra bingehîn
ya sala 1924’ an û şûnde derdikeve holê û mezin
dibe. Siyaseta Îtîhat Terakî li Tirkiyeyê
serdest dibe û êdî ew ê Tirkiyeyê bide meşandin
û rêvebirin. Siyaseta Îtîhat Terakî û avakirina
netewe-dewletê digihêje hev, ji ber vê wê
giraniya siyaseta Îtîhat Terakî di Tirkiyeyê de
çê biba. Yên ku pêşiya vê pergal û siyasetê
astengî çê bikin wê Kurd bin. Ji ber vê çendê wê
Kurdan ji xwe re bikin hedef, wê bixwazin ku
Kurd û Kurdistanê ji her alî ve ji holê rabikin.
Siyaseta înkar û îmhayê ya ku bi Lozanê û piştî
wê destûra bingehîn ya 1924’an re tê pêşxistin,
beriya wê siyaseta îmha û înkarê nebû; ango
pêvajoya siyaseta îmha û înkarê di wan deman de
dest pê dike.
Piştî destûra
bingehîn ya sala 1924’ an êrîş li ser Kurdan tê
pêşxistin, gelek kiryarên mîna komkujî, êşkence,
girtin pêk tên û her tiştek bi navê Kurd û
Kurdistanê tê qedexekirin. Di wan deman de êdî
kî xwedî li Kurd û Kurdistanê derbikeve divê bê
girtin, îdamkirin, bikeve girtîgehan û êşkence
lê bê kirin. Ti tişt divê bi navê Kurd û
Kurdistanê tinebe; ji ber ku Kurd derveyê
destûra bingehîn mane. Kurd êdî derveyê zagonê
ne, nazagonî ne û pewist e ji holê bê rakirin.
Eger sala 1925’an û heya sala 1940’î li
Kurdistanê pêşxistina komkujî û qirkirinan, hemû
di encamê vê siyasetê de pêş dikevin.
- Hûn
polîtîkayên Îngîlterê yê wê demê ya der barê
Kurdan de çawa dinirxînin?
Cemîl Bayik:
Parçekirin û parvekirina Kurdistanê di destpêkê
de bi tifaqa Qesra Şîrîn pêk anîn. Her çiqas
Kurdistan bi vê peymanê bibû du parçe jî, beşa
ku di sînorên Sefewiyan de mayî beşeke biçûk bû,
beşa bingehîn û ya mezin di deste Osmaniyan de
ma. Piştî Peymana Qahîreyê; Îngiltere û Frensayê
Kurdistan careke din dabeş kirin. Ji ber ku di
Şerê Cîhanê yê Yekem de bi bloka Îngilîz û
Frensayê cîhan careke din li gor pergala
nûjeniya sermayeger ristin û bi rê xistin û
hevsengiyeke nû li dar xistin. Ji bo vê jî
Rohilata Navîn li gorî berjewendiyên pergalê bi
rê xistin, ev yek bi Tifaqa Qahîreyê pêk anîn.
Wê demê Kurdistan jî di çarçoveya berjewendiyên
xwe de ji nû ve şêwandin û bi rê xistin;
tevahiya Rojhilata Navîn ji nû ve bi rê xistin;
ji ber vê çendê jî Kurdistan let bi let û perçe
perçe kirin.
Esas parçebûna
Kurdistanê bi tifaqa Qahîreyê çê bû. Wê demê
Kurdistan kirin çar beş û her beşek wê jî kirin
di bin xizmeta dewletekê de. Yên ku Kurdistan
parçe kirin Frensî û Îngîlîz bûn. Îngilîzan ev
siyaset dan meşandin. Bi tifaqa Qahîreyê,
Îngilîzan giraniya xwe di Rojhilata Navîn de saz
kirin. Tifaqa Qahîreyê jî, bi siyaset ango
statîkoya Îngilîzan hat pêş xistin. Dema
Rojhilata Navîn şêwandin û hevsengiyên nû çê
kirin, wê demê cih nedan Kurdan. Kurd înkar
kirin; îmhakirina Kurdan wek bingeh wergirtin.
Dewletên
dagirker, ew siyaseta înkar û îmhayê ji Frensî û
Îngîlîzan wergirtin û xistin pratîkê û di
pratîkê de pêş xistin. Serkêşî û serperiştiya
pergalê Îngîlîzan dikir, ji ber vê sîstemê
piştgirî da siyaseta înkar û îmhayê. Ger ku
dewletên dagirker wek Tirkiye, Îran, Suriye û
Iraq li ser Kurdan siyaseta îmha û înkarê bê
sînor meşandibin, ji ber sûdwergirtina vê
sîstema Îngilîzan serkêşî dikir e û dagirkerên
herêmî jî ji wê sîstemê kelk wergirtin. Heke
wisa nebûya wan nikarîbûn, ew siyaseta qirkirin
û jinavbirinê li Kurdan wisa bê sînor bidana
meşandin.
Dema ku Osmanî
belav bûn û Tirkiye hat dagirkirin û Mûstefa
Kemal tifaqa bi Kurdan re li hemberî wê tevgerek
pêş xist, wê demê ji bo xwe sînorek danîbûn û
digotin; ‘Mîsakî Millî’ di mîsakî millî de
Kerkûk û Mûsil jî hebû. Di Mîsakî mîlî de Kurd
jî hebûn. Çawa ku bi peymana Qesra Şîrîn de
Kurdistan bibû du beş, di Mîsakî Milî de jî
careke din Mûstefa Kemal li Kurdên ku di nava
sînorên Osmaniyan de mabûn, xwedî derdiket. Ji
ber vê Mûsil û Kerkûk xistibûn di nava Mîsakî
Milî de. Kurdistana ku derveyê Sefewiyan mabûn
careke din lê xwedî derdiketin. Ji ber vê
Mûstafa Kemal digot; ‘tevgera ku em pêş dixin ya
Tirk û Kurdan e’. Ji ber vê çendê di Kurdistanê
de dest bi kongre û têkoşînê kir. Kurd hîn di
destpêkê de li gel Mûstafa Kemal cih girtin. Ji
ber ku Mistefa Kemal cih dida Kurdan. Wiha ev
tevger pêş ket heta Pêymana Lozanê.
-Çima heta
Lozanê?
Cemîl Bayik:
Ger mirov baş binêre, heya Peymana Lozanê dest
ji Kurdistanê ango Kurdan berdan, li holê tune
bû. Lê bêlê bi Peymana Lozanê re dest ji Mûsil û
Kerkûk hate berdan. Dest ji Kurdistana ku îro di
nav sînorê Suriye û Iraqê de mayî, hate berdan.
Ev ne bi daxweziya M. Kemal û Kurdan çê bû. Ev
yek, Îngîlîzan bi Tirkiyeyê û Mustefa Kemal dan
perjirandin. Îngilîzan didît ku Kurd ne rihet
in, nerehetiya Kurdan jî ji ber Peymana Lozanê
de cih nedana Kurdan dihat. Nemaze di destûra
bingehîn a sala 1924’ an de hatibû avakirin de
jî Kurd nebûn. Ew destûra jî li ser bingehê
Lozanê hatibû pêş xistin.
Hetanî Pêymana
Lozanê jî Kurd hêza tifaqê bûn û her tişt bi
navê Kurd û Tirkan dihate pêşxistin, lê bi
destûra bingehîn a 1924’an re Kurd derveyê
makezagonê hatin hiştin. Kurdan jî ev rastiya
dîtibûn û dizanibûn êdî hedef in. Ji ber ku êdî
neheqî li wan dihat kirin, mafê wan nedihat
dayîn û dihatin înkarkirin. Ev jî rê li ber
jinavbirin û îmhakirina Kurdan vedikir.
Îngilîzan ev nerehetiya Kurdan dîtibûn û li dijî
Tirkiyeyê didan şixulandin. Kurd li hemberî
Tirkan weke gef û tehdîdek bi kar dianîn. Ji
Tirkan re digotin, ‘heke hûn daxwaziyên me qebûl
nekin, wê demê em jî alîkariya Kurdan bikin’. Bi
vê tehdît dikirin. Lewazbûna Tirkan jî di vî
warî de hebû, ji bo ku Îngîlîz alîkariya Kurdan
neke û tevgerek Kurd pêş nekeve, Tirkiyeyê
daxwazên Îngîlîzan ango yê sîstemê qebûl dikir.
Daxwaza pergalê jî ev bû; yek têkiliyên xwe bi
Sovyetan re qut kirin û ji wan dûr ketin, bi vê
yekê jî ligel sîstema modernîteya kapîtalîst cih
girtin. Ya din jî dest ji Kurdan berdabûn. Wate,
dest ji Mûsil û Kerkûkê berdabûn. Tirkiyeyê jî
xwestek û daxwaza Îngîlîzan qebûl kir. Ji ber vê
çendê xwediyê Mîsakî Mîlî derneket, li Mûsil û
Kerkûkê xwedî derneket û dest jê berda. Bi vê jî
daxwaziyên Îngilîzan pêk anî. Îngilîzan jî bi
Pêymana Lozanê Tirkiye qebûl kir.
Di nêzîkbûna
Îngilîzan de Kurd qebûlkirin tinebû, ji bo
daxwazên xwe pêk bînin Kurd wek şantaj bi kar
dianîn. Kurd weke kart di heremê de bi kar
dianîn, li dijî dewletên dagirkerê Kurdistanê.
Ji bo heremê bikin jêr xizmeta xwe bi awayekî
textîk nêzî Kurdan dibûn. Di hinek waran de
nêzîkî hinek tevgeran û Kurdan dibûn, sedemê vê
nêzikbûnê jî ew bû ku dewletên dagirker bikin
jêr xizmeta xwe û daxwazên xwe bi wan bidin
qebûlkirin. Ne ku ew tevgerana ango Kurdan qebûl
dikirin li gorî wê nêzik dibûn. Bi temamî li
gorî berjewendiyên xwe nêzîk dibûn.
Di siyaseta
modernîteya kaptalîst de Kurd nîne, berovajî vê
ew hebû ku wê çawa Kurdan bikin jêr xizmeta xwe,
çawa herêmê bixin jêr xizmeta xwe. Nêzîkatîkî
wisa hebû. Hin caran nêzîkî Kurdan bûne hin
caran jî nêzîkî dewletên dagirker ên heremê
bûne, xwestine di heremê de hem Kurdan hem jî
van dewletan bi rê ve îdare bikin. Di encamê de
xwestine hemûyan jî neçarî xwe bikin û bikin bin
xizmetê xwe de.
Piştî ku Kurd li
xwe xwedî derketin, li dijî qirkirinê derketin,
ji bo wê têkoşiyan, ji bo xwe nirx ava kirin û
şûnde sîstema sermayedar dît ku nikarin mîna
berê Kurdan îmha û înkar bikin, ev siyaset êdî
nameşe, ji ber ku Kurdan ev siyaset vala derxist
û pûç kir; wê demê neçar man ku Kurdan qebûl
bikin. Lê Kurdan weke miletek, neteweyek qebûl
nakin. Dibêjin, ‘Kurd hene, berê jî hebûn, lê
niha weke gel nînin; di asta kes û şexsan de
Kurd hene’. Ji bo vê jî dibêjin; heqê miletbûnê
ji bo Kurdan nîne, lê mafê takekesî hene. Yanî
mafê takekesî yên demokratîk ji bo Kurd hey e.
Niha siyasetek wiha dimeşînin. Ev siyaseta jî tê
vê wateyê; siyaseta berê di şert û mercên nû de
careke din pêk anîne. Di bingeha xwe de dîsa
siyaseta înkar û îmhayê esas wergirtine. Ji ber
ku Kurdan li hemû qadan têkoşîn pêşxist û ew
siyaseta klasîk ya ku Kurd qebûl nedikir, ya ku
îmha û jinavbirin digirt ber xwe, dîtin ku îflas
kir û nameşe, êdî Kurd bûne hêz, neçar man ku di
siyaseta xwe de guhartinan ava bikin. Ev
guhertin jî ne ji ber ku Kurd qebûl dikin, maf û
vîna wan nas dikin. Kurdan weke takekes qebûl
dikin, dibêjin; ‘Di vê çarçovê de mafê takekesî
hey e, ew jî bi demokrasiyê û mafê mirovan
çareser dibe, em dikarin pirsgirêka Kurd jî bi
vî awayî çareser bikin’.Siyaseta niha bi rê ve
dibin, ev e.
|