* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


                                       
Mexmûrê Êrişên AKP’ê Şermezar Kirin
 

 

                                          
Bi mabesta êrîşên dewleta Tirk li ser daxwazên gelê Kurd yên rewa û demokratîk li wargeha peneberan a Mexmûr daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî li şaredariya wargehê bi tevlîbûna endamê meclîsa Gel a Mexmûr û serokê şaredariyê pêkhat. Daxuyanî ji aliyê endamê meclîsa gel a Mexmûrê Yûsif Sîdar ve hat xwendin. Di daxuyaniye de tê gotin ku dewleta Tirk li dijî nûnerê Kurd û konê çareserî û demokrasiyê êrişan dike û wiha derbirî “Bi taybetî pîrozbahiyên cejna Newrozê ya 2011 nîşaneya vê ya berbi çave. Li her çar parçeyên Kurdistanê pîrozbahîyên bi heybet bi ruhekî serhildanê hatin pîrozkirin. Li hember vê hêza gel ya berxwedanvanî,polîs û leşkerên AKP ê xwe neragirt, ji bo pêvajoyê tahrik bike li aliyekê operesyonên xwe yên leşkerî li hember hêzên Gerîla yên ku di pozîsyona bêçalektiyê dene didin meşandin û xwîna ciwanên Kurd dirijîne. Li aliyeke din jî li dijî çalekiyên gel yên demokratîk, bi taybetî li hemberî konên çareseriyê yên ji aliyê gel ve hatîn vedan ku alikariyê didin çareseriyê, bi her awayî hovîtiyê li ser dimeşîne. Ev jî durutiya Tayîp Erdoxan ya ku her roj bang li dewletên Ereb dike ku xwîna gelê xwe nerijîne û nesîhetên çareseriyê li wan dike, her wekî ku li welatî wî hertişt gul û gulistane, dixwaze bide nîşandan. Ev jî sextekartiya AKP ê dide diyarkirin.”

Di daxuyaniyê de balhat kişandin siyaseta reş kirina li dijî nûnerê Kurd wiha got “Em weke gelê wargeha penaberan ya Mexmûrê, helwest û rihê gelê Kurd yê bi rûmet yê berxwedanvanî silav dikîn û têkoşîna vedana konên çareseriya demokratik bi rûmet û pîroz dibînîn. Ew êrîşên ku li hemberî vê hewldana wan tên meşandin, bi awayekî tundî şermezar dikin. Banga me ji tevahî gelê Kurd yê birûmet re çi di welat çi jî derveyî welat dijîn, dengê xwe li hember vê hovitiyê bilind bikin. Her wiha pêwîste herkesê ku dibêjin em mirovin û mafê mirovan diparêzin, bila çavên xwe li hember vê hovitiyê negirin, li aliyê têkoşîna gelê Kurd yê mafdar cih bigire.”

Daxuyanî bi duruşma “Bijî Serok Apo û An Azadî An Azadî” bi dawî bû.