|
Cemîl Bayik
Di rojên borî
de, kesên ku di statuya girtî de bûn, bi
sererastkirina qanûnên (Xala 102’yemîn Qanûna
Muhakemeyên Ceza) ku dema wan a girtî diyar
dike, kete meriyetê. Ev sererastkirin di raya
giştî de bû sedema nîqaşan. Ji nirxandinên
hatine kirin tê fêmkirin ku ev nîqaş dê hê jî
berdewam bikin.

Li gorî vê
sererastkirinê dozên ku li “Dadgehên Rayeya
Taybet” û “Dadgehên Cezayê Giran” têne dîtin di
nava dozên siyasî-rêxistinî û sûcên organîze û
dozên din de statuyek cuda heye. Li gorî vê yekê
kesên ku bi awayekî girtî dadgeha wan deh sal in
berdewam dike û cezayê wan teqez nebûye dê
serbest bêne berdan. Girtiyên ku deh salên xwe
temam kiribin û cezayên wan teqez nebûye dê bêne
tahliyekirin. Vê sererastkirina qanûnî ku ketiye
meriyetê; aşkera ye ku ji ber siyasî û mijarên
bide nîqaşkirin divê li ser bê sekinandin û
şopandin.
Ev darizandinên
ku di qada hiqûqî de ji ber demeke dirêj digire
her tim bûye mijara rexneyê. Pênc sal, deh sal
mirovek bi awayekî girtî bimîne, tu aliyê vê yê
bi hiqûqê re tune ye. Kesên ku vê yekê biparêzin
jî dernakeve. Tiştê rast û bi edalet jî; dozên
hatine vekirin û darizandinên ku bi delîlan
hatiye teqezkirin divê di demeke kurt de bê
encamkirin. Rewşa ku sîstema hiqûqa Tirk di nav
de ye û darizandinên têne kirin çawa edaletê
temsîl dike ne mijareke ku nayê zanîn. Ancax
sererastkirinên qanûnî yên vê dawiyê hatine
kirin tu eleqeya wê bi edalet û hiqûqeke rast re
tune ye. Bi temamî xwe dispêre berjewendiyên
siyasî.
Heke bi rastî
sererastkirinek ji bo hiqûq û edaletê hatiba
kirin, niha nîqaşeke gelekî cuda bihata meşandin.
Behsa cotstandartiyê, bûna aliyekî, bê edaletî,
hesabên têne kirin nehata kirin. Dadgehên têne
kirin û kesên ji girtîgehê hatin berdan nîşan
dide ku ev rewş derbasdar e. Ligel ên ku esasî
hatine berdan çend kesên ku bi awayekî nimûne
berdana hin kesan vê rastiyê naguherîne.
Hikûmeta
AKP’ê li vê derê “Hesabê çi dike?
Bersiva vê pirsê
divê bi awayekî rast bê dayîn. Weke ku ji
tombalayê bê kişandin “lê kê bê” û bê berdan
sererastkirineke qanûnî nehatiye kirin. Li
Tirkiyeyê bi deh salan e li “Dadgehên Rayeya
Taybet” an jî “Dadgehên Cezayên Giran” kesên ku
di dozên siyasî-rêxistinî têne darizandin û
hukmê wan teqez nebûye kî ne? Ne mumkûn e ku
burokratên Wezareta Edaletê û hikûmeta AKP’ê vê
yekê nizanibin. Hele hele ev qanûn di 2005’an de
hatibe tesewerkirin bi tu awayî dê baweriyê nede.
Nirxandinên ku
weke hikûmeta AKP’ê dişibe hikûmetên Şerê Taybet
ên di destpêka salên 1990’î de hatine avakirin,
R.T. Erdogan jî her diçe dişibe Tansu Çillerê.
Bi vê nirxandinê re di dîrokê de dişibînin
serdema şerê qirêj û bi xwîn ku şerê
taybet-qirêj bûye topyekûn, kiryarên faîlên wan
nediyar zêde bûne, tê gotin ku 17 hezar mirov
hatine windakirin, girtin û îşkence zêde bûne,
bi hezaran gund hatin valakirin e. Ev
nirxandinên têne kirin rast û di cih de ne.
Bi
sererastkirina qanûnî ya dawî re kesên ku ewil
ji girtîgehan derketin di wê serdemê de ew
aktorên ku roleke qirêj û bi xwîn lîstine. Bi
gotina gel be bersûcên doza “Hîzbul Wehşet” in.
Beriya ku “Hîzbul Wehşet” dest bi cînayetên xwe
bikin, Wezîrê Karên Hundir ê wê demê yê hikûmeta
ANAP’ê Abdulkadir Aksu, dema fêm kir ku Têkoşîna
Demokrasî û Azadiya Kurd bi zora mêtingehkeriya
leşkerî nikare biçewisîne, fetvaya ku li hemberî
PKK’ê “kesên ku tizbî di destê wan de” bê
bikaranîn da. Yek ji burokratên xwedî bandor ên
li bajarên Kurdan dema 12’ê Îlona 1980’ê derbeya
faşîst Abdulkadîr Aksu (Dema Komkujiya Mereşê
pêk hat cîgirê walî bû, piştre bû waliyê Dîlokê)
ew bi xwe jî di nav de û piştgiriya wî “kesên
xwedî tizbî” ku ji aliyê cuntayê hate
rêxistinkirin kete nava tevgerê.
Vê daxwaza
Abdulkadîr Aksu piştî salên 1990’î ji aliyê
klîka hikûmeta şerê taybet Çiller-Gureş-Agar ve
kete dewreyê. Êdî li şûna “tizbiyan”, “sator û
çek” didan destê van hêzan. Bi sedan
welatparêzên Kurd, demokrat ji aliyê van hêzan
ve hate qetilkirin. Dema karê wan qediya û gera
wan ji bo dewletê bi fikar hate dîtin ew avêtin
girtîgehê. Bi sererastkirina qanûnî ya dawî re
kesên ku ewil ji girtîgehên serbest hatin berdan
ev in.
Ev
sererastkirinên qanûnî yên dawî di warê zemanê
wê de divê em bigirin dest û li ser bê
sekinandin. Noqteya esasî jî ev e. Di vê derê de
tiştê balê dikişîne şibandinên di warê siyasî û
civakî de yên salên 1990’î û 2010’an e. Di rewşa
heyî de Têkoşîna Azadiya Kurd wê demê jî di
zemîna siyasî ya rewa de gihiştibû sînorê ku
bibe têkoşîna gel. Tabloya piştî 29’ê Adarê, îro
weke diyardeyeke pratîk ku Kurd pêvajoya ketinê
“jiyana duzimanî” û “Xweseriya Demokratîk”
awayên berbiçav e. Di rewşeke wisa de,
têkoşîneke ku bûye gel şertên ku ji aliyê zora
metingehkeriyê bi tevahî ji holê rabe tune ye.
Bersûcên doza “Hîzbul Wehşet” di pêvajoyeke wisa
de serbest hatin berdan.
Rejîma Şerê
Taybet ê Tirk bi navê nû Gladioya Kesk bi
sererastkirinên qanûnî yên dawî çi hedef dike tê
fêmkirin. Di vê mijarê de xwedî tecrûbe ne. Di
bin “Qanûna Têkoşîna Terorê (TMK)” ku di sala
1991’î de hate derxistin re bi sererastkirina
der barê “înfaza cezayan” hatibû kirin. Piştre
bi biryarên dadgehan girtiyên siyasî yên
çepgirên Tirk jê sûd girtibin jî hedefa esasî ew
bû ku kesên faşîst serbest bêne berdan.
Wisa jî bû. Yên
cezayê herî giran girtibûn jî piştî heşt salan
di girtîgehê de man serbest hatin berdan. Lê
sererastkirineke qanûnî çima wisa pêk hatiye,
hate fêmkirin. Hewcedariya rejîma şerê taybet bi
vê yekê hebû. Ew dîsa xistin dewreyê. Kesên weke
Abdullah Çatli ku beriya 1980’ê bi cînayet û
komkujiyên kirine dihat nasîn ketin nava tevgerê
û navên wan ji nû ve hate bihîstin. Komkujiyên
girseyî yên weke weke Madimak û Gaziyê,
revandina însanan, qetilkirinên bi îşkenceyê û
cesedên ku diavêtin kêleka rê hwd. kete nava
bûyerên rojane yên dihatin jiyîn. Gotinên
nijadperest û faşîzan, bû argumanê îdeolojîk ên
bingehîn ji bo şerê qirêj û taybet ê topyekûn.
Hêzên Hereketa Taybet bi temamî li gorî vê
îdeolojiyê hatin perwerdekirin û li dijî gelê
Kurd hatin bicihkirin. Di nava gelê Tirk de
şovenîzm û neyartiya Kurdan pêş dixistin, rê li
pêşiya partiyeke kontra MHP’ê hate vekirin û bi
vî rengî rayên xwe zêde kir.
Ji bo ev hemû
tişt pêk bên jî, kesên ku berê bikaranîbû,
rejîma şerê taybet ku piştî karê wê bi van kesên
qediyabû û avêtibû girtiqe divê ‘li hev bihata’.
Sererastkirina der barê înfazên cezayan û TMK’a
di 1991’ê de hate derxistin jî tam hewcedariyên
wê demê dibersivandin. Niha jî senaryoyeke bi vî
rengî ji nû ve dixwazin bixin sahneyê.
Organîzatorê vê
senaryoyê jî AKP ye. Ji ber vê yekê hikûmeta
AKP’ê di şerê qirêj-taybet tê meşandin de ketine
nava rê û rêbazên nû. Sedema topyekûnbûna şerê
qirêj ê taybet ji vê rastiyê tê. Dema vê yekê
dike jî tiştên ku paşve vekişandine ji nû ve
derdixe pêş. Neteweperestiya Tirk esas digire,
berê xwe dide îstismariya olî, yanî taşeron û
lastîkên yedek ji nû ve dixe dewreyê. Ji nû ve
derxistina pêş a Abdulkadir Aksu û bi guhertina
di xala 102’yemîn ya Qanûna Dadgeha Ceza û bi
serbest berdana bersûcên “Hîzbul Wehşet” û
daxwaza rol dayina wan encama polîtîkayeke bi vî
rengî ketiye meriyetê ye.
Hikûmeta AKP’ê
bi berdana bersûcên “Hîzbul Wehşet”, weke encama
rejîma şerê taybet a Tirk di salên 1990’î de dê
bi dest bixe? Heman hêmanan dê ji nû ve bi kar
bîne? An jî kî dê kê bi kar bîne? Helbet ev jî
cuda divê bêne nîqaşkirin.
|