|
|
Mirov
zû bi zû nikare pêşengên bûne hêviya gelan ku ji
bo wan jiyanê diafirînin vebêje û behsa wan
kesan bike. Lê bes mirov dikare li ser jiyan,
fikir, bîranîn û sekna wan raweste û bifikire.
Rêberê Gelê Kurd
Abdullah Ocalan wiha behsa fermandarê nemir Egîd
dike: “Mahsûm Korkmaz (1956) bi eslê xwe ji
Farqîna Amedê ye, lê ji ber ku malbata wî di
dema xortaniya wî de koçî Êlihê dike ew jî li
Êlihê mezin dibe, xebatên xwe yên şoreşgerî jî
dema pêşîn li vir dimeşîne. Korkmaz ê ku di bin
bandora hereketên ciwan û rewşenbîran a li
Kurdistanê ku piştî salên 1970’yî pêl bi pêl
bilind dibe, hevnasîneke wî bi Mazlûm Dogan ê ku
yek ji pêşengên PKK’ê û berxwedêrê li Zindana
Amedê bû hêviya serkeftinê û çirûska berxwedanê
pêxist çêdibe. Mahsûm Korkmaz dema ku nû tevlî
hereketa Tevgera Azadiyê dibe di rapora xwe de
wiha dibêje: “Ji ber ku ez bi xwe jî derdoreke
welatparêz têm, bandora hereketa şoreşger a li
Tirkiyê, ji ber hestên xwe yên mirovhez û
têkiliya min a bi ciwan û rewşenbîrên pêşverû re
kir ku ez jî bibin şoreşgerekî…
‘Sembola
Qehramantıyê’
Rêberê Gelê Kurd
Abdullah Ocalan Mahsûm Korkmaz wekî sembola
serdema qehremantiyê binav dike û ji bo wî van
nirxandinan dike: “Belê divê ku em wî binasin û
vebêjin. Rêheval Egîd şêrîn e, rêheval Egîd
dilêr û wêrek e, rêheval Egîd mirovekî fedakar
e!Lazim e ku em vî rêhavalê baş binasin û bibîr
bînin…Rêheval Egîd heta dawiya temenê xwe li ser
xeta şehîdên têkoşînê bû û şehîdan yek bi yek di
dil û mêjiyê xwe de bi cih kiribû. Kesekî ku di
nava jiyanê de nifûzî hemû jiyanê kiribe gelo
pêkan e ku mirov ji bo wî behsa mirinê bike.Ger
jiyan bi hevgirtina kelî bi kêlî bêhejmar
çiqasiyan be, mirov dikare piştî demekê behsa
mirînê bike. Lê ger jiyan serwextbûna bêdawiya
kaînatê û werara mirovahiyê be; mirov nikare
behsa mirina kesê ku vê serwextbûnê di hemû şana
jiyana xwe de bicih kiriye bike. Gelê me yê ku
di esasa xwe de xwedî nirxên bi vî rengî û xwedî
pêşengên wisa ne jî di şexsê şehîdên me de
vejînê dijîn û dê bi ser bikevin. PKK û gelê me
bi wan serbilind e. Rêheval Egîd dê tim û dayîm
wekî sembola dema qehremaniya têkoşîna me dê bê
bibîr anîn.
‘Egîtbûn esas
e’
Fermandarên rast
ên di nav me de, mirovên hêja ne, mezinkirina
Egîdan jî di vê bingehê de ye. Di tevahî gavên
gerîla de azweriyeke jiyanê ya hêja, wextê
şefeqa bi ronahî heye. Hindî caran mirov ji bo
sozekê dimire. Lê di me de sozeke ku ji bo bê
mirin jî nehatiye hiştin. Mirov dikare ji bo
soza azadiyê rabe ser lingan, ango me kurd anî
rewşeke ku ji bo xatirê vê şer bike. Jiyan ji bo
min di van peyvan de veşartî ye. Her çend ez hîn
zehmetiyan dikişînim jî, miftê jiyanê di destê
me de ye.
‘Gerîlayê
PKK’ê, gerîlayê bibîrdozî ye’
Rêberê Gelê Kurd
Abdullah Ocalan dîsa bîranînekê xwe yê bi Egîdê
nemir re wiha tîne ziman: “Tê bîra min, min û
hevalê hêja ku ez pir jê hez dikim, şexsiyetê ku
ez pir pê kêfxweş dibûm ku dibûm hevalê wî Egîd
li ser Newroza 1985’an nîqaş dikir Ango em di vê
Newrozê de li gel hev bûn û me hewl dida em
Newroza 85’an qezenc bikin. Tiştek digot wê
demê: dûra li welat dizên ketî, qûrnazên gundî,
dil reş û dijminê hevaltiyê ku îro jî pesîra me
naberdin, tespît dikir. Tiştên gotî gotin bi
gotin rast bûn û dibe xiyanetê ew qetil kiribe.
Divê em di şêwaza PKK’ê de Egîd fêhm bikin. PKK
bi xwe bîrdozî ye. Gerîlayê PKK’ê, gerîlayê
bibîrdozî ye. Di PKK’ê de gerîlayekê ji
bîrdoziyê qût bûyîn nabe. Ji serî heya dawiyê
gerîlayê PKK’ê bibîrdozî ye, polîtîk e û
birêxistin e. Ez jî yek ji gerîlayê PKK’ê me,
endamekî wê artêşê me. Hûn dizanin Egîd, şehîdê
roja ku 27’ê bi 28’ê Adara 1986’an ve girêdide,
ye. Wî hevalî dixwest hin tiştan hîn baştir pêş
bixe. Digot: “Em ê di nava vê partiyê de vê
qurnaziya gundîtiyê ji holê rakin.”
Ya duyem jî
digot: “Divê ev qadro bi awayekî pir xurt bên
perwerdekirin. Nexwe, ew ê Pêngava 15’ê Tebaxê
pûç bikin.” Soza şehîdan ji bo gerîla fermana
bingehîn e. Gerîlayê heqîqî/rastî Egîd e û
hestên wî yên xweşik, hevokên wî yên xweşik, ji
bo me ferman e. Zîlan jî wisa ye. Tevahî gotinên
wan ên wekî zêr ji bo me ferman in û ji xwe baş
meşiyan…Bila ev soz, bibe ya we, bila ev soz êdî
bibe soza her şervanê me û her hevalekê me yê
partîger.”
‘Peywira
herî Pîroz’
Layiqbûn,
vejiyandina kesên ku me bi dîroka me dane nasîn,
wekî peywira herî pîroz li ser milê me tevan e.
Bîranîn û vejiyandina bîr û baweriya Egîd ê ku
rêxistingerekî mezin bû, têkoşerekî bêhempa,
fermandarê pêngava 15’ê Tebaxê, mîlîtanê mezin ê
mirovahiyê encax bi têkoşîna ku pêşeroja gel
diafirîne re mimkûn û pêkan e, encax bi jiyanek
layiqê bîr û baweriya wî pêkan e. Ji ber ku
şehîdên me yên pîroz li dû me neman, şehîdên me
bes di paşeroja me de nîn in, ev bûne bersiva
xitimandinên me yên îro jî û hê jî rênîşangerên
me ne.
‘Bibîranîna
Egîd encax bi serwextbûnê pêkan e’
Rêberê Gelê Kurd
Abdullah Ocalan dema behsa fermandarê mezin
têkoşerê bêhempa Egîd dike bi van hevokan bi lêv
dike: “Bibîranîna Egîd, vegotina têkoşîna wî; di
esasa xwe de vegotin û bibîranîna yek ji
qehremanê têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê ye
û têgihîştina vê destanê ye. Kê dikare behsa
mirina kesekî ku paşeroş û pêşeroja gelekî esîl
û mazlûm di kesayetiya xwe de bi cih kiriye
bike?
Mirov zû bi zû
nikare mirovên qedirbilind, pêşengên bijartî,
yên ku bûne hêviya gelan ku ji bo wan jiyanê
diafirînin vebêje û behsa wan kesan bike. Lê bes
mirov dikare li ser jiyana wan, li ser fikrên
wan, li ser kêliyên bîranînên bi wan re, li ser
sekn û bibiryarbûna wan raweste û bifikire.
Mirov dikare taybetmendiyên wan ê ku wan ji me
cuda dikin yek bi yek bihêjmêrin. Lê belê ez ne
bawer ku ev jî têrê bike. Ev jî ji bo mirovên
wisa bijartî yên wekî qehremanên romanan ku her
kêliya jiyana wan wekî destanekê ye têrê nake.
Ji ber ku ew destê xwe jî qirêjan şûştine û di
nava vê jiyana madî de nirxên wisa afirandine ku
ji bo me û ji bo gelê xwe bûne kesên pîroz.”
|