* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


Kesên Qirkirina 16’ê Îlonê pêk anîn divê bên aşkerakirin? 
 

 

 
Cemîl Bayik 

PKK biryara xwe ya “pêvajoya bêçalakîtiyê” û “parastina pasîf” ku ji 13’ê tebaxê dest pê kiribû û di 20’ê îlonê de bi dawî bûbûya, ji raya giştî re aşkera kir ku heta daxuyaniyeke nû bê dayîn dirêj kiriye. 

PKK biryara xwe ya “pêvajoya bêçalakîtiyê” û “parastina pasîf” ku ji 13’ê tebaxê dest pê kiribû û di 20’ê îlonê de bi dawî bûbûya, ji raya giştî re aşkera kir ku heta daxuyaniyeke nû bê dayîn dirêj kiriye. Vê daxuyaniya PKK’ê ji aliyê raya giştî û derdorên hestyar ve bi erênî hate pêşwazîkirin. Lê ji aliyê dewlet û AKP’ê ve, vê biryara dirêjkirinê dê çawa bigirin dest weke mijara nîqaşê derdikeve pêş.

Dewlet û hikûmeta AKP’ê li hemberî vê biryara PKK’ê ku di parastina pasîf de bimîne û pêvajoya bêçalakîtiyê dirêj kir dê bikevin nava hewldaneke çawa em ê bibînin. Her çiqas wisa be jî li ser hin bûyerên qewimîne û xisûsên dixwazin derxin pêş divê mirov li ser bisekine.

Beriya her tiştî divê qirkirina li gundê Peyanisê ya Colemêrgê ku di 16’ê îlona 2010’an de pêk hat divê neyê jibîrkirin û lêkolîna vê bûyerê bê kirin ku berpirsyarên rasteqîn derkevin holê. Ev wekî mijareke girîng derdikeve pêş me. Çimkî di 16’ê îlonê de ne tenê qirkirinek pêk hatiye, bi vê qirkirinê senaryoyek nû û planeke qirêj xwestin bixin dewreyê. Lê nerazîbûna gelê kurd a bi rêxistinkirî, kontrolkirî û hişmendî daxwaza kesên ku vê dezgeha lîstika qirêj dixwestin bilîzin di qirika wan de hişt. Ev yek hiştiye ku hêj zêdetir bifikirin û mecbûr hiştiye ku li gorî vê yekê gavan biavêjin. Ji van tiştên têne destnîşankirin divê encameke ku dev ji vê lîstika qirêj ku plan kirine berdane neyê derxistin. Li vê derê li hemberî sekna gelê kurd gav paşde avêtine. Ev rastî divê rast bê dîtin.

Vê paşde gavavêtina ku yên qirkirina 16’ê Îlonê pêkanîne, nakokî û pirsgirêkên di nava xwe de dijîn hêj kûrtir kiriye. Hêj raya giştî bandorên vê qirkirinê ji ser xwe neavêtiye, ketina hin rojevên nû ya dewreyê jî nîşaneya vê yekê ye. Lê mijarên hatine rojevê jî encama kûrkirina nakokiyên ku qirkirina 16’ê Îlonê bûye sedem e.

Bala xwe bidinê di nava germahiya nîqaşên qirkirinê de suîqesta li hemberî Turgut Ozal û mirina yek ji fermendarên giştî yê cendermeyan ê wê demê Eşref Bitlis ketiye dewreyê. Kurê Turgut Ozal, Ahmet Ozal aşkera kir ku li pişt sûîqesta li hemberî bavê wî pêk hatiye Sabrî Yîrmîbeşoglu heye. Sabrî Yîrmîbeşoglu jî pisporekî kontrgerîla û Serokatiya Daîreya Şerê Taybet kiriye. Kurê Eşref Bitlis, Tarik Bitlis jî daxuyand ku bavê wî “Ne encama qezayekê, hatiye kuştin.”

Nêrînên ku der barê suîqesta li hemberî Turgut Ozal û mirina Eşref Bitlis têne rojevê û nîqaşkirina kontrgerîla û Serokatiya Daîreya Hereketa Taybet ev yek tê wateya ku ev tişt dikevin rojeva raya giştî. Ev yek tê wateya ku ji çarçoveya dozên Ergenekonê ku li Sîlîvreyê tê dîtin wêdetir e. Di pêkhatina vê yekê de kes nikare înkar bike ku kesên qirkirina Peyanisê ya Colemêrgê ku di 16’ê îlona 2010’an de pêkanîn ji ber ku negihiştin armanca xwe ne qewimiye. Qirkirina di 16’ê Îlonê de ya ne serkeftî, bû sedem ku cînayetên ku berê pêk hatine kirin û bi tu awayî bi ser wan de neçûne xist rojevê. Hem jî bûye sedem ku şertên wan rojan têkiliyê bi yên îro re daynin. Ji vê yekê tê fêmkirin ku di rojên pêş de gelek cînayetên ku derneketine holê û bi ser wan de neçûne bibin mijara nîqaşê û ew ê bikeve rojeva raya giştî.

Helbet ev tiştên diqewimin ne serkeftina hikûmeta AKP’ê ye. Berovajî vê li hemberî AKP’ê û astengiyên wê, ev encama têkoşîna berxwedana gelê kurd a li hemberî şerê taybet-qirêj e.

Sûîqesta li hemberî Turgut Ozal û mirina Eşref Bitlis operasyoneke kontrgerîla ye. Dema ev bûyer qewimîn, nirxandinên Rêber Apo jî balê dikişîne ser vê rastiyê. Nirxandinên ku Rêber Apo wê demê kirine bi awayekî belge bûye mijara pirtûk û hevpeyvînan. Di 16’ê îlonê de qirkirina li Colemêrgê jî di heman demê de operasyoneke kontrgerîla ye. Ev yek jî Rêber Apo di notên hevdîtinê de deşîfre kir û nêrînên xwe bi raya giştî re parve kir.

Qirkirina 16’ê Îlonê piştî boykota 12’ê îlonê bi hedef nîşandana R.T. Erdogan pêk hatiye. Ji ber vê yekê hikûmeta AKP’ê, R.T. Erdogan suîqesta li hemberî Turgut Ozal û mirina Eşref Bitlis ku kete rojeva raya giştî hewl dide ji xwe re bike mal. Ev yek jî durûtiyê îfade dike. Di vê hêlê de hewldanên ketine nav dê xwexapandinek be û bi her awayî derkeve holê. Çimkî qirkirina 16’ê Îlone li ber serê wan û di bin berpirsyariya wan de pêk hatiye, ji ber vê yekê ne mumkûn e ku kes ji R.T. Erdogan bawer bike.

Dema Eşref Bitlis mir, Serfermandarê Giştî yê wê demê Dogan Gureş û Fermandarê Hêzên Bejayî Muhittin Fusunoglu bêyî ku lêkolîn bikin di germahiya bûyerê de wiha gotin: “Di encama cemedîbûna perwaneya balafirê de bûyer qewimiye.” Bêyî ku dem di ser re derbas bibe di encama lêkolînan de derket holê ku rastî ne wisa ye. R.T. Erdogan, Abdullah Gul û Serfermandarê Giştî yê Tirk hêj di ser qirkirina 16’ê îlonê de saetek derbas nebûbû daxuyanî dan û wiha gotin: “PKK’ê ev yek kiriye, dane jî vê yekê nîşan didin.” Weke ku piştî mirina Eşref Bitlis çawa bi lezgînî hin tişt gotin, bi vî rengî daxuyaniyên lezgînî dan. Lê li qederê binêrin dîsa weke bûyera Eşref Bitlis ji destpêkê ve derewa wan derket. Çimkî delîlên li dû qirkirina 16’ê Îlona mane Tûgaya Komando ya Çiya ya Colemêrgê nîşan dide.

Li Tirkiyeyê rojeva bi lez diguhere xwe ji qirkirin û cînayetên kontrgerîla xilas nake. Ev yek jî ne mumkûn e bi awayekî din bibe. Di bin xirbeyên şerê taybet ê hilweşiyayî de, tiştekî cudatir ji vê yekê dernakeve.

Daxuyaniya PKK’ê ya piştî 20’ê îlonê ku di rewşa parastina pasîf de bimîne û biryara bêçalakîtiyê dê berdewam bike, ji bo paqijkirina van xirbeyan û sûcên şerê taybet-qirêj bêne mahkûmkirin, ji tiştê dihat hêvîkirin zêdetir derfet hatine afirandin. Hikûmeta AKP’ê ku li ku dera vê yekê ye, bersiva bide PKK’ê û kesên qirkirina 16’ê Îlonê pêkanîne bi derxistina pêşberî raya giştî mumkûn e. Gelo AKP dê vê yekê bike? Em ê vê jî bibînin.