* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


                                               

Komploya duyemîn dê bê pûçkirin

Cemîl BAYIK

           
 

 

       
Di dîroka cîhanê de ku mînakek wê nehatiye dîtin komploya navneteweyî li hemberî Rêberê Gelê Kurd pêk hat. Ev komploya ku DYE, Îngilistan û Israîl di navenda wê de bûn, komployek li hemberî Rojhilata Navîn bû. Di serî de li Tirkiye û Rojhilata Navîn kesên ku nedixwestin demokrasî û azadî pêş bikeve ev komplo pêk anîn. Ji ber ku li Rojhilata Navîn Rêberê Gelê Kurd ji bo xwe astengiya herî mezin didîtin, xwestin veder bikin. Destûr nedan ku Rêberê Gelê Kurd li tu welatan bimîne. Çimkî dizanin ku Rêbertî li ku derê be jî dê Têkoşîna Azadiyê bi pêş bixe. Ji ber vê jî an îmha bikirina an jî bixistina girtîgehê. Ji bo bigihîjin armanca xwe ew teslîmî Tirkiyeyê kirin. Pergala îşkenceyê ya Îmraliyê ji bo di warê îdeolojîk, siyasî û fîzîkî de Rêberê Gelê Kurd tune bikin, ava kirin.

Ev komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd di heman demê de gelê kurd li Rojhilata Navîn trajediya dijî çawa ye bi her awayî raxist ber çavan. Kesên ku ev komplo fêm kirine û derxistine hişmendiyê baş dizanin ku kurd li Rojhilata Navîn zilmeke çawa dijî û dibe qurbaniyên kîjan berjewendiyan. Hişmendiya komployê di heman demê de hişmendiya ku kurd çawa têkoşînê bimeşînin e. Qasî vê komployê tu bûyer tune ku kurd hişmendiya siyasî ew qas pê re çêbibe. Belkî gotina ku musîbetek ji hezar gotinî çêtir e ji bo bûyerên bi vî rengî hatibe gotin.

Derxistina komployê ya hişmendiyê, kurd ji rewşa berê hêj polîtîktir û xurtir kiriye. Gotina Rêberê Gelê Kurd “Pêkutî û zilma nakuje xurtir dike” vê komployê ev gotin piştrast kiriye. Gelê kurd û Tevgera Azadiya Kurd ku li hemberî vê komployê çong neda erdê û serê xwe netewand hêj xurtir bûye. Rêberê Gelê Kurd hêza xwe ya siyasî û ramanê qat bi qat zêdetir kiriye. Bi vî rengî gotina ku di parêznameyên DMME’yê de gotiye “komployên dîrokî pêşketinan ranawestîne, lezgîntir dike” îspat kiriye. Kesayet û têgihiştina siyasî, îdeolojiya ku Rêbertiyê di bin îşkenceya Îmraliyê de kemilandiye, ne tenê li ser pêşeroja gelê Kurdistanê, pêşeroja Rojhilata Navîn jî sedsalan dê bandor bike.

Rêberê Gelê Kurd parêznameyên xwe weke parêznameya Rojhilata Navîn bi nav kiriye. Parêznameya xwe ya dawî jî weke parêznameya li dijî kapîtalîzmê bi nav kiriye. Ew kûrahiya ku di tevahiya van parêznameyan de gihîştiyê, komplo bi derxistina hişmendiyê re eleqedar e. Di dîrokê de pêkutî, zilm, zindan di vê astê de ji bo civaka xwe û mirovahiyê kesekî ku ew qas xwe xurt kiriye nehatiye dîtin.

Di salvegera 13’emîn de tê xwestin ku komplo dîsa were pêşxistin. Tecrîda du meh û nîv e ya li Îmraliyê mirov nikare wekî bûyer an jî kirûyekê bes astengkirina hevdîtinan binirxîne. Bi şantaj û pêkutiyên li ser Rêberê Gelê Kurd li hemberî Tevgera Azadiya Kurd şer hatiye îlankirin. Îmralî jî bûye wekî navenda vî şerê tê meşandin. Tê xwestin ku îradeya gelê kurd û Tevgera Azadiya Kurd bi şer û komployên ku li ser Îmraliyê tê birêvebirin bê şikandin. Tê fikirîn ku Tevgera Azadiyê û gelê kurd bi xwedîlêderneketina li Rêberê Gelê Kurd vîn û îradeya wan were şikandin.

Tê zanîn ku di dîroka Kurdistanê de bi darvekirina pêşeng û serokên kurdan, bi qetilkirinan serhildanên gel hatine tepeserkirin û bi vî awayî îradeya gel şikandine. Ji ber van sedeman li hemberî kompolya ku ji Îmraliyê tê rêvebirin têkoşîn û şer tê wateya şer û têkoşîna ji bo îradeyê. Ev şer şerê biserxistina azadî û demokrasiyê ye. Di cîhanê de tu gel bêyî ku li serokatiya xwe xwedî derkevin nikarin di têkoşîna azadî û demokrasiyê de bi ser bikevin. Ev di dîrokê de bi dehan caran hatiye îspat û qehîmkirin.

Di pêvajoya Komploya Navneteweyî de gelê kurd biçûk, mezin bi awayekî ku tu kesekî jî texmîn nedikir rabûbû ser piyan. Bi dehan kes bedenên xwe kirin xelekên ji agir û li dora serokatiya xwe barîkatên parastinê bi awayekî fedayiyane ava kirin. Ruhê berxwedana ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ bû haveynê têkoşîna demên borî jî. Gelê kurd û Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd ji ber ku bi vê ruhê li serokatiya xwe xwedî derket komplo bi ser neket û têk çû. Ji ber van sedeman têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê di 13 salên borî de her tim pêş ket. Îro roj ger ku gelê kurd di têkoşîna azadî û demokrasiyê de nêzî serkeftinê bûbe, sedema vê ya sereke ew e ku bi hewldanên Rêbertiya Gelê Kurd pûç derxistina vê komploya gemar û qirêj e.

Çawa ku komploya yekemîn hat pûçkirin, tu şik û guman tune ku ew ê komploya duyemîn jî pûç bê derxistin. Dema ku komploya duyem pûç bê derxistin jî dê gelê kurd bigihîje meqsed û miradê xwe yê jiyana azad. Ji bo vê yekê jî divê li dora serokatiyê yekitiyeke xurt were afirandin û asta têkoşînê were bilindkirin.