|
Cemîl Bayik
Avakirina "Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan"
niha di rojeva Tirkiyeyê de ye. Tê dîtin ku
kesên di nava civakê de di mijarên mafê mirovan,
demokrasî û hwd. de bi hestiyar in di vê mijarê
de ketine nava hewldanan. Ji bo komîsyon were
sazkirin pêşnûme ji parlamanê re tên pêşkêşkirin.
Lê mixabin encamdayina van xebatên têne meşandin
ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tên astengkirin.

Bangên Rêber Apo yên ji bo sazkirina "Komîsyona
Lêkolînkirina Heqîqetan" ji raya giştî re
hatibûn aşkerakirin. Rêber Apo gelek caran di
bangên xwe de li ser girîngiya avakirina
komîsyoneke bi vî rengî rawestiyabû û
destnîşankiribû ku di vê mijarê de tiştê dikeve
ser milê wî dê bi cih bîne. Bi nêzîkahiyeke
erênî heger komîsyoneke bi vî rengî saz bibe, dê
ji bo pêşeroja Tirkiyeyê gaveke dîrokî bê avêtin.
Gelo li Tirkiyeyê dê gaveke bi vî rengî bê
avêtin? Di xebatên heta niha hatin meşandin de
bersiva vê pirsê nehatiye dayin. Li Tirkiyeyê li
pêşiya avakirina "Komîsyona Lêkolînkirina
Heqîqetan" astengiyên mezin hene. Heke rewşeke
cudatir hebûya dê heta niha di vê mijarê de hin
gav bihata avêtin. Lê heta niha ji bilî hin
hewldanên samîmî em nebûna şahidê tu gavên
berbiçav ên hatine avêtin.
Çima wisa dibe?
Bersiveke di cih de ji bo vê pirsê neyê dîtin dê
ji bo derbaskirina astengiyên li pêşiya "Komîsyona
Lêkolînkirina Heqîqetan" jî tu gavên cidî
nikaribin bên avêtin. Dema Rêber Apo girîngiya
avakirina vê komîsyonê anî ziman, bal dikişand
ku ji bo di çarçoveya çareseriya demokratîk ya
pirsgirêka kurd e roleke erênî di gavên bên
avêtin de avakirina vê komîsyonê girîng e. Tevî
vê yekê jî di van rojên ku îhtîmala şert û
mercên çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd
ji holê radibin de jî hêj gavek ne hatiye avêtin.
Berovajî tê xwestin ku were astengkirin. Ev jî
balê dikişîne.
Gelo yên avakirina "Komîsyona Lêkolînkirina
Heqîqetan"asteng dikin "Ji aşkerabûna çi
ditirsin" jî li vir weke pirseke li benda
bersivê li ber me ye. Di vê wateyê de di meha
çileyê de di bin navên mîna "Platforma Bellekê
ya Civakî" de hewldanên kesên bûn qurbana "kuştinên
faîl ne diyar" -lê di rastiyê de diyar in-
hewldan û çalakiyên wan gelekî girîng in.
Daxwaziyeke hevbeş a kesên di van platforman de
cih digirin heye. Ev ne platformên ku li ser
nasname û nêrîneke bi tenê hatine sazkirin in.
Di nava wan de kurd, tirk, çepgir, demokrat û
hwd. ji gelek nêrînan mirov cih digirin. Lê belê
ev tev di noqteyeke hevbeş de hatine cem hev û
heman tiştî dixwazin. Ew jî; derketina holê ra
heqîqeta ye.
Gelo sazkirina "Komîsyona Lêkolînkirina
Heqîqetan" ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve ji ber
ditirsê bi rastiyê re rû bi rû bimîne û dixwaze
bûyerên tarî yên di hişê mirovan de cihê xwe
girtine bêne jibîrkirin vê yekê asteng dike?
Divê ev yek rast bê fêmkirin.
Bûyerên di tariyê de mane ne cara yekê ye ku tê
rojeva Tirkiyeyê. Di rewşa niha de êdî
gihîştiye asteke ku kes nayê xapandin û neçar
divê bên aşkerakirin.
Komara Tirkiyeyê ji bûyera Mustafa Suphî û 14
hevalên wî ku li Derya Reş hatin fetisandin,
yanî ji salên avakirinê vê tim bûyerên tarî yên
bi tu awayî aşkera nabin (?!) hatin jiyîn. Dîsa
di sala 1925'an de yên bûn sedema serhildana
kurdan, piştî wê qetilkirina Sabahattîn Alî û
provokasyona 6-7'ê Îlonê jî lê zêde bûn. "Bûyerên
Tarî" yên di salên 1960'ê de pêşiya wan hate
vekirin di salên 1970'yê de bi rêzekuştin û
tevkujiyan berfireh bû. Di salên 1990'î de jî
pêvajoyekê dest pê kir ku ev bûyer bi her awayî
di tariyê de hatin hiştin û bi tu awayî navekî
rast lê nehate kirin.
Di salên ku mîna 'salên darbeya bixwîn' dikare
bê binavkirin yanî di salên 1990'î de bi hezaran
gund hatin valakirin, mirovên ku bi milyonan
hejmara wan tê bilêvkirin ji cih û warên xwe
hatin sirgunkirin. Bi deh hezaran mirov hatin
girtin û di îşkenceyên giran re derbas kirin. Li
gorî agahiyên fermî 17 hezar mirov di cînayetên
kiryar diyar de hatin qetilkirin. Bi qanûnên
sirgûn, sansurê û biryarnameyên di hukmê qanûnê
de welat hate îdarekirin. Rewşenbîr û kesên di
nava civakê de rêz ji wan re dihate girtin hatin
qetilkirin. Serokomarê Dewletê û fermandarên li
ser kar li pey hev bi rengekî gumanbar mirin an
hatin kuştin. Bi vî rengî pêvajoyeke tarî û
darbeyê ya ku mînaka wê li cîhanê nîn e hate
jiyîn. Di esasî de “Komîsyona Lêkolînkirina
Heqîqetan” di van pêvajoyan de bûyerên di tariyê
de mane û tê xwestin bêne jibîrkirin ji bo bêne
ronîkirin, bi rabirdûyê re hevrû bibe hesabê wê
bê dayîn û li ser vî esasî ku rûpeleke nehatiye
qirêjkirin bê vekirin, ji bo gaveke saxlem bê
avêtin ketiye rojeva Tirkiyeyê.
Derketiye holê ku hikûmeta AKP'ê ji ber ditirse
bi vê dîroka kirêt û bixwîn re rû bi rû bimînin
sazbûna "Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan"
asteng dikin.
Şefê Polîsên darbeya bixwîn a salên 1990'î
Mehmet Agar ku Wezîrê Karê Hundir bû wê demê
nirxandineke balkêş kir. Mehmet Agar di dema
serdana xwe ya malbata Ugur Mumcu ku di sala
1993'yan de hate qetilkirin de axivî. Agar bal
kişande ser encama ku di lêkolîna vê suîqastê de
bê bidestxistin û got, "heger em tuxlayekî
bikişînin dê dîwar birûxe û em ê tev di bin de
bimînin."
Sedema bingehîn a tirsa yên li dijî sazkirina "Komîsyona
Lêkolînkirina Heqîqetan" dedikevin di vir de xwe
dide der. Ji ber vê weke Mehmet Agar dibêje
dizanin ku dê di bin enqazê de bimînin hewl
didin asteng bikin.
|