* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

Kenan Evren bi çekê, Erdogan bi hiqûqê
 
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Duran Kalkan got ku Kenan Evren û Erdogan dişibin hev: “Êrîşên ku niha pêk tên ne kêmtirî 12’ê Îlonê ye. Rêbaz cuda ne. Rejîma 12’ê Îlonê çek bi kar dianî, rejîma AKP’ê jî hiqûqê bi kar tîne”

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Duran Kalkan di şahiya ku 27’emîn salvegera cejna vejînê ya 15’ê Tebaxê de bal kişand aliyên serokwezîr Erdogan û rejîma AKP’ê yên dişibe Kenan Evren û rejîma 12’ê Îlonê û got ku gelek aliyên her du rejîman jî dişibin hev.

Pevajoya niha

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Duran Kalkan di derbarê pêvajoyê de nêrînên xwe wiha vegot: “Pêvajoya niha ji aliyekî ve dişibe dema 12’ê Îlonê. Di vê merheleyê de pêngava 15’ê Tebaxê hinek aliyên wê hene ku dişibe dema 12’ê îlonê. Tifaqên AKP û Emerîkayê divê baş bê nirxandin. Bala xwe bidinê bi herêmî tevdigerin. Şerê Lîbyayê, şerê Misrê, şerê Sûriyeyê, helwesta Îranê, helwesta Iraqê, têkoşîna li Kurdistanê di nava van hemûyan de Emerîka û AKP hevkar in. Tu caran Tirkiye û DYE evqas ne bûbûn yek. Ev sîstem, ev sekin di roja me de çi vedibêje? Ev vegotina êrîşekî nû ye.” Kalkan da zanîn ku hevgirtina AKP û DYE’yê ev e ku herêm teslîm bûye, bûye lîberalîzm, êdî nikare li ber xwe bide di gotinê de berxwedêrên demokrat di rastiyê de jî tasfiye û teslîmiyetê dijî rast hem çep dixwaze bike yek li hemberî vê wergerîne Blokê.

AKP hiqûqê bi kar tîne

Duran Kalkan, li ser rejîma 12’ê Îlonê jî wiha got: “Êrîşên ku niha pêk tên ji yên di 12’ê Îlonê ne kêmtir in. Tenê rêbazên wan cuda ne. Di 12’ê Îlonê de çek dihat bikaranîn, rejîma AKP’ê ji hiqûqê bi kar tîne. Kenan Evren demagogek pir mezin bû. Tayyîp Erdogan jî demagogekî ji wan mezintir e. Kenan Evren digot; ‘min cîhan ava kiriye û weke Ataturkê duyemîn didît, Erdogan jî dibêje gerdûn min ava kiriye û xwe weke Sultan Suleyman dibîne. Îlankirina rewşa awarte dadgehkirina wan hêj di hişê mirovan de ye. Di dema cuntaya Kenan Evren de girtîgeh tijî bûbûn û doz bi awayekî komî dihatin dîtin. Niha jî di bingeha rêveberiya AKP’ê de tiştên ku li Tirkiyeyê û Kurdistanê hatin jiyîn eynî wekî 12’ê Îlonê ye. Bi hezaran kes ji ber fikra azadiyê, ji ber siyasetê di girtîgehan de ne.”

Kalkan da zanîn ku wê demê li hemberî 12’ê Îlonê berxwedana 15’ê Tebaxê hate nîşandan, li hemberî êrîşên AKP’ê jî dê xeta berxwedanê bê nîşandan û ew ê bi ruhê 15’ê Tebaxê têbikoşin. Bi tu awayê din berxwedan nabe. Ji derveyî wê çi berxwedan bê nîşandan xelet in û xeta tasfiyekirinê ye.

Kalkan bi sloganan gotinên xwe bidawî anî û gerîlayan jî bi coşek mezin dubare kiri

Kalkan bi sloganan gotinên xwe bidawî anî û gerîlayan jî bi coşek mezin dubare kirin.