|
Ev demeke me
hîngî cenaze pêşwazî kirin êdî sebr û tehemûla
di dil û hinavên me de nema ne. Tevgera me
rixmê her tiştî li berxwe da û xwest ku
pirsgrêka xwe bi riyên demokratîk çareser bike û
bi vê şêwazî bigihêje aştiya pîroz. Lê belê
dewleta xwînmij, dagirker û faşîst, zîhniyeta
paşverû li vê tiştê tehemûl nekir. Wekî her
caran serî li xwîn û kuştinan da. Ji ber ku hîmê
vê dewletê bi xwînê hatiye avakirin. Ji ber ku
cenazeyên gelên bindest bûye kevirên dîwarê
dewleta hov. Heya duh gelê Ermenî û gelê Rûm,
îro jî gelê Kurd vê faşîzmê re rûbirû ye.
Lê dewletê tişta
herî girîng ji bîr kiriye û li gorî vê şaşitiyê
tevdigere! Ew jî rastiya gelê Kurd e. Cudahiya
hêrsa Kurdan e. Hêrsa Kurdan pir mezin e, ji ber
ku Kurdan pir caran wşndakiriye û ji dîrokê
ezmûna xwe girtiye. Êdî nema ku Kurd tehemûla
windakirinê bikin. Va ye dost û dijmin herkes
dibîne ku gelê me çawa li ser piyane. Dayîk û
bav, keç û xort, ji 7 salî heya 70 salî li qadên
şerin. Em gihîştine asteke wiha ku cenazeyên me
li ser milan tên girtin û bi rihê serhildanê tên
pêşwazikirin. Dîmenên herî dawî li çoltera
Qilebanê derketin holê rewşa me û asta ku gelê
me gihîştiyê radixine li ber çavan. Dayîkên me
bi neyaran re ketibûn şerê senger û cenazeyê
şehîdên xwe ragirtin. Ev şerê şoreşgerî yê gel
e. Êdî gel û gerîla bûye yek û şerê ku tê
meşandin ber bi şerê topyekûn ve diherike. Ji vê
xalê şûndetir paşve gav avêtin û têkçûn ne
gengaz e. Dirûşma gel ya “an serkeftin an
serkeftin” êdî digihêje encamê.
Em li Bakûrê
Kurdistanê di pêvajoya hilbijartinan re derbas
dibin. Ev hilbijartin tenê ne hilbijartina
parlamentera ye. Di heman demê de û ya herî
girîng jî hilbijartina statuyê ye. Ji bo hemû
gelên Tirkiyê jî ev wisa ye. Bi taybetî gelê
Kurd di pêvajoya hilbijartinê de ye. Esas yê ku
herî zêde vê hilbijartinê digire cidiyete dîsa
em in. Ji ber ku faşîst û nijadperestên Tirkiyê
di ferqa konjonktorê de nînin. Wekî tê dîtin,
dewlet xwesteka Kurdan ya demokrasî û aştiyê ji
nedîtî ve tê. Di vê mijarê de bi biryare. Li
hemberî vê tiştê tenê şêwazekî berxwedanvaniyê
heye; ew jî ji bo şoreşê şerkirine! Ev bûyerê
dawî jî biryardariya gelê me dide xuyakirin.
Azar û fîganên
dayîkan êdî bêtehemûliya dil û mêjiyan tasvîr
dike. Eger li deverekî dayîk bêyî ku li benda
hinek kesan bisekinin bikevin nava şer û pevçûnê,
eger ku laçikên xwe yên spî ên sembola aştiyê
bişewitînin, eger ku li ser cenazeyên gerîla
nema bigirîn hewceye ku bê fêm kirin li wê derê
şoreş çêdibe. Van tiştana emareyên şoreşê ne.
Êdî sebra dayîkên me nemaye. Dayîkên me welat
diparêzin. Peyama ku hemû cîhan jê derxe eve:
aştî eger bi şêwazê demokratîk nebe wê wiha be!
Di dawiyê de wê her aştî pêk were.
Diyardeya ku vê
pêvajoyê veguherîne serkeftinê helwesta ciwanane.
Helbet ciwan jî bi hêrsin. Li qadanin û di nava
şerdenin. Lê belê tişta ku herî zêde dewleta
tirk jê ditirse çiye? Tevlîbûna ciwanan ya refên
gerîla ye. Ji xwe çandeke gele Kurd jî heye ku
çekê şehîdên xwe li erdê nahêle. Ji bo her
şehadetekî hewceye ku herî kêm 50 ciwanên cesûr
tevlî gerîlabibin. Barê ku dîrok dide ser milê
me ew e ku em nehêlin dayîkên me êdî bigirîn. Ji
ber ku gerîlabûyîn bersiva herî mezin e ji bo
dijminan. Di nava van rojên dawî de artêşa tirk,
MİT, CIA û artêşa DYE’yê bi hevkariyeke mezin
êrîşê gerîla dike. Li hemberî vê êrîşê hewceye
ku di serî de ciwanên Kurd bersiv bidin dijminên
gerdûnî. Eger ku li Kurdistanê tevlîbûna gerîla
nebe wê tenê dilê dijminan xweş be. Ger hêzê
gerîla xurt nebe wê dayîkên me jî nikaribin li
qadan hemberî polîs û leşkerên faşîst li
berxwebidin. Ger hêza gerîla geş nebe wê şoreş
nebe û hêviya serkeftinê careke din winda bibe.
Em pir nêzî serkeftinê ne. Ev rojên ku em
dibînin êşa beriya welidînê ye. Piştî êş û
azaran rojên xweş û serkeftî li benda mene. Her
ciwanekî Kurd yê cesur, baqil, lewend û fedakar
divê êdî dev ji hemû çerxên vê jiyana qirêj
berde û riya rast ya ku PKK pêşengtiya wê dike
tercîh bike. Ew hêrsa ku a niha di nava cerg û
dilê ciwanên Kurd de wekî dêwekî mezinbûye encax
bi vî şêwazî dikare weguhere sîlaheke bi bandor.
Wekî ku qehremanê mezin rêheval şehîd Erdal (Engîn
SÎNCER) dibêje: “YÊN KU HEWCENE BIBIN MILÎTAN,
DIVÊ BIBIN MILÎTAN”
|