|
|
Adorno Endustriya Çand û Huner bi hevdûre bi
dest digre. Di ramana wî de çand û civak, ne di
pêşiya sentezekî mûtlaq deye, derveyî armanca
yekbûnê bi diyalektîkek negatîf wek di aliyê
dıjî hev tê bi cihkirin. Huner û civakê wek
diyardeyê dijminê hev dinirxîne. Hunerê wek
daneyê ku xwe radest nake, her tim wek nêrînê
‘yê din’ tê fikrandin di xebite bibîne. Lê
cardin aliyê civakê yê ku xwe wek beşekê vê
dibîne, di afirîne, dorpêç dike derdixe holê û
ji vê nêrînê na reve. Dibistana, di navbera çand
û huner de wek
diyalektîka‘dijminahî’ di heman demê de cihê
bêhêvîtî û dilsariyê bi dest digre. Çand û
hêviyê, civak û dilsariyê her çiqas di heman
wateyê de nede diyar kirin jî, nêzî hevdû dibîne.
Ti carî bê alîgirî namîne. Bi hemû vîna xwe di
aliyê hêviyê de, her wiha di aliyê huner de cih
digre. Bi aqilmendiya xwe jî, gelek caran wê
hêza civakê ya dilsariyê dide nîşandan û daneyê
wê wek hêzekî ku bin nakeve hesab nake. Teza
Adorno ya bihgehîn: Huner di aliyê pişkî(tîkel)
de û di aliyê giştîde bi sînor jî be, di kare
xweseriya xwe bi parêze. Huner qada xeyal, hêvî,
utopya yên mirov, berhevkirin û zindîkirinê ye.
Hemû ewqase. Bê gûman ev jî ne kême. Xala di nav
vê serweriyê de ya herî lewaz, cihê ku hêvî têde
ji nûve dipişkive ye. Qada herî bi berheme.
Huner li hember hemû şa-şî-yan dibe qada yekbûna
herî bi hêz. Ji ber vê ye ku ewqas girînge. Ne
ji ber ku tenê hunere, girînge.
Taybetmendiya
huner aliyê wê yê neyênî, ji bingeha civakbûnê
tê. Huner, civaka ku têde dijî re dibe dij-teza
civakî ya giştî. Civakbûna hunerî, ne ji erdema
wê pêvajoya tê jiyîn û ne jî, ji naveroka
bingehîn civakê çavkaniyê xwe digre. Huner
civakiye. Ji ber di nav wê civaka ku cih digre
de rewşa mixalif digre. Ji bo vê astê bigre, yek
pîvan heye, ew jî xweseriya hunere. Xweseriya
huner jî, di pêşketina kapîtalîzmê de bi taybet
di şert û mercên piyasa de li gor veguhartina
meta ‘yê din’ di keve rojevê. Di civaka pre-kapîtalîst
de cihê hunermend, rasterast bi afirandina
berhemê ku bi hin sazî û dezgeha ve girêdayî,
her wiha bi asta aborî ve girêdayî pêş dikeve.
Di civaka kapîtalîst de têkildariya bendîtî bi
piyasayê ve girêdayî jiber ku pêşdikeve em
dikarin behsa cihê huner û hunermendıya
kapîtalîst bikin.
Huner, di hindir
civaka ku têdeye de tenê bi dana naskirina wê na,
bi rexnekirin û asta veguhartina wê, bi
potansiyelek giştî girîngiya xwe digre. Xwe
zindî dihêle. Ger bi rastî jî, huner ewqasî
civakiye, berî her tiştî di navbera huner û
ilimde an jî di navbera huner û siyasetê de
hiyerarşiya ku hatiye avakirin pêwîste mirov
bibîne û di heman demê de di navbera civaknasiya
huner û estetîk de an jî di navbera huner û
quramê ku tê bikaranîn de cûdabûnekê çêbike. Ger
ev nebe, çêkirina van cûdabûna gelek zor dibe.
Civaknasiya Hunerî: Di aliyekîde, di navbera
civak û hunerê de têkildariya ku heye çawa
hatiye krîstalîze kirinê lêkolîn dike. Di aliyê
dinde ji bo ew berhema hunerî were fêhmkirin û
di her deverî de were belav kirin û kontrol
kirin mekanîzmayê ku hatine avakirin lêdikole.
Ji bo Adorno
civaknasî û rexnekirin ji hevdû qut nabin.
Lêkolîna berhemekî hunerî, pêwîstiya şêweya wê
ya şîrovê jî dike. Ev lêkolîn, ji dema avakirina
berhemê û heta encama dawî hemû pêvajoyê radigre.
Di heman demê de ev huner û çêkirina vê hunerê,
pêvajoya civakî û hemû têkiliyê wê civakî
pêwîste berbiçav were girtin. Ew hunera ku ewqas
xwedî potansiyelek mezine, van bendewariya çawa
dikare bibersivîne? An jî kîjan huner dikare vê
biser bixe? Bersiva Adorno modernîzme. Ango
hunera moderne.
Ji bo Adorno
xweserî û civakbûyîna huner di taybetiyên ku jê
nayê revandinde ye. Her çiqas wek dijberê hev
diyarin jî, ya rastî û encax bi hevdûre hene. Bi
gotineke din, hunera civakbûyî bi xweseriya xwe
û bi xweseriya civakbûna xwe ve girêdayî ye. Ger
yek nebe yê din jî nabe. Ji ber vê Adorno hertim
li dijî nêrînê ku van taybetiya red dikin di
sekine û van meyla na pejirîne. Adorno û hindek
Frankfûrtvanê din, ji aliyekî de dema hin meylên
ku hunerê civakbûnê wek fıraksıyon (avantgarde)
li aliyekî dihêlin rexne dike, ji aliyê dinde,
dikeve nav hesab xwestina ji rastiya Marksîst ya
ku vê xweseriya hunerê dûrî çav dikin an jî di
wata giştî de di keve nav hesab xwestina
helwesta Marksîstê Ortodoks yê ku bi estetîkê
radibe.
Adorno kiye?
Adorno bi navê
Teddîe, malbat û dostê wî bang dikirinê Zarokê
Oscar Wîesengrûnd û Marîs Calvellî ji Korsîka,
yek tenê ye. Îro fîlozofê bi navê Adorno ku em
nas dikin, paşnavê xwe yê bav Wîesengrûnd bikar
ne aniye, paşnavê dayika xwe yê keçkanî Adorno
girtiye. Sedemê vê yekê ji ber rewşa 1930 ya
Elmanya ye. Meylekî dayika Adorno û xaltîka wî
cîdî bi muzîkê re heye. Dayika wî berî bi zewice
xwedî kariyerekî muzîkê girînge. Hunermendek
dengbêje. Xaltîka wî piyanîste. Di demek dirêjde
ji hunermenda wê demê Adelîna Pattî ‘re bi dengê
xwe hevaltî kiriye. Her wiha biçûkbûna Teddîe
di temenekî biçûk de hertim bi muzîkê derbas
bûye. Adorno di 15 saliya xwe de bi dostê
malbata xwe û Sîegfrîed Kracaûer’re, li ser
felsefa klasîk ya Elmana û bi taybet Kant dı
sekıne. Dest bi xwendina wan dıke. Bi vî awahî
berê xwe dıde kurbun û mijûldariya felsef kur.
Adorno di sala 1921 de, li Frankfûrtê dibistana
Kaîser Wîlhelm xelas dike. Dest bi dibistana
zanîngeha Johann Wolfgang Goethe dike. Di vê
pêvajoya dibistanê de lı ser jêderiya derve û
opera disekine û nivîsara(makale) amade dike.
Di zanîngehê de bi giranî dersê felsefe,
civaknasî, derûnî û muzîkêdı xwîne. Di sala 1922
de navdariya bijîşkiya felsefe digre. Mamosteyê
Adorno yê tezê, fikirmend Kant’van Hans
Cornelîûs’e. Di sala 1922 de, di semînerek
Cornelîûs’de Max Horkheîmer nas dike. Ev kurê
fabrîkatorek mezine. Di sala 1924 de dı demekî
temaşekırına operaya Alban Berg’de ya Woz-zeckde,
bi navbeynkariya hevalekî xwe bi Berg’ re hev
nas dikin û di sala 1925 de li Vîyana’yê muzîkê
dixwîne. Li Vîyana’yê derbasî derdorê kesên
modern yên Arnold Schonberg dibe. Di vê esnayê
de heftê di roja dersê kompozîsyon û piyano ji
Edûard Steûermann digre. Lê mixabin ti carî
Adorno ne bû bestevanekî serkeftî. Her çiqas bi
heyranıyekî mezin piştgiriya muzîkê dikê jî, ti
carî sitêrka wî û Schonberg re li hev nehatin.
Dibe ku ji ber vê be di dema xwe de bû
fîlozofekî navdar û mezin. Adorno di sala 1928
de vegeriya Frankfûrt’ê. Di bin şêwirmendiya
Cornelîûs de li ser Freûd dest bi kûrbûnê dıke.
Lê belê mamosteyê wî piştgiriya wî nake û
helwesta xwe eşkere dıke. Li ser vê yekê Adorno
ji bo ku li zanîngehê ders bide dest bi tezekî
din dıke. Tiştê ku Adorno kir, tiştê ku Benjamîn
ne kiribû. Teza nû ya Kîerkegaard bû. Lê ji ber
zanîngeha Cornelîûs terikandibû teza xwe li
Tîllîch bi şêwîrmendiyê xelas dıke. Bi saya
hevaltiya xwe bi Horkheîmer re di enstutuya
lêkolîna civakî de ango bi dibistana Frankfûrt
re têkîliyên xwe çêdıke. Nivîsên Adorno yên
fermî di kovara enstutuyê de di sala 1932 de tê
weşandin. Di sala 1938 de dibe endamê enstutuyê.
Di sala 1969 de
di dema betlaneyek kinde li Swêd di encama
krîza dilde jiyana xwe ji dest dide. (Bidawî bû)
|