* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


Ji KCK’ê bo agirbestê du merc!
                                    
 

 

                                                     

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ragihand ku ji bo pêkhatina çareseriyeke makezagonî divê şerê heyî bi dawî bibin û diyar kir ku heta artêş û polîs operasyonên xwe ranewestînin, wê hewldanên agibesta yek-alî têra vê yekê neke. KCK’ê ragihand ku divê ji bo pêşxistina pêvajoya bêçalaktiyê, ev her du merc bê ku dereng bimîne werin pêkanîn.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Pûşperê de banga ‘Ji bo çareseriya makezagonî divê şerê gel ê şoreşgerî nekeve dewrê’ li KCK’ê kiribû. KCK’ê vê bangawaziya Ocalan nirxand û ji KCK’ê daxuyaniya rayagiştî li bendê bû da. Ocalan diyar kiribû ku di van şert û mercan de pêvajoya bêçalaktiyê tenê dikare çend mehan bidome û gotibû; “Divê Meclîs tavilê bicive. Ji bo ez bikaribim ji bo çareseriyê rol bileyîzim, divê Meclîs bang li min bike. Ger meclîs vê yekê bike, ez jî dê hêzên çekdar bikişînin herêmên şer lê neyî û her wiha ji bo yên din jî tişta ji destê min were, ez ê bikim. Divê Meclîs pêşiya min vebike.”

Despêkeke nû

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye: “Encamên hilbijartina 12’ê Pûşperê ku li Tirkiyeyê pêk hat zemînek pir baş ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi riya aştiyane û demokratîk, her wiha ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê afirand. Ger serkeftina Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê, wergirtina ji sedî 50 yê dengan a AKP’ê û hinek peyamên erênî yên ku CHP’ê di dema hilbijartinê de dane baş werin nirxandin, wê li Tirkiyeyê lihevkirineke civakî pêk were û ev yek wê ji bo pêvajoya çareseriya makezagona demokratîk destpêkek nû be.

Teqez divê şer û pêvçûn bi dawî bibin

Jixwe gelek aliyên civakê jî diyar dikin divê bi avakirina meclîsa nû ya ku wê bi encamên hilbijartina 12’ê Pûşperê were avakirin, meclîs rolê xwe bileyîze û divê ji bo ji nû ve avakirina demokrasiya Tirkiyeyê, makezagoneke nû ya sivîl a demokratîk were amadekirin. Ji bo pêvajoya çareseriya makezagonî bi awayek saxlem bimeşe, divê şer û pevçûn bi dawî bibin û bi beşdariya hemû alî û derdoran makezagona nû were nîqaşkirin.

Me bangawaziya Ocalan bi baldarî nirxand

Rêber Abdullah Ocalan van şert û mercan li ber çavan girtiye û bi riya parêzerên xwe ragihand ku pêjoya çareseriya demokratîk ji hemû deman xurtir e û diyar kir ku ev pêvajo dest pê kiriye. Lê ji bo vê yekê pêwîst dîtiye ku pêvajoya şer û pevçûnan bi dawî bibe û li ser vî bingehî ji bo afarinadina pêvajoyek bê şer û pevçûn bang li aliyên peywendîdar kiriye. Her wiha di heman demê de ji bo pêvajoya çareseriya makezagonî bi ser keftî pêk were û bikaribe rola xwe bileyîze bang li Meclîsê kiriye. Bê guman nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan rast in û daxwazên wî di cih de ne. Em weke Tevger vê bangawaziyê dinirxînin û me biryar daye ku tişta dikeve ser milê me divê em pêk bînin. Lê belê hemû rayagiştî û gelê me baş dizane me ji sala 1993 ve gelek caran agirbestên yek-alî ragihand, lê ev agirbest û hewldanên me yên ji bo aşitiyê bê encam mane û encameke mayînde derneketiye holê. Herî dawî me pêvajoya bêçalaktiyê di 13’ê Tebaxa 2010 de da destpêkirin û me heta 15’ê Pûşpera 2011 de domand. Hemû gelê me û rayagiştî di der barê vê mijarê de xwedî agahî ne. Lê hemû hewldanên me yên yek-alî,vegera gerîlayan ya ji bo baregehên xwe, projeyên çareseriyê yên ku Rêberê me di şert û mercên tecrîdê de amade kir û pêşkêş kir, ji bo pêkanîna çareseriyeke demokratîk têrê nekirin. Ji ber ku hikûmet û artêşê helwestek erênî ya pêwîst nîşan neda, hewl danên me û derdorên demokratîk ên ji bo aştiyê bê encam man. Ger niha jî civaka Tirkiyeyê bi hestiyarî nêzîk nebe, dewleta Tirk di polîtîkaya xwe ya heta îro dimeşîne de israr bike, operasyonên leşkerî û polîsî ranewestin, hewldanên Tevgera me yên ji bo çareseriya demokratîk a makezagonî wê ne bes bin.

Du xisusên girîng

Bi vê sedemê ji bo ku pêvajoya bêçalakî û çaraseriya makeqanûnî pêk bê, em diben ku divê du xisus pêk were:

1- Meclîsa Tirkiyeyê (TBMM) ku dest bi serdema nû dike ji bo ku pirsgirêka kurd çareser bibe divê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên serarastkirin bang bê kirin ku rola xwe bilîze.

2- Li ser navê dewleta Tirkiyeyê û hikumetê divê Serokwezîr an jî rayedarekî girîng bang bike ku pirsgirêka kurd bi riya tasfiyekirin û îmhakirinê nayê çareser kirin encax bi riya diyalog û aştiyan e bê çareserkirin, ji ber vê yekê operasyonên polîsî û leşkerî hatine rawestandin û vê yekê deklereyî raya giştî bikin, starta çareseriyê bidin.

Bi pozîsyona agirbesta dualî gengaz dibe

Xûya ye ku encax ji hêla dewlet û hikumetê ve gaveke vekirî û bi bawer bê avêtin ku ev pirsgirêk bi bingeha makeqanûniyê bê çareserkirin. Nexwe heger ku tu gavên berçav neyên avêtin, li ser hêzên me operasyon û tasfiyekirin bê ferzkirin ne gengaz e ku agirbestiya yekalî bidome. Pêvajoyeke aştiyane û mayînde encax bi pozisyona dualî ya agirbestê bi gengaz bibe. Daxwazeke wiha ya fedakariyeke yekalî ne nêzîkbûneke dadî ye. Ligel vê yekê dirêjkirina pêvajoyeke nediyar û bê çareserî jê ne gengaz e ku bidome. Em wekî aliyê kurd ligel hemû helwesta me ya çareseriyê heger ku mijulkirin û tasfiyekirin bê ferzkirin ji encamên derbikevin holê dewlet û hikumet berpirsiyar dibînin. Gelê Kurdistanê xwedî vîneke bi hez e ku çareseriyeke alternatîf pêk bîne. Ji ber vê yekê girîng e ku dewlet vê pêvajoyê bi rast binirxîne, vîna çaraseriya demokratîk nîşan bide. Ev yek ji bo pêşeroja Tirkiyeyê girîng e. Polîtîkayên înkarkirin û tasfiyekirinê yên li ser Kurdistanê hatine meşandin heta niha vala derketine.

Di dîrokê de care yekeme kurd yekitiya xwe ewqas avakirine

Encama herî girîng a 12’ê Pûşperê de derketiye holê ew e ku gelê Kurdistanê çareseriya aştiyane û demokratîk û Xweseriya Demokratîk erê kiriye. Divê hemû derdor ji vê yekê re rêzê bigire û bi vê bingehê perspektîfa çareseriyê bide destxistin. Di dîrokê de yekemîn car e ku gelê Kurdistanê yekîtiya xwe ewqas xurt kiriye û bi piştgiriya hêzên Tirkiyeyê yên çepgir û sosyalîst asteke girîng derxistiye holê. Perspektîfa Xweseriya Demokratîk û Komara Demokratîk bi Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê hatiye erêkirin. Ev ji bo pêşeroja Tirkiyeyê girîng e.

Tişta ku bikeve ser milê me em pêk bînin

Ev rastî ji bo ku pêvajoyeke aştiyane û çareseriyeke demokratîk pêş bikeve girîng e. Pêşveçûnên li herêma me û li Rojhilata Navîn ferz dike li Tirkiyeyê netewîbûna demokratîk û komara demokratîk ferz e. Bi nêzîkbûyîna vê perspektîfê aşkera ye ku çareserkirina pirsgirêka kurd wê Tirkiyeyê di warê aborî û civakî de pêş bixe. Tirkiyeyek ku aştiya civakî, yekîtiya gelan pêkanî, çêkirina makezagoneke bi tevlîbûna hemû derdoran girîng e û Tirkiye dê bibe hêzeke demokratîk ku li herêmê bibe navend û her awayî pêşketî. Têkoşîna gelê Kurdistanê û hêzên demokratîk şert û mercên vê yekê pêk anîne.

Ger ku dewlet û hikumet ji bo pêvajo pêş bikeve gavên pêwîst biavêje, em wekî tevger ji bo ku pêvajoyeke aştiyane û çareseriyeke demokratk pêk bê çi bikeve ser milê me em dê pêk bînin. Em bang li hemû gelê xwe û hezên demokratîk ên aştîxwaz dikin ku bi hestiyar bin, rola xwe ya ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane pêk bê bilizîn.”