|
Tirkiye neçarî
amadekirina destura bingehînek nû ye.
Referandûma 12'ê îlonê amadekirina destura
bingehîn a
nû ferz kiriye. Ji ber ku bi referandûmê re
destura bingehîna 12'ê Îlonê hem a kevin hem jî
ya nû ku xal lê hatine zêdekirin rewatiya xwe
winda kiriye. Yên di referandûmê de gotin 'na' û
yên gotin 'erê' propogandaya 'bi tevahî
guhertina vê destura bingehînê' dikirin. Kurdan
jî bi boykotkirinê îlan kir ku ev destura
bingehîn û sîstema ku destura bingehîn xwe
dispêrê de jî li gel wan ne rewa ye. Ji ber vê
yekê jî derfeta îdarekirina Tirkiyeyê ya destura
bingehîna nû nema ye.
Pêvajoya beriya
hilbijartinê û piştî hilbijartinê di vê wateyê
de pêvajoya navberê ya derbasbûnê ye. Bi vî
aliyê xwe xebatên beriya hilbijatinê û encama ku
di hilbijartinê de derkeve dê karakterê destura
bingehîna nû diyar bike. Heke kurd û hêzên
demokrasiyê giraniya xwe di vê pêvajoyê de
daneynin dê AKP destura bingehîneke ku sîstemê
restore dike amade bike. Dê CHP û hêzên lîberal
ên mîna dûvikê wê ne jî bike hevpar. Ji ber vê
jî windakirina rewatiya xwe ya destura bingehîna
kevin nayê wateya ku destura bingehîna nû bê
amadekirin dê demokratîk be.
AKP dibêje;
‘Heke ez zêdetirî 330 parlamenterî bidest bixim
ez ê destura bingehîneke nû çêbikim’. Ji bo
rastî nerazîbûnan neyê niha nabêje ka difikire
dê destura bingehîneke çawa amade bike. Dê
daxwazên kurdan di vê destura bingehînê de çawa
bên pêşwazîkirin vê yekê nabêje.
Ev nêzîkbûna
AKP'ê hêjî di serî de dij demokratîk e. Divê
neyê hêvîkirin ku kesên xwedî vê ferasetê
karibin destura bingehîneke demokratîk çêkin.
AKP li destura bingehîneke demokratîk nafikire.
Dixwaze endezyariya civakî bike. Têgihîştina
AKP'ê ya ji destura bingehînê mîna têgihîştina
dîktatorên hemû hêzê di destê xwe de dihêlin û
civakê li gorî daxwaza xwe saz dikin e.
Amadekirina
destura bingehînê ya herî derbasdar, bi
avakirina meclisa damezrîner a nûnerên hemû
beşên civakê tê de cih digirin e. AKP bi danîna
benda ji sedî 10 a hilbijartinê beşeke mezin a
civakê li derveyî meclisê dihêle. Ya herî
xetere jî ew e ku BDP a di mijara pirsgirêka
kurd de îradeya gelê kurd nîşan bide li derveyî
meclisê tê hiştin.
BDP ji ber benda
hilbijartinê beşdarî hilbijartinan nehatiye
kirin. AKP’a ku bi vê têgihîştinê tevdigere ji
niha ve diyar dike ka destura bingehîneke çawa
difikire.
Ya AKP lê
difikire ne destura bingehîneke demokratîk e.
Dixwaze bi hin rotuşan bingehê destûrî yê
Tirkiyeya niha ya qaşo xwedî demokrasiya pêşketî
re ava bike. Ji bo AKP'ê beşdarkirina wê ya nava
sîstemê têrê dike. Ji ber ku niha sîstem wê
qebûl dike.
Bi destura
bingehîna nû ya AKP'ê re dê bicihkirina îslama
siyasî ya di nava dewletê de bikeve bin
misogeriyê. Bi ji cewherxistin û pûçkirina
naverokên daxwazên kurdan, dixwazin ji bo kurdan
jî destura bingehîneke nû ya tevkujiya çandî û
serdestiya siyasî ava bikin. Li hemberî daxwaza
misogerkirina bi destura bingehîn a nasnameya
kurdan; aliyên tûj ên di têgîna welatîbûnê de ji
holê rakirin, bi naskirina îdareya siyasî û xwe
bi xwe birêvebirinê; bi şêwazê hinekî
berfirehkirina qada xizmeta şaredariyan, ji bo
daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî jî dixwazin
bi dersa bijarte derbas bikin. Dê ev yek mîna
çareseriyekê nîşan bidin. Dema neyê qebûlkirin
jî bi hevkariya piştgirên xwe yên hundir û derve
dê li dijî Tevgera Azadiya Kurd hewldaneke
tasfiyeyê bidin destpêkirin.
Ji xwe ji ber ku
li destûreke bi vî rengî difikirin benda ji sedî
10 li pêşiya beşdarî hilbijatinê bûna BDP'ê
danîn. Ji ber ku ne destura bingehîna demokratîk
endezyariya civakê ferz dike rê li mecliseke
dewlemend a xwedî karakterekî demokratîk digire.
Di vê pêvajoya ku rejîma destura bingehînî ya
kevin a Tirkiyeyê îflas kiriye û amadekirina
destura bingehîneke nû xwe ferz dike de divê
derfet neyê dayîn ku AKP vê rewşê xirab bi kar
bîne. Heke Bloka Neteweya Demokratîk di
hilbijartinan de bi ser bikeve dê ev plana AKP'ê
ya zexel pûç bê derxistin.
Ji Destura
bingehîna 1924'an û heta roja me rejîma
dîktatoriya faşîst a di serî de gelê kurd li ser
hemû gelên Tirkiyeyê tê meşandin di serî de bi
têkoşîna gelê kurd û hêzên demokratîk hat
xitimandin. Heke pêwîstiya destura bingehîneke
nû ji aliyê van hêzan ve hatibe afirandin wê
demê divê di pêvajoya avakirina destura
bingehîna nû de jî bi hêz mudaxele bikin. Ji bo
vê divê Bloka Neteweya Demokratîk hilbijartinê
wergerînê tevgera ji bo destura bingehîna
demokratîk. Divê raxe ber çavan ku destura
bingehîn û Tirkiyeyeke demokratîk dikare çawa
be. Li ser bingehê neteweya demokratîk û welatê
hevpar de divê ji civakê re bidin nîşandan ku
pirsgirêka kurd bi Xweseriya Demokratîk dikare
bê çareserkirin.
Dema Erdogan li
Ewropayê dibêje, ‘di destura bingehînê de dê
neteweperestiya herêmî tune be’ di heman demê de
nîşan dide ku dê hebûna kurdan û azadiya wan nas
neke û qebûl neke. Her wiha di beyanameya
hilbijartinê ya AKP'ê de der barê çareseriya
pirsgirêka kurd de tiştek nayê gotin. Dibêjin
mîna heta niha dê pêşîlêvekirina yekitî û
biratiyê bê berdewamkirin. Tê zanîn dema qala
pêşîlêvekirinê hat kirin ji bilî operasyonên
tevkujiyên siyasî tu gav ne hatin avêtin.
Tirkiye dê di
pêvajoya pêş de an bi şêwazekî demokratîk ji nû
ve bê avakirin an jî ji ber ku pirsgirêka
demokrasiyê nayê çareserkirin dê pêvajoya
têkoşîna şoreşgerî dest pê bike. Ji bo vê yekê
divê mehên pêş wergerin mehên ku hêzên
demokrasiyê bi bandor dikarin mudaxeleyî
pêvajoyê bikin.
Lewma bi bandor
xebitandin û serkeftina Bloka Neteweya
Demokratîk gelekî girîng e. Çawaniya pêvajoya
piştî hilbijartinê dê li gorî asta mudaxeleya
hêzên demokrasiyê ya pêvajoyê be.
|