|
Meha
Gulanê di têkoşîna azadiyê de xwedî cihekî
taybet e. PKK’ê di vê meha gulanê de şehadetên
pir
giran û watedar dane. Hem di hêla berdêl dayînê
de hem jî di hêla qehremantiya hatî jiyîn de
mînakekî dîrokiye. Ji ber vê yekê ye ku tevgera
azadiyê meha Gulane weke meha şehîdan qebûl
dike. Di heman demê de ji bo eniya sosyalîst ya
navneteweyî jî meha Gulanê pir watedare.
Gelo,
ji ber çi ev meh ewqas watedar e? Di destpêka
mehê yanî 1’ê Gulana sala 1977’an faşîstên tirk
êrîşê girseya ku roja karkerên cîhanê pîrozdikir
dikin û li wê derê 37 kedkar jiyana xwe ji dest
didin. Ew 37 kedkar wekî nîşaneya kedê, hîn jî
têne bi bîranîn. Ev roj û ev qetlîam ji bo eniya
şoreşger û sosyalîst roja hevgirtinê ye û
berdêlekî hevpare. Di heman demê de 2’ê gulana
1983’an de pêşengên Partiya Karkerên Kurdistan
Mehmet KARASÛNGÛR û İbrahîm BİLGİN li herêma
Qendîl rastî êrîşa hêzên Başûrî tên û digihîjin
şehadetê. Di rûpelê dîroka şoreşger de 6’ê
gulanê wekî tîpên zêrîn hatiye nivîsandin. Di
heman rojê de şoreşgerên mezin Denîz GEZMİŞ,
Yûsûf ASLAN û Huseyîn İNAN ji aliyê rejîma
faşîst ya Tiirk ve hatine îdamkirin. Jana Denîz
û hevalên wî di roja me de jî hîn tazeye û
hewceyê tolhildanê ye. Denîz û hevalên wî ji bo
pêşeroja tevgerên şoreşger û gelên bindest hêvî
û bawerîbûn. Wendahiya wan bû sedema gelek
wendahiyên mezin jî. Dema ku GEZMİŞ û hevalên wî
têne girtin, di serî de Mahîr ÇAYAN û hevalên
xwe ketin nava tevgerê. Mahîr û hevalên xwe
amadekariya derbasbûna Filistînê dikirin ku
perwerdeya gerîla bibînin. Lê li ser girtina
Denîz GEZMİŞ û wana vê biryara xwe paşde dixînin.
Ji bo ku Denîz wana bêne berdan 3 endazyarên
İngiliz direvînin. Li ser vê çalakiyê hêzên
dewleta Tirk ya faşîst êrîşê dibin ser Mahîr
ÇAYAN û hevalên wî di encam de Mahîr û 9 hevalên
xwe şehîd dikevin.Rêber APO jî li ser
qetilkirina Mahîr ÇAYAN dikeve tevgerê û li
zanîngeha Enqereyê fakulteya zanistên civakî bi
tevlîbûna 5 hezar ciwanan ve meşeke mezin
dardixîne û piştî vê meşê tê girtin û heft mehan
di girtîgeha Mamak a Enqerê de dimîne.Di rastiyê
de em dikarin bêjin ku meha Gulanê ji bo
destpêka şoreşa Kurdistanê jî kevirekî
mîhenge.ji ber ku Rêber APO di nava van heft
mehên zindanê de digihîje teoriya “mêtîngeriya
Kurdistan”.
Di
heman heyvê de roja 11’ê gulana 1992’an de
şoreşgera leheng û pêşenga tevgera azadiya jina
kurd Mizgîn(Gûrbet AYDÎN) di encama êrîşa artêşa
faşîst ya Tirk li Tetwana Bedlîsê digihîje
şehadetê. Avakirina xwesertiya jina kurd de û
avakirina artêşa jina kurd de rirsteke dîrokî
dilîze. Li hemberî feodalî û tasfiyegeriya
navxweyî têkoşîneke bêhampa dide meşandin. Dema
şehîd dikeve jî wekî berpirsyara heremê bû.
Şehîd Mizgîn li gelek deveran kar û xebatên
şoreşê dabû meşandin û temenekî pir biçûk de
berpirsyariyên mezin dabû ser milê xwe.
Rojeke ku heya temenê mirov hebe ku bi neletî bê
bibîranîn jî roja 16’ê gulanê ye. roja 16’ê
gulana 1997’an di nava rûpelên dîrokê de mîna
lekeyeke reşe. Di ser vê rojê re 14 sal
derbasbûn lê hîna jî wekî birîneke taze li ber
çavane. Di 14’ê gulana 1997’an dewleta Tirk
operasyona derveyî sînor dabû destpêkirin. Du
rojan piştî wê operasyonê yanî di 16’ê gulanê de
nexweşxaneya Dezgey Jiyan û Awedan (DJAK) jî di
nav de navenda giştî ya YNDK, NÇM, berdevkiya
PKK, komaleya yekîtiya jinên azad yên Kurdistan
û rojnameya Welat bi guleyên giran hatin lêdan.
Di encama van êrîşande gelek mirovên bê çek tên
qetilkirin. Serkêşiya van êrîşan KDP dike lê di
êrîşan de tankên Tirkan jî têne bikaranîn.
Nexweşxaneya ku 9 gerîlayên PKK’ê yên birîndar
têde dermandibûn hatin qetilkirin îro jî wekî
rûreşiya mirovayetiyê li ber çavane. Piştî vê
êrîşê KDP ranewestiya û di heman demê de ambargo
danî li ser wargeha Nînova. Sedema vê ambargoyê
gelek zarok ji ber nexweşiyan jiyana xwe ji dest
dan. NY ya ku nekarîbû bi vê bûyerê re serî
derkeve di encam de hêzên xwe ji wargehe paşde
vekişand. Evê bûyerê jî wekî temaşevaniya
neteweyên yekbûyî û eybeke cihanê di nava
rûpelên dîrokê de ciihê xwe girt.
Roja
ku di nava meha şehîdan yanî meha gulanê de
mohra xwe lê daye roja 18’ê Gulanê ye. Tevgera
me roja 18’ê gulanê jî wekî roja şehîdan
pênasedike. Di vê rojê de hem şoreşgerên PKK hem
jî şoreşgerên Tirk nave xwe di rûpelên dîrokê de
dane nivîsandin. Di heman rojê de pêşengê PKK’ê
şoreşgerê enternasyonel rêheval Heqî KARER û
şoreşgerê tevgera çepêTirk İbrahîm KAYPAKKAYA
digihîjin şehadetê. Rêheval Heqî bi eslê xwe
Tirke û di nava tevgera azadiya gelê kurd a
PKK’ê de di rêza herî pêş de cih digire û
têdikoşe. Dema vegera Kurdistanê de yê ku herî
pêşîn vedigere Şehîd Heqî bixwe ye. cihên wekî
edene û dîlokê xebat dimeşîne û li van deran di
hêla girsebûyînê de encamekî berbiçav digire.
Dijminê ku van pêşketinan dibîne bi komployekî
rêheval Heqî dike kemînê û bi awayekî reşkujî wî
qetildike. Rêheval Heqî, li dû xwe fedakarî,
pêşengtiya şoreşgerî, ruhê
enternasyonelî,werekiya ciwantî û tevgereke bi
nav û deng hîşt. Dîsa şoreşgerê mezin İbrahîm
KAYPAKKAYA jî ji bo biratiya gelên Tirk û kurd
têdikoşiya. Piştî ku di pevçûneke bi artêşa
Tiirk re birîndar tê girtin û bi rojan di bin
îşkenceyê de dimîne. Kaypakkaya bi pênaseya “di
bin îşkenceyê de ser da lê sir neda” ve tê
naskirin û bibîranîn.
Ji
bilî van rojên diyar ku mohra xwe li meha gulanê
dane, gelek şehadetên din jî hatine jiyîn û wan
hevalên qehreman jî ev meh bi xwîna xwe
xemilandine. Şoreşgerên ciwan yên wekî rêheval
Argeş, rêheval Arjîn Çem û gelek hevalên din jî
hene. Tişta ku ev hevalana didin ser milê me
gelekî girane. Wan hevalan ji bo serkeftin û
azadiya gelê me tiştê xwe yê herî baş yanî
jiyana xwe fedakirin. Axa Kurdistanê bi xwîna
xwe avdan. Bi vî şêwazî navê Kurd û PKK’ê
didîrokê de dane nivîsandin. Em deyindarê wan
hevalan in. Ger em îro çengek bêhin distînin,
saya serê wan şehîdan e.
İro
roja deyindayînê ye.Eger em deyinê xwe bidin emê
wê demê bikaribin bi serkevin.ji ber ku,
avakirina sosyalîzme û azadiyê deyindariya
mirovayetiyê ye.Tenê yên şoreşger vî deyinî
digirin ser xwe . Ciwanên kurd dikarin vî erkî
bigirin li ser xwe. Cihê wê jî çiyayên
Kurdistanê ye. Ew çiyayên ku rêhevalên şehîd ji
me re mîras hîştin.
|