|
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar
kir ku AKP çeka dawî ya sîstema dagirker e û
ragihand ku heta daxwazên Ocalan û agirbesteke
du alî pêk neyên, hevdîtin jî çênabin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik
bersiv da pirsên ANF’ê yên der barê tecrîda li
ser Ocalan, operasyonên siyasî yên li hemberî
BDP’ê û nirxandinên girîng kir.
Tecrît armanceka şer e
Bayik
bal kişand ku ji 27’ê tîrmehê ve hevdîtina ligel
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye
qedexekirin û got; “Ev tecrîd ligel ku
hesasiyetên Tevgera Azadiya Kurdan û gelê Kurd
tê zanîn jî tê meşandin. Ji gelê Kurd re tê
gotin ‘hûn ne civak in, hûn ne gel in, rêberek ê
we yê ku hûn ê xwedî lê derbikevin jî divê tune
be”. Ev bi awayeke pir aşkere armaceke ya şer e
li hemberî gelê Kurd.
Bayik got; “Li hemberî hikûmet û dewleteke ku
helwesteke wiha nîşanî gelekî didin, mafê wî
gelî heye ku ji bo Tekoşîna Azadiyê hemû cure
berxwedanan li dar bixe.”
Ger agirbesta du alî nebe, hevdîtin jî
çênabin
Bayik der barê ji nû ve destpêkirina hevdîtinên
di navbera PKK û dewletê de jî wiha axivî; “Ji
niha û pêve wê Tevgera Azadiya Gelê Kurd li
hemberî nêzîkatî û tevberên hikûmeta AKP’ê
baldartir be. Bi qasî ku ji AKP’ê tê bila
polîtîkayên xwe yên tecrîdê bimeşîne, bi qasî ku
jê tê bila êriş bike, lê heta daxwazên Rêberê
Gelê Kurd neyên pêkanîn û agirbesteke du alî pêk
neyê, hevdîtin jî çênabin.”
AKP çeka dawî a pergala dagirkeriyê ye
Bayik got; “AKP çeka dawîn a sîstema dagirker û
sîstema înkarkirina Kurda ne” û wiha domand; “Di
encamê de wê hikûmeta AKP’ê bin bikeve û wê êdî
bi awyaeke neçarî pirsgirêka Kurd bi riyên
diyalogê were çareserkirin. Ligel binketina
AKP’ê sîstema dagirker û înkarker jî nema êdî
xwe li ser lingan digire.
Bayik got; “Ligel binketina AKP’ê wê pirsgirêka
Kurd li ser esasê çareseriyeke demokratîk
çareser bibe û wê êdî demokratbûna Tirkiyeyê jî
pêk were.”
Komploya 9’ê cotmehê bin ket
Bayik 13. Salvegera Komploya Navnetewî ya ku di
encama wê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji
Sûriyeyê derket jî nirxand û got; “13 sal bi ser
komploya navnetewî re derbas bûn. Em dikarin bi
rehetî wiha bibêjin; Komploya Navnetewî ya ku di
9’ê cotmeha 1998 de bi derketina Ocalan ji
Rojhilatanavîn re dest pê kir, bin ketiye. Weke
ku Rêber Apo di parêznaemya xwe ya ji bo DMME’yê
de gotî; ‘komployên dîrokî rê li pêşketinan
nagirin, lezgîntir dikin’ ev yek jî di pêvajoya
13 salan de aşkere bûye. Bê guman sedemê
binketina komployê sekin û berxwedana Rêber Apo,
Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ye.”
Bayik diyar kir AKP hewl dide piştî Komploya
yekemîn a Navnetewî bibe aktorê komploya duwemîn
û got; “Di vê komploya nû ya navneteweyî de DYA
jî heye. AKP ji bo Tirkiyeyê li Rojhilatanavîn
ji xwe re bi kar bîne, piştgirî dide Tirkiyeyê.
Ji bo komploya duwemîn bi ser bikeve, AKP me hûn
gotinên DYA’yê bi cih tîne, her wiha li herêmê
ajantiya DYA’yê dike. Ji ber wê jî ne şaş e ku
mirov tecrîda li ser Rêber Apo duwemîn a DYA’yê
pênase bike.”
Bayik got ku divê di 13. Salvegera Kompoloya
Navnetewî de, ji hemû demê zêdetir li Ocalan
xwedî derbikevin û got; “Divê gelê me li hemberî
van êrişan nîşan bide ku ew ê xwedî li Rêbertiyê
derbikevin. Her wiha divê lîstokên AKP’ê têk
bibin. Divê gelê me AKP’ê ji ber van pêkanînên
wê poşman bike."
Polîtîkaya tasfiyekirinê a bi navê KOOd
pêşîlêvekirin
Bayik got ku polîtîkaya AKP'ê bi navê
pêşîlêvekirina demokratîk, polîtîkayekî
tasfiyeyê ye û wiha domand: "Polîtîkaya
tasfiyeyê di bin navê qod pêşîlêvekirina
demokratîk hatiye meşandin. Tiştên piştî vê
gotinê hatine kirin tenê operasyonên kirkirina
çandî ne. Tengkirina qada siyasetê ya kurdan e û
zêdekirina operasyonên leşkerî ne.Bi vê
polîtîkayê hatiye xwestin ku Tevgera Azadiya
Kurd, bê têkbirin û tengkirin.
Bayik destnîşan kir ku van poîtîkayan piştî
hilbijartinê zêdetirê xwe dane nîşandan û ev
tişt lê zêde kir: "Cihekî ku evqas operasyonên
qirkirina siyasî hene, hûn nikarin behsa
siyaseta demokratîk bikin. Di bin ronahiya vê
rastiyê de qala çareseriyê kirin jî tê wateya
henekan. Mafê tu kesî tune ye ku bi gelê kurd re
henekên bike. Piştî van girtinan, êdî tu wateya
hilbijartin û siyaseta demokratîk nemaye. Lewre
piraniya kesên hatine hilbijartin niha girtîm ne.
Ji Geverê heta Pirsûsê gelek şaredar hatine
girtin. Rêya çareseriyê girtin û şantaj nîne.
Divê pêşiyê ji bo çareseriyê ji vîna aliyan re
rêz bê girtin. Teqez tu eleqeya girtinan bi PKK
an jî KCK'ê tune ye. Tênê kurdên ku çareseriya
demokratîk diparêzin û xwedî hesasiyet in tên
girtin. Li hemberî vê jî berxwedan divê. Ev
berxwedan rewa ye. Rewa ye ev êrîş bibin hinceta
xurtkirina serhildanê. Heta divê rê neyê dayîn
ku ev girtin û binçavkirin pêk bên.
Bertekên BDP’ê ya li hemberî binçavkirinan
kêm e
Bayik helwesta BDP'ê ya li hemberî binçavkirinan
rexne kir û got ku helwesta wan kêm e. Bayik, di
vê çarçoveyê wiha axivî: "Helwesta BDP'ê têrê
nake. Evqas endam û rêveberên wan hatine girtin,
ew bertekên ji rêzê nîşan didin. Gelo dibe ku
ewqas li hemberî van girtinan bêdeng bimîne. Ev
hînbûna girtin û binçavkirinan e. Pêwîst e ku
parlementer jî qiyametê rakin. Ne bi tenê cihekî
divê li her derê bertek bên nîşandan. Dema em
bêjin Wanê binçavkirin çêdibin, bila bi hemû
navçeyên wê bi hev re bertek nîşan bidin. Ger li
Qoserê çêbû bila hemû Kurdistan rabe ser piyan.
Divê hemû kes xwedî li hev derkevin. Cihê ku
evqas girtin hene, wê derê faşîzm heye. Faşîzm
jî tehemûlê nîşanî muxalefetê nade."
Bayik, derbarê pêvajoya çêkirina makeqanûna nû
de jî axivî û ev tişt gotin: "Di dema pêşiya me
de dibe ku meclîs bibe qadekî têkoşînê ya girîng.
Gelê kurd li benda vê ye. AKP niha dixwaze
makeqanûnek nû çêke, lê diyar e ku ev nabe
makeqanûnek demokratîk. Tu niyetên AKP'ê yên
wisa tune ne. Divê di serî de BDP'ê, hemû hêz vê
rastiyê bizanin. Meclîs jî qadekî siyaseta
demokratîk e."
|