|
Gerîlayê Kurd Celal Çelê, di temenê xwe yê biçûk
de ev zorî hemû kişandin e. Janên ku gerilla
Celal Çelê kişandine bi qasî di bîreke kûr de bi
zorê hulm girtin, hulm lê çikandine. Gerîlla
Celal Çelê sala 1986 dayîk bûye. Tenê şeş salan
xwendiye, mecbûr ma ye dev ji dibistana xwe
berdê û di emrekî biçûk de bixebite. Rexmî hemû
zehmetiyan hêviyên xwe yên jiyaneke azad qut
nekiriye. Li hemberî harbûna ava Zapê têkoşîn
kiriye û tevlî gerilla bûye.

Gerîllayê Kurd
Celal Çelê di hevpeyvîna xwe de anî ziman ku wî
zaroktiya xwe jiyan nekiriye, sedemê wê jî
dewleta Tirkiye ye û wiha berdewam kir “Ez li
gundê Erîş, Çelê sala 1986 ji dayîk bûme. Heyanî
şeş saliya xwe jî ez li gundê xwe bûm. Sala 1991
êrîşê dijmin li ser gundê me pir bûn û di sala
1992 de dijmin gundê me vala kir. Em piştî wê
çûn navçeya Çelê. Bavê min bi zoriya dijmin
cerdewantî pejirand.
Ji ber ku
malbata me di milê aborî de zorî dikşand ez
mecbûr mam dev ji dibistana xwe berdim û di
emrekî biçûk de destbi kar bikim. Min zaroktiya
xwe jiyan nekir, ez hîna ne ketibûm salên xwe
yên bîrbûnê de, dijmin hemû xeyalên min kuştin.
Çavên min bi dîmenên xwîn, kuştin û birçûbûnê
vebûn. Dijmin hemû zarokên Kurd, ji xeyalên wan
mehrûm kirin e”
Bi qey û
zîncîran hatibûm girêdan
Tiştên ku
zarokan fêrî hestên kînê, nefretbûnê bê exlaqiyê
dike, siyaseta rêbaza desthilatdar ya şer, inkar
û imhayê ye. Zarokên Kurd, hîna di temenê xwe yê
biçûk de ji gundên xwe têne koçber kirin,
nikarin bi zimanê xwe bixwînin, navên biyanî li
wan tên kirin. Dewleta Tirk ya di salên wan yên
destpêkê de vî bi wan dide hîskirin “Yan hûnê
wekî Kurdekî xwe inkar bikin û ji ziman û çanda
xwe dûr bikevin yan jî rêya jiyanê ji we re
nine.” Dewleta Tirkiyeyê bi agirê şer, kuştinê û
birçîbûnê zarokên Kurd dorpêç dike. Eger dewleta
Tirk di komkujiya Dêrsim de zarokên Kurd di zikê
dayîkên wan de bi riman di kuştin, wêdemê pir
rehet dewleta Tirk dikare jiyana zarokên Kurd li
wan bike jehr. Ne tenê jinên Kurd yên ducanî bi
rima dane kuştin, di heman demê de jinên Ereb jî
dema ku ducanî ne ji milê Tirkan ve bi rima têne
kuştin. Kuştina mirovan bi rima û bi taybet
jinên ducanî, çanda dewleta Tikiya ye, ev çand
jî çanda tecawiz kirina gelane.
Celal şûna Celal
têjî dike
Gerîllayê Kurd
Celal Çelê di nava peyvên xwe de bal kişand ser
gerîllayê Kurd Celal Çelê yê ku di sala 1979 de
dayîkbûye. Di sala 1992 de tevlî refên gerilla
bûye. Li herêma Zagros, Zelê, Botan û Behdînan
ma ye. Di temenekî biçûk de tevlî refên gerîlla
bûye. Sala 2008’ê li Botanê bi gurûpek gerilla
re jiyana xwe ji dest da ye. Gerîllayê Kurd
Celal Çelê di nava gotinê xwe de anî ziman dema
ku gerîllayê Kurd Celal Çelê jiyana xwe ji dest
da ye ew pir bi bandor bûye û wiha berdewam kir
“Dewleta Tirk li dibistanê, li kar û li
leşkertiyê jî di nêzîkatiyê xwe de ji te re dida
hîskirin ku tu însanekî bindestî û te biçûk
dibînin. Pir caran gelê Kurd mirov nahesibînin û
mîna heywana nêzî wan dibin. Ev nêzîkatiyên wan
her roj bibû mîna xwarinekî û vexwarinekî ji me
re. Herî dawî dema ku heval Celal şehîdket êdî
min tehemul nekir di wê jiyanê de jiyan bikim.
Her roj kerbên dijmin di dilê min de kom dibûn.
Di wê jiyanê de her roj min hîsdikir ez bi qeyd
û zincîra hatime girêdan. Piştî şehadeta heval
Celal Çelê min biryar da ku ez tevlî gerilla
bibim û tolhildana êşên bi sala ji dijmin rakim”
Çîroka tevlîbûna
wî balkêş e
Dema ku
gerîllayê Kurd Celal Çelê çîroka tevlîbûna xwe
bi lêv dikir yên derdora wî şoq mabûn û bawer
nedikirin. Hineke ev şoq bûn di çavên xwe de bi
lêv dikirin, hinekan jî xwe negirtin û gotin te
çawa xwe ji mirinê xilas kir? Ma tirs û xof di
dilê te de nebû, te biryar da ku tu di avê de
biçe çiya?
Gerîllayê Kurd
dest bi çîroka tevlîbûna xwe kir û weha bi lêv
kir “Şehadeta heval Celal û grûpa pê re,
serhildanên gel di kolana de, girtina zarokan,
êrîşên dijmin li ser gelê me, qetilkirine zarok
û insanên bêrî her roj li ber çavên min bûn, ji
min dipirsîn tu çima vê jiyana kole qebûl dikî?
Ruhê wan yê berxwedanê û têkoşînê ez vexwendî
têkoşînê dikirim û cesaretekî mezin dida min.
Min berê xwe da
çiya bêy ku ez bizanibim hevalên gerîlla li
kuderê jiyan dikin û di kîjan rê de biçim ezê
bighîjim wan. Tenê rêya ava Zapê kete ber çavê
min de. Li gorî texmîna ez ketim rê de û min ava
Zapê çavdêr kir. Lê belê heya cihekî min karîbû
ez rêya xwe dewam bikim. Pişt re kelemên ku min
texmîn ne dikir derketin pêşiya min. Li derdora
min qereqolên dijmin hebûn. Tenê yek rê li
pêşiya min mabû ew jî ez li ava Zapê bidim û
derbasî milê dîtir bibim. Min dizanîbû qurbanên
ava Zapê pirin, yan ezê jî bibim qurbanê wê yan
jî ezê bigihîjim gerîllayan. Bi avêtina avê re
min carekê dît ava Zapê bi şêt ez li ber xwe
birim. Di saniyekê de pêlên ava Zapê ez 10
metreyan bi xwe re dibirim. Avê ez carna li
zinar û latan dixistim, carna jî ez li bin guhê
daran dixistim. Di her saniyekê de mirin dihata
ber çavên min û diçû. Lê belê rexmî wê rewşa bi
zor û zehmet jî min dev ji xwe berneda û heta ji
min dihat ez li rêya xilasbûnê digeriyam. Di
dawî de min cihek dît ez xwe xilas bikim. Şensê
min yê herî mezin ez di nava avê de li ser hişê
xwe neçûm û min avjenî dizanî.
Di 20 deqa de
min rêya 10 demjimêran qut kiribû. Rexmî ku min
xwe ji avê xilas kiribû lê belê dîsa jî ez
nerehet bûm û bi wî halê xwe ji bo ez hevala
bibînim, ez ketim rê de. Min meşa xwe dewam kir,
bi gav avêtina xwe re min dît hinek kes tên û
dewar bi wan re ne, min got ev kaçaxçîne. Lê
belê carekê min dît li pêşiya min gerîlayên ku
çekê wan li milê wan e, rextê wan li pişta wan e
û bi wê heybeta gerîllatî gavên xwe di avêjin.
Bi dîtina hevala
re min hemû westanên xwe jibîr kirin. Bêy ku ez
bi xwe bihesim min carekê dît ez di himêza
hevala de me. Di milekî de min bawer nedikir ku
ez ji avê xilasbûme û di milekî de jî min bawer
nedikir ku ez gihîştime hevalan”
Dibe her ciwanek
Kurd têkoşîn bike
Gerîlayê Kurd di
dawiya gotinên xwe de bang li ciwanên Kurd kir
ku tevlî refên gerîlla bibin û wiha dewam kir
“Dijmin çiqasî şerê taybet li ser me dide
meşandin û me di mejî û dil de dide helandin, lê
belê dema ku min têkoşîn bi ava Zapê re kir, min
di kesayeta xwe de hîskir ku dijmin çiqasî
polotîka înkar û îmhayê li ser me ciwanan dide
meşandin jî, lê mixabin hêza wî nîne hestên me
yên welatparêziyê zuha bike. Lewma her ciwanek
Kurd dikare ji bo welat şensê xwe yê têkoşîn
kirinê bide nirxandin û bi tevlîbûna refên
gerilla erkên xwe pêkbînê. Serhildanên gelê Kurd
û xwedî derketina wan li hevalên şehîd em silav
dikin û bejna xwe li ber wan ditewînin”
|