|
DÛNYA PALE
Lêgerîn di pirr hêlan de
birîna mirovan derman dike. Dibe bersiva hest û
mereqa mirovan. Jiyana gêrîllayan bi hemû hêlên
xwe dibe bersiv ji lêgerînên tere. Di gereke
biçûk de tu dikarî hemû hestan bi hev re bijî.
Di civakê de tu nikare di rojekê de hem xemgîn
bibe, qehir bikşînê û hem jî dilşad bibe. Lê
belê gêrîlla di meşeke biçûk de van hestan û hîn
zêdetir bi hev re jiyan dike. Em di rê de
westiyan û bê av man, lewra me pirr bêriya avê
kir, lê belê dema ku me av dît ji kêfa re em
firiyan. Çawa ku bi derketina rojê û çûyîna wê
re tu dibe heval wisa jî tu bi hewayê hînik re
dikeve nava pêşbirkê de.

Gerîlla berî herkesî silav
dide rojê û dawiya herkesî xatir jê dixwaze.
Bîranîna vê rojgariyê her ku tu bikarbe bi lêv
bike, tu ewqasî romanên gerilla dikarê bide
nivîsandin. Di rê de her tiştek xwedî wateyekê
ye. Dema ku em ketin rê de, ez pir biyaniyê
jiyana gêrîllayan bûm. Her tevgerekî wan dibû
nîşanpirs di mejiyê min de. Min dixwest ez
bedewbûna her tiştekî hîsbikim. Meşa di berbanga
sibehê de, di rokê de û di ronahiya heyvê de, tu
kîjan hestan jiyan dike? Min dixwest ez hîsbikim.
Di vê rêkê de bê ku ez hîsbikim, min hemû hest
bi hev re jiyan kir. Hemû hestan di rojekê de
jiyan kirin gelo çi bi xwe re dide afirandin?
ŞÎVRIYÊN GÊRÎLLAYA…
Di dîrokê de dema ku mirov
di çolan de birçî diman, qedera xwe radestî wê
çolê nedikirin, rojekê jî jibîr nedikirin ku wê
bighîjin hesreta xwe, ew jî gihîştina welatê xwe
ye. Di wê çolê de her çiqasî bê şekal û bixwas
geriyane, bê av mane û li pêşiya wan bi hezara
mirov miriyane. Lê belê gava ji çolê dûr dikevin
ji bo ku wan mirovên ku mirine û wan zoriyên xwe
jibîr nekin, dîsa li ser axê pêxwas digerin.
Dema ku lingê wan digihîjê axê mîna ku buhişt bi
dikeve destê wan û di wijdan de xwe rehet hîs
dikin, ji ber ku ew mirovên di çolê de li kêleke
wan miriyan û bîranînê her çiqasî bi jan û zor
bin jî, jibîr nekirine ve dimeşin. Şiverên
gerilla jî wisa ne. Di van şîveriyan ku em tê de
meşiyan pir gerilla jiyana xwe ji dest dan e.
Lewra her ku tu di wan rêka de dimeşî bi sedan
rûyê mirov û bîranîn têne bîra te. Mirovên mîna
min biyanî ne ji jiyana gerilla dema ku di
şîveriyên de dimeşin û kincê wan toz digirin,
dibe ku bibêjin em gemar bûn, yan jî ew şopên di
rê de, dibe ku ji bo te wateya xwe nînbe. Lê
belê, gerilla dema ku di wan patîka de dimeşin,
wan şopan dibînin û ew toz tê ser kincên wan,
jan bi dilên wan dikeve, ji ber ku bi hezara
hevalên wan yê jiyana xwe ji dest dane, di van
rêka de meşiyan e. Bîranînên gerilla di van rêya
de jiyan kirine û hîn dikin.
BÎRANÎNÊN ŞER YÊN GÊRÎLLAYA…
Em çar kes ketin rê de, di
gurûpa me de du gerillayên kevn hebûn. Ez di
milekî de xwedî şens bûm, ji ber ku her du
gerilla jiyana xwe di şer de derbas kiribûn. Di
rê de her du gerilla ji me re behsa şer û
gerilla kirin. Rastiya gerilla bi çend peyvên
zêrîn bi me dane guhdarkirin. Pirr bîranînên ku
di şer de jiyan kirine bi me re parvekirin. Dema
ku min guhdar dikir, ez ketibûm navbeyna xeyal û
rastiyê de. Pirr tişt di wan bîranîna de ji min
re balkêş dihatin. wêrekiya gerilla di şer de
bala min kişand.
DILSOZÎ Û BAWERIYA
GÊRÎLLAYAN LI ÇIYAYAN MÎNA POLA LÊ HATIYE
Rexmî ku dewleta Tirkiye
hemû rengê çekan li dijberî gerilla dide
bikaranîn, lê belê nikarê gêrîlla tinebike.
Baweriya gerilla di zoriya de û di çiya de mîna
pola lê hatiya, gerilla Xeyrî Wan yê ku di sala
1993 beşdarî gerilla bûye û cihê birîna di leşê
wî de mîna şopên dîrokê lê hatine, di gotinên
xwe de ev anî ziman û wiha dibêje “di şer de
tişta ku ji me re zor dihat li kêleke me
şehadeta hevalên me bû. Lê belê her ku hevalek
li pêşiya çavê me şehîd diket hîn zêdetir
bawerî, ruhê berxwedaniyê û girêdana hevaltiyê
bi me re dihate çêkirin. Lewra dewleta Tirkiye
her çiqasî bixwazê me tine bike, hêza wî têrê
nake, ku me ji diyarê me yê manewî dûrbixînê. Ev
disoziya me, bi şehîdan û Rêber Apo re bi ked û
xwînê, me daye avakirin.”
Di berbanga sibehê de em
bûn hevalê stêrka, di nîvro de em bûn hevalê
rokê û di şevê de em bûn hevalê tavaheyvê.
Westandin, birçîbûn û tîhnîbûn bi me re
hevalbend bûn. Gerilla jiyana xwe nas dikin li
gorî wê tedbîrê xwe digirin. Xwarin û av bi xwe
re digerînin. Li kuderê dixwazin li wê derê
navber didin û bêhna xwe distînin. Carna ez
diwestiyam lê belê bedewbûna bergeha li derdorê
me hêz dida min. Min dixwest ez wê bergehê
hemûyî di mejî, dil û çavê xwe de veşêrim. Ji
ber wisa min wêneyê wê bergehê hemûyî kişandin.
SİMEYÊN RUYÊ
WAN HÊZ DIDA ME
Em di rê de bûn,
min carekê dît bi gurîna avê re ji asoyên çiya
dengê repa repa lingan tê. Ew dengê repa repa
lingan bi kelecan bû, gelo ev kîne? Min carekê
dît gerilla hemû ketine pey hev de bi rext û
çeka xwe di palên çiya de, direvin. Yekem pirsa
keta serê min de ev bû, gelo ev çawa dikarin di
van çiya de birevin û perwerde xwe bibînin? Bi
taybet di nava wan de gerillayên jin jî hebûn.
Li ser wê westandina xwe re bi ruhekî germ û bi
kelecan nêzî me bûn. Rûyê wan bi hibra xwêdanê
hatibû neqiş kirin. Sîmeyên wan hêz dida me, ji
bo em rêya xwe dewam bikin. Em dema ku di riyekê
de diwestin destpêkê em diqehirîn û ruyê me tirş
dibe, em di rêkên rast de dimeşin. Lê belê
gerilla her çiqasî hilkişin çiya û diwestin jî,
lê belê fêrî şert û mercên çiya bûne, bi hesanî
hêrs nabin.
DI JIYANA
GÊRILLA DE BERHEM Û GIYANÊ KAR
Dibe ku pir kes
mîna min meraq dikin gerilla di milê aborî de
pêdiviyên xwe ji kuderê digirin? Di vê gera xwe
de tiştê ku min xwest ez nas bikim yek ev bû.
Destpêka bexçe hebû lêbelê dawiya wê dîtin
hinekî zor bû. Gerilla bexçeyekî pir mezin
çandibûn. Di bexçe de hemû rengê fêkî hebûn.
Belê ev bexçê ku li ber çavê me bû di encama ked
û hewldana gerilla de bûye xwediyê vî berhemî.
Di hevpeyvîna xwe ya bi gerillayê ciwan re Cûdî
Mêrdîn yê ku di sala 2006 de beşdarî gerilla
bûye, me naskir ev bexçe çawa hatiya çandin.
Cûdî di gotinê xwe de bal kişand ser ruhê
gerilla yê komîn û wiha dewam kir “ di destpêka
Biharê de hemû hevalên me yên gerilla jin û xort
bi hev re kom bûn û erd kolandin, bi hev re jî
çandin. Pişt re em sê heval li ber bexçe man. Di
her demekê de refek gerilla dihatin alîkariya me
ji bo paqij kirine bexçe. Me bi xwe avdanî
dikir”.
XWARINÊN
GÊRİLAYAN YÊN ZIVISTANÊ
Cûdî di gotinên
xwe de behsa amadekariyên gerilla ji bo
zivistanê kir û wiha anî ziman “ hevalên me yên
gerilla ji bo zivistanê bacanê sor hişk dikin û
tirşoyê îsot û zebzên dîtir çêdikin”
Wê roja ku em
çûne serdana gerillayên li bexçe dimînin. Refek
gerilla jî hatibûn bacanê sor hişk dikirin.
Gerilla di nava xwe de kar hevbeş kiribûn.
Hineke bacan komdikirin, hineke dikşandin,
hineka hûr dikirin û hineka jî xwê dikirin û li
ber rokê radixistin. Te ji xwe re dixwest li
şêweyê karê wan temaşe bike. Herkes bi hev re
dixebitî, bi hev re navber didan û bi hev re
çayê vedixwarin. Di nava wan gerilla de jin jî
hebûn. Yên kevn û nû jî hebûn. Ji her çar parçê
Kurdistanê gerilla hebûn. Tu dema van dîmenê
xebitînê gerilla ya komîn dibînê tu ji xwe re
dibêjê! di malbatekê de xwişk û bira nikarin bi
hev re karekî bikin lê belê ev ne xwişk û birayê
hevin û her yek ji derekê bejdar bûye, lê belê
dîsa jî tu heyrana şêweyê kar kirine wan dimînê.
HÊZA İRADÊ Çİ
YE MIN BI ÇAVÊ XWE DİT
Gerilla jiyana
xwe bi keda xwe dijî. Di gera xwe ya nava
gerilla de min ev dît. Her cihekî ku em diçûn me
gerilla didîtin. Yek ji wan gerilla jî Ferhad
Sêrt bû. Ferhad Sêrt gerillayekî pirr kevn bû.
Lê belê jiber kesayeta wî ez matmayî mam. Ji ber
ku di çiya de dijiya, tevlîbûna şer û hemû
karkirin, pirr zahmete, tu bawer bike eger tu bi
xwe nebîne.
Ferhad Sêrt dema
ku ji dayîk dibe ling û destên wî seqetin. Bi
gopal dimeşe, lingê wî seqet û kurte. Tiliyên
destê wî pir kêmin. Lê belê bi vî halê xwe jî bi
fermandarê leşkerî yê ku di 15 Tebaxê sala 1984
dest bi pêngava 15 ê Tebaxê kiriye û şerê
têkoşîna çekdarî îlan kiriye, Egîd (Masum
Korkmaz) re dixebite. Sala 1992 beşdarî gerilla
dibe û li çiya jiyan dike.
Ferhad Sêrt li
alana Botanê dimînê û tevlî şer dibe. Dema ku tu
ji xwe wateya îradê bipirsê tu dikarê bersiva wê
di kesayeta gerilla Ferhad Sêrt de bibînê. Dema
ku min gerilla Ferhad dît meraqa naskirina di
çiya de çawa jiyan dike, lewra bi pirskirinê re
ez ketim nava sohbetê de bi gerilla Ferhad re.
Her qermîçonkeke riyê wî îfade rastiyekê dikir.
Bi dilê tecrûbe û riyê xwe yê zelal kete nava
bîranînê ku di şer de jiyan kiriye. Ferhad di
gotinên xwe de anî ziman ku her mirovekî Kurd
dikare di çiya de cihê xwe bigire û wiha
berdewam kir “ Ez dema ku tevlî gerilla bûm,
herkes matmayî ma ezê çawa di çiya de bi vî halê
xwe jiyan bikim. Lê belê rastiya PKK ê û
hevaltiya çiya hêza min ya herî mezin bû. Eger
ez bi vî halê xwe dikarim di çiya de li îrade û
nasname xwe bigerim, demekê her ciwanekî Kurd
dikarê bejdarî gerilla bibe. Dikarê biryara
jiyaneke serfiraz û bi rûmet bide. Cihê jiyana
serfiraz û birûmet, çiya ye” Gerillayekî pir
jêhatiye û xwedî hunere. Bi wî halê xwe bexçe
diçînê û bi her tiştê bexçe re mijûl dibe. Di
heman demê de di dirûtina kincê gerilla de
hostay e. Tu her dixwazê li civata wî birûnê û
li bîranînê wî yê gerillayetî guhdar bike.
Bi avêtina her
gavekê re tu nefesekê dikşîne, bi her nefesekê
re tu bîranînekê jiyan dike û bi her bîranînekê
re tu hesretekê jiyan dike. Asoyên çiya,
spehîbûna xwezayê, jiyana gerilla û qermîçokên
riwê mirovan, ev bi min da naskirin.
|