|
Azîz Koyluoglû
Li Bakurê
Afrîkayê guhertinên mezin rûdidin. Ev guhertin
bi hemû hêza xwe didomin. Serhildana li Tûnisê
despêkir û îro li Misrê bi dewam dike. Lê belê
ji nihave kes nizane ka wê encamên raperîna li
Misrê vê çi guhertinan bixwere bîne. Lê belê ji
niha de xuyaye ku ev pêlên serhildanan wê
berdewam bikin. Di bingehê van serhildanan de
tiştek berçav heye; ew jî daxwaze gel a azadiyê
ye. Gelê welatên wek Tûnis, Misir, Yemen, Urdin,
Sûriye, Sûdî Erebîstan, Katar, an jî bi navek
din welatên Ereban bi salane yan wek sîstemekî
paşatî, seltenetî, xanedanî, yan jî di bin
deshilatiya kesekî de dijîn. Û heta roja me ya
îro ev sîstem ji aliyê hêzên Rojava ve dihatin
detek kirin û rojava piştgirî dida van
deshilatiyan. Lê niha ev raperîn pirsekî tînin
bîra mirov; Gelo ev serhildanên gel wê
guhertinekî çawa bixwe re bîne?

Divê em bizanin
ku her guhertin nayê wateya başiyê û pêşdeçûnê.
Guhertina li Bakurê Afrîka heye wê çi bixwe re
bîne, hêj diyar nîne. Li Tûnisê deshilatdarî
textê xwe berda û rewiya. Hukîmetek nû hat
avakirin. Ev hukûmet wê heta hilbijartinan li
ser kar be. Pirsa sereke ev e ku wê sîstema bê
avakirin çiqas demokratîk û azadîxwaz be? Wê
destûrek çawa bê amade kirin? Wê gelê Tûnisê
çiqas bi kesên ku bên ser deshilatdariyê bawer
bikin? Niha bersiva van pirsan nîne an jî
nediyar e. Lê wek gel Tûnisiyan şoreşek mezin
kirin. Dîsa rastiyek heye ku gelek şoreşger û bê
rêber e Tûnis.
Rewşa Misirê
hinek din jî cûdaye. Tûnis dewletek li heremê bê
bandor bû. Ji aliyê siyasî ve guhertina li
Tûnisê ger bandor li welatên din nekiribana, li
cîhanê ne jî aliyê siyasî, ne jî ji aliyê aborî
nedikir. Lê pêla ‘Şoreşa Yasemîn’ li Misrê da û
ev deh roje vî welatî bi xwe re dihejîne. Misir
welatek ji aliyê siyasî ve li Rojhilata Navîn
xwedî bandorek mezin e. Guhertineke siyasî li
Misrê bibe, wê him li pirsgirêka Filîstîn û him
jî li ser hebûna Îsraîl ya heremê bandorekî
diyar bike. Ev rewş jî ji niha ve li heremê
dikelîne.
Xuyaye ku DYE ji
bo pêşketinên li Misrê pêktên di bin kontrola
xwe bi rêve bibe Serokê Daîreya Enerjiya Atomê
ya Navnetewî yê berê Muhammed El Baradey tayîn
kiriye. Baradey ê ku xwediyê xelata Nobelê ye,
piştî serhildana gel despêkir vegeriya Misrê.
Roja Çarşemê li gora agahiyan 2 mîlyon kes li
Kahîreyê kombûn û daxwaz kirin ku Husnî Mubarek
ji welat biçe. Her çend artêşa Misrê diyar kir
ku ew ‘li dijî gel çek bikar nayînin’ jî, gel
heta bînaya Serokatiya Misrê ne meşiya û heta
roja Înê dem dan Mubarek. Her çend Mubarek got
‘ez ê heta hilbijartinên Îlonê deshilatiya xwe
bidomînim û ez êdî nabim namzet jî vê
daxuyaniyê jî serhildana gel neda sekinandin.
Daxuyaniyên ku ji aliyê rayagiştî ya cîhanê jî
tên didin xuyakirin ku êdî dema deshilatiya
Mubarek temam bûye. Tevgera Birayên Misliman jî
di nav de mûhelefeta Mirsê, Baradey wek berdevkê
xwe tayîn kirin. Lê diyar nîne ka ev rewş wê
piştî ketina deshilatiya Mubarek jî bidome an na.
Sîstemên
erdnîgariya Ereban berdewama deshiladariya
şahtiya ye. Misir jî yek ji wan sîstemaye. Her
çend bi nav hilbijartin çê dibin jî, lê ev wek
şano ye. Ji demezrandina xwe heta niha hemû
hilbijartinên Misrê bi yek nûnerî pêk hatiye. Û
ji Enver Sedatê bi sîstema Sovyeta sosyalîst ve
girêdayî heta niha ev rewş dewam dike. Li Misrê
hêza herî dînamîk Tevgera Birayên Misliman e. Ev
tevger ji aliyê Îranê ve tê pêşgirî kirin. Niha
pirs ev e ku ger deshilatiya Mubarek hilveşe wê
Birayên Misliman çiqas bi bandor bibin. Wê
deriyê sînorê Filîstîn vebibe an na? Wê siyaseta
Misrê ya nû bi Îsraîlê re çawa be? Gelo wê
encamên hilweşandina deshilatiya Mubarek li ser
dewletên wek Urdin çiqas bandor bike? Em ê
bersiva van pirsan dema pêş de bibînin. Lê ji
niha ve bayê guhertinê li hemû Rojhilata Navîn
zîz dibe û diyare ku wê hîn jî li ba bibe.
Di konjoktûra
roja me ya îro de li Rojhilata Navîn du curê
deshilatiyê hene. Ew jî wek cêwiyane. Yan
deshilatên wek partiya BAAS (Vejîna Erebên
Sosyalîst), ku ev encama nijatperestiya Ereb e,
ya duyemîn jî Monarşî ne. Lê di bingeh de di
navbera herdu sîsteman de, ti cûdatî tine ye.
Deshilatiyên wiha bi derbeyên leşkerî hatine
ser kar û hêza xwe ji gelê xwe nagrin. Welatên
wek Urdin, Yemen, Sûdî Erebîstan jî bi destê
Rojava wek şah û melîkan hatine tayîn kirin.
Ji niha ve
xuyaye ku raperîna li Tûnis û Misrê tirsek mezin
xistiye dilê deshilatiyên dîktator û şah an.
Pêştî bûyerên li Misrê serokê Sûriye Beşar Esad
daxuyaniyek lezgîn da û diyarkir ku ‘dema
reforman hatiye’. Lê ev daxuyanî ji aliyê gel û
opozîsyonên mûxalîf ve samîmî nehat dîtin. Beşar
Esad pîştî komkujiya li Qamişlo pêk hatibû, ku
di encam de bi dehan Kurdan jiyana xwe ji dest
dabûn û li hemû bajarê Rojavayê Kurdistan bûbû
qada serhildanê de gotinên dilê gel sivik bike
kiri bû. Lê di encam de ti guhertinan nekiribû.
Malbata Esad di
sala 1970’an de bir darbeyekî bû deshilatdar û
ev bi qasî 40 sale Sûriyê wek sîstema şahtiyê bi
rê ve dibin. Mala Esad ji aliyê mezhebî ve Şîa
ne û Şîa li Sûriye li gora Sûniyan nifûsa kêm e.
Tevgera mûxalîf a li Sûriyê ya herî dînamîk jî
Kurd in. Li gel Kurdan Birayên Misliman jî
xwedan bingeheke fereh in. Gotinên Esad yên ji
bo sozên guhertinê dane wê çiqas bandor bike û
di rastiyê de pêk were, ez nizanim, Lê Gelê
Sûriye ji niha ve xwe tevger dike ku 5’ê Şibatê
li dijî deshilatiya Esad serî hildin. Dibe ku em
rojên pêşiya me de bibînin ku agirê bi Tûnûs û
Misir ketiye, li mala Esad jî bigre. Lê ev jî bi
serkeftina gelê Misrê ve girêdayî ye.
Pêştî
xwepêşandanên heftaya borî Qralê Urdûnê
Evdillahê II. Hikûmeta Samîr Rifaî betal kir û
li şûna wî Maerûf Baxît tayîn kir. Qral Evdillah
bi vê guhertinê û gotinên wek “dibe bi hikûmeta
nû bi lezgînî reforman bike.” dixwaze
deshilatiya xwe bidomîne. Lê mûxelefeta Urdûnê
jî ji van guhertinên hatine kirin û gotinên Qral
Evdillah bawer nakin. Partiya opozîsyon a
bingehîn a Urdûnê Bereya Çalakiya Îslamî
pêkanîna hikûmeta nû de erkdarkirina Baxît
nepejirand û da zanîn ku ev kes ne ‘reformîstek’
e. Ev dide diyar kirin ku ger li Misrê
deshilatiya Mubarek hilveşe, di dorê de
deshilatiya Esad û Qral Evdillah hebe.
Bayê guherîna
deshilatiyên dîktator û şah an ji bo Kurdan jî
ji nûbûnan re vekiriye. Bi taybet divê Kurd xwe
ji bo guhertinekî ku li Sûriyê bibe re amede
bin. Beşar Esad ev demeke bi rêya Tirkiyê,
dixwaze hebûna xwe biparêze. Lê belê ma ev rewş
bi vî awayî wê heta kengî berdewam bike? Husnî
Mubarek hem bi Îsraîl û him jî bi DYê re di nava
danûstendinên stratejîk de bû. Rexmê vê yekê
encamek wiha derket. Deshilatiya Esad ji aliyê
Rojava jî pir nayê heskirin. Ji ber wê guhertina
li Sûriye wê ji Misrê hesantir be. Lê gelên
Sûriyê çiqas ji guhertineke wiha re amadene,
amadekariyên Kurdan çiqas hene? Ev pirs niha hîn
jî zelal nînin.
Ji aliyê din ve
gelo ma li beramberî van guhertinan wê Îran çi
bike û hewlwestekî çawa bigre? Piştî
hilbijartinên 2009’an li Îranê mûxalefetê
xwepêşanan kiribû û di encam de bi dehan kesan
jiyana xwe ji dest dabûn. Gelê Îranê pir bi
dînamîk e û ji guhertinan re jî vekiriye. Ger
îro em qala guhertin û demokrasiya Rojhilata
Navîn dikin, misogere ku ev yek bê guhertina
sîstema Îranê nabe. Guhertina sîstema Îranê, di
heman demê de guhertina Rojhilata Navîn e.
Di encam de;
pîştî guhertina li Tûnisê, sîstema Rojava li
beramberî daxwazên gel û guhertinê ket nava
tevgerê û kesên wek Muhemmed El Baradey xist
navbeynê. Bi wan kesan sîstema Rojava hewl dide
guhertinên çêdibin dixin bin kontrola xwe. Lê
her guhertin nayê wateya demokrasiyê. Ji ber ku
kîjan hêz dînamîk be, ew rejîmê dixe bin destê
xwe û ji bo berjevendiyê xwe bikartîne. Ji ber
vê divê ku kesên demokrasiyê dixwazin çalaktir
bin, destê xwe zû bigrin û bilez têkevin nava
tevgerê. |