* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 

                                                   

            Gerila û Huner  -Beşa-3-

Hunermendê sîstema serdest dibêje ka ez ê çawa çepikan bigrim, çawa pere qezençbikim, ez ê çawa populer bibim. Perestina deshiladar dike û dide kirin. Xerikê qedandina nirxan e. Suwarê wesayitên gel jî nabe, bi hertiştê xwe ji gel dûr e. Xwe di jor de dibîne. Lêzokî, ezezî, hesûdî, pê li pişta hevkirin û bilindbûn taybetmendiyên sereke yên hunermendê deshiladar e. Jiyana wan jî ketî ye. Di çanda Elewîtiyê de kesên kêr nayên weke ketî îlan dikin: hunermendên sîstemê jî weke wan ketiyan li ser nirxên civakê mîna mijok an jiyan dikin. Ev kesayet kesayeta kapîtalîst bi xwe ye.

Hunermendên gel nûnerên hunera baş in. Bi rastî jî hejmara wan kêm e. Mîna ku Zerdeşt pêxember jî dibêje, ger kesên başiyê dikin zêdebin wê başî jî zêdebin. Wê xirabî kêmbin. Ger kesên wiha yên hunera baş dikin zêdebin wê kesên hunera xirap dikin kêmbin. Tenê rexnekirina hunera xirap jî têr nake. Pêwîstiya çêkirina hunera baş jî heye. Bi azadî, bêyî xwe bispêre pere û çepikan, di nava gel de bi awayek dilnizm jiyankirin, li gor pêdiviyên gel jiyankirin, mîna ewliyayekê, mîna xozanekî jiyankirin wê huner û hunermend bike cewher û puxteyî.

Hunermend kesê kamil e û kesê têgehiştiye. Mîna çavê serkaniyê ye. Hunera wê/wî jî mîna avê jiyan dide. Ava jiyanê ye. Her tim di warê manewî de civakê têr dike.

Çavkaniyên hunera Kurdistanê, Mezopotamya û Anatolyayê pir dewlemend in. Mirateyek dîrokî û civakî heye. Her çend îro dixwazin ser bigrin û veşêrin jî lê belê çanda gelan dewlemend e. Çanda jinê serdest e. Xwedavend İştar û Kibele bereketa van xakan in. Serhildan û berxwedanên li dijê zordestên deshiladar li van axan hate jiyankirin. Li ser van axan gelek mînakên berxwedanê hene; Babek, Mazdek, Xelacê Mensur, Suhrewerdî, Karacaoglan, Pîr Sultan û Bedredîn ji van hinek in.

Deniz, Mahîr, Mazlûm, Kemal, Bêrîtan û Zîlanên roja me çavkaniyên jiyana me ne. Gelo ma em çiqas dikarin nêzikê van nirxan bibin? Gelo em çiqas wan jiyan dikin û wan dikin berhemên hunerê, didin jiyandin? Mixabin, di serdema nû de piranî hindek din hewl didin vê yekê tewş bikin û hunera wê çêbikin. Bêyî mirov bi van nirxan re rast bijî zehmete ku mirov bikare berhemên wan jî bi afrîne. Bi jiyankirina kapîtalîzmê mirov nikare hunera şoreşgerî jî bi afrîne.

Ji Deniz Gezmîş dipirsin ka gelo hûn ji kîjan tevgerê tên, ew jî dibêje “em ji wêjeyê tên”. Nirxa ku dide roman, helbest û çîrokan bilêvdike. Dîrokîbûna xwe û sedemê hebûna xwe wiha tîne ziman. Di demên dawî de j îli Tirkiyê şoreşgerî di gotinên zuha û tisî de maye. Şoreşgeriyek derneketiye çiyan, gund nedîtiye, neçûye nav gel, helbest nenivîsandiye, ji jiyanê qut heye.

Hunera vê şoreşgeriyê jî mîna wî teng e. Bi dehan şoreşgerên te hatine qetilkirin, girtin, îşkencekirin, berxwedan û lehengî çêbûne. Ji ber tu van tiştan hîs nakî dibî heyranê çend lîstik, mûzîk û fîlmên nîvîskarên Îtalyan û Elman. Tu nikarî ceribandina bikî û pratîkê pêş bixî. Gelo ma tu bi kîjan çavî dinêrî? Dil û mejiyê te bi çi tijî dibe? Ev yek mijarên lêpirsînêne. Ya rastî ger ev lêpirsîna kesayetê nebe lêpirsîna sîstemê tiştên bên kirin jî ji ber ferasetê wê bi sîstemê re bibe yek, bê bandor bibe û bifetise. Heya em dernekevin derveyî sîstemê û xwe ji nû ve pênase nekin ne gengaze ku bikarin di huner de jî nû bûn û alternatîfbûnê jî bi afrînin.