|
Li
Îmraliyê malbatan piştî 6 mehan cara ewil
hevdîtin pêkanîn. Encax ji bilî Rêberê Gelê Kurd
hevdîtina
malbatan a bi girtiyên din re hate astengkirin.
Ev hevdîtin bixwe jî nîşan dide ku ji bo
polîtîkaya şantajê ya li Îmraliyê ser wê
binixumînin pêk hatiye. Girtiyên din jî girtine
hindurê pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê.
Hin rewşenbîr û
nivîskar dibêjin dema çareseriya pirsgirêka kurd
hatiye. Dibêjin ne bi şer, bi muzakereyan bê
çareserkirin rast e. Ev tiştên rast e, lê aşkera
ye ku li gorî vê yekê tevnagerin. Çimkî yên
pirsgirêkê diafirîne û yê ji bo çareseriyê divê
gav biavêje dewleta tirk bixwe ye. PKK tiştê ku
bike bi dehan caran kiriye, agirbest îlan kiriye.
Bi pêşniyarên çareseriyê yên maqûl rê li ber
kesên çareseriyê dixwazin vekiriye. Encax
hikûmeta AKP’ê ev fersend tenê ji bo xwe xurt
bike û hilbijartinan bi dest bixe bi kar anîn.
Ligel ku ev rastî li holê ne hêj bi ser hikûmetê
de neçûn, tê wateya ku ev şer dixwazin berdewam
bike.
Hê jî hin
nivîskar dibêjin bila PKK agirbestê îlan bike.
Hasan Cemal jî yek ji van kesan e. Em dizanin ku
Hasan Cemal xwedî niyeteke baş e û bawer dikin
ku çareseriyê dixwaze. Lê bi niyeta baş ev tişt
nabe. Aliyê kurd jî bi dehan caran weke Hasan
Cemal fikiriye û agirbest îlan kiriye. Hiziriye
ku agirbest dê hikûmetê bixe zoriyê û ji bo gavê
biavêje bide zorê. Agirbesta sala 2006’an a cara
yekem ewqas dirêj ji bo vê yekê îlan kiriye.
Agirbestên piştî vê dibe ku gav bê avêtin hatin
îlankirin. Encax di tu agirbestan de hikûmet ne
ketiye tengasiyê û gav neavêtiye. Weke gelek
nivîskar jî dibêjin di van pêvajoyan de nîqaşên
bi pirsgirêka kurd re eleqedar daketine asta
herî kêm.
Dîsa hin
nivîskar dibêjin ji bo çareseriya pirsgirêka
kurd aktorê bingehîn Abdullah Ocalan e. Encax
kesên dibêjin bila agirbest çêbibe, bila
çareserî pêk bê vê mijarê bi awayekî cidî naxin
rojevê. Êdî her kes dizane bi nêzîkatiyeke rast
nêzî Rêberê Gelê Kurd nebin ne şer disekine û ne
jî çareserî pêk tê. Çimkî kesên xwedî niyeta
çareseriyê ne divê destpêkê bi nêzîkatiyeke rast
nêzî têkoşîna çil salî û rêberê hereketê ku
pirsgirêkê ferz dike, bibin. Ji ber vê yekê
kesên li Îmraliyê xwedî polîtîkaya şantaj û
tehdîtê ne ku polîtîkaya wan a çareseriyê heye
di serî de gelê kurd tu kes bawer nake.
Kesên çareseriya
demokratîk dixwazin beriya her tiştî divê hewl
bidin ku dewlet bi awayekî rast nêzî Îmraliyê
bibe. Bêyî ku bi nêzîkatiyeke rast nêzî Îmraliyê
bibin û Îmraliyê muxatab negirin mirov nikare
behsa niyeta çareseriya pirsgirêkê bike. Bila
agirbest çêbibe, gerîla derkeve derveyî sînor û
dev ji çekan berde tê wateya ku erebeyê dayne
pêşiya hespê. Pirsgirêk ji neçareseriyê
çavkaniya xwe digire ev pirsgirêk jî mijarên ku
bi çareseriyê re dê bên çareserkirine.
Bi dehan caran
ji agirbestên yekalî encam nehatibe girtin niha
jî xwestina agirbesta yekalî çiqasî dê adîlane
be? Di demek ku li ser Rêberê Gelê Kurd
polîtîkayê şantajê tê meşandin daxwaza agirbestê
tê wateya ne fêmkirina rastiya kurd û pirsgirêka
kurd.
Heta
nêzîkatiyeke rast ji bo Îmraliyê çênebe, tu tişt
ji hereketa kurd nayê hêvîkirin. Kesên
çareseriya demokratîk dixwazin beriya her tiştî
daxwaz bikin ku bila bi nêzîkatiyeke rast nêzî
Îmraliyê bibin û ji bo Îmrali karibe rola xwe
bilîze divê şert û merc bên avakirin. Gotina
hesasiyeta tirkan heye, tê wateya hesasiyetên
kurdan neyê dîtine. Hesasiyeta tirkan bi zimanê
dayikê perwerdeyê û rêveberiya herêmî naxwaze.
Ji vê yekê re hesasiyetên gel nayê gotin. Hebe
hebe ev hesasiyetên şovenîst in.
Dema ku Rêberê
Gelê Kurd xwe ji pêvajoyê vekişand got ku “heta
şert û mercên tenduristî, ewlehî û tevgerîna
azad pêk neyê tiştê ku ez bikim nemaye.” Heke tê
xwestin ku pirsgirêka kurd were çareserkirin
lazim e ku ev merc pêk werin. Li Afrîkaya Başûr
çawa ku çareserî hat xwestin demildest Mandela
serbest hat berdan. Pirsgirêka kurd ji
pirsgirêka wê derê girantir û kûrtir e. Lê wê
derê dema ku cihêwaziya li ser reşikan rabû,
pirsgirêk jî çareser bû. Lê li Tirkiyeyê li
hemberî qanûn û nîzamê her kes wekhev e, lê
pirsgirêk çareser nabe. Ji ber ku tenê
qebûlkirina wekheviyê ya di qanûnan de têrî nake;
lazim e mafên ku ji ber netewetiyê tên jî werin
qebûlkirin. Lê li Tirkiyeyê tê gotin ku
cudahiyên me dewlemendiya me ne, lê li dû vê
gotinê jî tê gotin ku heke em van mafan binasin
dê cihêwazî pêk bê û gavên ji bo çareseriyê divê
ku bên avêtin jî nayên avêtin. Pirsgirêka kurd
êdî pirsgirêkek siyasî, civakî, çandî, ekonomîk,
heta pirsgirêkek psîkolojîk e. Pirsgirêkek bi vî
rengî jî encax bi muxatabiyeke bihêz dikare were
çareserkirin. Tabî heke tê xwestin ku pirsgirêk
were çareserkirin! Di pirsgirêka kurd de
muxatabê herî bihêz jî her kes pê dizane Îmralî
ye. Çareserkirina pirsgirêkê ya ji binî ve jî
encax bi Îmralî û PKK’ê pêkan e. Rêberê Gelê
Kurd di hevdîtina ku bi malbata xwe re pêk anî
de got ku ger ku yê pirsgirêkê rojevî dike PKK
be, dê pirsgirêk jî bi PKK û Îmraliyê re were
çareserkirin. Heta ku bi awayekî erênî nêzî
Îmraliyê nebin ev dibe nîşaneya ku niyeta wan ê
çareseriyê jî tune ye. Ger ku rewşenbîr û
akademîsyen jî çareseriyê dixwazin lazim e ku li
hemberî pêkutî û tecrîda li Îmraliyê helwest
nîşan bidin. Bes li hemberî pêkutiyan
helwestnîşandan û dijderketin tenê jî têrî nake;
divê ku azadiya Rêberê Gelê Kurd bixwazin. Ji
ber ku Rêberê Gelê Kurd encax bi vî awayî dikare
rol û rista xwe ya ji bo çareseriyê pêk bîne.
Hevseroka Partiya Keskan a Almanyayê Cloduia
Roth a ku bi wateya hilbijartin, temsîliyet û
wateya ku mirov bibe rêberê gelekî baş dizane
got ku “heke hilbijartî di girtîgehan de bin
hilbijêr ango gel jî di girtîgehan de ye.” Ev
nirxandin û tespîteke wisa ye ku tu derdor
nikare vê yekê înkar bike û bêje şaş e. Ji bo
Rêberê Gelê Kurd vî gelî nêzî 4 milyon îmze
berhev kir û got ew îradeya min a siyasî ye. Ji
temamî dengên ku parlamenterên BDP’ê girtin
zêdetir mirov Îmraliyê wekî Serokatiya xwe qebûl
dike. Lewre heta ku Rêberê Gelê Kurd di zindanê
de be dê gelê kurd jî di zindanê de be. Heta ku
Rêberê Gelê Kurd azad nebe dê gelê kurd jî azad
nebe. Kes û kesên ku çareseriyê dixwazin di serî
de lazim e ku rast û durist nêzî Rêberê Gelê
Kurd ku bi çaresnûsa vî gelî re êdî bûye yek
bibin û ji bo azadiya wî bixebitin.
|