* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 

            

                                    Gav neyên avêtin, ne pêwîst e biçin Meclîsê


                                                  

 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryara Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ya di der barê Hatîp Dîcle de dayî nirxand û got ; “Ev komployeke tarî ye û AKP jî di nav de ye" û piştgirî da biryara BDP û Eniyê ya boykotkirina Meclîsê. Ocalan got; "Tê gotin ku heger hikûmet sozê bide bes e. Lê ev jî têrê nake. Divê êdî Desthilatiya Siyasî pêngavan bavêje."Ocalan diyar kir ku divê hevdîtina wî bi şanda li Îmralîyê re pêk anî, bikeve meriyetê û got, "Tişta herî girîng a ku divê tavilê were kirin, tasfiyekirina dozên KCK’ê ye."

Di hevdîtinên me de asta gotûbejan qediya

Ocalan got; “Bûyerên vê dawiyê qewimîn, ne tenê Hatîp Dîcle eleqeder dikin, ez weke meseleyeke giştî dibînim. Ango ne mijarek tenê û hêsan e, ez bi awayek giştî nêzî mijarê dibim. Ez di der barê vê mijarê de pir hizirîm" û wiha domand; "Ev yek hinek ji daxuyaniyên 15’ê Hezîranê jî tê. Lê hinek mijarên ku min kêm hiştibûn hebûn. Di hevdîtina rojek beriya 15’ê Hezîranê de, em di der barê gelek mijaran de axivîn. CHP jî mereqa hevdîtinên li vir tên kirin, dike û dibêjin di der barê çi de bi Ocalan re hevdîtin pêk tînin, li ser çi diaxivin. MHP jî mereq dike. Divê hevdîtinên li vir tên kirin ji aliyê rayagiştî ve bêne zanîn.

Hevdîtinên em li vir pêk tînin girîng in, cidî ne. Hatine astekî diyar. Me êdî asta axaftin û gotûbêjkirinê qedandiye. Êdî mijarek ku em di der barê wê de gotûbêj bikin nemaye. Kesên bi min re hevdîtin pêk tînin, bi navê dewletê tên.

Divê hikûmet di der barê hevdîtinên li vir de biryar bide

Divê ji niha û pê ve hikûmet derbarê hevdîtinê ku em li vir pêk tînin biryarek bide. Hefteya borî min ji ber vê yekê bang li Meclîsê kiribû. Ger hikûmet û Meclîs çareseriya demokratîk esas bigirin, êdî em bi temamî dikevin asta pêngavên pratîkî. Min di 15’ê Hezîranê de bangawazî kir. Divê damezrênerên hikûmet tavilê dest biavêjin çareseriya demokratîk. Pêwîst nake ku li benda avakirina hikûmeta nû bimînin. Hikûmeta berê jî dikare vê yekê bike. Ji ber ku ya esas dewlet e. Ya ku daxwaza pêvajoya mayînde û bê dem dike dewlet e.”

Divê meclîs neçe bêhndanê

Di aliyekê de di navbera hikûmeta ku dê nû bê damezrandin û hikûmeta berê de tu cudahî tune ye. Her du jî dikarin dest biavêjin meseleyê û erê bikin. Ji ber wê jî, divê Meclîs neçe bêhdanê. Em di demeke dîrokî re derbas dibin. Di sala 1920 de Meclîsa damezrêner neçû bêhndanê û xebitî. Pêjoya niha ji ya wê demê dîrokîtir e.

Wê krîzek derbikeve holê

Ger em niha derbasî asta pêngavên pratîk nebin, dê çi biqewime? Ger hikûmet ji bo pirsgirêka Kurd, di aliyê makezagona demoktîk de pêngav neavêje, wê krîzek derbikeve holê. Wê demê dê derbikeve holê ku ev hevdîtinên heta niha dihatin kirin tenê ji bo mijûlkirinê bûn. Dê heta 15’ê Tîrmehê careke din hevdîtin bi min re pêk bînin. Ger di vê hevdîtinê de diyar bikin ku pêngavên pratîk nayên avêtin, wê demê dê Şerê Gel ê Şoreşgerî bikeve dewrê.

Heta 15’ê Tîrmehê dem heye

Ger di hevdîtina ku dê heta 15’ê Tîrmehê pêk bê de bêjin “Em ê derbasî pêngavên pratîk bibin, em ê pêngavên pratîk biavêjin, dê çareseriya demokratîk pêş bikeve” ez ê wê demê tişta ku ji destê min bê bikim û rola xwe bileyîzim. Wê demê, dê çareseriya makezagonî ya demokratîk pêş bikeve.

Niha du rê hene

Ji ber vê ji niha du rê li pêşiya me hene: çareseriya makezagonî ya demokratîk û şerê gel ê şoreşgerî. Di vebijarka çaraseriya demokratîk a makezagonî de ev heye: Wê çareseriya makezagonî ya pirsgirêka Kurd bikeve meriyetê. Wê hikûmet tişta ku bikaribe li ser esas û rêgezan bike, dê destnîşan bike û dê bikeve meriyetê. Di vebijarka duyem de jî: ger çareserî pêş nekeve, dê şerê gel ê şoreşgerî dest pê bike. Wê demê dewletê wê ne 3 hezar kes, dê 300 hezar kes bigire. Wê ne 50 hezar, wê 500 hezar kes bên kuştin. KCK jî dibêje ku ew ji bo her tiştî amade ne, dikarin şerê gel ê şoreşgerî bimeşînin û dikarin xweseriya demokratîk îlan bikin. 8 aliyên çareseriya demokratîk hene. Xweseriya demokratîk tenê yek ji vana ye. Ger çareseriya demokratîk a makezagonî pêş nekeve, dê ev her 7 aliyên din jî ligel Xweseriyê bikevin meriyetê."

A li  Dîclê hat kirin komployek mezin e

Ya li hemberî Hatîp Dîcle hat kirin, komployeke mezin e. Komployek tarî û namerdane ye. Ger Hatîp Dîcle li Amedê bi 80 hezar dengan hatiye hilbijartin, ev yek ne li Hatîp Dîcle, di kesayeta wî de li Amedê hatiye kirin. Amed jî sembolîk e. Yanê li hemû Kurdan hatiye kirin. Li vir dixwazin vîneke siyasî bişkînin. Bi ya li Hatîp Dîcle kirin, dixwazin fahîşetiya siyasî bispêrin Amedê. Ev yek jî tê wateya şkandina vînê. Ango tişta ku dixwazin, dikarin bînin serê wan. Di têgîna fahîşe ya ji bo jinan tê bikaranîn de, zilam vîna jinê dişkîne û bêrûmet dihêle, piştre jî tişta ku dixwaze bi jinê dide kirin. Di fahîşetiya siyasî de jî desthilatiya siyasî vîna gel dişkîne û bê rûmet dike, piştre jî tişta dixwaze, dikare bi gel bide kirin.

AMED bikeve di bin axê de jî vê yekê qebûl nake

Tişta ku li vir dixwazin di kesayeta Hatîp Dîcle de bidin kirin, fahîşetiya siyasî ye. Dixwazin ku vê fahîşetiya siyasî bi Amedê bidin kirin. Dixwazin vê fahîşetiya siyasî bi hemû civaka Kurd bidin kirin. Dixwazin bi fahîşetiya siyasî vîna wan bişkînin. Ger vîna kesekî şkest, an jî ya civakekê, mirov dikare her tiştê bi civakê bide kirin. Lê ez dizanim, Amed dilsozê rûmeta xwe ye. Hatîp Dîcle jî vê yekê qebûl nake. Hatîp yekî hêja û rêzdar e. Ne Hatîp Dîcle vê yekê qebûl dike, ne jî gelê me yê Amedê qebûl dike. Ger nîva Amedê jî bikeve di bin axê de, Amed vê fahîşetiya siyasî qebûl nake. Ev kompoloyek tarî, mezin e û AKP jî di nav de ye. Armanca wan ew e ku vîna gel bişkînin û wana bê vîn bihêlin. Di nava AKP’ê de Kurd hene. Serokwezîr tişta ku dixwaze, dikare bi wana bide kirin. Ev mafê wî ye. Em Kurdên azad ên girêdayî tevgereke azadiyê ne, em tu carî vê fahîşetiya siyasî û şkandina vînê qebûl nakin. Ger 5 milyon kes bimirin jî em vê teslîmyetê qebûl nakin.

Pêwîst nake biçin Meclîsê

Eniya Demokratîk biryar dane ku neçin Meclîsê. Ez li hemberî vê biryara wan rêzdar im. Pêwîst nake biçin Meclîsê. Dikarin di nava gelê xwe de têkoşîna xwe bimeşînin. Ev biryara wan mafdar û bi rûmet, demokratîk û hiqûqî ye. Ger tê xwestin ku ew jî di Meclîsê de bin, ev yek tenê bi çareseriya demokratîk a makezagonî dibe. Hikûmet dikare bêje ku ew ê li ser çi esasî bikevin Meclîsê.

Divê dozên KCK'ê werin betalkirin

Ger serokwezîr an jî rayedarek din derbarê çareseriyê daxuyaniyekê bide, êdî ev yek jî ne bes e. Divê hevdîtinên ku em li vir bi heyetê re pêk tînin bikevin meriyetê. Pêngava pêşîn û a girîng ji bo vê yekê, divê dozên KCK’ê werin tesfiyekirn û betalkirin. Lê wisa dixuyê ku hikûmet xwe zêde nêzî çareseriyê nake. Piştre wê çi biqewime, nizanim êdî. Gelo dewlet dikare bi tena serê xwe tevbigere? Nizanim. Pêngavên ku dewlet jî biavêje hebe. Dê ji bo aştiyê û çareseriya demokartîk komîsyona lêgerîna rastiya bihatiba avakirin. Êdî ez ê di hevdîtina ku dê beriya 15’ê Tîrmehê de pêk bê de, bixwazin ku pêngavên li ber çavan bên avêtin.

Tedbîrên pêwîst werin girtin

Ger çareseriya demokratîk pêş nekeve, hikûmet nêzî çareseriyê nebe, pêngavên pratîk neyên avêtin, dibe Eniya Demokratîk neçe Meclîsê. Divê her kes li herêma xwe ya hilbijartinê bi gelê xwe re xwe re bên cem hev. Dikarin di nava gelê xwe de siyaseta demokratîk bimeşînin û pêş bixin. Di rewşeke wiha divê parastina cewherî jî di nav de, tedbîrên pêwîst werin girtin. Divê ji niha û pê ve dest bi girtina tedbîran bikin, divê rêveberiyê herêmî, saziyên sivîl xwedî parastina cewherî bin. Dikarin li hemû taxan rêxistinbûnê xurt bikin. Her wiha li gundan jî.

Bingeha şerê şoreşî yê gel diyar e

Heger çareserî dest pê neke dibe ku şerê gel ê şoreşgerî dest pê bike. Bingeha şerê şoreşî yê gel diyar e. KCK dibêje ew dikare vê yekê bike. Heger ev şer dest pê bike şerekî mezin û rewşeke kaosî dest pê bike. AKP xwe nade ber çareseriyê. Hikûmet li dijî Kurdan bi awayekî dijminane hiqûqê û kanûnan bikar tîne û dixwaze wan tasfiye bike. Ev yek rewşeke gelekî xeter e.

Ev kemîneke mezin e

Ocalan wiha bang li serokwezîr kir: "Birêz Erdogan, rewşa we ya îro dişibe ya Sedam a ku dema êrîşî Kûweytê kiribû. Emerîka ya rastîn Îngilistanê çawa ku Sedam berî şand ser Îranê paşê jî şand ser Kûweytê, niha jî we dişîne Lîbyayê paşê jî dikişîne ser Sûriye yê. Dişîne ser Kurdan. Sedam jî ajot ser Kurdên li nava xwe, bi Kurdên xwe re şer kir. Niha jî hûn bi piştgiriya Emerîkayê bi Kurdan re şer dikin. Ya rastîn ev kemîneke mezin e. ev yek jî kemîneke li pêş we hatiye danîn e. Divê ev yek were fêmkirin… Neyên vê lîstikê. Demildest dest jê berdin. Berê xwe bidin çareseiya demokratîk a makezagonî. Tiştê rast ku divê hûn bikin ev e"

Mijara jinê girîng û mijareke dîrokî ye

Ocalan bi minasebeta selvegera şahedeta Sema Yuce jî rewş nirxand; "di salvegera şehadeta Sema Yuce de, li Tûtaxê li ser gora wê merasîma bîranînê hatiye lidarxistin. Ez girîngiyê didim van bîranînan, watedar in. Di kesayetiya Sema Yuce de hemû şehîdên me bi rêzdarî bibîr tînim. Mijara jinê girîng û mijareke dîrokî ye.  Ez pir li ser mijara jinê disekinim. Di der barê azadiya jinê de xebatên me yên girîng jî heta îro çêbûne, ji niha û şûn ve jî ev xebat dê bidomin. Di mijara jinê de du tiştên girîng hene ku em dixwazin pêk bînin û ev gelekî girîng in.

Ya yekemîn; Azadiya fikra îdeolojîk a jinê û bihêzbûna wê ye. Bikêrbûneke xurt a îdeolojîk a jinê ye.

Ya duyemîn; sazûmankariya birêxistinkirina xwe ya jinê ye, xwe gihandina rêxistinbûna xwe ye, hatina asta wê ya ku xwe birêxistin bike ye. Encax ku jin di van her du mijaran de heta astekê were di der barê azadiya jinê de pêngavên girîng ew ê hatibin avêtin. Heta ku azadiya jinê pêk neyê civak nikare şoreşê pêk bîne.

Li gorî min heta ku jin azad nebe pêkanîna şoreşê ya civakî û azadbûn ne mumkin e. Azadbûna jinê, li hemberî çanda daneyî azadbûn bi rexneyek têrtijî ya kevneşopiyê, bi rexneyên çanda kevneşopiya heyî mumkin e. ev yek gelekî zehmet e. Dizanim ku ev yek gelekî zehmet e. Têkiliyên heyî bi piranî li ser tecawuzê, tecawuza li ser bedena jinê avabûyî ne. Di çanda heyî de mêr xwedî binhişîneke ku tecawuzî bedena jinê bike ye, wisa dibîne. Di rewşa heyî de xelaskirina mêrekî ya ku ji van xwe rizgar bike û ji vê ferasetê dûr bikeve gelekî zehmet e. Heta ku jin azad nebe mêr jî wê ji vê rewşê rizgar nebe"

Têkiliya jin û mêr ne biyolojîk e

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî rewşa jinan û têkiliyên jin û mêran ên bingeha pirsgirêkên roja me dikin jî girt dest û wiha nirxandin: "Têkiliya jin û mêr ne biyolojîk e, bi tevahî girêdayî desthilatdariyê ye û siyasî ye. Dema em dîroka 5 hezar sal jî lê zêde bikin dê were dîtin ku dîroka bêbandorkirin, bêdesthilatdarkirina jinê ye. Ev ji aliyê zanîstî ve jî wisa ye. Ez mijara jinê gelekî girîng dibînim. Kolerdariya jinê, azadiya wê pirsgirêka herî girîng a di nava civakê de ye. Rewşa koledariya jinê ya heyî li gor nerîna min koledariya herî berbiçav ya di nava civakê de ye. Di çandên wisa de azadbûna jinê gelekî zehmet e, bûyereke zahmet e. Ez vê yekê ji xwe dizanim. Ji zaroktî ve aliyekî min ê neketina bin bandorê, azad mayin û ji her tiştî azad bûn heye. Hîna jî wisa me. Tevî vê yekê jî rojane di mijara azadbûnê de ez xwe diparêzim. Her wiha xwe azadkirin û parastina azadiyê ya jinekê hîn zehmet e. Heta dikare were gotin ku ne mumkun e. Ji ber ku bi modernîteya kapîtalîst re xistina jinê ya 5 hezar sal ewqasî mezin e, rabûna ser piyan û azadbûn gelekî zehmet e."

Her dem aliyekî berxwedêr ê jinê heye

Ocalan têkildarî mijarê destnîşan kir ku dema ew zehmetiya azadbûna jinê tîne ziman divê neyê fêmkirin ku jin bi tu awayî nikare azad bibe û bi van gotinan mijar berfreh kir: "Ez nabêjim ku bi tu awayî jin azad nabe. Lê belê azadiya jinê bi şikandina jiyana heyî ya mîna koleyan û rewşa ketî ve mumkun e. Her dem aliyekî berxwedêr ê jinê heye. Gelek taybetmendiyên ku di mêr de tune ne li gel jinê hene. Di hin mijaran de ji mêr jî pêşketîtir e. Ji bo ku jin karibe azad bibe divê beriya her tiştî xwe nas bike. Ketina wê çiqas kûr be ji bo azadbûnê divê berxwedana wê jî ewqasî kûr û mezin be."

'Jinbûna kevneşop' derbas bike

Ocalan destnîşan kir ku di derbasnekirina pirsgirêkê de astengiya herî mezin derbasnekirina aliyên kevneşop ên jin û mêran heye û têkildarî mijarê wiha pê çû: "Hem jin hem jî mêr aliyên xwe yên kevneşop derbas nake. Ev gelekî zehmet û kûr e. Yanî divê jin 'jinbûna kevneşop' derbas bike. Divê xeta xwe ya azadiyê bidomîne. Divê bala wê ne li ser jinbûn û jiyana kevneşop tune be, tenezûl neke. Her wiha divê gelekî jî girîng nebîne. Di rojnameya Gundem de Nesrîn Akgul goterek nivîsandibû. Qala jina fîlozof al ji aliyê dewleta Roma ve hatiye kuştin tê kirin. Gotina vê jina fîlozof Hypatia ya di nivîsê de hatibû bikar anîn wisa bû: 'Hûn mêr ji bilî bedena min-cinsiyeta min tiştekî nabînin, fêm nakin.' Hypatia di sedsala 14. de jiyaye, çanda dawî ya felsefeya Yewnan temsîl dike, ji aliyê Romayiyan ve li Îskenderiyê hate îdamkirin."

Ocalan diyarkir ku di rastiyê de jin ji mêr pêşketîtir e û ev asta pêşketinê jî wiha rawe kir: "Ji bilî bedena wê gelek taybetmendiyên jinê yên werin parvekirin hene. Di rastiyê de jin ji mêr pêşketîtir e. Ji ber çanda heyî ya desthilatdar jin nikare xwe ji çanda tecawizê rizgar bike. Di sîstema şaristaniya kapîtalîst de têkiliya jin û mêr xwe dispêrê daxwaziya herî ji rêzê ya biyolojîk têkiliya zayindî. Ev nêzîkahiyeke gelekî ji rêzê ye û pêvajoyeke gelekî kin e. Jina herî xwe pêşketî dibîne jî ji vê tecawizê nikare xwe rizgar bike. Sema Yuce yek ji wan bû ku ev yek qebûl nekir. Ji ber ku qebûl nekir jî çalakiyeke wisa pêk anî. Sema Yuca bibîr tînim, ez vê nirxandina xwe diyarê wê dikim. Di vê çerçoveyê de ez xebata jinan girîng dibînim. Di şert û mercên giran de li çiyan dijîn, lewra têkoşîna wan gelekî girîng û binirx e. Serkeftinê ji bo wan dixwazim."

'Pêwîst bû Nûnerekî HAK-PAR jî hatiba nîşandan'

Ocalan her wiha têkildarî yekîtiya neteweyî ya Kurdan û xabatên sazkirina Bloka Ked, Azadî û Demokrasiyê de jî nirxandin kirin. Ocalan bi taybetî li ser HAK-PAR rawestiya û wiha got: "Min pir dixwest ku namzetekî HAK-PAR jî di nava Bloka Ked, Azadî û Demokrasiyê de cih bigire. Hejmar ne pir girîng bû. Bi kesekî jî ba dikarî bû were temsîl kirin. Dikarîbû serokên giştî yê vê partiyê be. An kesek ji wan bûya. Lê nebû. Ji ber vê yekê bila bibûrin. Dikarin di nava xabatên hevkariyê de cih bigirin. Bi taybetî divê di konferansa neteweyî ya Kurdistanê de cihê xwe bigirin. Ev hevkariya heyî gelekî girîng e, ji bo berjewendiyê tevahiya Kurda ye. Cihgirtina tevahiya Kurdan a di nava vê têkoşînê de gelekî girîng e. Kî baştir vê têkoşînê bidomîne em wî destek bikin. Dema borî ne girîng e. Ya girîng ji niha û pê de cihgirtina di nava konferansa netewî û xebatên din ên Kurdan de girîng e. Di vê mijarê de çar pîvan û sê pêşniyarên pratîkî pêşniyar dikim."