|
Gelê
Kurd di salvegereke din a 15’ê Sibatê de ku wekî
Roja Reş îlan kirine de careke din girêdayîna
xwe ya bi Rêbertiya xwe re û li hemberî her
cureyên qirkirinê ku li ser wê têne ferzkirin dê
qebûl neke li her çar parçeyê Kurdistanê û cihên
lê dijîn; bi dayîna bedelên mezin, qad tijî
kirin û careke din nîşan dan ku tu hêz nikare vê
yekê asteng bike. Gelê Kurd ligel binçavkirin,
girtin, cop û gazên îsotê, ciwanê 17 salî yê bi
navê Mustafa Malçok ku xwe cangorî Rêbertiya xwe
kir û di nava şehîdên azadiye de cihê xwe girt,
bi çalakiyên xwe ev yek bi dest xistiye. Gelê
Kurd çalakiyên xwe yên 15’ê Sibatê di Roja Reş
de, di rojên piştre jî berdewam kir. Wisa xuya
dike dê hêj berdewam bikin jî. Berdewamkirina
çalakiyan jî divê bi awayekî xwezayî bê
pêşwazîkirin. Ji ber ku wateya 15’ê Sibatê ya ji
bo gelê Kurd vê yekê hewcê dike.
Di 15’ê Sibata
1925’an de bi dîl girtina Şêx Seîd ku serhildana
Derahîne-Palo bi dawî bû gelê Kurd bû muxatabê
pêvajoyeke qirkirina fizîkî. Dîsa Rêber Apo di
15’ê Sibata 1999’an de di encama komployeke
navneteweyî de dîl hate girtin. Û îro jî hêj
talûkeya qirkirinê ji holê nehatiye rakirin. Bi
awayên cuda dixwazin vê qirkirinê bi encam bikin.
Bi vî rengî komploya navneteweyî hatibe pûçkirin
jî, hêzên komploger vala nasekinin. Dikevin nava
lêgerînên komployên nû. Helbet heta ev pêvajo
berdewam bike, wê gelê Kurd li hemberî vê yekê
nerazîbûnên xwe di asta herî jor de û bênavber
berdewam bikin. Tu hêz nikare vê yekê asteng
bike.
Ev rastî ji
aliyê hikûmeta AKP’ê vê jî tê dîtin. Bi taybetî
demeke ku encama raperîna gelan a bi heybet li
Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn derketiye holê
de, bûye sedem ku tirsa “gelo berxwedana gelê
Kurd ku daye destpêkirin bigihêje vê encamê”
bijî. Tirsa AKP’ê di vê noqteyê de xwe dide der.
Hikûmeta AKP’ê dibîne ku di vê derê de şansekî
wê yê zêde tune ye. Bi vê tirsa dijî, ketiye
nava hewayeke panîk. Ji ber ku AKP dema wekî
hikûmet teşegirt û di nava desthilatdariya
dewletê de cih digirt, desthilatdariya modela
hikûmetên li welatên Bakurê Afrîkayê û Rojhilata
Navîn ji xwe re esas digirt. Ji aliyekî ve weke
şibandina wan hikûmetan li Tirkiyeyê di nava
siyasetê de cihê xwe girt û riya wan dişopand.
Dema li Tunusê
Zeynel Abidîn Bîn Elî û li Misrê jî Husnu
Mubarek li ser textê desthilatdariyê rûniştin,
destpêkê ji bo ku aqûbeta yên beriya wan li serê
wan jî neyê dest bi tedbîran kirin. Li gorî
berjewendiyên xwe; ‘tedbîrên’ îstîxbaratî pêş
xistin. Hêzên taybet ên ewlehiyê saz kirin.
Polîs wekî artêşa duyemîn hatin rêxistinkirin.
Ji bo ku welatên wan bê muxalefet bimînin çi ji
destên wan hatiye kiriye. Hemû çavkaniyên
dewlemend ên welat xistin bin xizmeta xwe û
lêzimên xwe. Dema wisa dikirin, hewl didan ku
gel jî bê rêza pez. Bi vî rengî ne bi tenê ji bo
xwe; difikirin ku îqtîdara zarokên xwe jî tekûz
bikin. Wisa difikirîn.
Dema AKP jî wekî
serwer teşedigre, serokê wê Recep Tayyîp Erdogan
jî wekî van dîktatorên têkçûyî tevdigere. Bi
awayekî, wî jî xwestiye bibe Zeynel Abidîn Bîn
Elî û Husnu Mubarekê Tirkiyeyê. Ew çawa ew qas
demdirêj li ser textê desthilatdariyê rûniştibin,
li rê û rêbazên pirtirîn domandina serdestiya
xwe geriyaye. Hesaba vê yekê kiriye. Li gorî xwe
plansaziyeke ku wî demekî dirêj serdest bihêle
pêk aniye. Derdorên xwe jî li gorî vê yekê amade
kirine. Li derdora xwe kêmareke bextewar kom
kiriye. Komeke medyayê ku bi wî ve girêdayî
afirandiye. Hêza polîsan xurt kiriye. Li
Kurdistanê artêşeke taybet a ji 50 hezar kesî
pêk tê ava dike. Riyeke wisa daye ber xwe.
Hikûmeta AKP’ê
bi vê rêbazê dixwaze xwe mayînde bike û ji bo vê
yekê jî xwerêxistin dikin. Lê rejîmên ji bo
AKP’ê bûne serkaniya îlhamê bi saya serhildanên
gelên Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn
hilweşiyan. Hikûmet hilweşiyan û rayedarên van
hikûmetan ji van welatan reviyan. Pêşketinên li
Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn diqewimin,
bûye sedema hejandinek bi kûrahî ya di nava
hikûmeta AKP’ê de. Di pêvajoyeke wiha de, di
roja 15’ê Sibatê Roja Qirkirina Neteweyî ku gelê
Kurd wekî Roja Reş bi nav kiriye de, di
çalakiyên ji bo protestokirina wê rojê û
xwedîlêderketina Rêbertiyê de, di bin rûxandinên
wan dîktator û rejîmên ku avakirine de encama
dawiya xwe dîtin.
Gelê me bi vî
awayî di çalakiyên xwe yên 15’ê Sibatê û rojên
piştî wê berdewam dikin de careke din dan
nîşandan ku ‘Tu feydeya tirsê ji mirinê re
tune’. Her çendî dixwazin bi gotinên demogojîk
vê rastiyê ji gel veşêrin û bala wan bikişînin
ser xalên cuda jî, hikûmeta AKP’ê nikare vê
rastiyê veşêre. Êdî tu şansê wê yê berxwedana li
hemberî rastiya gelekî ku bi salan e li ser
lingan e nemaye; Bi awayekî zelal dixuye ku tu
encamê ji teqtîka şerê qirêj-taybet, amûrên ku
xistiye dewrê, argumanên ku dest bi kar anîna
wan kiriye, nagire.
Em dikarin bêjin,
ji bo Kurdan rojên dîrokî têne jiyîn. Di rastiyê
de pêvajoya çalakiyan a bi 15’ê Sibata 2011’an
re dest pê kir, gelekî ji beriya niha jî hatibû
destpêkirin; heta ev serhildana ku li cîhanê
bêhempa ye, êdî hatiye rewşeke wisa ku bi rojekê
ve sînordar namîne û wê herdem bidome. Gava
Qasidên Çareseriya Demokratîk hatin deriyê Xabûr,
ew der vegeriya coşeke bêhempa û bi awayekî
zelal diyar bû ku gihîştiye kîjan astê.
Bi salan e ku
gelê Kurd xwe li ser piyan digire, vê yekê
hikûmeta AKP’ê kişandiye nava gerînokek a tirs û
libendêmayîna ‘Gelo îro ye an sibê ye’. Êrîşên
qirkirina siyasî yên wek 14’ê Nîsana 2009’an û
yên din, nekariye rê li ber vê xof û tirsê
bigire. Îcar, di salvegera 15’ê Sibatê ya niha
de xof û tirsa ku ew di nav de ye kûrtir bûye.
Berxwedana bi
salvegera nû ya 15’ê Sibata ku di dîroka gelê
Kurd de weke Roja Reş bi cih bûye, hatiye
nîşandan ku êdî ne israrkirina polîtîkayên
qirkirina siyasî, ne jî komployên nû dikarin
encam bigirin û gelê Kurd biryardariya xwe ya di
têkoşîna li dijî van de nîşan daye.
|