|
|
Fetullah
Gulen 1942 de li Erzurum ê dayîk bûye. Sala 1957
li Erzurum ê bi navgîna serpel (üsteğmen) Esad
Keşafoğlu yê endamê daîra şerê teybete û
perwerda CIA dîtye, ser navê CIA wek endamê
kotra gerilla hîn 16 saliya xwede bi misyonek
teybet û dizî kete di nava Tarîqata Nur.
Doktirîna Nurciti yê a Said-i Kurdi avakirye, li
gori xwe ji nûve avakirye û çûye bûyînga cemaat
e. Gulen hîna temenê xwe yê ciwantiyê de, bûye
endamê ‘‘Saziya têkoşina li himber Komunizm ê’’û
heta bûye damezrênere hinek van tiştan jî. Wek
têzanîne ev saziyin he, yê DYA ye. Ji alî yê
‘‘Doktrîna Truman’’ bi teybet welatin endamê
NATO yê li van dera Gladio û kontrgerilla yê
daye vekirin bi van mişraqan ve girêdayî ye.
Gulen şaxê yekemin a vê saziyê li İzmir’ê, yê
duyemin jî li Erzurum’ê vekiriye.

Fetullah
Gulen,1970 de jî Nurcû yin kevnare cida dibe û
dest bi avakirina cemaata xwe dike. 1978 de
lebata weşanê yê vê cemaatê kovara bi navê
‘Sızıntı derxist. Ev kovar bi giştî xemilandî û
qaşo tarzek vegotinê a wêjeyî serwere, lê
bersiva vegotina wan a di nava jiyanê de ne
hatiye fêhmkirin ka çiye, razber (soyut) û xwedî
xêzek bû xwe dispêrand hesê mêtingeh a ol. Roja
meya îro de têkiliya ol-dewlet ango ol-şiyan bi
kûranî fêhmkirin û ji bo mirov alyê wê yê
emperyalîst bizane, pêwiste rastiya Fetullah
Gulen û cemaata wê mirov derxêne zanebûne.
Faşîst,
darbeker û cûntacî
Gulen hina
serîde bi NATO yêre xêza dijberiya civak û
azadiyan despêkirî bi kûranî berdewam kirye.
Mînak, sala 1977 de ‘enstîtû yê bilind a
Îslam’li himber çawisandinê bi armanca protesto
yê dema boykot xwe da der, Gulen got ku;
‘‘Îslamê de boykot tuneye’’ bi vî rengî
berxwedane şikand. Li gel vê yeke hertim
bilevkir kese ku ‘‘terörîst û
anarşîsta’’dewletêre nebêjin qata xûda de
berpisyariya wan heye di got.
Ji alyê
din, Nurciyin kevnare Zubeyir Gunduzalp û
parêzer Bekir Berk, dema derbarê Alpaslan
Türkeş’ê de broşurek rexneyê weşandin, Gulen li
himberi vana derket û xwedîti li Türkeş kir.
Dema 12 îlon hat û cunta destdani li ser
rêvebiriyê, Fetullah Gulen hem derbê hem jî li
piştre piştgirî da leşkerin ku zagona bingehîn
amade kirin. Heta Gulen ji bo leşkerin derbe
kirine, ewqas pêşve çûye ku dikarê bêje ez bibim
paleta bin tangê we. Ango wek hercar hertim
piştgiriya dewlete kiriye. Li kovara bi nava
‘Sızıntı’ de hertim nivîsin wê, yê pesna
leşkeran dide derketiye. Serkêşe cunta Kenan
Evren, ayet û hadîsan desteke gotaran davêtin,
leşker jî rasterast an ji neyekser hinek komin
ol re di nava têkiliyan debûn. Ya rastî dewleta
‘‘laîkî’’ ‘ola’ xwe saz dikir. Ev jî DYA li
himber cîhana sor, bi pêdiviya projeya ‘‘piştiya
kesk e.’’ Ji vê nêvenge Gulen gelek keyf xweş
bû. Cemaata wê hîn zêdetir mezin dibû. Lê kar li
gori qilfêwê hev anîn pêwiste. Ango rewşek keyf
xweşiyê a rûbi rû û întibaya ku ev biafirinê,
dibê ku bibe sedema serê mirovan de
pirsnîşan’an. Ji ber vê sedemê ji bo her dayîm,
xebatê re hewayek ‘‘muxalîf û maxdûriyet’’
pêwist dike. Herweha vê serdemê de Fetullah
Gulen lîsteya gunehkaran debû. Lê kirdarî
(pratik) de Gulen pir hêsanî tevahî Anatoliyê
digeriya, propagandê xwe dikir û planin xwe yê
stratêjik dixist meriyetê.
Hilbajartinên giştî a 1983’an de hatekirin,
Partiya Turgut Özal a Anavatan bi tenê serê xwe
bû desthilat. Li welat hewayek nû hate
belavkirin. Tirkiye berbi Neo-lîberalîzmê vê
hate herikandin. Fetullah Gulen, hişt ku cemaata
wî piştgirî bidê partiya Anavatan’ê. Li
beramberê vê yekê jî Özal alîkariyek gelek
mezin dît. 1988’de kovara bi navê ‘‘Yeni Ümit’’
derxist û ser nivîsin wê bixwe di nivîsand.
Meha cileya
1989’de li Îstenbûl mizgefta Valîde Sultan a
Uskudar’ê destbi weizin bilez kir.
Dibistanin Bazirganî ya Olî.!
Bi teybet
vê serdemê de Gulen, serkanê xweyên nêz re ji bo
stratêjiya xwe yê nû, gavin kirdarî yên despêke
talimata nerît da.
Cemaat hemû
cêhê ku dikarê xwe bigihînê wê dibistan
vekiriba. Ev xebat ji dibistana heta zanistgehan
wê behtan kirin.
Dawiya
1980’an despêka 1990’de dema Pakta Varşova
hilweşiya, xaka Sovyeta berê de komarên Tirki a
xam îştahê Fetullah Gulen nepixand û fermana
‘‘pêşve’’da.
Özal û paşê
Suleyman Demirel dema alîkari û hêz da, li van
welata bi demek kinde wek kuvarka ‘‘dibistanin
Fetullah’’destbi zêdebûne kir.
Sirê
serkeftine ‘‘senteza ol û bazirganiyê bû.’’Ya
rastî nirxê ol derxistina bazarê bû.
Despêke
mamostên cemaatê yê jêhatî û dilak (gönüllü) di
şandin li vanderan. Karsazin dilak (gönüllü) jî
alîkariya maddî didan. Bi vî awahî hem karsazan
reklama xwe dikir û ‘‘giramî’’(itibar) ji bo xwe
berhev dikir, hem jî ciwanin jêhatî a li vandera
mezûn bûne wek hêmanan dixistin nav kar. Ev rewş
ji dihat hesaba dewleta eleqedar. Bi serde jî
giringiyek mezin didan wesifê û evinhe welatê ku
lêbûn, dianîn rewşek dibistanin herî hilbijartî.
Dema rewş wiha bû, demek şûnde hikumeta van
welatan jî her cûre alîkariya maddî û sîyasi
peyda dikirin. Ev xebatin he di hundure demêde
haleki kuresel girt û nêzî 100 welatin cîhanê ji
300 dî zêde dibistan hatin avakirin. Karê
perwerde, piştre pir baş herikandin qada sîyasi
û bazirganiyê û hêdî nexweşxane,komal,weqif û
hinek karsaz hwd. hatin vekirin. Hemû saziyin
Fetullah de, ji despêke pêşanî didin perwerde
bîrdozi yê. Lê li gorî mercin welat û nêvenga
xwe nuxumandin, dema cêhêwê hat ''Îslamcitî''
her wisa dema cêhêwê hat esasê xwe de tirkçitî
hate meşandin.
CIA Û
DYA'Re Hevkarî
Li vir hema
ev pirsinhe dikevê serê mirovan; kûranî û
berfirehi belavbûna li cîhanê, ma ewqas hêsan
bû? Sirf tarzê tevgerê ku dihat gotin û ma
sazger ji bo vê besbû? An jî li cîhanê de hêza
li pêş de rexmî 'DYA' ev yek dikarî bû bi hata
kirin? Bersiva vê yekê, Fetullah Gulen bi xwe
hevpeyvînek xwe de dide: ''Ger Amerîki nexwazin
nahelê tukes deverin cûda a cîhanê tu kar
bikin. Vêgavê hinek saziyên dilak binavê
cîhanêre entegrebûnê diçin deverên cûda a cîhanê
ger dibistanan dikarin vekin, bi Amerîkiya re
heta pêvajoya ku bixebitin şansê pêkanîna van
projeyan heye.''
Herweha DYA
û Fetullah Gulen, aynî demê de xaka sovyeta berê
re derxistin pêkanîn. Dîsa welatin daxilê
projeya Rojhilatanavîn a mezin ya DYA yê,
cemaata Fetullah Gulen jî herî zêde li ser van
welatan sekiniye. Saziyên Fetullahî û rêxistina
îstixbarata DYA yê CIA yê jî bi hevre
xebatkirina wan hêdi ne veşartiye. Vê mijarê de
pêşketina herî balkeş jî dawiya sala 2004 de
hate jiyîn. Rusya bûyîna navenda CIA tawanbar
kir û destbi girtina dibistanin Fetullahiyan
kir. Derbarê dibistanin van welatan de, milê
rastê Fetullah Gulen yê kevin ji cemaate
veqetiya û bi îtirafin xwe rûyê Fetullah Gulen
ya rast, yêku derxist holê Nurettin Veren jî ev
dibistanin mijarê gotinê ne, anî ser ziman ku
bûne barigehên sîxurtiya CIA’ yê.
Mînakek hîn
balkêştir jî serlêdana qerta kesk ya Fetullah
Gulen ku mayîna wî li DYA dike bin ewleyî yê,
kefîl bûna CIA yê bixwe ye û berya vê kesê weke
Graham Fuller’ê ku berpirsê Rojhilatanavîn ya
CIA’ê ye bixwe bûye referans. Ev rewş Gulen’ê ku
serlêdan kiribû, ji alyê dadgeha DYA ve jî
derbazî qeyda fermî bûye û rewşa ku mijarê
gotinê ye bi teybet tê destnîşan kirin û hatye
diyar kirin.
Ji
Faşîzmê Pesnandin
Di hundire
Tirki yê de Fetullah Gulen ji bi teybet sala
1994’de despêkir û dest bi derketina pêşberê
çapemeniyê kir. Bi salane hêza ku kom kirye xwe
sipart wê û xwe nîşanda. Lê bi teybet mişraqin
kûr ya pergal û artêşêre ne ketina di nava
pevçûn û nakokiyan, alîgira wan bûyin an jî ji
bo xwe wek alîgir nîşan bide gelek hewlda. 26
Gulan’a 1995’an de, ji weqfa ocaxên Tirk xelata
‘‘Nihat Atsız’’ wergirt. Dîsa yêke Tîrmehê wê
salê de, ji Weqfa Mehmetcikre bexş kir. 25
Tîrmehê de, ji Weqfa Mehmetcike berata spasiyê
girt. Derbarê tevgera azadiya Kurd e, bi teybet
pişt giriyek vekirî da tevahi tevkujî ya sêgoşê
Çiller,Gureş û Axar.
28 Sibatê
re erê û roja Pensilvaniya bi FBI’yî
Fetullah
Gulen, aniha zimanê medya xwe weke balandiye û
li himber dijberin xwe weke argumanek
dişûxûlîne, li himber derbê 28 sibate derneket û
rastiyê de pişt girî da. Li hember Erbakan’ê ku
mexdûrê 28 sibate yê helwest girt (kesên ku
mereq dikin, dikarin arşîvên 28 sibat 1997’ de
dîroka wan roja nîşan dide dikarin lêgerîn
bikin, an jî kinahî di rojnama Zaman’ê de nivîsa
Ali Ünal’ê bi dîroka 03 Tîrmehê 2006’de
binêrin.) Gulen meha Adara 1999’de helwesta
artêşê û dadgehê ya li hember xwe kir hêncet û
çû DYA’ye. Vî welati Navçeya Pensilvanya yê jêre
çiftlikan tirxan kirin. Ewlekariya van çiftlikan
mîjûlgeha îstixbarata federal a Amêrîka (FBI)
pêktinê.
Ligel
Siyonizimê hemêz bi hemêzî!
Tarzê
xebata cemaata Fetullah jî dişîbê ya Masoniyan û
saloxiyê. Bi hostadî ol û bazirganiyê sentez
kiriye, aynî pileyê de Gulen kariye vê bigehînê
tora xweya rêxistinî ji, bi demêre bîrokrasiya
pergala Kemalîst,ewleyî, saloxî, siyaset û wek
perwerde temarê giyanî de bi bandor cîh ji xwere
çêkirye. Rojnama Zaman, kovara Aksiyon, yakû bi
zimanê Îngilîzi derdikevê Today's zaman, TV
Samanyolu, TV Mehtap, Burç FM, Herkül org jî
kakilê cemaatê ya lebatê(organları) medya ye. Ji
bilî vê yekê îro ji xwere ligel sedan weşanê
alîgir jî, yadin ji sermiyanê Îstenbul û medya
wê bi gef û çawsandina ji xwere kirye yedek.
Gulen bi karsazin cûr be cûr bi komala wan
dewlemendare, qaşo hinek komalên xizan re jî
armanc dikir xwe ragihîne. Wî alyêdin ji li
Tirkiyê her sal ''Civîna Abant'' ku çêdibe,
nirxandina rewşa siyasî û bîrdozî tên çêkirin.
Li cîhanê jî bi rêkûpêk civînin Masonan a
Bilderberg ji vê cemaatê ji bejdarbûn çêdibe.
Fetullah Gulen û cemaata wî vê bizavanre
girêdayî têgina sereke ku bikartînê
‘‘xweşbînî’’û ‘‘di navbera ola de diyalog’’aynî
demê de têkildar bi Mason, Siyonist, Evangelist
û weke tarîqata Moon polîtîkayên kuresel ya nû
ku ev derdûr pêşxistin an jî, bû qodên giştî ya
projeya îslama nerm. Fetullah Gulen bi Îsraîl û
Yahûdiyare di nava têkiliyên kûrde bû. Herweha
keştiya ‘‘Mavî Marmara’’ dema ji Tirkiyê alîkarî
dibir Gazzê, ji alyê leşkerin Îsraîli ve rasti
cerd (baskın) tên kirin û dema gelek kes tên
kuştin, her kes gumandikir ku wê Gulen qiyametê
rake. Lêbelê yekser pişti wê Fetullah Gulen xwe,
ji cemaata xwe re aciz dike, hesabê çima ji
Îsraîliya destûr negirtine dipirse.
Li
hember Kurdan zalîm, nijadparêz, tevkuj û
Gladyûci…
Cemaata
Gulen gelê Kurd’re nirxê wê re û nêzikatiya wê
tevgera azadiyê re jî înkarker, bêperwa û rêzik
sînor nasnedikir. Mînakek vê herî vekirî ya
zihniyeta Gulan, dema em dîroka herî yê nêz
binêrin, nêzikatiya wî li hember Saîd-î Kurdî de
ji gengaze ku mirov bibîne. Gulen hevpeyvînek de
Saîd-î Kurdî destnîşan dike û wiha diaxive.
''Adêta wek mirovek silik jiyan kirin, wek
mirovek silik berbi asoya rihê xwe, rê ve çûn û
bi derfetbê bila tu kes gora min nezanê, wek
çaxê dêwendama Saîd-î Kurdî gotiye. Ji bilî du
sê xwendekarê min bila tu kes gora min nezanê,
ev çi tevhîd û têgihîne. Ev çi pêywendiyek
balkêşe bi xudare. Û îro kesek nizanê gora wî.
Hinek dixwazin belgesel çêbikin. Filanî
dipirsin, bêhvanî dipirsin. Hate li gel hejar û
xwe sipartê. Gelo em dikarin tiştek bibêjin?
Yaho ev çiye, ev mirov wê derbarê de ehdû peyman
daye. Di daxwazê xwe de gotiye gora min ji bilî
yek du kesi bila kesek din nezanê. Wiya
çirandin, çi gotine ew yek kancî (küstahlıktır)
ye''. Niha Gulen'ê vana dibêje, hîna Saîd-î
Kurdî jiyandikir, ''ji berku Kurd bû çûna li
gel wî, gûrûra min a Tirkitî qabul nekir'' bi vê
gotina xwe helwesta xwe ya nijadparêz raxiste
berçevan. Piştî ku Saîd-î Kurdî wefat kir jî,
Risale-i Nurê wêde yêku tahrifat kir û doktrîna
wî, yaku xist bin xizmeta nijadparêztiya Tirk a
kesk dîsa Gulan bû.
Heman Gulen
ji niha pê de talankirina qebra Seid’ê Kurdî, ji
holê rakirin û wendakirinê wek bi awayekî gire
dide seîd’ê Kurdî û fetahan dide. Lê bele ne
gotineke ku seîdê Kurdi wiha gotî heye, ne ji
malbata wî…
Tê
fêmkirin, yê ku qebra Seîdê Kurdî talan kirye
serfermandarê deme yê artêşa duyemîn Cemal
Tural bi Fetullah Gulen re tevgerkiriye. Dema ku
têkoşina gelê kurdistanê li hemberi metingeriya
dewleta Tirk di lutkeyê de bû û di sala 1994’ an
de Fetullah Gulen bi serok wezira deme Tansu
Çîler re hevdîtin çêkir. Çiler, ji wî
destekdayîna qanuna tekoşina li hember terorê
(ango li hember gelê Kurd kuştina bê
pirs,ketilkirin,kuştinên faaîlên wan ne diyar û
şerê qirêj) xwest, Fetullah Gulen jî bê dudilî
ev pejirand. Salên duv wê re jî neyartiya kurdan
berdewamkir. Lê bele dijminahiya bingehîn û êriş
li ser AKP ê dane destpêkirin. Nêzikbûna wî ya
inkar û tunekirinê wek ya Çiller ne çorse. Hîn
bi ziravtir û kûre . Di dîtinê de wekî ku
dixwaze pirsgirêka kurd çareser bike, qebûl
dike, lê xwedi derkevê, sekneki wek niyeta
çareseriyê dide nişandan,lê tenê ev gotine. Di
cewherde jî inkar û tunekirinê hîn kûrtir dike û
rêve dibe. Li rexmî hemû hewldanên niyetênbaş a
yek alî yê tevgera azadiya gelê Kurdistanê
cemaeta Gulen û partiya wî AKP, li hemberî gelê
Kurd tasfiye û tunekirin raberkir. Dema ku
tevgera azadiya gelê Kurd agirbest îlan dikir,
Cemaet û Akp ê peyva “vekirinê” di ziman de
gerandin. Di pratîkê de jî bi lezgîniya dawî
operasyonên leşkeri û siyasî berdewam kirin. Tam
bi mantiq û nêzîkbûna Bazirganên Qeyserê, ha
gotin ku “ez çiqas bi xapînim û mijul bikim
ewqas kare” hemû firsetên aşitî û çareseriyê
hatin xetimandin. Dema ku dît ev nêzîkbûn ji bo
wan encamek naîne vê carê rêbazên hovanê xistin
meriyetê. Zarokên kurd li kolanan hatin
qetilkirin,bi hezaran avêtin zindanê,dayikên
kurd bi erde re hatin kaşkirin,bi jopan lê
xistin û hatin girtin. Bi hezaran
siyasetmedarên kurd û welatparêz bi awayekî zêde
ku di dema 12 İlonê jî nehatye ditin, bi hovane
tijî zinadanê kirin. Herî dawî jî bi dehan
gerillayên kurd, bi avêtina bombên kimyasalê ya
qadeke berfireh hatin qetilkirin. Û hemû
çavkaniyên van hovîtiyan, bi qeyda video yê ya
Gulen ku kete malperên înternetê derkete holê.
Di video ya, mijara gotinê ye Gulen kûmê xwe yê
spî ku di bîn siya siyonîzmê de ye hercar bi
xişmekê rast dike, li hemberî gelê kurd
“nifirên” hovanîbaz dike û fermana koka gelê
kurd ziwa bikin dide. Di avakirina kîşweza kela
zilmê de, di cîhanê de gelê herî mazlum li
hemberî gelê kurd tu eleqeta xwe bi nêzîkbûna ol
ve tuneye, li gel vê yeke tu pêwendiya xwe bi
ehlaq û mirovahî, tu nirxan re tune ye. Hukumeta
Akp’ ê her roj bi çekên NATO yê, yên herî
pêşketi gelê kurd bombebaran dike. Gulenê ku bi
veya têr nabîne wekî ku sedam kiri hema bêje
helepçe yên nû tinê ziman!
Fetullah
Gulenê siyonîst û cemaeta wî ku bi kevlê gurê
spî yê û xwe zivirandiye berxikê, xwe kiriye
qilfa mislimantiyê û pişta xwe daye DYA,CIA,
NATO yê hemleyek nû ya gladyo yê, li hemberi
gelê Kurd û kedkarên anatolyayê bi awayekî
hovane pêşxistiye. Beramberî wê jî hemû nirxên
vê axê, ji hêzên ku pişta xwe dayê bazar dike.
Lê rastiyek din heye ku, gelê Kurd û kedkar ji
bo zalimê Fetullah rûpela herî reş yên dîrokê
amede dike. Wekî hemû zalim û faşistên di dîrokê
de…
|