|
CEM IL BAYIK
Endamê
Konseya Serokatî ya KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand
ser helwest û daxuyaniyên rayedarên Tirk ên li
dijî gelê Kurd û PKK’ê û got; “Erdogan hostayê
demogojiyê ye.” Bayik bal kişand ser hevdîtinên
bi Ocalan re jî û got; “Diviyabû protokolên din
jî bihatiba qebûlkirin û ji bo meriyetê wext
bihatiba destnîşankirin, tenê qebûlkirin tiştekê
îfade nake. Tu wext diyar nekirine. An qebûl
kirin an qebûl nekirin. Ev yek nayê wê wateyê ku
dest ji siyaseta tunekirinê berdane. Ger gavên
pratîk tune bin, tiştên vala ne.”
Endamê Konseya Serokatî ya KCK’ê Cemîl Bayik
bersiv da pirsên ANF’ê yê.
Sedemê serbestbernedana parlementerên girtî û
rewşa Hatîp Dîcle çawa dinirxînin?
Beriya hilbijartinê Desteya Bilind a
Hilbijartinê (YSK) derbarê hinek namzedan de
biryar da ku wana li derveyê hilbijartinê bihêle.
Dewletê bi vê yekê xwest ku pêşiya Tevgera
Azadiyê ya Kurdan bigire û wê di hilbijatinê de
li bin bixe. Ji ber ku hinek armancên AKP’ê
hebûn û dixwest van armancan pêk bînin. Armanca
AKP’ê pêşxistina sîstema serokatî bû û Erdogan
jî bibe serokê Tirkiyeyê. Ji bo vê sîstemê bi
ser bixin diviyabû tenê AKP û CHP li holê bimîne.
Ji ber wê dixwestin ku hêla Eniya Ked Demokrasî
û Azadiyê li Kurdistanê lewaz bikin û MHP’ê li
jêrê benda hilbijartinê bihêle. Bi vî awayî tenê
du partî derdiketin.
Ji ber vê jî AKP û Tayyîp Erdogan êrişê Tevgera
Azadî, BDP û Eniyê dikirin. Ji ber wê jî xîtabek
nijadperestane bi kar dianî. Dixwest MHP’ê lewaz
bike û dijminiya li hemberî Kurdan dijwartir
bike. Bi vî awayî dixwest makezagonek li gorî
xwe çêbikin û Tirkiyeyê hemû bi dest bixin.
Evane hemû jî bingehê tesfiyekirina Tevgera
Azadiyê bûn. Xwestin vê yekê bi riya YSK’ê pêk
bînin. Lê piştî helwesta Kurdan û demokratan,
êdî vê mudaxeleya xwe rawestandin.
Xwestin Enî parçe bikin
Dema ku hilbijartin pêk hat û Enî bi ser ket, vê
carê dîsa xwestin plana xwe ya beriya
hilbijartinê bi riya YSK’ê pêk bînin û
parlementeriya Hatîp Dîcle betal kirin. Bi vê jî
xwestin bandora Eniyê di meclîsê de kêm bikin.
Pêşî dixwestin Eniyê lewaz bikin. Piştî Enî bi
ser ket, vê carê xwestin Eniyê lewaz bikin û
parçe bikin. Ji destpêka komarê heta niha hêza
demokrat û Kurdan kêm kiribûn. Dîsa di zihnêta
wan de tunekirina Kurdan heye û înkar heye, ji
ber wê jî naxwazin bibin hêz. Eniyê di nava
gelên Tirkiyeyê de hêviyek afirand. Bi salane li
hemberî Kurdan stratejiyek bi kar tînin.
Dixwazin bi vê stratejiyê hemû gelên Tirkiyeyê
bikin dijminê Kurdan. Dixwazin PKK’ê li
Kurdistanê bihêle, naxwazin biçe Tirkiyeyê. Lê
vê staratejiyê bi serkeftina Eniyê derbe xwar.
Hewldanên wan ên beriya hilbijartinê û piştî
hilbijartinê ew bû ku PKK’ê tesfiye bikin.
Hûn helwesta BDP û Eniya Ked, Demokrasî û
Azadiyê çawa dibînin?
Weke CHP’ê, dixwazin vîna Enî û BDP’ê jî
bişkînin û BDP’ê bê bandor bihêlin û teslîm
bigirin. Ger ew jî bipejirînin, wê makezagona
AKP’ê bi ser dikeve. Ji ber wê jî Erdogan ewqas
li dijî BDP û CHP’ê bû. Heta gef li wana dixwar
û dixwest armanca xwe bi wan bidin pejirandin.
Daxwaza CHP’ê tenê ew bû ku herdu parlementerên
xwe yên girtî ji girtîgehê derxîne. Her wiha AKP
dixwaze CHP’ê ji bo tunekirina PKK û çêkirina
makezagona xwe bike şirîkê xwe. Di encamê de CHP
teslîm bû û şertên wan qebûl kir.
Dixwazin BDP û Enî li devreyê Meclîsê bihêlin
Dixwazin BDP û Enî jî weke CHP’ê bikin. Lê Enî û
BDP jî rûmeta xwe diparêzin. Armanca wan ne tenê
ew e ku parlementerên xwe ji girtîgehê derxînin.
Wana bi xwe jî gotiye ku helwesta wan ne wek ya
CHP’ê heye. Dan diyarkirin ku ew li dijî
siyaseta AKP’ê ne. AKP’ê dît ku ew nikarin BDP’ê
weke CHP’ê bikin dûvikê xwe, niha jî hewl dide
ku BDP’ê li derveyê Meclîsê bihêle.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinê
de diyar kir ku dewletê Konseya Aştiyê qebûl
kiriye, gelo ev konseya aştiyê çawa ye?
Rêber Apo û KCK dixwazin ku pirsgirêka Kurd bi
riya aştiyane çareser bibe û ji bo vê yekê
dixebitin. Lê dewlet û AKP li riyên serkeftin û
xapandina gel digerin û dixwazin Tevgerê tesfiye
bikin. Her wiha dixwazin Tevgera Azadî mijûl
bikin. Ne ku AKP û dewlet dixwazin bi rastî jî
pirsgirêka Kurd bi riyên aşitiyane çareser
bikin. Ji ber ku di zihnêta wan de tunekirin
heye. Ji bo riyên nû yên tunekirinê bibînin
textîkên xwe diguherin û hevdîtin pêk tînin.
Em ê xwe biparêzin
Lê ev yek hatiye fêmkirin. Her kes jî vê fêm
dike. Her kes dibêjin dest ji vê polîtîkayê
berdin, dest ji textîkên wiha mijûlkirinê
berdin. Rêber Apo ji bo pirsgirêk bi riyên
aştiyane çareser bibe, ji sala 1993 û vir ve di
şertên pir giran de hewl dide zihnêta dewletê
biguhere, dest ji tunekirinê berdin, ziman û
çanda Kurdan qebûl bikin. Li ser vî bingehî
Rêber Apo di hevdîtinên herî dawiyê de protokol
pêşkêşê dewletê kir. Ger protokol bêne
pejirandin, wê muzakere dest pê bikin, bi vî
awayî em jî dikarin bêçalaktiyê berdewam bikin.
Lê ger dewletê van protokolan qebûl nekir, tê wê
wateyê ku dewlet di polîtîkaya tunekirinê de
biryardar e û em jî xwe biparêzin. Ji bo rûmeta
xwe divê em xwe biparêzin.
Dewletê tenê protokolek qebûl kir
Rêber Apo da diyarkirin ku dewlet protokolekê
qebûl dike û wê konseyeke aştiyê pêk were. Ev
tenê protokolek bû. Yên din jî hene, yek jî ew
bû ku komîsyona makezagonê bû. Wê ew komîsyona
ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a di
çarçoveya makezagonê de bû û ya din jî komîsyona
ewlekariyê bû. Wê ev komîsyona ji bo agirbesta
dualî bixebite, divê şer nemîne û dewlet jî bêje
ku ew ê bi riyên siyasî pirsgirêka Kurd çareser
bikin, operasyonan rawestînin û girtiyên siyasî
berdin.
Textîk û mijûlkirin e
Dewletê tenê yek ji vana qebûl kiriye, lê wê ev
yek kengî bixin meriyetê dewlet tiştek nabêje,
niha dixe meriyetê, an piştî salekê ne diyar e.
Tenê qebûl kiriye. Ev yek jî xapandin û textîkek
e. Dixwazin vê yekê jî pêşî li PKK’ê bigirin û
karê xwe bikin, bi vî awayî PKK’ê hêdî hêdî tune
bikin. Diviyabû protokolên din jî bihatiba
qebûlkirin û ji bo meriyetê wext bihatiba
destnîşankirin, tenê qebûlkirin tiştekê îfade
nake. Dewlet naxwaze gavên pratîk biavêje, ji
ber ku dest ji polîtîkaya tunekirinê naberde.
Dixwazin Rêbertî, Tevger û gelê me mijûl bikin.
Divê kesek xwe nexapîne. Divê gelê me li hemberî
vê yekê şiyar be û nexape. Li xwe û rûmeta xwe
xwedî derbikeve.
Dewleta Tirk li aliyekê protokola avakirina
Konseya Aştiyê dipejirîne, li aliyê din jî
operasyonên siyasî û leşkerî berfirehtir dike.
Gelo ev yek tê çi wateyê?
Her kes dizane ku bi mehane em rewşa bêçalaktiyê
didomînin. Divê bêçalaktiyê de nêzî 50 gerîla
şehîd bûn. Tu caran operasyonên wan
ranewestiyan. Her ku çû berfirehtir bûn. Di qada
siyasî de hemû kesên ku karên siyasî dimeşandin
di encama operasyonên siyasî de hatin girtin.
Her wiha li hemberî gerîlayan operasyonên
berfireh dan destpêkirin. Gelek caran komên
gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Ger di nêta
wan de çareserkirina pirsgirêka Kurd hebûya, wê
operasyonan rabiwestandana. Ne tenê operasyon li
darxistin, bi Emerîkayê re tîfaq pêk anîn.
Bi DYE re tîfaq pêşxistin
Wê Tirkiye li hemberî Kurdan û PKK’ê siyaseta
tunekirin û qirkirinê bimeşînin, wê DYE û
hevalbendên wê yên ku nunertiya kapîtalîzma
modernîte dikin li hemberî van hewldanên
Tirkiyeyê bêdeng bimînin. Heta alîkariya
Tirkiyeyê dikin. Her wiha wê Tirkiye li
Rojhilata Navîn xizmeta Emerîka, Fransa,
Elmanya, Îsraîl û Îngilîstanê bikin. Piştî vê
tîfaqê Erdogan got êdî pirsgirêka Kurd nemaye.
Ji ber ku dixwaze Kurdan tune bike. Beriya niha
nedikarî Kurdan tesfiye bike. Lê piştî ku hêz ji
vê tîfaqê girt, xwe ji nû ve ji bo tunekirinê
pêk bîne amade dike. Ji ber wê jî operasyonên li
ser gel û gerîlayan zêdetir kirin.
Di pêvajoya bêçalektiyê de operasyon
ranewestiyan, rayagiştî, hinek rêxistinên sivîl
û partiyên siyasî li hemberî van operasyon û
kuştinan bêdeng man, lê dema 13 leşker hatin
kuştin, gotin PKK êrîş dike. Hûn vê helwestê
çawa dinirxînin?
Tu kesek negot PKK û Rêber Apo dixwazin
pirsgirêka Kurd bi riyên aştiyane çareser bikin,
lê ev operasyon bê navber didomin. Kes li
hemberî vê yekê nerabûn. Heta hinekan digotin
girtin û kuştina gerîlayan tiştek rast e. Hinek
aliyên xwedî rûmet li hemberî vê yekê rabûn.
Hinek çepên Tirkan jî, lê dengên wan pir kêm bûn.
Dîsa evane ji aliyê AKP û Fethullahiyan ve
dihatin tehdîtkirin.
Diçin ser Gerîlayan û dibêjin çima PKK êrîş
dike
Artêşa Tirk li hemberî gerîlayan dest bi
operasyonê kiriye, bi ser gerîlayan de diçin.
Gerîlayan jî di encama operasyonê de li leşkeran
xistiye. Niha jî dibêjin çima PKK êriş dike.
Dibêjin leşkerên me mirin, divê em koka PKK’ê
biqelînin, divê em bi Kurd û Ocalan re
lihevkirinê pêk neynin. Niha jî şerek psîkolojî
dimeşînin. BDP, PKK û Rêber Apo kirine hedef. Ev
mantiqê dagirkeriyê ye, bi ya wan dewlet çi bêje
rast e. Niha dewleta Tirk jî wiha nêzîk dibe. Tu
hem operasyonan dimeşînî û hem jî dibêjî çima
gerîla xwe li hemberî êrîşan diparêzin. Ev
mantiqê dagirkeriyê ye, li gor wan divê kesek li
hemberî wan rabe û naxwaze kesek li hemberî wan
rûmeta xwe biparêze. Li gorî wan divê gelê Kurd
li ziman û çanda xwe xwedî dernekevin û xwe bi
rêxistin nekin. Bi ya wan ew çi bikin rast e,
PKK, gel û Rêber Apo jî hertim şaş in. Mantiqê
dagirkeriyê dibêje dewlet ji bo Kurdan çi bêje
ew rast e. Lê gelê Kurd vê yekê qebûl nake. Li
azadî û rûmeta xwe xwedî derdikeve, dewlet jî vê
yekê weke suc dibîne.
Nêta baş a Erdogan…
Jixwe Erdogan jî digot wê ji niha û pêve
helwesta me cûda be, bila kesek ji me niyetek
baş hêvî neke. Ka nêta baş, girtîgeh tijî kirine,
nêzî 50 gerîlayan di encama operasyonan de
jiyana xwe ji dest dan. Ev şehadetane hemû di
demsala biharê de pêk hatin. Me tu çalakî
lidarnexistiye. Ger ev nêta wî ya baş be, wê
demê ya xirab çawa ye gelo? Ev kuştin û girtinên
heta niha pêk anîne kêm dibînin. Gerîlayên li
Amedê 2 leşker girtin. Lê operasyon didomin.
HPG’ê jî daxuyanî da û got; operasyon jiyana
leşkeran dixe metirsiyê. Gelo dewlet û AKP
dixwaze bi vê hewldanan çi bike?
Li ba dewleta Tirk û himûketa AKP’ê tu qîmetê
mirovan tune ye. Ger qîmetê mirov hebûya, niha
tevnedigeriyan. Niha du leşker û endamek ê
tenduristiyê yên Tirk di destê gerîlayan de ne,
divê ji bo jiyana wana hinek tişt bikiribana.
Bêriya her tiştî gere operasyon û hinek saziyên
sivîl ji bo xilaskirina leşkerên xwe bixistibana
dewrê. Jixwe hinek sazî dan diyarkirin ku ew ji
bo vê yekê amade ne. Lê dewletê tiştek wiha
nekir, operasyon zêde kir.
Dixwazin leşkeran bikujin û bavêjin stûyê
PKK’ê
Niha dixwaze cihê leşkeran tesbît bike û wana
tune bike. Ger bikaribin wê leşkerên xwe jî
bikujin û wê biavêjin stûyê PKK’ê. Yanî dixwazin
bi qirkirin û tunekirinê pirsgirêkê çareser
bikin. Ger li Farqînê leşker hatin kuştin û
gerîla şehîd bûn, evane encamên operasyonê ne.
Dewleta tirk xwe mezin dibîne, dibêje çawa
gerîla dikarin du leşkerên me bikuje. Kurd çi
bikin jî dewlet qebûl nake. Ji ber wê jî
operasyon berfireh dikin. Yê ku rûmetê nede jîna
mirov nikare pirsgirêkê çareser bike. Ji ber wê
jî divê hemû kes û aliyên demokrat û bi rûmet vê
yekê bibînin. Divê hemû demokrat û lîberal jî
bizanin ku siyaseta dewleta Tirk dimeşîne, ne
tenê li dijî Kurda ne. Li dijî wan e jî ev yek
mirina Tirkiyeyê ye jî. Ger dixwazin Kurd û Tirk
bi hev re bijîn, divê li hemberî vê yekê rabin.
Ger li hemberî vê yekê rabûn, pirsgirêk çareser
dibe. Ev siyaset rûxandinê pêk tîne, li ser
înkar, îmha û tunekirinê yekitî çênabe. Ger nirx
û nasnameya Kurdan qebûl kirin, wê demê biratî
li Tirkiyeyê pêk tê.
KCD’ê di civîna xwe ya awerte de Xweseriya
Demokratîk îlan kir. Hûn vê biryara Xweseriyê
çawa dinirxînin?
Xweseriya Demokratîk mafek rewa yê Kurdan e. Ji
bo Kurdan weke erkek e. Avakirin û parastina
Xweseriya Demokratîk maf û erkê Kurdan e.
Îlankirina wê jî gaveke dîrokî ye. Ev gava
dîrokî ji bo Kurdan û mirovahiyê ye. Îlankirina
xweseriyê ne ji bo gelê Kurd tenê ye, ji bo hemû
gelên Tirkiye û Rojhilatê Navîn e. Îlankirina
Xweseriya Demokartîk tê wateya bihevrebûn û
jiyana gelan ya bi hev re. Çand, mezheb, zimanên
cûda wê bi hev re bijîn. Gelo kî dikare li
hemberî vana rabe û li dijî vê yekê derdikeve.
Yê ku li hemberî vana radibe li dijî yekitiya
gelan û mirovahiyê radibin. Yê ku li hemberê vê
yekê derbikeve wê winda bike, ji ber ku ne
mafdar e. Ên ku dixwazin pirsgirêk bi riyên
aştiyane çareser bike piştgirî didin Xweseriya
Demokratîk. Xweserî ji bo hemû gelên Tirkiyeyê
ye, li şûna yekitiya li ser bingehê zorî, înkar
û tunekirinê hatî avakirin, yekitiya azad û
demokratîk ya gelan ava dike. Dad, demokrasî li
Tirkiyeyê pêş dixe û gemariya li Tirkiyeyê ji
holê radike. Ev yekitiya gelên Tirkiye û
Rojhilata Navîn dê xurt bike.
Çiqas Xweserî ewqas xweparastin
Di xweseriyê de hemû gel, çand, mezheb û
baweriyên cûda dikarin xwe îfade bikin û bi hev
re bijîn. Mirov xwe li ser bingehê nasnameya xwe
îfade dike û xwe parçeyek ji giştî bibîne. Ji
ber vê jî divê gelê Kurd ji bo xistina meriyetê
ya Xweseriya Demokratîk hewldanên xwe xurt bike
û li hemberî êrîşan rabe, xwe biparêze, li xwe
xwedî derbikeve. Çiqas xweseriyê pêş bixin ewqas
xwe diparêze. Bi vî awayî hemû çand û gel bi
awayeke wekhev bijîn, yek xwe li ser ya din ferz
nake. Divê yekitî, azadî û demokrasî derbe
nexwe. Ji ber wê jî divê hemû Tirkiye li vê yekê
xwedî derbikevin. Wê bi vî awayî dewlet ji rewşa
olîgarşîk derbikeve û bibe komareke demokratîk.
Wê welatek rengîn derbikeve. Wê Tirkiye ji bo
gelên herêmê bibe projeyek. |