|
|
‘Em
serî natewînin’
Rojda Amanos
Di der barê
pevajoya ku gelê kurd tê de derbas dibe
nêrîn,raman û helwestên xwe şêniyên Wargeha
Penaberan a Mexmûrê bi rojnama me re parve kirin.
Ev êrîşên ku
li Bakûre Kurdistanê li ser çadirên çareseriyê
pêşdikevin hûn çawa dinêrxinin?
Eyşe Gercî:
Ew
êrîşa dewleta Tirkiyê destpêkê ez şermezar dikim.
Beriya her tiştî divê dijî van êrîşên hovane her
çar parçeyê Kurdistanê, divê gelê kurd rabe li
ser piyan. Kes bila nebêje ev êrîşa tenê li
Tirkiyê pêş dikeve, hemû derên ku gelê kurd lê
dijîn ev êrîş pêş dikevin. Dixwazin ev vîna
kurdan bişkînin, lê gelê me berxwedide. Mirovên
ku di mala xwe de rûdinin jî pêwist e bi rûmet
nêzî van serhildanan bibin. Divê gelê kurd
yekbûna xwe bidin çêkirin, dema yekbûna xwe
avakirin dê tu kes nikare pêşiya çalekiyên wan
bigirin. Ya girîn bibin yek deng, hin kes di
nava çalakiyanda be hin kes jî di mala xwe de
temaşe bike nabe. Yên di mala xwe de rûdinin jî
bila bizanibin ku ev çaleki ev daxwaz ev
rêxistin ev êş ev werekî hemû ji bo vîna kurdan
e. Hin kes bi werekî dadikevin kolanan lê hin
kes jî dûr ve van çalekiyan temaşe dikin. Ew jî
bila gelên derdikevin kolanan û bi yek dengî
dibêjin ‘an azadî an azadî’ hêz bigirin. Dem ne
dema tirsê ye. Êdi bes e ew tiştên ku dewleta
tirk tîne serê zarokên me, serê dayikên me re
êdî bes e. Êdî dem dema têkoşîna bê hempaye. Em
bi têkoşînê tu tişt winda nakin, heke em
têkoşînek bê hempa nedin dê wê demê em ê winda
bikin. Divê em xwe rêxistin bikin û li dijî vê
zilma dagirkeran serî rakin. Dîsa di rojevê de
hilbijartin heye, bersiva herî baş divê em di
hilbijartinan de bi yek dengî bidin van neyaran.
Dema bersiva me yek be dê ew jî me bitirsin û
gavên xwe ji paş ve biavêjin.
Di pêvajoya
agirbestê de êrîşên dewleta tirk yên hem li ser
gerîla hem jî li ser gelê kurd tên meşandin hûn
çawa bi nav dikin?
Mamoste Mele
Şirin Çetin:Gelê
Kurd her çiqasî di dirokê de hertim biratiya
gelê tirk xwestibe jî, lê tu caran dewleta tirk
vê biratiyê nepejirandiye. Bi taybet dewleta
tirk tu caran bi çavên biratî gelê Kurd nenêriye
û nedîtiye jî. Tu caran kurd di dirokê de heta
niha birayên xwe nekuştine, yanê gelê dinê tunê
nehesibandine. Kurd rixmê ku gelek zordarî
dîtiye jî bi zordarî nêzikî gelê din nebûye. Her
tim tirk kurdan kuştine û di milê din de jî
dibêjin ‘Kurd birayên me ne’. Tu biratî jî di
holê de nîne. Mirov çawa zordarî li ser birayê
xwe dike? Ew birayê xwe dikujin, digirin, qetil
dikin, tu rengên wan nasnakin, ma biratî di
kuderê de ma? Divê ku gelê Kurd di vî milî de
şiyarbe, ji ber ku êrîşên wan ên înkar û îmhayê
hîn jî beramberê Kurdan berdewam e. Bi dîl
girtina Rêberê me, heta niha nêzikatiyên
dewletên tirk tenê xapandine. Armanca wan tuneye
ku vê pirsgirêkê çareser bikin. Ji ber vê çendê
divê em kurd hevgirtîbin û bi yek dengî hemberî
êrîşên tunekirinê vîna xwe biparêzin. Her roj bi
êrîşan tênê li ser me de û zarokên me dikujin,
dervê kurdan dostên kurdan nînin, divê em vê jî
baş bizanibin. Tirk tu agirbestê nasnakin, ji bo
wan çiqas kurdan tune bikin ewqas baş e. Divê ku
beramberê wan êrîşan bersivên, pewist were dayin.
Hûn êrîşên ku
li ser gel tên kirin, wekî penaberek çawa
dinêrxinin?
Elî Çetîn:
Em
van êrîşan şermezar dikin. Bi salane dewleta
tirk bi hovanê li ser gelê kurd de diçe, bi
hezaran kes kuştin, girtin û penaber kirin. Bi
vê jî hêrsa gelê kurd, berxwedana gelê kurd hîn
zêdetir bû. Wan digot, em bi êrîşên xwe çavên
wan bitirsînin, lê dîtin ku ne wisa ye. Ji ber
vê çendê her ku diçe hîn zêdetir bi hovane li
ser kurdan ve diçin. Heta niha diviya ku ev
pirsgirek bihatiba çareserkirin, lê ew her ku
diçe dixwazin vê pirsgirêkê hîn kûrtir bikin û
nehelin çareserî pêşbikeve. Hemû hewldanê wan li
ser vê bingehê ye. Rixmê ku ewqas îşkence li
gelê kurd dikin jî, qed şernakin û behsa
demokrasiyê dikin. Ev derewek mezin e. Demokrasî
di kuderê Tirkiyeyê de heye, heke hebe çima em
hîn penaberin, çima bi hezaran kurd di
girtigehan de ye? Dema ev rastî hebe we demê
demokrasî jî di wê dewletê de nîne. Derê ku
demokrasî û azadî lê hebe çawa zarok, jin, ciwan
bên kuştin? Çawa bên girtin? Ji bo daxwaza
azadiyê mirov çawa dikare bi hezaran mirovan
bikuje, bigire, îşkence lê bike û bike penaber?
Kesen ku dibêjin em demokratin, Ewropa li ber
çavane, mirişkek di kolanê wan de bê kuştin
cîhanê hişyar dikin, lê bi sedan, bi hezaran
zarokên kurd di nava kolanan de tên girtin, tên
kuştin deng ji wan dernakeve. Demokrasî heke ev
be wê demê mirovatî miriye. Ew meşen ku çedibin
ji bo azadî û demokrasiyê ye. Le belê dewleta
tirk xwe li ber vê gotinê jî nekare bigire, ew
li hemberî bi karanîna vê tegînêne jî. Milyonan
mirov demokrasi û aştî dixwazin dewlet jî bi
tanq, top, panzêr, çek û bombayên gazê ava şid
bersiv dide gel. Bakûrê Kurdistanê gelê me ji bo
azadî û aştiyê kon vedane, nav li sere, Konên
Çareseriyê, lê tehemûla wan hemberî vê jî nîne.
Ji bo vê bi ser konan de diçin. Gele Kurd ne li
dijî olin yên bi dil olê vê girêdayîne yek jî
wan gelan gelê kurd de. Bi mislimantiya xwe
cewherê îslamiyetê jî dixwazin biparêzin, kurd
cewherê mirovatiyê bi baweriya xwe diparêzin. Lê
ew weke ku kurd bê olin, dixwazin nîşan bidin,
ev durîtiyeke mezin e. PKK ev deh salan rewşeke
bê çalekiyê de disekine, rixmê vê jî bi hovana
li ser gerîla û gel de diçin, şûna ku vê demê
baş binêrxandana, nirxandinên em çawa şer di pêş
de bibin kirin. Lê em serî natewînin.
|