* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 

 

                                                      Derwêşekî Erbaneyê...
 

 

  

ÎLHAMÎ VURAL/SERÊ KANIYÊ
Piraniya me digot qey derwêştî di serdemên kevn de maye… Yên di Zerdeşta Neitzche de felesefe dike, di pênûsa hozanê libnanî Xelîl Cîbran de jîndar dibe, lê dîsa lehengên ji bilî ku dest bide cîhana rastîn, pêdiviya mîstîk a giyanê me têr dike… gotina “Derwêşên Post Modern” a ji bo hin entellektuelên hemdemî gotinên beradayî dihate hesêb.

Ewê wê demê bihata dîtin ku derwêşên  Zerduşt dîn kiriye, Cîbran xistiye depresyonê hê jî li çiyayên Kurdistanê digerin.

Li Konê Reş…

Li ser milekî wî ebayê wî yê dirêj, li ser yê din erbaneya wî ya ku di nava telîsekî spî de, wekî mêvanê ku ji zû ve li bendê ne, ket nava Konê Reş… Yanî konê koçerên ku ji demsalekê ber bi ya din ve, ji wî zozanî diçin zozanê din… Silav da yên ku li hundir bûn, li gor rêz û rêçikan ji mezinan ber bi biçûkan ve, ji mêvanan ta mazûvanan… derbas bû pişta xwe da malnivînkê rûnişt. Vê çarê jî li ciyê ku çarmilkî runiştîbû, yek bi yek pirsa yên li wir kir û hemû silavdayîn bi “civat û rehmet” bi dawî kir. Riha wî ya qirêjî, tilîkên wî yên reş ku ji sermayê qermiçî bûn û kefiya wî ya carê ji serî dişemitî, wekî ku zimanê westiyandina wî bû… her tiştên wî ger li cihên dûr, ji riya dûr hatina wî, nexwarin û nevexwarina wî, lê belê tutişt jî nexwestina wî, dilnizmiya wî vedigot.

Kî ye ev zilam, ji ku hat, kê bangî wî kir, nasê kê ye? Kes ne zane û deng nekir… Wekî ku her kes hînî vê rewşê ye, ji ber ku tu tiştekî xerîb tunebû li gor kesî… Diyar bû ku nasnameya wî erbaneya li pişta wî bû…

Dewrêş, Devê Dewrêşekdin Vedike…

Virde wêde gotin, çend meselok, bîranînên kurt ev li çend navan dibin têne vegotin…Di dawî de gotin diçin û tên dewrêşan. Wê gavê zimanê mêvanê ku çongên xwe ber bi xwe ve kişandiye û bêdeng guhdarî dike vedibe. Devê Xalê Çeço’yê ku ebayê xwe datîne ser balgiya kêleka xwe vedibe. Qala “Derwêşê kevn” ku yên di bin kon de hemû wî nas dikin dike. Xuyaye ku her kes her du erbanekarên ku li hemû gundên Qerejdaxê digerin nas dikin: Derwêşê kevn û Derwêşê Nû… Tu westandin li ser Xalê Çeço yê ku kî dizane dibe jî çend rojin kû ew kon û ev kone digeriya nema. Hêdî hêdî dest û piyên wî ji hev vedibe, li ciyên ku gencîneya peyvên wî têr nedikir bi zimanê bedena xwe gur dikir axaftina xwe, ji kelecanê di ciyê xwe de nedisekinî. Her du milên xwe vedikir û ji bo Derwêşê kevn digot; “ Firehiya erbaneya wî aha ewqas bû” weleh bileh xilşaf nîn e, yên kal ku dîtibûn jî erê dikirin gotinên Xalê Çeço…

Azweriya Erbanê

Xalê Çeço gava ji vegotinê bêhal dikeve destê wî dirêjî erbaneya wî dibe. Berê di tasekê de avê dixwaze; hinekî vedixwe, bi hinekî jî erbaneya xwe nedawî dike… û dest pê dike, lê dide; ji xwe diçe gava lê dide, hay ji derdora xwe nîne Xalê Çeço… Di taliyê de gava çav li kamerayê dikeve, ji yên dora xwe dipirse; “ A va kamera yê cezalî ye gelo?” û mit dibe xalê Çeço…

Xalê Çeço ji zaroktiya xwe heta niha bajar bi bajar, navçe bi navçe, gund bi gund, mezra bi mezra, kon bi kon digere…li ciyê ku diçe bi şev dimîne, li hin deran nas û xizman dibîne, li hin konan Mêvanê Xwedê… kî dizane hê çend derwêşên wekî Xalê Çeço digere li van deran.

“Hêj Bidenge…”

Ev muzîkjenên gerok ên li erbaneyê didin hinek ji wan zengil bi erbaneyên xwe ve dikin, hinek jê jî dibêjin gunehe û pêve nakin. Miraqdarên erbaneyê gotina ku dibêje “ Berî her tiştî deng hebû” dizanin. Ew amûra herî kevn a mirovahiyê dihesibînin erbaneyê. Ev amûra îcada mirovê pêşîn, di nêçîra pêşîn de, ev amûra muzîkê ji çermê heywanan hatiye çêkirin, hê jî li van çiyayan wekî zimanê, dengê îlahiyatê, yê evîne tê zanîn… Ji bo hevdîtina dengê mirov û yê xwedê tê bikaranîn erbane.

Tariyê Ji Dilê Xwe Derdixe

Tê bawerkirin ku mirov bi vî dengî tarîtiyên ji dilê xwe derdixe. Li gor hinekan, rîtuelên hunerî yên pêşîn ên jiyana ehlî bi vê amûrê hatiye îcrakirin. Zerdeştî jî ji ber vê yekê ye berketiyên erbaneyê ne. Ji ber vê yekê bûye ku pîrozbahiyên biharê bi erbaneyê pêk dianîn. Dibe ku Êzîdî jî ji ber vê yekê zêde bi erbaneyê ve hatine girêdan, wan zarokên Melekê Tawis, beriya şîroveya ku di olên îlahî de, qala hevdîna dengê mirov û yê Xwedê, wan erbane wekî amûreke ku dengê mirov û yê xwezayê digihînin hev didîtin.

Rîwayet…

Û li gorî rîwayetê a Derwêşê Evdî, gava ku diçû şer civat li hev kom dibûne û ji bo wî li erbaneyê dane. Vê yekê, ew di şer de wisa bihêz kiriye… Ji ber ku erbanê xwebûn û kesayetiyê şiyar dike… Belkî jî ji ber vê yekê bû, Xalê Çeço piştî ku erbaneya xwe xist, kîsikê xwe destûr xwest û çû… Bêdeng… Wekî Derwêşan…