|
|
Gelo çawan bi wate bikim? Mirovek dikare vê
xweşikiya xwezayê çawa bi wate bike? Yan jî,
dikare çawan destpêbike? Di kare ew qas
taybetmendî û huneran bi peydebike. Bawer dikim
ku di vê mirov ne bêje dara mazî û derbas nebe.
Dara mazî di pir herêmên cîhanê de têne gihandin.
Berî biçim dur, ez dara mazî ya li welatê xwe bi
rave bikim.
Xemla Çiyan
Kurdistan bi
werzên xwe yên av, hewa ve pir dewlemende. Di vê
wateyê de, axa xwe ji bo berhemdayîn û jiyanê
guncawe. Tê famkirin ku çima mirovan ev cihan ji
bo xwe weke cihê nîştecihbûnê hilbijartine. Di
vî welatî de ew qas cîhên ku bê girtina dest û
bêne lêkolîn kirin hene. Ev, bi anîna ziman û
nîvîsînê xilas nabe. Di xwazim qala yek ji
hebûnê xwezayê dara mazî ku pir bi sûd û rewneq
bikim. Bi giştî çolên Kurdistanê, geliyên bi
asteng, pesar û serê çiyan bi van daristanên
maziyan hatine şînkirin û bi reng bûne. Ji
durve ev daristanane xweşikiyekê nîşa dikin. Di
her werzekê de bi rengeke cûda ji çavan re xweş
tê û giyan fireh dike. Çûkên ku danîn di bin
pelên hênik yên daran de, ji kêfxweşiyên xwe her
wek dengekê senfonî derdixin. Di karin bê gotin
ku sipasdariyên xwe pêşkêşî darên maziyan dikin.
Bêhn dana havînê
ya li ber sêbera wan daran aliyek din yê wan
îfade dike. Bi rastî jî sêbera darên maziyan
hênik, nazik û xweşe. Berde ne rihetiya li ber
sêbera maziyê; wana vedixwîne, çengên xwe jêre
vedike û li ber sêbera xwe bayê hênik pêşkêşî
wan dike. Berûyên ku di peyîzê de pêjiyayî û
şirîn bûyîn, her wek li benda yê komkirinê ne.
Yên tehil jî, her wek hinek din bifikirin, bi
arîkariya bayê, bi şêweyek merdane xwe di berdin
nava axa bi berhem de. Ji van belûtên ku kom
dibin, cûrbecûr lawirên kuvî pê xwedî dibin.
Çêlek û pezên malan jî bi miçêzî ( iştah) dixwin.
Ev xureka nû û bi vîtamîn şîr zêde dikin.
Festîfalek
xwezayî
Di zivistanê de
jî dara mazî, bi qurmê xwe yê stur û çiqlên xwe
yên sade xwe li himber sermayê di parêzin.
Niştecîhên gundan bi şêweyeke xwezayî hîn
ekolojîktirin. Çiqlên darên hişkbûyî yan jî
darên ku şikestîn dibirin û ji bo rojên serma
yên zivistanê bi şêweyek tenduristî xwe li ber
wan bêhna xweş û pelên sûr germ dikin. Germahiya
van pelên agir tişteke cudaye. Gelo tama
xwarina li ser van pelên agir çêdibe çawane? Yê
ku wêya dizanin bila bêjin. Gelo ji suhbeta jin,
zarok, pîr û zilaman ya di şevên dirêj yên
zivistanê de xwe li dûra van pelên agir komkirîn
re çi bêjin... yek jî eger di nava vana de
dengbêj jî hebin, wê çawan çêbibe, iha
festîfalek xwezayî ya bi serê xwe ye....
Amûrê
zivistanê
Ma yê
malçêkirina sivuriyan di qurmê dara mazî de,
hilperişkîna di çiqlên wê ya de û zivirîna li
derdura qurmê wêya dîtî heye? Ji yê temaşeker re
bîranîneke bê têrker dihêle. Yek jî bi têra ji
maziyên wêya têr dibin, di zivistanê de jî bi
têra xwe depo dikin.
Hêlîna ajalan
Ma tenê evin?
Helbet ne ev tenê ye. Mêşên hingiv jî di qurmê
wê yê mezin de cih ji xwere çêdikin. Dara me
ziyanê nade wan. Her wek mêş jî vana bizanin bi
hevre di nava piştgirî û xwedîkirinekê de ne. Ha
ger em ne zanin û bêjin bi hevre ne dinava
piştgiriyê dene wê demê wê hev ne pejirandiban.
Rengê dara me, bêhna wê, pelên wê, çiqên wê yê
ku diparêze, darên wê, germahiya wan daran,
pelên wêya, paqijiya ji xweliya wêya derdikeve,
ji gelek lawiran re bûyîna mal, yek jî eger
zimanê vana hebûya ev tiştên me nivîsandî me ji
zimanê wêya bibihîsta, em wê bibîna şahidên çi
tiştan ku çi jiyan kir, kî di qurmê wêya de
runişt, suhbeteke çawan çêbû bi jimartinê xilaz
nabe...
Ma me di zanî ku
çiyayên darên maziyan têde pir, ewrên biharê
berbi wan ve tên dawetkirin? Belê, berî ku
derbas bibim vêya vekim, ma barana ku di bare,
bi zêdahî ve neqşên li ser pelan dişu. Barîneke
zêde, mizginiya paqijiyê dide derdur. Her wek
zûhabûnê kelem dike, wusan ew gemariyên di
werzên dîtir de mayîn pir paqij xawên dike. Em
ji bîr nakin ku xurimîna axê jî asteng dike.
Bihareke ji daristanên şîn, di serê çiyayên
bilinde di biharê de, hatina ser hev ya pêlên
paranê, carnan jî rêgirtina rengê spî ya berfê ,
carnan jî di ruyê ezmanan de rengê şîn û di van
bilindiyên çiyan de wêneyên rengawreng û dinav
de dengê kubilav dibe....
Dengê çûkên
penaber di nava gundiyan de belav dibe. Zarok
dibin heyrana vî dengî û dikevin kuraniya
temaşekirina wana de. Destbi jimartina wan çûkan
dikin. Mezin jî dema temaşe dikin, behsa bîranîn
û cudahiya curên wana dikin. Ji ku derê hatine,
wê biçin kuderê, wê kengê bizivirin, yek bi yek
behs dikin. Behsa hatina wan ji çolên germ û
çûna wan ya zozanên hunik dikin.
Parazvana
gerila
Hestkirina dara
mazî, peyxama (ilham) mirov zêde dike.
Kirpandin liser hinek ji aliyên dara me hatin
kirin. Em hinek jî çav berdin girêdana
dinavbera dara mazî û gerîlayên Kurdistanê de.
Yê ku jiyan kirî, fam kirî, bûyî şahid dizanin.
Şervanên me yên azadiyê lihimberî ne hevsengiya
hêza şer çawan tekoşîn dikin û lihimberî teknîka
dagirkeriyê çawan ev darên me veşêrkere. Azadî
xwazan digrin himêza xwe, wusan dike ku neyê
dîtin û bên parastin. Di pêvajoya rêwîtiyê de,
di derfetên westan û bê xewiya pevçûnê de, di
sîberên hunik de dikevin xew û bêhna xwe divekin.
Dema şîyar dibin jî çistin. Di pesarên çiyayên
bilind de jî, bi rihetî dikarin li derdûra xwe
temaşe bikin. Di pesarên van cihên bilind de,
qiraçek ya temaşekirinê girtin bi derfete. Rêze
çiyayên geliyên kur, rubarên di wan geliyan de
diherikin, rengek din di afirîne. Wek mêzandinek
ya çûkêye. Dema gerîla di jor de li derdur
temaşe dike, carnan dengê firoke, carnan
qêrkirina şivanî ya li pezê xwe, carnan bi
teqîna topê giriyê tirsê yê zarokan tê bihistin.
Dara mazî dostê gerîlaye.
Ji xweliya
xwe şîndibe
Lê yên ku dara
me ya mazî fam nekin û rastiya wê ya nebînin,
tiştekê hesap nakin. Yên ku dara me ya mazî di
şewitînin divê vê ya bizanin, bi destpêkirina
biharê re ji nû de şîndibe û dîsan zîl dide.
Tekoşîneke mafdar û ji rika jiyanê veye. Her wek
ji xweliya xwe afirînekê bi tendurist dike. Kokê
wê ew qas kur û bi cewhere ji van kokan û ji
xweliya xwe ji nû de zîldayîn weke razekêye(sır).
Ma dara mazî tê şewitandin? Agir tên berdana
darên maziyan? Dareke ev qas sûd dide mirov û
lawiran, çawan dibe ku wusan tên şewitandin?
Dema ku cihekê xwe yê ji bo hevsengiya xwezayê û
barîna baranê û avhewayê bi sûd çawan dibe wusan
bê şewitandin. Dema li cihek din yê cîhanê
daristanek tê şewitandin, hikumet hemû derfetên
xwe dixe di karde ji bo vemirandina wê ya. Dema
ji kontrola wê ya der be, arîkariyê ji welatên
cîran dixwazin. Belê di xaknîgariya Kurdistanê
de hukumet bi zanabûn ji şewata daristanan re
temaşeker dimîne. Ji ber li jêr zanabûna wê ya
de tê şewitandin. Polîtîkayek wusan ya
xirapkirinê heye. Cîhan jî bêdeng dimîne. Dema
Kurd û Kurdistan di be mijara gotinê, cût
standartî derdikeve. Mirovahî bêdeng dibe û yasa
bê kar dimîne. Her wek rawestana aveke herîkî.
Dara pîroz
Ma dest tê danîn
daristanên maziyan? Helbet destnayê dayîn.
Zimanê wê nîne belê, bi xizmet û berpirsyartiyên
ku dike, weke xwe dide guhdar kirin. İha
famkirina vî zimanî, erkê rewiştiyê lêgerînvanên
heqîqetê ye. Em ji maziyan hezbikin û bi parêzin.
Şewitîna dara mazî tewaneke. Li himberî vî
tewanî nebîn temaşeker. Di cihên bê dar de
maziyan biçînîn. Bila mazî zêdebibin. Her mazî
zêdebibin, em wê bibin şahidê pêşketineke
ekolojîk. Danîn, avdan,parastin û mezinkirina
dareke mazî xweşikiyeke.
|