* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


                                  
 Divê bawerî bê dayîn   
                  
    

 

        

Rayedarên KCK’ê biryara ku di 13’ê tebaxa 2010’an de aşkera kiribûn roja 30’ê Îlona 2010’an bi civîneke çapemeniyê daxuyandin ku demeke din dirêj kirin. Ev biryara KCK’ê di raya giştî de rastî eleqeyeke mezin hat. Hin derdorarên ku bi riya aştiyane dixwestin pirsgirêka kurd çareser bibe û raya giştî ya demokratîk li hêviya daxuyaniyeke wiha bûn û dixwestin. Jiber vê yekê vê daxuyaniya KCK’ê ji van daxwazan re bû bersiv.

Ev biryara îlankirina bêçalakitiyê ji aliyê raya giştî ya demokratîk û van derdoran ve bi erênî hate pêşwazîkirin û di heman demê de bala her kesî zivirand ser hikûmeta AKP'ê. Ji ber ku gavên hikûmeta AKP'ê biavêje him dê dema biryara bêçalakîbûnê him jî pêşketinên piştî vê yekê pêk bên diyar bike. Hatiye ragihandin ku li gorî gavên hikûmeta AKP'ê biavêje û ewlekariya ku biafirîne dê biryar di ber çavan re bê derbaskirin. Dîsa ragihandin ku li gorî encama vê yekê dê biryara bêçalakîbûnê dirêj bikin an mayinde bikin. Divê ev daxuyaniya rêveberên KCK'ê rast bê xwendin û nirxandin. Ev mijareke girîng e. Divê baş bê fêmkirin ka rêveberên KCK'ê çima zimanekî wisa bi kar tînin û mafê vê yekê jî bidinê.

KCK'ê beriya niha jî biryarên agirbest û bêçalakîbûnê standibûn û ev biryar bi cih jî anîbûn. Herî dawî di 13'ê Tebaxê de biryareke bi heman rengî girtibû, xiste meriyetê. Lê belê ev biryar jî yekalî hatin standin, ji aliyê dewlet û hikûmetan ve ji bo tasfiye û tunekerinê hat xwestin bê bikaranîn. Bi vî rengî jî afirandina atmosfera aştiyê ya ji bo çareseriyê bêhtir, pevçûn, di qadên siyasî û leşkerî de operasyon derketin pêş. Beyî ku em biçin demên gelekî kevin û pêwîstî bi dayina mînakan jî nîne. Tiştê piştî 13'ê Tebaxê hate jiyîn vê yekê bi zelalî piştrast dike.

Piştî 13'ê Tebaxê operasyonê bi armanca tunekirinê yên leşkerî berdewam kirin û nêzî 30 gerîla hate qetilkirin. Çiyayên Dêrsimê mîna herêmên qedexe hatin îlankirin, çûn û hatina wan hate qedexekirin. Li bajarên Colemêrg û Şirnexê bi şêwazekî Qanûnên Rewşa Awarte hatin meşandin. Di 16'ê Îlonê de li gundê Peyanîsa Colemêrgê zarok jî di nav de 9 gundiyên welatparêz ên kurd di encama êrîşa bi mayinê de hatin qetilkirin û 4 gundî jî bi giranî birîndar bûn.

Li beranberî van tiştan tevan bi rengekî mafdar rêveberên KCK'ê pêwîstî dîtin balê bikişînin gavên bêne avêtin û afirandina baweriyê. Li gorî ji vê yekê tê fêmkirin jî dirêjkirin an şêwazê dema pêş ê pêvajoya bêçalakîbûnê bi giştî girêdayî hikûmeta AKP'ê ye.

Gelo hikûmeta AKP'ê dê karibê vê yekê pêk bîne?

Ji niha de di vê mijarê de ne rast e ku tiştek bê gotin. Lê divê ev yek ji aliyê raya giştî ya demokratîk û derdorên ku dixwazin çek bêdeng bibin ve bê şopandin. Ji ber ku rêveberên KCK'ê pêwîst dîtin ku rave bikin di biryara girtine de bangên van dedoran jî roleke girîng leyistiye.

Di rojên dawî de payebilindên dewletê; ji serokomar, wezîrê karê hûndir, heta bi Musteşarê MIT'ê û hwd. li qada navneteweyî di tevgerê de ne. Ev çûn û hatin, hevdîtin çi ne, tên çi wateyê? Ev ne hêzên çareseriyê yên ji bo pirsgirêka kurd in. Berovajî heta niha aktorvaniya polîtîkayên tunekirin û înkara kurd dikirin.

Rayedarên dewlet û AKP'ê di hevdîtinên bi van derdoran re PKK xistin navenda rojevê. Di daxuyaniyên hatin dayin de destnîşan dikin ku "plana tasfiyekirina PKK'ê xistine dewrê". Di vê çarçoveyê de ketine nava tevgerê. Ketine nava lêgerîna avakirina baregeha leşkerî li başûrê Kurdistanê û avakirina herêma tampon a li sînor. Dîsa piştî biryara bêçalakîtiyê ya PKK'ê di 13'ê Nîsana 2009'an de bi rojekê di 14'ê Nîsan a 2009'an de, piştî biryara 30 Îlona 2010'an bi rojekê di 1'ê Cotmeh a 2010'an de operasyonê tevkujiya siyasî dan destpêkirin.

Di pêvajoyeke ku rêveberên KCK'ê biryara dirêjkirina bêçalakîtiyê aşkera kirin de hevdîtinê bi vî rengî, daxuyaniyên têne kirin, amadekariyên pêk tên, êrîşên tevkujiya leşkerî û siyasî xeternak in. Ji ber vê yekê daxuyaniyên rayedarên dewlet û hikûmeta AKP'ê, afirandina hawireke aştiyane ku daxwaza raya giştî ya demokratîk û derdorên alîgirên bêdengiya çekan dixe nava talûkeyê.

Raya giştî ya demokratîk û hemû derdorên dixwazin hawireke ji bo çaseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd û demokratîk bê afirandin divê van helwestên dewlet û hikûmeta AKP'ê bibînin û li hemberî vê yekê bibin xwedî helwesta ku pêwist e. Ev helwest xwedî girîngeyeke mezin a bi tu awayî divê neyê taloqkirin û li holê bê hiştin e.

Rêveberên KCK'ê bi nêzîkatiyên xwe diyar kirin ku cidî û dilsoz in. Çareseriya demokratîk ya pirsgirêka kurd û gavên ji bo vê yekê bêne avêtin daxwaz dikin. Daxwaziyên wan gelekî maqûl û di çarçoveya mafên mirovan ên bingehîn ku kes nikaribe li dijî derkevin e. Heke ev pêk neyên mîna agirbest û bêçalakîbûnên beriya niha dê heman aqûbet bê jiyîn. Lê belê encamên vê carê dê ji yên demên borî gelekî cudatir bin.

Daxuyaniya 30'ê Îlonê ya ji aliyê rêveberên KCK'ê ve hate kirin, tê wateya afirandina şert û mercên ku Tirkiye bikeve pêvajoyeke nû. Her wiha tê wateya pêvajoyeke ku gavên dualî bên avêtin. Li vir aliyek bi tenê heye ku divê gavan biavêje û baweriyê biafirîne. Ew jî ji dewlet û hikûmeta AKP'ê pê de ne tu kes e. Dewlet û hikûmeta AKP'ê dê çiqasî pêwistiyên vê yekê pêk bînin.

Dê çiqasî karibin provokasyonên mîna operasyonên piştî 13'ê Tebaxê ku 30 gerîlayan jiyana xwe ji dest da û tevkujiya li gundê Peyanîs a Colemêrgê asteng bikin? Em ê di rojên pêş de bibînin.

 

        Cemîl Bayik