|
Dilşad
Artos
Sala 2010’an di
bereya ciwanan de salekî tekoşîn û berxwedanê bû.
Di vê salê de berxwedanek mezin hate meşandin.
Berxwedana gel û bi taybet ya ciwanan û sebra
gerîlayan, helwesta tevgera azadiyê ya îsrara
çareseriya pirsgirêka Kurd hevdû temamkir. Li
her qadê bi qehremanî tekoşîn hate bilindkirin.
Kedek bê hempa hate dayîn. Gerîlayên gelê me jî
di sekna xwe ya parastina rewa de li gor
pêdiviyên dîrokê û daxwazên tevgerê pozîsyon
girtin. Bi giştî sala 2010’an di her qadê
tekoşînê de salekî hevdu temam kirinê bû, salekî
parastina destkeftiyên şoreşê, nirxên gelê Kurd
bû. Di aliyê çarenûsa gelê Kurd de salekî
diyarkirina pêşerojê bû. Ev sal dîsa di dîrokê
de salekê pir bi berxwedan bû. Her wiha bi destê
xwe nivîsandina rûpelek dîroka nû ya tekoşîn û
serfiraziyê bû. Her kesî baş dît ku di her
qadekê Kurdistanê de, di her kolan, her gund,
her bajarê de gelê me û bi taybet ciwanên Kurd
xwedî li projeya Rêber APO ya Xweseriya
demokratîk derketin. Bi xebatên xwe cardin îspat
kirin ku wê xwedî li erkê xwe yê pêşangiya
civakê bikin.

Sala 2011’an di
her warî de ji me re salakî nûye. Weke her car
dîrok ji me lehengî û qehremantîyên mezin
dixwaze. Em dizanin ku heya niha jî dagirkerên
Kurdistanê ji bo çareseriya pirsgirêkê tu gavekî
erênî ne avêtine. Ji bilî mijûlkirinê û
xapandinê tu helwestek din pêşnexistin. Ji aliyê
din ve li hember tevahî xebat û çalakiyên gelê
me êrîşek bê eman didin meşandin. Kuştin û
girtina ciwanên Kurd xelas nebû. Mînaka herî ber
çav jî êrîşa li dijê berdevkê ciwanên şoreşger ê
Geverê Sedat Karadag bû. Ev yek di rastiyê de
weke armanc û hedefa hêzên dagirker yên li dijê
ciwanên Kurd bi awayek eşkere raxist ber çavan.
Dîsa ji aliyê din ve li hember gerîlayên azadiyê
bi rexmê ku di pozîsyona parastina rewa de ne jî
operasyonên îmhakirinê nesekinîn. Xulase wisa
diyare ku wê sala pêşiya me ango sala 2011’an wê
di her warî de bibe salekî dijwar û salekî
tekoşîna mezin.
Ji ber vê yekê
ji her demê zêdetir hilgirtina barê tekoşînê
dikeve ser milê ciwanên Kurd. Ciwanên Kurd bi
sekna xwe ya şoreşgerî dikarin erk û
berpirsiyariyên sala nû jî pêşwazî bikin.
Tevgera ciwanên şoreşger tevgerekî kûr e û xwedî
asoyekî pir berfireh e. Dîsa xwedî tecrûbe û
mîrasek mezin e. Berxwedana ciwanên Kurd di
cîhanê de mînakekê pir mezin ê lehengiyê ye. Ji
bo azadîya gelê xwe û ji bo gefiştina mafên xwe
bi qehremanî li hember sîstema deshiladar dest
bi şer kirine. Ev şer û tekoşîna xwe taku
gehiştine pileya şehadetê jî bi biryar meşandine.
Ev yek ji me re mîrasek pir giring û mezin e.
Her wiha ji rêbazê jiyan û tekoşîna wan em fêrî
gelek tiştan jî dibin. Bi rêya wan em xwe û
rastiya xwe baştir nas dikin. Alî Çîçek, Mazlûm
Dogan, Bêrîtan û Zîlan ji me re nîşaneyên herî
ber çav ê jiyanê ne. Şopandina rêça wan dikare
me bigehîne serfiraziyê.
Weke ciwanên
Wargehê me jî hewlda di sala derbasbûyî de
rêxistina xwe xurt bikin û bi vî awayî di bereya
xwe de beşdarê tekoşînê bin û erk û
berpirsiyariyên xwe bicîh bînin. Lê mirov dikare
bêje ku li gel ku em gehiştine asteke berçav jî
lê hîna jî nebesiyên me hene. Em weke ciwanên
wargehê xwedî derfetên girig û mezin in. Divê em
tu caran van derfetan ji nedîtîve neyên û baş
nas bikin. Di van şert û mercên penaberiyê de jî
em nêzîkê navenda tevgera azadiyê ne. Divêya ku
em vê germê di dil, mejî û ruhê xwe de her gav
hîs bikin û sekna xwe jî li gor vê yekê sererast
bikin. Dîsa em xwedî çand û exlaqekî şoreşgerî
ne. Divê em her kêliyê vê çand û exlaqê di xwe
de bijîn û bidin jiyandin. Lê ger em vê yekê ji
xwe re bikin pîvan û sala derbasbûyî binirxînin
em ê bi rehetî bikarin bêjin ku di sekna me de
nebesî hene.
Ji aliyê din ve;
sala pêşiya me erk û berpirsiyariyên nû jî dide
pêşiya me. Divê berî her tiştî weke ciwanên
wargehê em ruh û zanebûna ciwanên şoreşger di
kesayeta xwe de pêk bînin û li gor vê yekê xwe
birêxistin bikin. Mijara rêxistinbûnê mijarek
gelekî giring e. yê ku hêliştiye em nirxên xwe
yên pîroz heya niha biparêzin rêxistinbûna me
ye. Bi rêxistinbûnê em dikarin rastiya xwe
biparêzin, bi hêz bibin û bigehin serkeftinê. Bi
rêxistinbûnê em dikarin xwe perwerde bikin, xwe
li gor pêwîstiyên tekoşîna azadiyê biguherin û
veguherin. Ancax bi vî awayî em dikarin ji
civaka xwe re pêşengiyê bikin û bibin avakerê
jiyanek nû û azad. Ji ya me tê hêvîkirin û
xwestin jî ev e. Ji ber vê yekê em dibêjin ku ji
her demê zêdetir divê em di sala 2011’an de
rêxistinbûna xwe bihêz bikin. Nebesî û qelsiyên
xwe yên sala borî em baş bibînin, dahûrînin û
şirove bikin û li gorî asta tekoşînê û
daxwaziyên tevgera ciwanên welatparêz û şoreşger
bibin xwedî hêzek rêxistinî.
Bi hêviya
gehiştina jiyanek azad û bi rûmet sersala tevahî
ciwanên şoreşger, gelê Kurd û xwendekaran pîroz
dikim. |