|
Di xwezayê de xweparastin weke prensîbeke
xwezayî derdikeve pêşberî me. Êdî xweparastin di
zindiyan
de weke zagoneke ku tu caran neyê guhartin,
hatiye rûniştandin. Ev zagona xweparastinê di
mirovan de hîn zêdetir pêşketiye.
Weke tê zanîn dema mirov li ser rûyê erdê peyda
dibin , bêguman ji bo karibin li hemberî afetên
xwezayî û lawirên dirinde, pêdivî bi civakbûnê
dibînin. Tu mirov nikare bêcivak bijî. Ji bo vê
jî di mirovan de civakîbûn gelek xurt
pêşdikeve.
Li gel civakî bûnê di mirovan de ziman jî
pêşdikeve. Destpêkê mirov bi riya nîşaneyan bi
he vre diaxivin. Bo nimûne weke mirovê lal bi
hev re diaxivin. Lê belê her ku diçe zimanê
sembolan pêşdikeve. Ev şoreşeke gelek mezin di
dîrokê de çêdike. Di dîrokê de yekem car zimanê
semîtîk û Aryenî pêşdikevin.
Mirovan çawa ku xwe li hemberî êrîşan
xweparastine, di heman demê de ziman û çanda xwe
weke prensîbeke exlaqî parastine. Heke mirovek
an jî civakek nikaribe xwebiparêze, bêguman dê
tune bibe. Ev tunebûn bi du awayan pêk tê. Ya
yekem tunebûna fîzîkî ya diwemîn jî çandî.
Ev herdu rêbax jî di dîrokê de bi awayekî gelek
xûrt li ser gelê Kurd pêkhatiye. Heta Sedsala
20’an her tim li ser Kurdan tunekirina fîzîkî ku
jê re tunekirina sor jî tê gotin hatiye pêkanîn.
Bi taybet ji 1938’an ve ango piştî serhildana
Dersime hate çewsandin, êdî tunekirina ziman û
çandî hate destpêkirin. Em ji vê re dibêjin
tevkujiya spî ango siyaseta pişaftinê. Ev
pişaftin ewqas bipergal hate meşandin ku êdî
hşndik ma gelê Kurd bihele ango ziman û çanda
xwe winda bike.
Li hemberî vê têkoşîna ku PKK’ê da destpêkirin
parastina rew ya gelê Kurd bû. Heke ev têkoşîn
nehatibûna destpêkirin, bêguman dê gelê Kurd
tunebibûna. Ji ber vê jî parastina rew ji bo
gelê Kurd weke nan û avê pêwîst e.
Rêber APO destpêkê di qad bîrdozî de parastina
rewa pêşxist.Dema ku hişmnediyeke mirov an jî
civakekê neke, tu caran ew mirov an jî civak
nikare nirxên xwe biparêze.
Piştî ku bîrdozî avabû, êdî têkoşîna siyasî û
civakî hate destpêkirin. Niha ev rastiyek bû.
Heta 1999’an stratejiya me ya têkoşînê, şerê gel
ê demdirêj bû. Ji ber vê jî hemû xebat dikete
bin xizmeta şer an jî di bin siya şer de dima.
Lê piştî 1999’an me stratejiya xwe ya têkoşînê
guhart û me kir parastina rewa. Di vir de du
lingên parstina rewa hene. Yek gerîla du
serhildan. Ev herdu jî divê pergala KCK’ê ava
bikin. Li gel vê hemû xebatên di nava KCK’ê de
dikevin çarçoveya parastina Rewa. Ji van xebatan
jî yek xebata Ziman, Perwerde û Hîndekariya
Kurdî ye.
Weke tê zanîn dewletên dagirker ji peymana
lozanê vê li ser ziman û çanda Kurd siyaseta
pişaftinê didin meşandin. Ev siyaset ev qas
bikuranî hate meşandin ku êdî di gelê Kurd de
gihîşt asta xwepişaftinê. Heke weke tevdîra ve
neyê girtin, dê di 50-100 salan de zimanê Kurdî
bihele. An xeternakî didome. Bo nimûne ji nifşê
niha gelek êdî bi zimanê Kurdî nizanin. Heke
zarokên wan neyên fêr kirin, xwezayî dê helandin
her biçe zêde bibe. Ji ber vê jî divê mirov bi
baldarî li ser vê mijarê bisekine. Ji ber vê jî
di nava xweparastinê de mijareke herî girîng jî,
zimanê Kurdî ye.
Niha dijmin çiqas qedexe bike û êrîşan bike,
jixwe dijmine dê bike. Lê belê divê em xwe bi
xwe nebin dijminê xwe. Yanê dijmin bi her awayî
me înkar dike û dixwaze me tune bike. Ji ber vê
jî her cure qedexeyan li ser zimanê Kurdî
dimeşîne. Li hemberî vê divê em vê siyasetê bi
pratika xwe vala derbixin. Heke em van bikin emê
pergala dijmin serûbin bikin Berî her tiştî divê
em hemû jiyana xwe bikin Kurdî. Dema ku ev neyê
kirin, divê weke şermeke mezin were dîtin. Ji
aliyên din ve divê her Kurdek fêrî xwendin
nivîsandina Kurdî bibe. Lê ya herî girîng jî
divê em li hemberî pergala ziman, perwerde û
hîndekariya dagirkera, pergala xwe ya ziman,
perwerde û hîndekariyê ava bikin. Bêguman ji bo
mafê perwerdeya bi kurdî were dest xistin, divê
têkoşîneke bêhempa were meşandin. Lê dema me
pergala xwe ava kir, êdî xeternakiya helandina
zimanê me dê ji holê rabe. Derfetên vê niha ji
her demê zêdetir e. Lê ya girîng ewe ku em xwedî
li erkên xwe yên xweparastinê derkevin.
20.03.2011
|